Dîroka wêjeya yûnanî
Taybetmendiya zimanê yûnanî ku xwedî ritm û mûzîkeke xweş û zelal e.
Bi Zengînî û sivikbûna peyvên xwe tê naskirin.
Ji ber vê yekê , kesên ku bi vî zimanî diaxivin, gelek berhemên bi nirx afirandine,berhemên ku ji hemû wêjyên din cuda ne û bûn e malê wêjeya cîhanî.([1])
Wêjeya yûnanî di gelek qonax û pêvajoyan de derbas bûye ta gihaye vî teşeyê ku îro em dibînin.
Ev şerên ku çêbûn lehengên yûnanî pê rabibûn, mîna Arco, Hîraklês, Trwada....hwd.
Qonaxa duyemîn bi qonaxa helbestvanên gerok tê naskirin, di vê qonaxê de helbestvanan xwe spartin bîrdanka xwe, û ezberkirina stranên kevn.
Van helbestvanan stranên xwe ezber dikirin û xemla xwe jî lê bar dikirin, di pişt re dest bi dubarekirina helbestên xwe yî stranî dikirin.
Qonaxa helbestvanên gerok (10-11)b.z.
Piştî helbestvanên gerok hin helbestvanên din derketin, ev helbestvan bi navê stranbêjan dihatin naskirin, û helbestên wan jî bi awayekî stranî dihatin gotin.
Stranbêjên wê qonaxê bi rewanbêjî û wêjeya xwe herwiha xurtbûna zimanê xwe jî dihat naskirin, xwedî peyvên xweş û resen bûn.
Bi bi van stranbêjan destaneya yûnanî dest pê kiriye, ji xwe ev destane berî Homeros bûn, ji ber ne pêkan bû wêjeya yûnî bi Homeros dest pê kiriba, bê yî ku di van pêvajoyan de derbas bibaya, ev jî bûn wek hîmên bingehîn ji destpêka wêjeya yûnanî re.
Xweşbûna zimanê Homeros û şêwazê wî yê nerm û jêhatbûna wî di kêşesazî û bikaranîna hin tabetmendiyên ku li ser wêjevanên piştî wî hatin ferzkirin dihêlin ku mirov li ser destaneya wî bisekine û pê bihizire da ku mirov nas bike ev teşeyê dawiyê ji destaneya yûnanî re ye, Herodotus jî vî tiştî dipejirîne.
Herodotus di nîvê sedsala 5an de jiyaye, dibêje: Homeros helbestên xwe di nîvê sedsala9 b.z de nivîsandiye.
Lê Hêlankos dibêje: Homeros di nîvê sedsala 12 an de helbestên xwe nivîsandiye, ango, di dema şerê Trwada de, ji ber hemû çîrokên helbestên wî li ser şer Trwada ne.
Mijarên pirtûka wî lehengiya di şerê Trwada de tîne ser ziman, di vê destaneyê de xwe spartiye efsaneyên yûnanî yên ku di qonaxên berê de hatibûn nivîsandin, ev jî nerîna wî piştrast dike.
Dîroknas ne tenê li ser derketin û çêbûna Homeros dihizirin, mijara kesayeta wî jî gelek pirsgirêkan derdixe holê, ji ber gelek rexnevan dibêjin: dibe ku kesayeta Homeros kesayeteke xeyalî be.
Hin jî dibêjin: Kesayeta Homeros hebû lê bi navekî din bû, navê wî Melîsîcnês bû û pişre bi nasnavê Homeros hat naskirin.
Nasnavê Homeros jî li gorî ku rexnevan dibêjin sedema vî nasnavî, ji ber Homeros mirovekî kor bû yan jî ji sedema girtina wî di şer de, yan jî xemilandina wî ji helbestên gelêrî û nûkirina van helbestan bi awayekî din.
ji bilî wê nivîsandina kevn a ku pê hatibûn nivîsandin.
Mijara çêbûna Homeros û bajarê wî jî bû cihê rexneyê, ji ber hin dibêjin: Homeros ji bajarê Kolofon çêbûye, bajarê Kolofon bajarê dayika wî jî bû.
Lê hin jî dibêjin ji bajarê smuna ye.
Di encamê de rexnevanê bi navê Proklos dibêje: Hemû bajarên ku hatin behiskirin bajarên yûnanî ne, ango, her hinek wî dikin ji bajarê xwe.
Li gor pirtûka wî ya gewre(Ilyaza) em dibînin ku Homeros helbestvanekî gerok bû , li hemû bajarên Yûnanê geriyabû, ji ber gelek tiştan li ser van deveran nasdike û di pirtûka xwe de tîne ser ziman.
Guman heye ku Homeros jiyaneke dirêj kiribe li gor pirtûka wî ya mezin.
Nayê naskirin bê Homeros di kîjan salê de miriya, ji ber gelek çîrok di derbarê mirina wî de tên gotin.
Li gor çîrokekê ji van çîrokan Homeros xwe li bajarê Iyos kuşt.
Pirtûka Homeros(Ilyaza) ji 15 hezar malik û 24 beşan pêk tê, wateya Iliyaza çîroka rojekê ye yan jî Ilyos( çîroka Trwada) ye.
Bûyerên vê pirtûkê di nîvê sedsala 12 an b.z de digerin
Lehengên vê pirtûkê :
Helen: Hejîna Mînîlawês e û keça qiralê Tîbayê ye.
Mînîlawês : Birayê qiralê bajarê Hîlasê ye.
Agamnon : Qiralê bajarê Hîlasê ye.
Hîktor, Axîl......hwd.
Şerê Trwada deh salan berdewam kiriye, ta ketiyê bin destê dagirk([2])
Miletê yûnan xwe spartin çewtbawerî û mîtolojiyayê, ji ber di wê demê de zanistê bersiva razeyên gerdûnî nedida.
Herwiha Fîlosofan jî hewildanên xwe dikirin lê nedighan ti encaman, ji ber wilo normal bû ku miletên yûnan di wê demê de baweriya xwe bi hêza xwezayî û xwedawendan anîbaya.
Li gor nerîna wan xwedawenditî temsîla tiştên dervey aqil dikir.
Xwedawendên Olymp:
Zeus : Mezinê xwedawendan, xwedayê erd û ezman,tav,birûsk,baran,mij,û hemû diyardeyên girêdayî atmosfêrê.
Poseidon: xwedayê deryayê, erdhej û volkanan.
Aryos : xwedayê şer û cengan.
Apolo : xwedayê mûzîk û rojê.
Aphrodite : xwedawenda hezkirinê.([3])
Şano hunereke jiyana mirov ronî dike, ji ber bandoriya vê hunera gewre, berî her tiştî erîşê dibe ser giyanê mirov û serxweşiyeke giyanî pê re çêdike û wî bi xwe re hildide asteke bilind û pîroz.
Şano wekî hunerkê qurmên xwe kûr kûr berdane dîroka mirovahiyê, û şaxên xwe berfireh vedane hemû beşên jiyanê, ta bûye nîşana pîvana şaristaniya gelan, jiyana wan bi hemû xweşî û nexweşiyan diyar dike ta pê re dibe yek.
Li gorî ku di pirtûka Aristotle de hatiye diyarkirin, Aristotle dibêje: Şano teqlîdkirin e , û teqlîdkirin kiryareke mirovahî ye.([4])
Hêmanên bingehîn yên deqa şanoyê :
([5])Şano li ser çend hêmanên bingehîn ava dibe.
1- Hizir : Ji destpêka şanoyê ta dawiya wê, ramaneke bingehîn heye,balkêşî li ser e,nabe ku gelek raman tevlihev bibin, ji ber mijiyê temaşevanan jî belav dibe û bi vî awayî şano nagihê armanca xwe.
2-Kesayetên duyemîn.
3-Kesayetên derdor.
b- Ji aliyê naverokê ve: rewşa abûrî, cil û berg , rewşa civakî.
c- Ji aliyê derûnî ve: dilnazî xemgînî reşbînî.......hwd.
Dibe ku kesê nivîskar hin tiştan li ser kesayetan diyar bike ,û tiştên din di rûdanên dawiyê de bên diyarkirin ji bo nakokiyê çêbike û balkêşiyê bide deqa xwe.
3- Kêferat û nakokî: piraniya caran nakokî di navbera du tiştên li dijî hev in, du tiştên ku arîşeyan çêdikin ta dibin girêka wê şanoyê ya ku divê çareser bibe.
mîna xêr û şer, baş û pîs,spî û reş.....hwd.
4- Danûstandin : Zimanê bilind, şayik, xweş û zelal e , ê ku kesayetên di hundirê şanoyê de bikar tînin.
Bi riya giftûgoyê re rewşa kesayetan tê xuyakirin , kêferat bilind dibe ta dighê lûtikê, girek xuya dibe û çareserî jê re tê dîtin.
Erkên şanogeriyê:
Erkekî yekser ji pirsgirêkên civakî , derûnî, siyasî, welatparêzî û evînî re li ser dika şanoyê
çareseriyê şanî temaşevanan dike.
-Şîrovekirina pirsgirêkên civakî û danîna çareseriyê bi riya deqeke ku li ser dika şanoyê ji temaşevanan re tê pêşkêşkirin.
-Yek ji erkên şanogeriyê, kûrahiya wê yî giyanî ye, ji ber ev kûrahî jêdera wêne û xeyala ye, hem jî sirûşê zengîn dike.
Jêdera vê kûrahiyê hinera şano ye,ji ber şano hêmanên bingehîn ên huner û wêjeyê di hundirê xwe de hildigre.
-Şano dibistaneke ji bo dilnaziya civakî, çavkaniya hizkirn û hevkariyê ye.
Taybetmendiya şano ji hunerên din:
1-Şano gelek hunerên din di nava xwe de dihewîne, mîna helbest, stran, dîlan, çîrok.
2-piêsa şano zindî tê pêşkêşkirin, ango ê temaşevan nikar li ser têbîniyekê, kîteyekê, perçeyekî ji deqa şanoyê raweste û lê vegere.
3-Xala bingehîn a ku hêza şano xurt dike, bandoriya vê hunera gewre li civakê ye.
4- Kesên ku li vê hunerê temaşe dikin, ji xwînerên roman û helbestan cuda ne , ji ber yekser li piyêsekê temaşe dikin, û dîrekt nerîna xwe dibêjin.
Dîroka Şano li cem yûnana kevn:
220-550 B.Z kevintrîn belge û pirtûka di derbarê şanoyê de hatiye nivisîn, ji aliyê feylesûf û hişmendê yûnanî Aristotles Têlos ve bi navê hunera helbestê ye bûye malê Ensklopêdiya wêjeyî , tê de li ser rêgez û hêmanên helbest , efsane, şano diaxive, dîroka hunera şanoyê û qonaxên ku li ser hatine avakirin vedibêje.
Li gorî Aristotle û nirxandina wî ji şanoya yûanî re , wek deqên ku di wê demê de hatin lîstin bi çend helbestvanên navdar dest pê kiriye .
Berî zayînê 600 sal wek tovê yekemîn di derbarê şano hatiye li darxistin, di sedsala 5 an de, şanoya yûnanî giha asta xwe ya herî bilind di pêşketinê de, ji ber di wê demê de 1000 deq wek berhemên herî bi nirx hatin nivîsandin, ji wan 30 deq gihiştine vê serdemê.
Hunera yekemîn ku mirov nas kir , dîlan bû, bi wan dîlanan mirovan xwe nêzîkî xweda dikirin û hestên xwe jî pê re diyar dikirin.
Ji ber vê yekê dibêjin ([6])trajîdiya ji giyanê mûzîk û dilanê zaye.
Cihê ku şano lê dihat pêşkêşkirin:
Şano li gelek deveran hat pêşkêşkirin û di du qonaxan de derbas bûye.
2-Di qonaxa duwemîn de: Şaristanî li Esîna li pêş ket êdî bi pêşketina şaristaniyê re hunera avakirinê jî li pêş ket, şanogeh hatin avakirin, şanogeha yekemîn di sedsala 5 an de B.Z bi navê Diyonîsyos li Esîna hat avakirin, ev şanogeh li kêleka bajarê Ekropolos bû, bajarê ku danerên mezin nola sofiklîs daye.
Cureyên şanoyê:
Şanoya yûnanî li ser du cureyan dabeş dibe:
Komîdiya û trajîdiya.
1- Şanoya komîdî: Di nîvê sedsala 5 an de B.Z derketiye,navdarê vê beşa han Eristovan bû, wek bavê şanoya komîdî tê naskirin , ji şanoyên wî amana zêr, şanoya beqan û ya ewran.
Eristovan danerê şanoya ewran ê ku rexnevan û dîroknasan piştî minrina wî, navê mîrê helbesta komîdî lê kirin û ew kirin mijarara lêkolînên xwe.
Ji bilî ku şanoyên wî xwedî giringiyeke mezin bûn, nirxekî din li wan zêde bûn dema ku hin taybetmendiyên hunerî di nava xwe de himbêz kirin, ji ber ku şêwazê danerê xwe di nivîsandina şano de dan xyakirin.
Şanoyên wî wek neynika civakê bûn ji ber jiyana siyasî û idyolojî tanîn ser ziman.
Tiştê balkêş di şanoya wî ya ewran de, pêşkêşkirina wî ji fîlosofê yûnanî Suqrat re, ji ber bi tinazî ew tanî ser ziman, tevî ku vî fîlosofî cihekî giring û gewre di civaka xwe de digirt.
Şanoya wî ya beqan di dema xwe de xelata yekemîn stend, di vê şanoyê de Eristovan kêferatê dadixe qata jêrîn, û wek hevpeyvînekê di navbera helbestvanên trajîdiya de çêdike, û Îsxîliyos helbestvaê trajîdiya yî yekmîn dide xuyakirin, û Euripides jî yê duyemîn bû li gor nerîna wî.
Di şanoya xwe ya ewran de, derdikeve qata jorîn û hişmend û filosofê Yûnanî Suqrat dike lehengê şanoya xwe, lê bi şêwazekî tinazî ye.
([7])Koka komîdiya ji navê wê tê naskirin,ji ber komîdiya ji du peyvan pêk tê ( komos ) tê wateya ahengê, û ( ode) tê wateya stran û govendên ku di ahengên ji bo Diyonîsyosê mezin dihatin lidarxistin,ahengên komîdiya di destpêka werzê tirî de bûn, dema ku yûnanan mey çedikirin û vedixwarin wisa ji hiş diketin û serxweş dibûn, êdî dest bi qerf û henekan dikirin,
Diyonîsyos: xwedayê mezin bû baweriya gelê yûnan pê dihat.
2- Parados : Dema ku kewres derbasî orkêstra dibe û stranên xwe pêşkêş dike, û li cihê xwe dimîne ta şano bi dawî dibe.
3-Agon : Ew giftûgoya ku di navbera du kesan de çêdibe, xaleke girêkî tê de diyar dibe( mijara şanoyê ye).
4-Parabasîs : Ew beşa ku kewres tê de berê xwe dide temaşevanan û gotinên xwe yekser jê wan re dibêjin.
5-Epeisodia : Dîmenên diyalogî yên ku stranê orkêstra wan ji hev vediqetîne.
6-Exodos : Beşa dawiyê ye, bi strana kewrs ev beşa han bidawî dibe.
Wek ku tê naskirin şanoya komîdî gelek rûdanên xeyalî di nava xwe de dihewîne.
Nivîskarê vê beşa komîdî xwe girêdayî cih û demê nake wek nivîskarê trajîdiya, ji ber dîmen tên guhertin bê ku şikestin di drama de çêbibe.([8])
Curya duyemîn a ku şano li ser ava dibe trajîdiya ye.
peyva trajîdiya peyveke hevdudanî ye ji ( traxos û ode ) pêk tê.
Traxos tê wateya bizinê , ode jî stran e , trajîdiya wateya wê strana bizinê ye.
Çima strana bizinê: dibêjin di dawiya werzê tirî û xelasbûna xêr û bereketê de helbestvanan pûtê Diyonîsiyosê mezin li cihekî bilind datanîn û dest bi stranên xwe yên olî dikirin , şanoya trajîdî wilo dest pê kirye, herwiha helbestvanê ku şanoya wî ya yekemîn derdiket , bizinek diyarî wî dibû, û di wê demê de bizin ji bo xwedawendan dikirin qurban ev jî nîşana trajîdiya û xemgîniyê bû,
([9])Aristotle dibêje: divê trajîdiya ne karekî sivik be, divê girêkî û zehmet be da ku temaşevan bighê asta tirs û pakbûyînê , ji ber wilo strana bizinê jê re dihat gotin ji xwe çavkaniya deqên trajîdiya û mijarên wan ji efsane û destaneyên yûnanî bû ,
Isxîlyos bavê trajîdiya yûnanî: 525-456 B.Z
Wek damezrînerê trajîdiya yûnanî tê naskirin ji ber gelek tişt li şanoya trajîdî zêde kirin wek kesayet, mask, cilûberg.
Ascheleus mirovekî bawermend bû, ji ber vê yekê li ser vîna azad û ceberûtê xwedawendan rawestiyabû.
Şanoyên wî bi stranên reşbînî tên naskirin, gelek caran ev reşbînî hêdî hêdî bi pêşketina nakokiya di navbera mirov û xwedan de xuya dibe, ji ber çavnebariya xwedawendan û sekna wan li himber pêşketina mirovahiyê.
Yek ji berhemên Ascheleus:
Prometheusê zincîrkirî ye : Prometheusê zincîrkirî yek ji efsaneyên xelkê yûnana kevn e, bi wateya xwe pir bilind û zirav e.
Di qonaxa xwedawenda zemînê Gaya û xwedawendê asîman Oranos de hatiye hûnandin.
Piromisyos ji tîtana ye, ji zuriyeta Gaya ye , Gaya berî Zyos xwedawenda mezin a gelê yûnanan bû.
Prometheus, lawê Tîmîs diya hemû xwedawendan bû.
Li gorî vê efsaneyê Prometheus sînorê ferman û yasaya Zyos dişkîne û raza agirî dide mirovan.
Bi vê kiryara Prometheus, Zyos ji hevkarê xwe Promîsyos pir bi hêrs dibe, him li Prometheus him jî li mirovan cezayan dide, ji bo Prometheus, bi zincîran ve ling û destên wî bên girêdan û li serê çiyayekî bilind bê daliqandin, balindeyek dirind jî kezeba wî bixwe.
Ascheleus di vê şanoyê de , Prometheus kiriye sembola çi kesekî berxwedêr û bi rastî li ronahî û edaletê digerin û banga azadî û serxwebûnê dikîn.
Prometheus di giyanên zaniyar û ronakbîran de ye, zaniyarên ku xwe ji bo civaka xwe dişewitînin.
Sofoklis (469-406) B.Z:
Yek ji danerên mezin yê yûnana kevn e, li bajarê Erkopolosê hate dinê, ev bajar nêzîkî Esîna bû, ji malbateke têr, dewlemend , erostoqratî bû, bavê wî xwedî kargeheke şûran bû, lê dibêjin bavê wî malê xwe ji kirîn û firotina koleyan dabû hev.
Sofoklis bi hişmendiya xwe dihat naskirin ji ber vê yekê bû wezîrê dewleta yûnanî û serokatiya serbaziya giştî kir.
Sofoklis bi 15 salan ji Ascheleus biçûktir e, û 28 salan ji Yorpîdîs mezintir e .
Berhemên wî : Antîgon , Odîb, Ilêktra , Ajaks , Fîloktîs , jinên traxis.
Pêşketinên ku Sofoklis di şanoyê de ava kirinin:
Gelek tiştên balkêş di berhemên Sofoklis de diyar dibin.
Berhemên wî nûnertiya serdema zêrîn li Esîna dikirin.
([10])Sofoklis bû hevgîna girêkî û lûtika geheştinê , bi riya wan berhemên ku bûn mijara rexne û rexnevanên mezin mîna Froyd, Hîgil, Nîtşê...hwd.
Pêşketinên ku Sofoklis di şanoyê de ava kirin.
Ji aliyê mijaran ve: Kêferat û bûyer ji nav xwedawendan daxist nav mirovan.
Hin jî dibêjin: Di wergirtina xelatekê de dema tirî dixwar û wergirtina xelatê de ji nişka ve , tirî di ber de ma û mir.
Şanoya wî ya Navdar( Odîb): Gelek rexnevanên mezin wek Froyd,Nîtşê, Hîgil, li ser vê şanoyê rawestiyan û bû mijara rexneyê li cem wan.
Li gorî Aristotle şanoya Odîb deqa herî temam û trajîdî ye tevî ku di dema xwe de ti giringî nestendibû.
Froyd jî şanoya Odîb kir mijara rexneyê, û kesayetên wê jî ji aliyê derûnî şîrove û analîz kirin.
Herwiha hişmendê yûnanî Aristotle şanoya Odîb û hin şanoyên Şêkspîr (Hamlêt-Elmelik Lîr)ji baştirîn şanoyên bi nirx didîtin.
Çîroka vê şanoyê kêferata di navbera xwedawend û mirovan de diyar dike, çavkaniya vê şanoyê destaneya Odêsa ye(Homeros).
Dibêjin: Layos padîşahê bajarê Tîbayê bû, navê hevjîna wî jî Cokesta bû, Layos û Cokesta zarok ji wan re çênedibûn, ji ber wilo Layos berê xwe da perstgeha Delfî ji bo çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibîne.
Yek ji kahinên Delfî peyxameke ji cem Apolo anî, û jê re got : wê kurek ji te re çêbibe ,lê dema mezin bibe wê te bikuje û hevjîna te Cokesta ji xwe re bîne.
Layos pir di vê peyxamê de hizirî û demeke dirêj dûrî Cokesta ket.
Di şevekê de Layos ji vexwarina meyê serxweş bibû , vegeriya koşka xwe , û di wê şevê de Cokesta du canî bû.
Pîştî ku Cokesta kurê xwe danî , Layos fermana kuştina wî da şivanekî û jê re got : Lingên wî bi zincîran ve girêbidin û li serê çiya daliqîn ta ku bimre, ji xwe navê Odîb wateya wî ( nigwerimî ye ) ji sedema ku bi zincîran ve ligênên wî hatin girêdan.
Lê kurê Layos namire ji ber yek ji bajarê Korensa wî dibîne, û dide padîşah û şahbanoya wî bajarî.
Wilo padîşahê bi navê polîb û şahbanoya bi navê Morîb nav li Odîb dikin û wî ji xwe re xwedî dikin.
Odîb li wî bajarî mezin dibe, ta rojekê yek jê re dibêje tu ne kurê vî bajarî ye,tu bêjî ye.
Odîb ji vê gotinê tengav dibe û berê xwe dide perstgeha Delfî, li wir kahin jê re dibêje: tu yê bavê xwe bikujî û diya xwe ji xwe re bînî û tu yê bibî sedema xemgînî û reşbîniya bajar û miletê xwe.
Odîb dûrî bajarê Korensa dikeve ji bo peyxama Apolo pêk neyne, ji ber li gorî wî Porîb û Morîb dê û bavê wî ne.
Lê peyaxam pêk tê dema ku Odîb pêrgî bavê xwe dibe bê yî ku zanibe û wî dikuje û bi riya xwe de diçe ta dighêje bajarê Tîbayê , li ber derî Cinawerek bi navê Sêfêns hebû, vê cinawerê pirsek dikir û yê ku bersiva wê nedaba ew dixwar.
Dema ku Odîb nêzîkî bajar bû, Sêfêns rê lê girt û pirsa xwe kir: çi lawirê ku sibehê li ser çar linga ye û nîvroyê li ser du linga ye û êvarê li ser sê linga ye?
Odîb bersiva wê bi rehetî da û jê re got: Mirov e.
Piştî wê Sêfêns xwe di avê de werkir û mir, Odîb jî derbasî Tîbayê bû, miletê wî bajarî jî qedir û qîmeteke pir mezin dan wî ji ber ew ji cinawerê xelas kiribû.
Demek qediya nameya kuştina layos ji miletê Tîbayê re hat.
Ji ber ku Odîb miletê bajêr ji Sêfêns azad kiribû,milet ew xelat kir û Cokesta bû hejîna Odîb( Cokesta diya Odîb e ),di vir de jî peyxama Apolo pêk tê.
Demeke dirêj qediya çar zarokên Odîb ji diya wî çêbûn, du kur û du keç.
Piştî ku Odîb bû qiralê Tîbayê, nexweşiyek di nav miletê wî de belav bû, meytê xelkê li erda mabûn, reşbîniyeke pir mezin bi ser wî welatî de baryabû.
Odîb ferman da Kryon(birayê Cokesta) ku biçe perstgeha Delfî û ji Apolo re pirsgirêka walatê xwe bêje û sedema wê nas bike.
Kryon peyxama Apolo ji odîb re got: Sedem, gendelî û kujerê Layos di bajarê Tîbayê de ye û divê bê sezakirin.
Odîb di nav miletê xwe de soz da ku kujerê Layos nasbike û wî bi destê xwe ceza bike.
Miletê Tîbayê jî erafeke bi navê Trîsiyas nasdikirin, û pêşnyar kirin ku ew kujerê padîşah derxîne.
Odîb pêşnyara milet qebûl kir û şand dû Trîsyas.
Trîsyas jê re got : Eger tu bixwazî kujerê Layos nasbikî , divê tu dê û bavê xwe nas bikî.
Odîb di dilê xwe de got: plankirinek di nava Trîsiyas û Kryon de heye, dixwazin min bixin û erş ji bin min bikşînin.
Ferman bi girtina Trîsyas û Kryon da û ew xistin zindanê de.
Ji nişka ve , peyamberê bajarê Korensa hat û du name ji Odîb re anîn Yek mirina Polîb ( qiralê bajarê Korensa )bû û ya din jî wê Odîb bibe qiralê bajêr piştî mirina bavê xwe.
Li vir Odîb got: peyxama Apolo bi cih nehat ji ber bavê min mir.
Lê yê peyamber jê re got: Polîb ne bavê te bû, ji ber şivanekî te da dest min û min jî bi destên xwe radestî qiralê xwe yê kurdûnde kir.
Odîb şand dû şivan û çîroka xwe ji wî şivanî naskir û sedema bele û nexweşiya Tîbayê jî hat naskirin, ango gendeliyê( النجس ) wî bajarî Odîb derket.
Li vir Cokesta her tişt nas kir û nexwest di wê gunehkariyê de bimîne , çû odeya xwe û xwe kuşt, Odîb jî piştî mirina Cokesta soz da ku herdû çavên wî roniyê nebînin, ji ber wilo herdû çavên xwe derxistin û bi çolan ve ket.
Kesayeta Odîb di vê şanoyê de, ne kesayetek normal bû li cem Sofoklis, Odîb sembola kesayeta ku li himber çarenûsa bê bex disekine û bi hêviyên mezin di hizire.
Şanoya Odîb li gorî Aristotle nimûneya deqên trajîdî ye.
efsaneya Odîb(Kolê Êstiyê)
wergera: Ziyad Elewda.
Euripides(480-406 )B.Z :
Helbestvan û danerê deqên trajîdiya yûnanî ye, piştî Sofoklis û Ascheleus tê naskirin ku wî şêwazên bingehîn ê trajîdiya bi kesayetên jinên hêzdar û koleyên jîrek hûnandiye.
Euripides di serdema şerê Pers û girêkan de çêbûye, li girava Slamîs.
Têkiliyên wî bi lehengên efsaneyan re wek têkiliyên Sofoklis û Ascheleus bûn.
Lê Yorpîdîds lehengên xwe wek mirovên normal didan xuyakirin.
Euripides bi riya şanoyên xwe rexneya siyasetmedar, kahin, hakimên civakê dike.
Hişmendê Yûnanî Suqrat bandorek pir mezin li Euripides kiribû, ji ber hevalê wî bû û nerînên wî dipejirandin, herwiha bandora fikrê sefestayî jî lê bibû.
Euripides û jihevxistina trajîdiya:
Zimanê danûstandinê li cem wî ji zimanê Sofoklis û Ascheleus siviktir bû, herwiha hûnandina wî ji hevokan re bi şêwazekî sivik û dûrî xemilandinê bû, peyvên wî sivik û zelal bûn tevî ku rêzkirina wî ji peyvan re nêzîkî rewanbêjiyê bû. kesayetên wî jî bi reşbîniya xwe dihatin naskirin mîna kesayeta Mîdiya di şanoya wî ya bi navê vê kesayetê.
Bêtir nêzîkî şepêla rasteqînî bû di pesindayîna kesayetên xwe de tevî ku leylaneke ( هالة ) mezin li derdora wan çêdikir
Di hemû şanoyên xwe de, hewil dide ku kesayetên xwe di astek e bilind û pîroz bide xuyakirin, herwiha taybetmendiyeke pir mezin daye jinê û rola wê di civakê de ev tişt di şanoya Evgînya de diyar dibe, ji ber di wê demê de jin wek keseke pîroz li cem Grîkan dihat dîtin, ji bo xwedawendan jî dibû qurban, wedawendan jî tiştê herî bi nirx û pîroz dixwestin.
Civaka Euripides nerînên wî nedipejirandin û wek kesekî ne baş ew didîtin, lê şanoyên wî roleke mezin di civakê dilîstin.
Yûrpîdis xwedî pirtûkxaneyek pir mezin bû, bi hezaran pirtûk tê de hebûn, ji ber piraniya dema xwe di hizirkirin û xwendinê de diqedand.
Berhemên wî:Di hijdeh saliya xwe de 18 deqên trajîdî nivîsandin, di sî saliya xwe de75 deq nivîsandin, ji wan 17deq li ber destên me mane.
Ji berhemên wî : Mîdiya,Elksîttîs, zarokên Hîraklês,Hîkoba Endirmaks,Hêlêna, jinên Fînîqî, Evgîniya, jinên Tirwada.
JI şanoyên wî yên navdar : Eleksîtîs lehenga ku temenê xwe dide hevjînê xwe û mirinê ji bo wî dipejirîne, Hîraklês jî wê jinava giyanê miriyan vedigerîne û careke din dijî.
([11])Mîdiya: xîret û tolhildana jinekê ji hevjînê wê re, ji bedewtrîn û xweştirîn şanoyên vî nivîskarî ne ,tevî ku di dema xwe de ti giringî nestendibû, lê di dema me ya îro de wek xwştirîn deqên trajîdî tê naskirin.
çavkaniya vê çîrokê efsaneya yûnanî ya bi navê Hirya zêrîn.
Çîroka vê şanoyê li ser jina evîndar e , jina ku her tiştî ji bo evîna xwe dike qurban.
Birayê xwe yî biçûk perçe perçe dike û perçeyên wî davêje deryayê,ji bo bavê wê bi meytê birayê wê dakeve.
Piştî ku ew û Cayson dighên bajarê Korensa ,dizewicin û du kurên wan çêdibin.
Lê Cayson ti nirxî ji wê evîna mezin re nahêle dema dil dikeve keça Kryon qiralê Korensa û dixwaze wê ji xwe re bîne.
Dema ku Mîdiya vî tiştî li ser hevjînê xwe nas dike, pir tengav dibe, cilê sihirbaziyê li xwe dike û dest bi planan dike ji bo zemawenda Cayson xerabike.
Mîdiya kirasekî ji tayên zêr çêdike û ji keça Kiryon re dike diyarî, dema ku keça Kryon çav li wî kirasê xweşik dikeve pir kêfxweş dibe û li xwe dike,lê lixwekirina vî kirasî mirinê jê re tîne, jar di laşê wê de belav dibe û dişewite, Kiryon jî hewl dide ku keça xwe xelas bike, lê ew jî pê re dimre.
Pişre Mîdiya dixwaze kezeba Cayson bêtir bişewitîne, ji ber wilo herdû zarokên xwe dikuje û serê wan di sindoqeke bizmarkirî de ji Cayson re dibe, jê re dibêje: Ev diyariya min ji bo te ye.
Piştî ku Mîdiya ji cem wî derdikeve,Cayson bi lez sindoqê vedike.
Serê herdû zarokên xwe tê de dibîne.
Cayson dide dû wê lê nagihêjê ji ber li Erebeya xwe ya ku du marên bi bask diajotin siwar bû û ber bi ezmanan ve firiya.
Mîdiya ne kêmî Cokesta û Entîgonê bû ji ber nikarîbû bi mirovekî xayin re bijî.
Mîdiya nimûneya biserketina jinê li dijî desthilatdariya mêr û kîna wî ye، û diyar dike bê jin digihê çi astê di kînê de li himber mêran.
Di vê şanoyê de pêşî dudiliya Mîdiya di kuştina zarokê wê de diyar dibe lê di encamê de kîna wê xurtir bû.
Mîdiya kahina xwedawenda sihrbaziyê bû, baweriya gelê yûnana kevn pê dihat.
([12])Nivîskara Fransî Madilîn Rodî dibêje: Çima kesayeta Mîdiya her dem wek kesayeteke stemkar ku herdû zarokên xwe kuştiye tê dîtin, Mîdiya ne gunehkar bû,Mîdiya qurbaniya mêrê desthilatdar bû,ev nayê wateya ku kuştin û xwîn rijandin tiştekî ne şaş in, lê divê şanoyê de tê xuyanî bê jin heta çi astê kare li himber mêr û desthilatdariya wî bisekine.
([13])Şanoya jinên Tirwada jî şanoyek ji şanoyên Euripides e.
Di vê şanoyê de bang û qîrîna jinên Tirwadî li dijî şer û cengan diyar dibe.
Jinên Tirwada Sembola dengê aşîtiyê li himber şer û kuştin û tundiyê ne.
Euripides bi stran û lorîkên jinên Tirwada pir bandor dibe herwiha êş û xemgîniya van jinan diyar dike.
Euripides di vê şanoyê de xwe bi çîroka vî bajarê wêrankirî û çarenûsa vî miletî ve mijûl dike.
Lehengên vê şanoyê: Hîkoba: şahbanoya bajarê Tirwada ye.
Kasandra : keça Hîkoba ye.
Endromaka: Hevjîna kurê Hîkoba ye.
Euripides di vê şanoyê de tiştekî balkêş diyar dike, kesên ku piştî şer sax dimînin, bêtir êş û azaran dikşînin, van kesana bê guneh û qurbaniya şerê bê bext dibîne
Hîkoba dibêje: Çima ez ê negirîm û welatê min wêran bû, hevjînê min hat kuştin zarokên min winda bûn.
Di van çend hevokan de, daner helbesteke bi şewat li ser zimanê jinekê dihûne û di şanoya xwe de pêşkêş dike, jina ku di şev û rojekê de her tişt ji destê wê derket û ket bin destê dijminê xwe de.
Daner dîmenên bajarê Tirwada piştî cengê bi hin wêneyan vedibêje.
Piştî Tirwada dagir dibe, Grîkî dest bi kuştina xelkên wî bajarî dikin.
Yek ji Grîkan radihêje neviyê Hîkoba û wî ji jora koşkê tîne xarê, ev dîmem li pêşiya çavên dayika wî çêdibin.
Hîkoba jê re dibêje:Çima hûn ê vî kurê biçûk bikujin? Hûn ditirsin mezin bibe û heyfa bavê xwe hilîne.
Talîsiyos ê peyamber bersiva wê dide: çênabe zarokên lehengan piştî şeran sax bimînin.
Di van çend peyvan de Euripides, rewşa wê jina kezeb şewitî û gelek jinên din wekî wê diyar dike.
Mijarên deqên trajîdî:
Helbestvanên deqên trajîdî xwe spartin destane û efsaneyên gelê yûnanî,ji ber vê yekê deqên wan gelek mijar di nava xwe de dihewandin .
1- Kêferata di navbera xwedawendan de.
2- Kêferata di navbera xwedawend û mirovan de.
3- Kêferata mirovan li himber kiryarên wedawendan.
Taybetmendiya deqên yûnanî :
1- Deqên trajîdî ketin bin bandoriya yasaya pêwîstî û hilgirtinê de ( الضرورة والإحتمال ) ji bo di dawiyê de mebesta xwe bighînin bîneran.
2- Bi giştî xwe spartin efsaneyên gelêrî, bi tabet jiyana hemdem.
3-Tevî ku bi ol û baweriyên xwe ve girêdayî bûn lê pê re çareserî ji pirsgirêk û nexweşiyên civak û mirovan re jî bûn.
4- Bi giştî drama trajîdî û komîdî bi temaşevanan ve girêdayî ne, ji ber wilo drama pirsgirêkên civakî ,siyasî,derûnî....hwd çareser dike. ([14])
Taybetmendiya kesayeta trajîdî :
Kesayeta Entîgon û kryon jî ji ber herdu kesayet li ser helwesta xwe man ketin şaşitiyên pir mezin de, şaşitiyên ku bûn sedema mirina wan.
3- Piraniya rexnevanan dibêjin: Divê kesayetên jinan di trajîdiya de bi taybetmendiyên jinan bên naskirin, û mêr jî divê bi taybetmendiyên mêran bên naskirin.
Lê di şanoyên yûnanî de ev rêgez hatiye şkenandin û pêk nehatiye ji ber Mîdiya bi xurtbûna xwe û Entîgonê jî bi helwesta xwe zora mêran û desthilatdariya wan dibin.
Ev jî nayê wateya ku Xurtbûna jinê û sekna wê li himber mêrên xiniz û desthilatdar kêmanî ye, ev serbilandayî ji jinê re ye.
Di şanoyên yûnanî de jî ev tişt diyar dibe, ji ber helbestvanên ynanî cihekî bilind, taybet û pîroz dane jinan.
Mînaka berçav di şanoya Evgîniya de ye, xwedawenda nêçîrê Ertemîs tenê Evgîniya dixwaze ji bo bibe qurban, ji ber goriyên ji bo xwedawendan divê tiştên herî pîrozbana.
4- Di trajîdiya Yûnanî de divê kesayet li ser helwesta xwe bimîne, ango divê dûrî dudilî û guhertinê be , ji ber guhrtina helwesta kesayetê kêmasiyê li cem wê çêdike.
Kesayeta Odîb li ser helwesta xwe dimîne, li rastiya xwe digere ta pêrgî Felaketê dibe.
Lê kesayeta Kryon di dawiya şanoya Antîgon de tê guhertin, ji ber vê yekê dûrî lehengiyê dikeve.
5- Aristotle ew dawiya ku kesayetek tê de bi ser dikeve û ya din bi bin dikeve nepejirandiye.
Ango di dawiyê de hemû kesayet para wan di xemgîniyê de heye.
Mînak , di şanoya Odîb de Odîb çavên xwe derdixe û Cokesta jî xwe dikuje.
Di şanoya Mîdiya de jî , Mîdiya dibe bela serê xwe berî ku bibe bela serê kesên derdora xwe.
Nêzîkatî di navbera kesayetên şanoya yûnanî û kesayetên dîrokî de:
Wekî ku di destpêka vê lêkolîne me diyar kiribû, hemû şanoyên yûnanî ji destane û efsaneyên gelêrî bûn.
Herwiha dîrok û efsane jî ji hevdû nehatine qutkirin ,ta em gihan dema îro ji ber zanistê razeya her tiştî da xuyakirin.
Efsan û çîrokên gelêrî jî ne ji ber xwe ve hatine, dibe ku hinek ji rastiyê di wan de hebin, lê bi xeyalan hatine xemilandin.
Odîb û Exnaton jî nêzîkatiyeke pir ecêb di navbera çîroka wan de heye.
Li gor wêneyên ku li ser dîwarên bajarê Exîtaton hatine xêzkirin, lingên Exnaton werimîne, wateya navê wî bi xwe jî hêt werimî ye.
Filaykofiskî dibêje: Çîroka Odîb netenê çîrokeke xeyalî ye.
Ji ber bûyerên vê çîrokê li bajarê Tîbayê çêdibin, Tîba bajarê Misrî ye yê ku Qedmûsê Ogarêtî ava kir piştî ku ji Bajarê Cibêlê derket, ango, bûyer li Misrê ne li Yûnan çêbûne, Qedmûs jî Exnaton e.
Îmanwêl Filaykofiskî 《 Odîb û Exnaton 》Li gor nerîna Îmanwêl Fîlakofiskî Odîb, Exnaton bi xwe ye.
Exnaton(Eminhotibê çaremîn bû) , navê diya wî Tay bû.
Ji bo Eminhewtib neyê kuştin diya wî Tay ew revand welatê mîtaniyan,Eminhewtib li wir mezin bû û pişre vegeriya Misrê û diya xwe ji xwe re anî.
Li gor lêkolîneran şûna bizmaran di paniyên Eminhewtin de hebûn, ev jî vê nêzîkatiyê xurtir dike.
Hin lêkolînerên din jî dibêjin : Çîroka Odîb û koroş ê Farisî kurê Kembîz yek e, ji ber bavê wî ji sedema xewnekê fermana kuştina wî dabû yek ji karmendên xwe, lê yê karmend ew nekuşt, û piştî ku mezin bû li welatê xwe vegeriya.
Nerînên van rexnevanan dihêlin ku mirov li ser çîroka vê efsaneyê raweste û pê bihizire.
Hevrûkirin di navbera hersê helbestvanên trajîdiyayê de:
Wekî ku me di destpêkê de dabû diarkirin, trajîdiya yûnanî bi hersê helbestvanên xwe yên navdar tê naskirin,
(Sofoklis, Ascheleus,Euripides) şêwazên van hersê helbestvanan ji hev cuda ne tevî ku di hin tiştan de nêzîkatî di navbera wan de heye.
1- Ji aliyê mijaran ve: ji giringtirîn mijarên ku girtin dest xwe de kêferat û têkilyên di navbera xwedawend û mirovan de. Hersiyan jî di bijartina mijarên xwe de xwe spartin destan û efsaneyên yûnana kevn Homeros(Ilyaza û Odêsa) .
2- Ji aliyê ziman ve: Şanoyên Sofoklis û Ascheleus bi zimanê xwe yî bilind û xweş tên naskirin.
Lê di şanoyên Euripides de ziman ne digha wê asta ku herdû helbestvanên din pê dihatin naskirin, ji ber zimanekî sivik û dûrî zehmetiyê bû.
3- Ji aliyê trajîdiya û pakbûyînê ve : Gelek êş û trajîdiya di şanoyên Sofoklis de hebû , bîner dighand asteke bilind di pakbûyînê de, ji ber lehengên şanoya Sofoklis ji çîna qiral û xwedawendan bûn, û pir zehmet bû dema ku felek bi serê wan digeriyan, wisa temaşevan pir bi van lehengan bandor dibû, û digha asta pakbûyînê.
Şanoyên Ascheleus jî bandoreke mezin li giyanê bîneran dikirin, ji ber lehengên wî jî wek yên Sofoklis xwedî helwest bûn,û heya dawiya şanoyê li ser helwesta xwe diman .
Lê lehengên Euripides helwesta wan dihat guhertin û trajîdiya ne bi wê xurtbûna li cem herdû helbestvanên din bû, bêtir nêzîkî mîlodrama bû.
4- Ji aliyê kesayetan ve : Kesayetên hersiyan jî ji çîneke bilind bûn , ev jî bandora çîrokên gelêrî û efsaneyên yûnanî li helbestvanan dide diyarkirin.
([15])Cudahî di navbera komîdiya û trajîdiya de:
Komîdiya û trajîdiya jî du têgehên ku ji çanda yûnanî derbasî wêjeya cîhanî bûne.
Van têgehan ji destpêka qonaxa tenwîrî de cihekî giring di fikirê Europî de girtiye.
Wateya komîdoya ji turranepêkirinê hatiye, lê trajîdiya ew xemgîniya ku êrîşên xwe davêje giyanê mirov û giriyê mirov tîne.
Li gor nerîna fîlosofê romanî([16]) Ebiktiyos, tiştekî neyînî di cîhanê de tine ye, tiştê tu bixwazî bide min, ez ê bi darê Hirmiz bikim erênî.
Giringiy û bikaranîna vê ramanê di jiyanê de, nermbûn û rehetiyê di mejiyê mirovan de çêdike.
Euripides dibêje: Pirsa her tiştî bik, fêrî hin tiştan bib, bersiva tu tiştî nede.
- Wêrekî bê jîrî kêrnehatiye.
- Dostekî dilsoz bi qasî deh hezar merivî ye.
- Ji bavekî temen dirêj re, ji qîzê tiştekî buhatir tine ye.
- Baştirîn şadîmanî ser riwê cîhanê hezkirin e
Ascheleus dibêje: Mirin ji bindestiyê çêtir e.
-Ti êş nagihê êşa bîranîneke xweş di rojeke xemgîn de.
-Birûsk li gûfikê çiyê dixin.
-Bîrdanka xurt jêdera pend û zanînê ye.
Sofoklis dibêje: Tevî ku xwedawend her tiştî dibînin, lê bi derengî gunehkaran ceza dikin.
- Ey jinê! bê dengî xemla jina ye.
-Tiştê ku em lê bigerin em ê bibînin, lê tiştê ku em paşguh bikin, wê ji ber me bireve.
-Her tişt di dema xwe de baş e.
-Zordestî ji ezezitiyê dizê.
Puxte
Di dawiyê de em dibînin ku çîrok û efsaneyên yûnanî ne ji ber xwe ve hatine, ji ber Yûnan di navbera du şaristaniyan de bû ( Ferûnî, Mezobotamiya ) di encama şer û koçberî û penaberiyê de gelek çîrokên van welatan tevlî wêjeya yûnanî bûne, ji ber vê yekê nêzîkatî di navbera çîrokên Misrî û Yûnanî herwiha babilî Yûnanî de heye.
Ev jî nayê wateya ku Yûnanan tiştek ji cem xwe ve ne'anine , wan jî ji aliyê xwe ve xeml û xweşikbûn dane deqên xwe.
Welatê Yûnan bi xwezaya xwe ya xweş tê naskirin, di navbera çiyayê Olomp û Esiyos de ye Yûnan mîna kevrekî pîroz ku bi gerdeniyekê ve daliqandî ye, herwiha pêşketina avahî û felsefeyê jî bandoreke mezin di berhemdayîna gelê Grîkî de lîstine.
Em dibînin ku wêjeya Grîkî ji aliyê teşe û naverokê ve, wek kelpûrekî mirovahî, cîhanî û hemdemî ye.
Wêjeya Grîkî ji aliyekî din ve jî gelek teşeyên wêjeyî ji mirovahiyê re pêşkêş kiriye, teşeyên ku dihatin naskirin û yên ku nedihatin naskirin, bi van teşeyan xwe gihand asteke bilind di xweşikbûn û tekûziyê(الكمال)
Herwiha em dikarin pêşketinên ku piştî Homeros û Sofoklis li wêjeya Grîkî zede bûne wek pêşkevtinê bidin naskirin.
Ji aliyekî din ve jî wêjeya Grîkî xwe bi tiştin din mîna mîna hebûna mirovahiyê mijûl kir.
Bi vî awayî diyar bû ku wêjeya Girîkî ji her dem û her cihî re ye û hêjaye ku bimîne û dengê wê li cîhanê belav bibe.
Nisrîn ElÎ
)[1] (Pirtûka Dîroka wêjeya yûnanî - Mihemed Seqer Xeface – R(13)
)[2] (Dîroka wêjeya Yûnanî – D.Mihemed Seqer Xeface – R(37.38,39,40)
)[3] (Pirtûka Dîroka wêjeya yûnanî - Mihemed Seqer Xeface – R(14)
)[4] (hunera helbestê ( فن الشعر ), Aristotle, wergera Brahîm Hemade, r: 95
)[5] (Google https// mewdoo.net - Pirtûka hunera helbestê r:96
)[6] (pitrûka Frîdrêk nîtşê ( Mewlid Eltrajîdiya ) rû: 57
)[7] (pitûka helbesta Grîkî ( D. Ehmed Osman) rû: 326
)[8] (pirtûka helbesta Grîkî, D. Ehmed Osman rû:328-329
)[9] (www.alanba.com.ku
)[10] (helbesta Grîkî rû: 250 - D. Ehmed Osman.
)[11] (şanoya Mîdiya, wergera D.Elî Xelîfe.
)[12] (www.raya.com
)[13] (Şanoya jinên Tirwada - dle-east.online.com
)[14] (ji gotara Menal Mehmûd fûde(Elîwar elmûtemedin)
)[15] (Xalis Helebî- komîdiya û trajîdiya - alsharq.net.sa 2013
)[16] (Ebiktiyos: Fîlosofekî romanî, ji dibistana Rewaqî ye