Wêjeya kurmancî ya nûjen
“Di sedsala 20an de pîştî ku wêjeya nûjen li cîhanê belav bû 75% ji xaknîgariya kurdistanê di bin desthiladariya impiratoriya Osmanî de bû lê di despêka sed sala 20an de hin hestên netewperestiyê li cem miletê rojhilat şiyar bû û mafê zimanê xwe ji impiratoriya Osmanî wergirtin kurdan jî dest bi zimanê xwe kirin.
Li Istembolê paytexta Osmaniyan gelek malbatên kurdî cihê giring di hukûmetê de girtibûn van malbatan bi alîkariya hin nivîskarên kurd gelek komele ava kirin yek ji wan komeleyan Elteawin û Eltrerqî Elkurdî bû, bi encamên pêşkrtina wêje û zimanê kurdî di wê demê de gelek kovar û rojname hatin damezrandin wek: Rojnameya Kurdistan, kovara Rojî kurd, kovara jîn …
Di van kovaran de wêjeya kurdî ya kilasîk û nûjen belav dibû .
Yekemîn çîroka kurdî ku ji aliyê Fuad Temo ve hate nivîsandin bi navê''çîrok''di du hejmarên kovara ''Rojî kurd''de belav bû lê negihaşt serî bi sedema girtina kovarê.
çîroka wî li ser kurekî kurd navê wî ''şiwêş''bû dayika wî mirî û bavê wî şivan bû, pir bi belengazî dijiyan lê dawiya wê wek me anî ziman zelal nebû.
Ne tenê çîrok hatin nivîsandin lê belê yekmîn şano jî hat nivîsandin bi navê ''Memê Alan '' ji aliyê Ebudilrehmanê Hekarê ve di sala 1918an de ev şano di kovara ''Jîn''de belav bû, behsa olperestiya kurda di dema Selahidînê Eywûbî de bê çawa xortên kurd ji dev her tiştî berdidan û diçûn şer û hin jê li ser jina kurd a dilsoz bi hevserê xwe re.
Piştî van berheman ji kurda werê bû dema azadiyê û êdî wê bi zimanê xwe bixwînin lê mixabin ev tişt bû xewn . dema komara Tirkiyê bi serpereştiya Mistefa Ataturk hat ava kirin di sala 1923an de, kurd 10 salan paşxistin vegeriyan dema Osmaniya bê ziman û çand, ev jî bû sedema gelek şoreşan lê bi giştî têkçûn û piraniya kurdan berê xwe dan binxetê ya ku di bin desthiladariya Firansa de bû.''[1]
Bêdengiyeke pir dirêj li bakurê kurdistanê piştî sala 1923 yan çê bû ji ber hikûmeta Ataturk pir zilmdar bû vê bêdengîyê heta sala 1960î berdewam kir ''dema kesayetek wek Mûsa Enter serê xwe hildan û di çend rojnamên Tirkî de li ser kurd û çanda wan nivîsî û wek berhemekê derxist bi navê ''kilim'' tê de stranên kurdî yê folklor nivîsandin lê Mûsa li ser vê berhemê hate girtin, di zindanê de Mûsa karê xwe berdewam kir û pirtûkek bi navê ''Birîna Reş''li ser jiyana kurdan û xortekî ku pizîşkiyê dixwîne bi awayekî şanoyî nivîsand bû''[2]
Di aliyê ragihandinê de piştî sala 1923yan ti kar derneket ''di dawiya sala 1970ê de kovarek bi navê "Tîrêj" li bakurê kurdistanê derket tê de helbest dihatin nivîsandin çar hejmar jê derketin yek ji nivîskarên wê "Rozan pirnas" bû du dîwan tê de nivîsandin yek bi navê ''li Bendava spêda'' ya din bi navê ''Heyv li esîmanê Diyarbekir'' .''[3]
''Di despêka sedsala 20an de û piştî têkçûna dewleta Osmanî sûrî li gorî peymana saykispîko ya ku li Bêrûdê lidarket Sûrî kete bin deshilatdariya Fransî de''[4].''di sala 1927an de karê yekem li Rojavayê kurdistanê bi avakirina komeleya xoybûn despêkir, ya ku piranya endamên wê ji bakurê Kurdistanê bûn. Yek ji wan mîr Celadet Elî Bedirxan bû yê ku kovara ''Hawar'' di sala 1932an de li Şamê damezrand, nivîskarên vê kovarê endamên xoybûnê bûn wek Cegerxwîn ,kamîran Elî Bedirxan,Qedrî Can,Nûredîn Zaza .
Berdewamiya kovara Hawar kovara Ronahî bû ew jî li Şamê derket ta sala 1943an berdewam kir .''[5]
Piştî ku me hin ji dîroka wêjeya kurmancî ya nûjen anî ziman em ê derbasî çîroka kurdî bibin.
her kilasîkek nûjeniya wê heye çîroka kurmancî ya nûjen berdewamiya çîroka devokî ye, yên ku di şevê zivistanê de dihatin gotin û di civatan de wek wensekê bû. ''çîroka kurmancî ya nûjen di despêka sedsala 20an de derket çîroka yekemîn ji aliyê Fuad Temo ve hate nivîsandin ew jî di sala 1913an de bû, çîroka wî bi navê (çîrok), li ser jiyana gelê kurd bû çîrok di kovara ''Rojî kurd'' de ya li bakurê kurdistanê belav bû , pîştî vê çîroka kurmancî qeylûlek sitand ta ku li Rojava di kovarên Hawar,Ronahî,Roja Nû de yên li şamê belav bû''[6]ev wek despêka çîroka kurmancî ya nûjen bû.
Naveroka çîrokên kurmancî ji taybetiyên gelê kurd e. Wek gotinên pêşiyan û destanên miletê kurd, ev jî dewlemendiya jiyana folklorî ya kurdî pêşkêş dike, çîroka kurdî ne tenê ji bo zaroka ye xîtaba hemû civakê dike, dema ku çîrok bi baldarî were xwendin û nirxandin wê were dîtin ku di çîrokê de çand, folklor, bawerî û nirxên civatê hene, di dema berê de çîrok di şevên zivistanê de dihatin gotin û cihê xwe li her civatê digirt, dema xwe pê derbas dikirin û ji nifşekî derbasî nifşê din dibûn, çîroka kurmancî xwedî sûdeke pir mezin bû ji ber wek şîretekê bi nimûne ji gel re dihat gotin û riya rast jî li pêşiya gel vedikir.''[7] .
''ev jî rastiyek e ku gotina çîrok ji aliyê gelek kesan mîna masal a tirkî an jî sagay a swêdî tê fêmkirin. Li gelek deverên Kurdistanê kurd ji masal re jî dibêjin çîrok, Lê li hin deveran jî bêjeya ‘çîrçîrok’ heye ku ev gotin di kovara Hawarê de jî hatiye bikaranîn. Her çiqas çîrok û çîrçîrok li hin deveran were heman wate ye, an jî mirov tu cûdahiyê naxe navbera van herdu terman,lê di jiyana rastî de ev bi awayekî zelal ji hev vediqetin. Di jiyana rojane de, di danûstandinên civakî de gotina çîrok di zimanê gel de pir tê bikaranîn. Dema yek ji yekî re behsa jiyana xwe an jî jiyana hinên din dike eger yê ku jê re tê gotin tê neghêje û careke din bipirse yê ku behs dike dibêje çîroka wan dûr û dirêj e, an jî ev çîrok dirêj e, an jî ev çîrokeke dûrûdirêj e.''[8] Bikaranîna peyva çîrokê di nava gel de ji hemû binavkirinên din (çîrçîrok,serpêhatî hwd) zêdetir tê bikaranîn û naskirin. Dema ku behsa çîrokê tê kirin di xeyalên gel de tiştekî diyar peyda dibe. Ango dizanin wê behsa çi were kirin.
''1-di çîrokê de bûyerek heye bi kurtasî û hûnandineke hêsan û bi zimanekî xweş tê nîvsndin.
2-di çîrokê de bal li ser bûyerekê yan jî rewşekê ye ,buyer an jî rewş bi mirovekî/ê ve tê girêdan.
3- divê di çîrokê de cih û dem diyar bibin ji bo balkêşiya çîrokê li cem naskirina çêbib û sedema ku çîrok tê de hatiye nivîsandin.
4-çîrok li ser kesê taybet xwedî rewş in awerte yan ji jiyanê tên aşopkirin.
5-çîrok bi çend gotinên lihevhatî dest pê dikin wek: hebû nebû,…''[9]
cih, dem, leheng û buyer
'' Cih û dem di çîrokê de:
Divê di despêka her çîrokê de cihê ku çîrok lê qewimîye gund, navçe, bajar…were diyarkirin, ev jî naskirina rewşa çivakî yan xwezayî ya devera çîrokê zelal dike. Sal, sedsal, meh yan jî
roja ku çîrok tê de derketiye divê diyar bibe, ji bo sedema ku tê de hatiye nivîsandin zelal bibe wek şer, aramî, xela, komkujî ev hemû werin nas kirin.
Leheng di çîrokê de:
Her çîrokek li gor cûreyên wê kesayet têne diyar kirirn ji bo çîrokê bi rê ve bibin di piraniya çîrokan de leheng hene ew jî yan yê xêrê
ne yan jî yê şer in, divê jiyana vî lehengî û rewşa wî ya civakî were diyarkirin ji bo balkêşiyê û bûyer bi hesanî tê fêmkirin.
Bûyer di çîrokê de:
Çîrok di bingeha xwe de li ser bûyerekê ye, ew bûyer di riya
kesayetan de tê hûnandin hin bûyer hene piçûk in ku kesayetek tenê ye û hin bûyer hene ku buyera bingehîn heye û li derdorê bûyer diqewimin lê di dawî de vedigere bûyera bingehîn.''[10]
Lehengên van çîrokan ajal in yê nivîskar di riya axaftina ajalan de ramanê xwe radigihîne.
2-çîrokên ne asayî:
Naveroka van çîrokan li ser bûyerên ne asayî ne ji ber carcaran bûyer li ser çiyayan di nav ewran de çêdibe, lehengên van çîrokan cin, hût, cinawir, pîrhevok,pîreke sihirbaz. li aliyê din ê çîrokê lawikê padîşah, nêçîrvanek, belengazek lê dawiya wan çîrokan yê leheng bi ser dikeve.
3-Çîrokê rasteqîn:
Di van çîrokan de bûyer, leheng,cih,dem nêzî rastiyê ne, di van çîrokan de bi gelemperî dijberî heye di navbera dewlemend –xizan,bihêz-lewaz,di dawî de rastî bi ser dikeve.
4-Çîrokên kenhar(pêkenok):
Lehengên van çîrokan kesên ji rêzê ne, hemanên pêkenînê di nava van de pir in, ev cûryên çîrokan pir hêsan in û her kes jê fêm dike.
5-Çîrokên zincîrî:
Çend çîrok in ku bi awayekî xweş û lihevhatî bi hev tên girêdan her yek bi serê xwe jî çîrokeke û berdewamiya çîroka berî xwe dike. ''[11]
Rola raghandinê di pêşxistina çîroka kurdî de:
Kovara Hawar:
''di 15ê gulana sala 1932an de li Şamê paytexta Sûryê Mîr Celadet Bedirxan hejmara yekê ji kovarê belav kir, ew cara yekmîn bû ku kovarek kurdî bi tîpê kurdî yê latînî dihat weşandin, di serenavê wê de Celadet wilo gotiye: ''me kovara Hawar ji bo pêşxistina ziman û wêjeya kurdî derxistiye ne ji bo siyasetê'' ''[12].
''kovara hawar di sala xwe ya pêşî de mehê du caran dihat weşandin di sala 1932an de 14 hejmar hatin weşandin, di sala 1933an de 9 hejmar derdikevin. Lê piştî wê hin derengî dikeve weşanê de ew jî vedigerya rewşa abûrî, hejmara 24an di 19ê tebaxa 1934an de derdikeve, piştî wê bi salekê hejmara 26an derdikeve piştî wê Hawar tê sekinandin heta sala 1941ê 10 hejmarê xwe digihîne destê xwendevanan, bi vî awayî kovara Hawar digihêje dawiya xwe di 20ê çileya 1943an de tê girtin hejmarên wê yê dawî 57 bû, kovara Hawar ta hejmara 24an bi tîpên Latînî û Erebî dihat weşandin lê ji hejmara 24 ta hejmara 57an bi tîpên Latînî tenê bû''[13]
Di kovarê de gelek çîrokên kurmancî yên nûjen belavdibûn, em ê di lêkolîna xwe de di bin navê her nivîskarekî de çîrokên wî bînin ziman, em ê niha bi kurtasî sedema girtina kovara Hawarê bîn ziman paşê em ê derbasî kovara Ronahî bibin '' sedema girtina kovara Hawar a bingehîn rewşa wê ya abûrî bû, ji ber ji despêkê ve ti pişt ji bilî Celadet jê re tune bû ew jî roj bi roj ber bi eflasê ve diçû sedema duyem xwînerê kovarê pir kêm bûn, sedema sisiyan rewşa siyasî bû''[14]
''Di yekê nîsana 1942an de kovara Ronahî li şamê derket, serpereştê Kovarê Mîr Celdet Bedirxan û birayê wî D.Kamîran Bedirxan bûn, Kovara Ronahî berdewamiya Kovara Hawarê bû lê cudahî di nav wan de hebû ew jî di Kovara Ronahî de wêne dihatin bikaranîn ew jî gava yekem bû ku di Kovarên kurdî de wêne tên bikaranîn.
Kovara Ronahî ji hejmara yekê ta hejmara 21ê her meh dihat weşandin piştî wê her du mehan carekê dihat weşandin hejmara wê ya 28an di adara 1945an de hate weşandin. Ziamanê hejmarên wê bi temamî kurdî bi tîpên latînî bû, hejmara rûpelên wê derdorî 20an bû, sedemên girtina wê vedigere rewşa siyasî û ya abûrî''[15]
Kovara Roja Nû giringî dida çand, nivîsên kurdî û siyaseta ku li ser kurdistanê dihat meşandin, wan di kovarê de banga mafê kurdan dikirin, û dixwestin miletê kurd bi cîhanê bidin nasîn.''[16]
Navdarên çîroka kurmancî ya nûjen
her tiştek xwediyê wê hene ew afirandine û li ser pêşxistina wî pir xebat kirine çîroka kurdî ya nûjen jî xwediyê wê hene ew in yê ku nivîsandin û miletê xwe jî xistin nav miletên xwedî çîrok de, di dema niha de gelek nivîskarên vê hunera bedew hene lê em ê di vê lêkolîna xwe de hin ji wan kesê ku di despêkê de çîrok nivîsîn û ta niha çîrokê wan di nav gel de belav in ew jî ev bûn:
Celadet Elî Bedirxan, Kamîran Elî Bedirxan, Nûredîn Zaza, Qedrî Can , Osman Sebrî.
Celadet Elî Bedirxan:
''Celadet Bedirxan kurê Emîn Elî bû neviyê Bedirxan paşa bû, celadet di roja 26ê nîsana sala 1893an de, li bajarê Stembolê jidayikbûye. bavê wî li Stembolê dadger bû, dibistana xwe ya seretayî û navendî di bin destê gelek mamosteyan de qedandiye,lê bavê wî ji ber qedexekirina çûna mala Bedirxan ji kurdistanê re gelek dengbêj, mitrib, mamoste û çîrokbêj ji kurdistanê jê re tanî û ew fêrî kultura kurdî dikirin''[17].Celadet Bedirxan dûrî kurdistanê bû lê ne dûrî rewş, ziman û çanda kurdan bû ev jî bi alîkariya malbata xwe bi dest xist ka em ê binerin bê piştî vê zanînê wî çi kir''biryara wî ya piştî dibistana navendî dixwest tevlî dibistana leşkerî bibe ev biryar ne bi dilê bav û diya wî bû lê wî biryara xwe bi cih anî û bi jîrekî dibistana leşkerî li Stembolê qedand, di despêka şerê cîhanê yê yekem de wek serbaz cihê xwe di ordiya Osmanî de digire û diçe eniya şer li herêma Qefqaziyayê li dijî Rûsan lê Osmanî têk diçin û artêşa wan ji hev dikeve''[18].
Piştî hilweşandina împiratoriya Osmanî hin aramî dikeve dilê kurdan û hêviya wan bi kurdistaneke azad çêdibe, lê ev hêvî dirêj nake sedema wê avakirina hukûmeta Kemalîzim a ku zilm û zor anî serê kurdan ''malbatên kurd wek malbata Bedirxan ev neheqî qebûl nekirin lê Kemaliyan ew sergon kirin bavê Celadet û apê wî çûne Misrê û Celadet û birayê xwe Kamîran çûne Almanyayê li wir ne rawestiyan dest bi xwendina xwe kirin, ji bilî xwendina dibistanê li ser berhemên din jî mîna felsefe, tevger û nêrînên bi nirx radiwestiyan''[19]. Celadet li Almanyayê bû lê raman û hizrê wî herdem li welatê wî bû, dixwest tiştekî ji bo welatê xwe bike.
''li Almanyayê bawernameya dektoriyê di mafnasiyê de distîne, piştî wê di sala 1927-1928an de,tê kurdistanê û tevlî serhildana Agirî dibe lê serhildan têk diçe Celadet dev ji karê siyasî berdide û dest bi karê ziman û wêjeyê dike, dixwaze miletê xwe ji vê paşketin û nezaniyê rizgar bike, herdem dibêje'' Gelekî bindest ger ziman û çanda xwe winda neke, ew weke girtiyekî ku kilîta zindana wî bi wî re be'', Celadet li her çar parçeyên kurdistanê geriyaye gelek foloklor û peyvên kurdî dane hev wî bi xwe Fransî, Almanî û Tirkî zanîn bû, lewma xwest ku tîpên kurdî nû biafirîne ew jî ji latînî be ji ber tîpên erebî kurdan bi olê ve girêdide, tîp afirandin û di kovara xwe ya Hawar de weşandin di sala 15ê nîsana 1932an de, belav bû di pela pêşî de bi xeta girs ev hevoka lihevhatî dinivîse'' Hawar dengê zanînê ye, Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tistî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ziman sereta heyînê a pêşîn e '', di hevoka wî de xuya dibe ku çiqasî ew giringiyê dide ziman, ji ber ziman nasnameya takekesa ye''[20].roja derketina kovara Hawar wek roja zimanê kurdî li cem miletê kurd e û her sal pîroz dikin û şahî di vê rojê tên lidarxistin.
''Ji bo ku kovara wî di çarçoveyeke teng de nemîne, nebe malê grûp, partî, an jî bi tenê îdîlojiyek, lê belê bibe mal û dengê hemû kurdan, ew dîsa di pêşgotina hejmara pêşî ya Hawarê de wiha dibêje: "Hawar ji niha û pê ve bi her tiştê ku kurdayetî û kurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe. Tenê siyaset jê dûr e. Hawarê siyaset ji civatên welat re hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê ziman û hunerê de dê bixebitin''.celadet ne tenê kovara Hawar damezrand wî kovara Ronahî jî di sala 1942an de li Şamê vedike û herwiha kovara ''Roja Nû ''jî damezrand ev kovar bi giştî bi zimanê kurdî tîpên latînî bû, gelek nivîskarên bi navûdeng tê de nivîsandine wek Cegerxwîn,Osman sebrî,Qedrî can..[21].
'' Elîfbaya Kurdî, Rêzimana Kurdî, Ferhenga Kurdî, Rêzimana Elfabeya kurdî, Rûpelên Elfabê, Dibaca Mewlûdê, Dibaca nivêjên Êzdiyan, Nameyek ji Mustefa Kemal paşa re, Ji Mesela Kurdistanê, wergera çîroka Conî û Cimêma û bi dehan nivîs û gotarên çapkirî û neçapkirî''[22].
''Rewşa Celadet Bedirxan a abûrî pir xerab dibe heta digihê asta ku alavên mala xwe bi temamî bifiroşe û biçe gunedekî cenantiyê bike, Mîr Celadet Elî Bedirxan di temenê xwe yî 58an de, di roja 15ê tîrmeha 1951an de li gundê Hêcanê koça dawî kir û li goristana bajarê Şamê hate veşartin.''[23]
Çîrokên wî di kovara Hawar û Ronahî de:
1. Ber Tevna Mehfûrê, hejmar (4)sala 1932.
2. Mar û Mirov, hejmar ( 6)sala 1932.
3. Dîk û Rovî, hejmar (6)sala 1932.
4. ...îrîniya Zimanê Kurdî, hejmar (8)sala 1932.
5. Çîroka Bîngolê, hejmar (11), sala 1932.
6. Siyabendê Silîvî, hejmar (11),sala 1932.
7. Biyaniyekî Çi Dîtine, hejmar (19),sala 1932.
8.XurtiyaBinahînê,hejmar(20),sala1932.DFMAILER.
9. Elyas Efendî, hejmar (21),sala 1933.
10. Ehmedê Zeydan, hejmar (26), sala 1935.
11. Çîrokeke Misra Kevin, hejmar (56),sala 1943.
Di kovara Ronahî:
1. Maçeke Dirankêr û Cezayê Wê, hejmar (6),sala 1942
2. Daweta Kêzê, hejmar (7), sala 1942
3. Ji yê Mêrtir re, hejmar (8), sala1942
4. Xwe Kuşt yan Hate Kuştin, sala 1942
5. Maçikên ku Mirov pê Dinivistin, sala 1943
6. Çîroka Seyên Birîndar, hejmar (12),sala 1943
7. Tîmsahê Heft tilî, hejmar (16),sala 1943
8. Êro û Pîvaz, hejmar (18),sala 1943
9. Jin jî, hene Jinkok jî, hene, hejmar (19),sala 1943
10. Cihû û Kurê Têcir, hejmar (21),sala 1943
11. Çûk û Pîrê, hejmar ( 22),sala 1944
12. Ehmed Çelebî, hejmar (17),sala 1943''[24]
Naveroka çîrokên Mîr Celadet Bedirxan:
Di çîroka bi navê ''şêrîniya zimanê kurdî'' de behsa serpêhatiyeke xwe dike dema ku diçe Libnanê qaxezan ji bo Hawarê bîne di rê de pêrgî xortekî dibe alîkariyê jê dixwaze, xort despêkê wî nas nake lê dema wî nasdike destê wî maç dike dema dibîne Celadet bi kurmancî diaxive ji ber xwe ve dibêje:Ax!tu nizane çiqasî kurdî şîrîn e. ''[25]
''Kamîran Bedirxan di 21ê tebaxa sala 1895an de, li Stembolê hatiye dinyayê, ji malbata mîrê cezîra botan e, di wê demê de bavê wî Mîr Emîn Elî Bedirxan li bajarê stembolê cihekî girin digirt û pir xebat ji bo kurdan dikir''[26].wek me berî niha di jiyana Mîr Celadet Bedirxan de anî ziman bavê wan Emîn ji wan re mamoste, dengbêj, çîrokbêj...ji herêmên kurdan tanîn ji bo wan fêrî çanda kurdî bikin.
''Kamîran Bedirxan xwendina bilind li zankoya Stembolê fakûlteya mafparêziyê de qedand û bû parêzerekî mafzan, piştî wê Kamîran bi birayê xwe re Celadet derbasî Almanyayê bû, li wir doktoriyê di mafnasiyê dixwîne û bawernameya xwe werdigre û paşê hat Bêrûtê li wir kar û xebata xwe berdewam dike, di sala 1930î de, derbasî Sûrî dibe û birayê xwe Celadet dibîne û dest bi karê wêjeyî dikin. Di sala 1932an de herdu bira li Şamê kovarek bi zimanê kurdî didamezrînin bi tîpê latînî ew wek jidayikbûna tîpên kurdî yê latînî bû, mîr kamîran piştî wê careke din derbasî Libnanê dibe li wir kovarekê bi navê ''Roja Nû'' didamezrîne û waneyên kurdî dida karmendên kovarê, Kamîran di sala 1948an de derbasî Parîsê dibe komeleyekê ava dike bi navê''Navenda vekolîna kurdî, di sala 1950î de bû mamosteyê zimanê kurdî di zanîngeha Sorbon de, piştî 11 salan di zanîngehê de Kamîran di roja şeş ê berfanbarê de sala 1961ê de xatirê xwe ji dinyayê dixwaze û li Parîsê binax dibe.''[27]
Çîrokên wî di kovarên kurdî de:
''l)Du Egîd, hejmara( 2), sala 1932.
2) Lawikê Min, hejmar (4), sala 1932.
3) Dildiziya Gulekê, hejmar (5),sala 1932.
4)Mîr û Mar,hejmar(9), sala 1932.
5) Mîr û Keşe, hejmar ( 9), sala 1932.
6) Leylana Rastiyê, hejmar (10), sala 1932.
7) Mîr û Gund, hejmar (10), sala 1932.
8) Ker, Gur û Rêvî, hejmar (12),sala 1933.
9) Du Dengbêj, hejmar (20), sala 1933.
10) Eyloyê Fir, hcjmar (21), sala 1933.
11) Nivîsevan, hejmar (22), sala 1933.
12) Koçera Mîran, hejmar( 26), sala 1935.
çîrokên Kamîran Bedirxan yên di Roja Nû de:
1) Du Nêçîrvan, hejmar ( 17), sala 1944.
2) Pîra Sihirdar, hejmar (45), sala 1944.
3) Ez Jî Ji Cehenemê Têm, hejmar (55), sala 1945.
4) Kew û Rovî, hejmar (55), sala 1945.
5) Mela û Gundî, hejmar (55), sala 1945.
6) Şirîkahiya Dîk û Rovî, hejmar (55), sala 1945.
7) Hekîm û Sê Keçik, hejmar (56), sala 1945.''[28]
Naveroka çîrokên Kamîran Bedirxan:
Çîroka wî ya bi navê "Du Egîd". Herdu Egîdên kamîran Beg dîl ketinc ew di destên dijmin de ne ew dibihîzin ku serhildana welat têk çûye kurd şikestine, serok û birêvebir hatinc girtin. Kamîran Beg di diyaloga herdû Egîdên dîl de, hêrs û rika wan ya ji bo bidestxistina welêt tîne ziman. Yanî di çîrokên xwe de welat û xebata ji bo welat berî jin û zarokan tê.''[29]
Li şamê û li mala Elî Axa Nuredîn û birayê xwe bi cî dibin, li mala Elî axa gelek endamên ''xoybûnê'' hebûn ew jî Fransiya ew dûrî Tirkan kirbûn yek ji wan Mîr Celadet Bedirxan bû ku nû dest bi kovara Hawar kiribû , Zaza di wê demê de tenê xwîner bû, ji ber temenê wî piçûk bû û hîn dest bi nivîsê nekiribû.
Birayê wî Dr.Nafiz ji xwe re nivîsxaneyeke doktoriyê vedike, Zaza jî derbasî dibistana hîndekariya navîn ya Fransî dibe, herdû biraya bi serkeftî dest bi karê xwe kirin piştî gelek zoriyê. Zaza pîştî dibistanê derbasî Lubnanê dibe û li wir zanîngehê dixwîne beşê zanîna civakî, di wê demê de kamîran Elî Bedirxan wê ji Bêrûtê derketiba û cihê xwe di Radyo de beşê kurdî vala hiştiba lê piştî çûna Zaza Kamîran pêşinyar kir ku Nuredîn cihê wî bigire ev pêşinyarî bi cih hat û Nuredîn bû endamê beşê kurdî vî karî gelek guhertin di kesayeta Nuredîn de çêkir û ji bo hişyarkirina kurda karekî pir mezin kir, ji bo hînkirina xwendin û nivîsandina kurdî dersxaneyekê vedike, wê dersxaneyê ta dawiya sala 1947'an bi rewşeke qenc domandiye.
Pîştî ku dîplomeya xwe li Bêrûtê bi dest xist berê xwe da Siwêdê ji bo bawernameya doktoriyê di zanîna civakî de, li Siwêdê bi çend xwendekaran re komeleya xwendekarên kurdistanê li Ewripayê damezrand di kombûna wan ya yekê de Nuerdîn bû serokê wê, yek ji encamên herî sereke ji vî karî re rêzgarkirina xwendekarên kurd ji belav bûnê bû.
Di sala 1956an de Zaza vedigere Sûrî, lê pir aciz dibe ji ber pêşketin di warê jiyanê de qet çênebûbûn .Bê rawestin Nuredîn û hevalê xwe destûr û bernameya partiyekê amade dikin bi navê Partiya Demoqrat a Kurdistana Sûrya (PDKS) damezrandin û ta niha partiya wî li her çar parçeyên kurdistanê di xebatê de ye''[30]
''Li Sûryayê mabû û li wir şû bûbû doktoriya xwe ya li ser fîlozofê fransiz Emanuel Monnier li wir kiribû û di sala 1988an de li wir koça xwe ya dawî kir. ''[31]
Çîrokên Nuredîn Zaza di Kovara kurdî de:
Çîroka wî ya duyem bi navê ''Gulê'' bû, di hejmara 29an 10ê hezîrana 1941ê de derket''[32].
Di çîroka ''Gulê'' de li ser gundekî kurdan diaxive, xortek ji gund derdikeve da şerê dijmin bike keç jî navê wê gulê ye dixwaze here lê gundî wê bênamûs dikin.''[33]
" Nav û dengê Qedrî Can bi nav û dengê Cegerxwîn, Osman Sebrî re girêdayî ye. Nivîsarên xwe di meydana şerê pêşvebirina ronahîkirina neteweya kurd de û di meydana şerê azadkirina welatê bav û kalê xwe de wî jî cihekî layiq girtiye, hiş û eqilê xwe ji bo xatirê serxwebûn û serbestiya kurdan terxan kirbû. Di vî îş û karî de wî jî mîna herdu şêrên serê çiyayên Kurdistanê dengê xwe ber bi keç û xortan kiriye, di helbest, çîrok û serpêhatiyên xwe de hişyarkirin û şîretan li wan dike, ku yek bin ji xewê hişyar bin, xwendevan bin, dest bidine destê hev, bibin heval û hevkarên hev, bibin şerkerên bê tirs û xof ji bo xatirê azadî û serbestiya kurdan"[34].
''di sala 1943an de çîrokek bi navê (serencam) di rojnameya (Roja Nû) de belav kirye tê de dibêje:(…serencam jî rûpelek ji wan pelan e…berî 25 salan bû..bi meh û heftiyên xwe, bi şev û rojên xwe, 25 salî…di hûndirê mala me de ji nişkêve hay û hoyek çêbû:birayê min Fetîh, piştî…du sê rojan dimire) di cihkî din de dibêje: (zarokê mîna min şeş-heft salî, tije dibûn) heger em van herdû hejmaran 25 û şeş û heft ji sala nivîsandina çîrokê bikujin em ê bibînin ya herî rast ku Qedrî Can di sala 1911an de jidayikbûye.''[35]bi vî awayî me jidayikbûna nivîskarê mezin Qedirî Can naskir bi alîkariya nivîsa wî, em ê niha derbasî jiyan wî bibin: ''Navê wî yê rast Qedrî Can ozcan bû, ji Dêrika çiyayê Mazî ye,dibistana xwe ya seretayî li bajarê Mêrdînê bi dawî kiriye, piştî wê diçe Diyarbeker ji bo dibistana navîn piştî ku dibistan navîn diqedîne berê xwe dide bajarê Qonya dest bi xwendina dibistana mamosteyan dike, di havînê de tê bajarê xwe û cûdahiya herdu bajaran dibîne û rewşa zimanê kurdî nas dike pir dêşe û hestên wî dilivin, tevlî serhildana şêx seîd dibe lê piştî ku têk diçe di sala 1928an de bi hevalê xwe re Reşîdê kurd derbasî binxetê dibe, di wê demê de Sûrî di bin desthildariya Fransî de bû''[36].piraniya nivîskarên kurd yên ku ji serxetê derbasî binxetê dibûn xwendina xwe berdewam dikirin û tevlî tevgerên siyasî û civakî dibûn em Karin bêjin ti kes nedirawestiya, ka em ê nasbikin bê Qedirî Can li Sûryayê çi kiriye. ''dema derbasî sûryê dibe 17 salî ye,, di salekê de fêrî zimanê erebî dibe, û li bajarê Selemiyê xwendina xwe ya mamostetiyê bi dawî dike û li bajarê Entakya dibe mamoste piştî wê tê Qamişlo û Amûdê mamostetiyê dike, li şamê li taxa kurdan jî dibe mamoste li wir tevlî komkarên azadîxwaz dibe.
Piştî ku tê Sûrî sê-çar cara tê girtin û dikeve zindana Mezê de.
Qedrî Can di tebaxa sala 1972an de li bajarê Şamê koça xwe ya dawî dike û li goristana Xalid Neqeşbendî tê veşartin.[37]
Çîrokên Qedrî Can yên di kovara Hawarê:
''1. Besreka Zêrîn, hejmar(5), sala 1932.
2. Sûnd, hejmar (35), sala 1941.
3. Guneh, hejmar (39), sala 1941.
4. Rojên Derbasbûyî, hejmar (52), sala 1943.
Çîrokên Qedrî Can yên di Ronahiyê de jî ev in:
1. Sehên Zozanan, hejmar (14), sala 1943.
2. Gulçîn, hejmar (16), sala 1943.
3. Nêçîra Berazan, hejmar (28), sala 1945
Du çîrokên Qedrî Can jî di kovara Roja Nû de derketin yek ji wan çîroka: Nêçîra Beraza ne, ku di hejmara Ronahî ya 28 an de belav bû, ya din jî çîrokeke bi navê Muhra Silêman e ku di hejmara Roja Nû ya 39ê 1944 an de hatiye weşandin.''[38]
Di çîroka ''Guneh''de behsa zarokê dibistanê dike , diçin nêçîrvaniyê li wir bi henka yek ji wan ji tirsa re lal dibe bavê wî wî dibe cem şêx, şêx jî bi dara lê dixe ta ku di nav destê wî de dimire.
Di çîrokeke xwe de behsa mamosteyekî ji Amûdê dike, navê çîrokê ''Rojên Derbasbûyî'' ye di çîrokê de mamoste ji Amûdê dûrdikeve û pir bêriya mervên xwe dike.''[39]
Em ê ji malbata wî destpêkin ''Osman ji ela Mirdêsiyê ye, navê wî li gor malbatê wilo ye Osman kurê Sebrî kurê Ebû Zer kurê Heyder ê Mihemed ê Mirdêsî, di heftê çileyapêşîn de sala 1905an de li gundê Narnicê yê kolîka sersurê hatiye dine, bavê wî serokê êla xwe bû piştî pênc salan xwedê Osman dayê ew pir kêfxweş bû, Osman di heft saliya xwe de derbasî dibistanê dibe û bi jîrekî refê xwe derbasdike, lê mixabin ew pir bi bavê xwe şa nabe ji ber bavê wî di sala 1916 an de, dema Osman deh salî bû diçe ber dilovaniya xweda, Osman jî li ber destê apê xwe şukrî xwedî dibe, apê wî di sala 1917an de wî dişiîne dibistana Ruşdiyê li bajarê kextê li wir çend salan wek şagirtekî jîrek dibistanê dixwîne, di bere jî Osman fêrî rêzaniya êlê dikin, da ku cihê bavê xwe bigire. Di sala 1922an de xwendina xwe diqedîne û vedigere gundê xwe.''[40] Li gor kevneşopîyên kurdan kur dema dibe 15 salî dibe zilam û divê şû bibe Osman jî li gor daxwaza dê, apê û êla wî şû dibe''di sala 1922an de dema dibistanê diqedîne jinekê jê re tînin ew piştî salakê dibe bavê Welat''[41] .
''Di sala 1925 an de, dema şoreşa şêx Seîd destpêkir Osman û herdu apên xwe Şukrî û Nûrî tên girtin apê wî ji aliyê dadgeha Diyarbekirê ve tên bidarvekirin, Osman jî nêzî du salan di zindanê de dimîne û di slal 1928 an de tê berdan, di sala 1929an de carek din tê girtin li Melatyayê di dadgeha leşkerî de tê darizandin, lê ew ji nav destên wan direve û bi çend hevalê xwe re di 24ê mijdara sala 1929an de derbasî binxetê dibe ''[42] wê demê wek me berî niha anî ziman sûrî di bin destê deshiladariya Fransî de bû.
Piştî ku derbasî binxetê dibe dest bi nivîsandinê dike vî tiştî di bîranînê xwe de tîne ziman'' Xebata min a welatparêzî û jiyana min a bi raman û rêzanî, bi rengekî xwenas û bi rêkûpek ji serdespêka jîna min a binxetê destpêdike''[43]li binxetê naweste dixwaze karê siyasî û wêjeyê bike lê dewleta Fransî nahêle û wî dixin bin çavdêriyê de û nabe ji Sûryayê derkeve ''lê Osman biryara wan napejirîne û li ser daxwaza komeleya Xoybûnê diçe Dêrsimê da nameyekê bigihîne şêx Riza, dewleta Fransî bi vê yekê dibihîze wî rêdike bajarê Reqayê lê ew li wir dirêj nake derbasî başûrê kurdistanê dibê li wir bi mala Berzanî re kar dike lê hekûmeta Engilîzî wî digire û radestî Fransîyan dike, çend mehan di zindanê de dimîne û di sala 1931an de, derdikeve neçar dimîne ku here Urdinê lê li wir jî Engilîz dev jê na berdin ji wir derbasî Filestîn dibe çend salan dimîne û di sala 1933an de tê Sûrî li bajarê Hemayê bi cih dibe, lê Fransîyan çavê xwe li ser ranakin û di sala 1935an de ew sergonî girava Mdegeşkere (Afrîqiya) li wir çend salan dimîne û dîsa vedigere Lubnanê û di sala 1938an de carek din derbasî Sûrî dibe.''[44]
Lê mixabin ev partî gelekî dom nekir, di sala 1960î de hekûmeta Sûrî endamên wî girtin Osman jî ket zindanê ta sala 1965an lê di wê demê de partî ji hev ket û bû du parçe dewleta sûrî Osman sergonî Siwêda kirin ji bo dûrî partiyê bikeve lê dev ji karê xwe yê fêrkirina zimanê kurdî berneda ta ku hikûmetê du sala ew xistin zindanê di sala 1972 û 1973an.''[45]
re birine tenişta Derbêsiyê. Li gundê Berkevirê di goristana şehîdan de spartin xaka pîroz ''[46]
çîrokên wî di kovarên kurdî de:
''Çîrokên wî yên di Hawarê de, ev in:
1. Li Goristaneke Amedê, hejmar (21) sala 1933
2. Nêçîra Hirçan, hejmar (48)sala 1942
3. Warê Dil,hejmar(51) sala 1943
4. Pîra Gêndêrê, hejmar (52) sala 1943
5. Seytan Qûnî, hejmar (55) sala 1943
Çîrokên Osman Sebrî yên di Ronahiyê de ev in:
1. Tersê Şevê, hejmar (14) sala 1943
2. Seyê ku Gur Tanî Fêza Pêz, hejmar (15) sala 1943
3. Beraz û Berazî, hejmar (16) sala 1943
4. Mijo û Xanê, hejmar (17) sala 1943
5. Têrlan, hejmar (20) sala 1943
6. Jîna Jinekê , hejmar ( 21)sala 1943''[47]
Çîroka wî ya bi navê Beraz û Berazî naveroka wê ev e:
''Rojekê Ûsif Axa, mezinê êla Bêzikên jorîn bi du siwarên xwe re diçe nêçîra berazan, berazekî birîndar dikin beraz namire û bazda. Di rê de pêrgî mirovekî bûn, Ûsif Axa guman dike ku berazê birîndar wê wî mirovî bikuje, lewma ji siwarekî xwest bang li wî mirovî bike da hay ji xwe û beraz bike, lê wî rêwiyî guh nade banga siwêr û bi riya xwe de diçe. Gava beraz gîha ba wî, wî ji nişka ve şûrê xwe kişand û beraz bi carekê re avête erdê. Ûsif Axa û siwarên xwe gîhane ba wî û pirsîn ka ew kî ye çi halê wî ye? Ew î diyar kir ku ew Berazekî xwînî ye ji xwe re li geştê digere da xwîna xelkê bide. Wê demê Ûsif Axa wî tîne cem xwe û xwînên, ku di histê wî de bûn dide.''[48]
serwext dibe, ku ew jin hevala jiyana Birho bû. Jinik di ber loriya xwe re çavekî li kurik dinere û dibîne ew jî mirî ye, hîngê loriya xwe didomîne û diyar dike ku ew ê mêr û çar kurik berê wenda kirine û bi ser de kurê du salî jî çû û ew bê kes ma ye nema kesek heye tola wan hilde, lewre guliyên xwe li histê xwe badide û dikşîne ta ku ew jî bi ser gorê de dikeve, Osman Sebrî diçe ba gorê, herdu cendekên dê û kurik bi ser hev dene nikare tiştekî ji bo wan bike gazindan ji xwedê dike çima wî destên xwe ji Kurdan kişandiye, lê dengek tê guhan û wî serwextî rastiyê dike ku divê mirov berî her tiştî bixebite.''[49]
Di riya çîrokê re em dikarin nasnameya gel nas bikin ji ber çîrok jiyan û serpêhatiyên wî gelî dide xuyakirin.
Çîroka kurmancî ya nûjen berdewamiya çîroka kurmancî ya devokî ye ya ku bi devan ji nifşekî derbasî nifşekî dibû ta giha asta nivîskî, lê hin guhertin tê de çêbûn ew jî li gor dem û rewşa ku tê de derket.
Naveroka çîrokên kurmancî ji kevneşopî û jiyana gelê kurd e, cara caran hin girêdan di navbera jiyana dema xwe û ya bûrî de ya ku ji folklorê xwe digirtin dikirin.
Lahengên çîroka kurdî ya nûjen bi piranî jiyaneke zor, kocberî, binçavkirin û zindankirin dijîn, tevî van zor û zehmetiyan karekî pir pîroz ji bo miletê xwe dikirin.
Serkêşê çîroka kurmancî ya nûjen siyaset ji wêjeyê dûrkirin ta ku ziman û çanda xwe biparêzin.
Rola herî mezin a damezrînerên kovaran bû ji ber di riya kovaran re çîrokên ku bi zimanê kurdî dihatin nivîsandin belavdibûn.
Riyad Brahîm
Şînda Abê
[1]Mihemed Ozon- Bîdayet Eledeb Elkurdî –R95-100
[4] Heyder Omer-Osman Sebrî-R11
[5]Helîm Yûsif- Wêjeya kurdî li Rojavayê kurdistanê- -R1,2
[6]Receb Dildar, Çîroka kurmancî -R2
[7]- Mehmet Bozkoyun-Beşek ji folklorê kurdî-R145
[9] Darwên Darî-semîner,zanîngeha Rojava 2018
[10]Mehmet Bozkoyun-Beşek ji folklora kurdî -155 -156
[12] Xurşîd Ehmed-Elqisa Elkurdî ye fî Sûrya-R48
[13] Dilawer Zeraq-Bêjara neteweparêz di kovara Hawarê de-R99-100
[14] Xurşîd Ehmed-Elqisa Elkurdî ye fî Sûrya-R55
[15] Hisên Hebeş- Nehdet Elseqafî Elkurdîye fî Mecelet Hawar-R226-227
[17] Feqî Huseyen-Dîroka wêjeya kurdî-R516
[18] Ferat Cewherî-kultur,huner,edebiyata kurd-R8
[20]Dibistan sarya-Baran-wêjeya kurdî duh û îro-r118
[21] Ferat Cewherî. kultur,huner,edebiyata kurdî-R14-17
[22] Ferat cewherî- kultur,huner edebiyata kurdî –R99
[23] Feqî Huseyn-Dîroka wêjeya kurdî-523
[24] Ferat cewherî-kultur,huner û edebiyata kurdî-R99-100
[26] Ferat cewherî- kultur,huner edebiyata kurdî -R6101
[27] Feqî Huseyn-Dîroka wêjeya kurdî-R521-524
[28] Ferat cewherî-kultur,huner,edebyata kurd-R101
[30] - Feqî Huseyn- Dîroka Wêjeya kurdî- R599-601
[31] Ferat Cewherî-navdarê çîroka kurdî ya n jen ,R23
[32] ferat Cewherî, kultur, huner û edebiyat-R98-100
[33] Feqî Huseyn- Dîroka Wêjeya kurdî-R604-606
[34] Qenatê kurdo,tarîxa Edebiyatê kurdî-R177
[35] Dilawerê Zengî-Qedrî can-R7-8
[36]Fayiq Huseyen- Dîroka wêjeya nûjen-R588-591
[37] Dilawerê Zengî-Qedrî can-R15-16
[38] Ferat cewherî- kultur,huner edebiyat –R94
[40] Heyder Omer-Osman sebrî-R20-22
[42] Feqî Huseyn-Dîroka wêjeya kurdî –R546
[44] Heyder Omer-Osman sebrî-R25
[46] Feqî Huseyn-Dîroka wêjeya kurdî-R548
[47] Ferat Cewherî-kultur,huner edebiyat –R98
[48] Heyder Omer –Osman sebrî-R45
[49] Heman jêder-osman sebrî-R47