15 Nov
15Nov

Rewşa civakî di Serdema Ebasiyan de Serdema Ebasiyan nêzî 5 sedsalan dewam kiriye paytexta wan ji sala 130.k heta sala 656.k, Bexdad bû.Di vê navberê de herêma Rojhelata Navîn, ango herêma di navbera  Dicla û Feratê de û welatên Şam, Libnan hwd, rastî pêşveçûnan hatiye, gelek guhertinên civakî yên kûr çêbûne. Gelên dibin desthilatdariya Ebasiyan de, ne yekreng, yeknijad û yekziman bûn, lê belê ji gelek netew, ol û zimanan pêk dihatin .Di sedsala 4 an.koçî de desthilatdariya Ebasiyan lawaz bû, herêmên dûr ji bin sîwana Ebasiyan derketin, xweseriya xwe ragihandin û gelek mîrnişîn çêbûn mîna mîrnişna “Ixşîd” li Mesrê û ya “Hemdanî” li Helebê …Civak di wê demê de ji niştecih û koçeran pêk dihat, koçberan bi rêya xwedîkirina lawiran û şivantiya pez debara xwe dikir, gelên nişteçih, Ango yên di bajaran de dijiyan çandinî, pêşesazî û bazirganî dikirin.ji kevin de bi pirbûna çem, kanî û şînahiyan xwe navdar in. Berhemên mîna: Fêkî, genim tê de çêdibin û ji demên kevin de bûye armanca pelên koçeriyê yên gelên cûrbicûr mîna Babilî, Kenanî, Aramî…Herêmên Şamî dikevin li ser rêya bazirganî ya dinavbera Asiya û Ewrûpa de, lewma bazirganî tê de li pêş bû. Şam di serdema Umewiyan de paytext bû, zanist û wêje tê de li pêş ketin, di serdema Ebasiyan de jî cihê xwe yê taybet parast, dema ku “Ibn Tolon” Şam bi ser dewleta xwe ya li Mesrê ve kir, ji ber ku guhdana wan bi Şamê dîsa Şam ji aliyê aborî û candî ve geş bû.Di serdema lxşîdî de jî ev herêm xwedî cihekî taybet bûn.Di heman demê de Heleb û herêmên sînor dibin serweriya Hemdanyan de bûn .([1]) 

 

 

 

 

 

 

 

 

Rewşa zanyarî

 

Di vê serdemê de wek di destpêkê me da xuyankirin gelek çand, ol, netew û zimanan bi hev re jiyan dikir, lê belê çanda ereb a desthilatdar bû û ji ber pîroziya Quranê tevgera zanyarî û ya wêjeyî bi zimanê erebî pir çalak bû, mîr û xelîfe guh didan helbestvan û wêjevanan.

 

Em dikarin bêjin ku li hemû mîrnişînan ev guhdan hebû bi taybetî di Helebê de di serdema Hemdaniyan de.

 

Di vê demê de zanyar û wêjevanan her wiha feylesûfan berê xwe didane Helebê mîna: Farabî, Mûtenebî, Ibn xalewê...hwd

        

 

  

 

 

Mûtenebî: (303-345)K (916-966)Z

 

. Ehmed Ibn Hisên kindî,bi nasnav (Ebû Elteyib El-Mûtenebî)tê naskirin.

 

Di sala “303” li (kofa)yê ji dayik bûye, malbata wî malbateke perîşan bû, bavê wî feqe bû.

 

 Ji zaroktiya xwe ve Mûtenebî zîrek bû, bavê ev tişt li cem kurê xwe dît, ew tevlî mektebeke fêrkirinê kir û bi xwe re li nava êl û eşîran gerand.

 

Mûtenebî li ser rewanbêjî û xweşbêjiyê rabû, di zaroktiya xwe de helbest nivîsand. Bavê wî jiyana xwe zû ji dest dide, lê Mûtenebî rêya xwendin û zanebûnê berdewam dike.

 

Bingeheke xurt ji naskirina çand, ziman, helbest û rêzmana erebî ava kir,  gelekî dixwend, pend û felsefeya Yonanî jî nas kir.

 

Sedema navlêkirina Mûtenebî, ew bû ku ji ber xwe wek pêxember didît û daxwazeke wî ya peyamberiyê hebû, lê belê ew vê gotinê red dike. Dibêje ku wateya navê wî cihê bilind e ji “nebwe”ku bi zimanê erebî t wateya cihê bilind.

  

Lê dîsa em di helbestên wî de dibînin ku carekê xwe mîna Mesîh dibîne û carek din wek pêxember (Salih) dibîne.

 

Di vê derbarê de weha dibêje:   

 

ما مقامي بأرض نخلة إلا            كمقام المسيح بين اليهود

 

أنا في أمة تداركها الل              ـه غريب كصالح في ثمود

  

Ji xwe Mûtenebî di vê helbesta xwe dibêje : Cihê min di bajarê "erd nexla" de nemaye wek ku cihê pêxemper Îsa û pêxemper salih di nav Cuhuyan nema bû.                                                             

 

Wateyya navê wî ne mijara me ye, lê ya ji bo me tê naskirin ku azweriya wî ji bo serweriya welatekî hebû ji neçariyê bi helbestê pesnê xelkê dida ji bo berdêleke hindik:      

 

                                             

 

من كل أبيض وضاح عمامته        كأنما اشتملت نورا على قبس

 

أكارم حسد الارض السماء      وقصرت كل مصر عن طرابلس          

 

Hêdî hêdî navê wî belav bû , rûsipî û dewlemendan xwestin ku pesnê wan bide, lewma em dibînin ku yek ji wan “Ibn Kîxil” wî dixe zindanê de ji ber pesnê wî neda.                          

  

Mûtenebî di vê rewşê de demek dirêj ma ta ku “Ebû Eleşayir” ê Hemdanî nas kir, pesnê wî da wî jî ew nêzî xwe kir û rewşa wî xweş kir, paşê Mûtenebî xwe digihîne Sêf Eldewla mîrê Helebê û ew wî dike helbestvanê xwe yê taybet û tişta jê dixwaze ew bû ku li ber destê wî tu carî li ser piyan helbestê nebêje.

 

 Sêf Eldewla ew fêrî siwarbûna hespê û bikaranîna alavên şer kir û ew bi xwe re dibir cengan, da ku pesnên şer û Sêf Eldewla di şer bide.                                                                       

 

لئن كان أحسن في وصفها       لقد فاته الحسن في الوصف لك

 

ﻷنك بحر ،وإن البحار           لتأنق  من   حال  هذي  البرك

 

كأنك سيفك لا ما ملكـ           ـت  يبقى  لديك ، ولا  ما  ملك  

 

                                                       

 

Deriyê xweşiyê ji Mûtenebî re vebû û jiyana wî xweşbû.                                                            Mûtenebî jî pozbilind bû, yên li derdora wî jê dilgiran bûn, êdî gilî û gelacî li ber Sêf Eldewla dikirin.                                                                   

 

Mûtenebî jî li hember wan bêdeng nema, êrîşî wan dikir û ew piçûk dikirin, ji alîkî din ve jî ji Sêf Eldewla piştgirî û dilovanî dixwest.                  

  

مالي أكتم حبا قد برى جسدي    وتدعى حب سيف الدوله الامم

 

أزل حسد الحساد عني يكبتهم     فأنت الذي سيرتهم لي حسدا

 

Wiha di helbesta xwe gotiya: Hezkirina min ji Sêf Eldewla re ya herî rast e. vê hezkirinê hiştiye ku çavnebar li derdora me pir bin.

 

Dijminên wî yên dijwar; Ebû Fîras Elhemdanî pismamê Sêf Eldewla û Ibn Xalewê mamostê Sêf Eldewla bûn.

 

Ji ber dexesî, çavtengî û dilgiraniya wan kesên li derdora wî, Mûtenebî bêzar bû, bi taybetî dema Ibn xalewê di civata Sêf Eldewla de bi kilîtekê lê da.

 

 Piştî ku peyek û zilamê Ebû Eleşayir ê Hemdanî xwestin wî bikujin, Ji per vê rewşê Mutenebî ji Helebê derdikeve û berê xwe dide şamê, wê demê şam girêdayî dewleta lxşîdî bû.

 

Serwerê şamê Cuhû bû, xwest ku Mûtenebî pesnê wî bide, lê Mûtenebî xwesteka wî nepejirand û bi cih neanî, ji ber direve , Ji şamê berê xwe dide Mesrê cihê “Kafûrê lxşîdî”.

 
  • Mûtenebî birastî ji Kafûrê lxşîdî hez nedikir, lê ji bo berjewendiyên xwe çû cem wî , da ku bibe serwerê bajarekî û hin tiştan ji Kafûr qezenc bike.
 

وغير كثير أن يزورك راجل                                      

 

فيرجع ملكا للعراقين واليا

 

Wiha di helbesta xwe de gotiye: Mirovê ku were cem te, divê tu wî nas bikî, ew çi kes e, dê vala venegere tu yê wî bike şahê Iraq û şamê .

 
  • Kafûrê lxşîdî jî xwesteka nas dikir û bi cih neanî.
 

Soza xwe pê re negihande serî, di heman demê de ew dûr xist, lê nehişt ku ji ba wî bar bike, çûn û hatinên wî dibin kontirola Kafûr de bûn.

 

Di şeva Cejina Qurbanê de sala 350 k, Mûtenebî xwe ji destê Kafûr rizgar dike û helbestek dirêj ya devavêtinê li pey xwe dihêle.

 

Mûtenebî dema giha Kûfayê, Sêf Eldewla şand peyî wî, lê Mûtenebî venegeriye. Sê salan li kûfayê ma, paşê çû Bexdayê û ji wir berê xwe da Şîrazê, dema ji Şîrazê vedigere Kûfayê, rêgir rê li wan qut dikin û şer di navbera wan de çê dibe. Wî dixwest bireve û karîbû bireve, lê yekî bang lê kir û jê re got tu yî yê ku dibêjî:

 

الخيل واللّيل والبيداء تعرفني                            

 

                                   والسّيف والرّمح والقرطاس والقلم

 

“Ev çol û şev û hesp min nas dikin, şûr û rim û lênûs û pênûs jî.”

    

Pendên Mûtenebî di helbestê de: 

 

 Mûtenebî di helbestên xwe de ,gelek gotinên kûr û ramanên dûr û pendên bi nirx bikar anîye ,

 

Mûtenebî helbestên pendî yên taybet nenivîsîne,lê belê helbestên wî dinaveroka xwe de her tim pend dihewandin, kêm caran helbesta bê pend em li cem wî dibînin .

 

Mûtenebî pendên xwe ji du jêderan digier,yek ezmûn û serpêhatiyên wî û nerînên wî yên jiyanê û nerînên wî yên taybet derbarê bedibînî pîroz dîtin. Nerazîbûna ji rewşa heyî û daxwaza pêşveçûnê.

 

Mînak ji pendên wî di vê helbestê de em ê bînin:

 

 

 

الرّأيُ قَبلَ شَجاعةِ الشّجْعانِ      

 

                               هُوَ أوّلٌ وَهيَ المَحَلُّ الثّاني

 

فإذا همَا اجْتَمَعَا لنَفْسٍ حُرّةٍ       

 

                              بَلَغَتْ مِنَ العَلْياءِ كلّ مكانِ

 

Mûtenebî dibêje :nêrîna rast bibingeh û di cih de li pêşiya dilêriya şervanan e . di malika din de dibêje : eger her du taybetî ango nêrina rast û lehengî di kesayeteke azad de kom bibin, ew mirov dê buigihe astên herî jor.

 

Minakeke din ji ku dibeje:

  

فَلا مَجْدَ في الدّنْيَا لمَنْ قَلّ مَالُهُ

 
                                  وَلا مالَ في الدّنيا لمَنْ قَلّ مَجدُهُ([2]) 

Dibêje : pere û bilindayî bi hev bê hev du nabin.

 

Mîna vê malikê ku dibêje:                      

 

والظلم من شيم النفوس فإن تجد 

 

                                       ذا عفة فلعلة لا يظلم

 

Wate : kesê ku sitemkariyê nake, sedema wê heye,yan tirsa ji xweda ye yan tirsa ji insan e.

 

 

 

 

 

Mûtenebî di pendên xwe de pûtepêdanê bi awênekirineke vehesî nake, ango wateyên razberî li gor wateya ku dixwaze peyda dike û pendên xwe dike mîna yasayên mutleq ku guftûgo tê de nabe ,ji bo hemû dem û cihî guncaw in .

 

wek ku dibêje:

 

على قدر أهل العزم تأتي العزائم                        

 

وتأتي على قدر الكرام المكارم

 

Di vir de dibêje: karê mezin mirovên mezin dixwaz e,mirovên payeberz û can mezin karê mezin dikin.

                           



Pesndan li cem Mûtenebî

  

Piraniya dîwana Mûtenebî pesndan e, Mûtenebî pesnê her kesî nedida.

 

 Herî zêde pesnê du kesan daye. Yek ji wan Sêf Eldewla Elhemdanî , yê din Kafûr Elixşîdî bû, ji  Sêf Eldewla hez dikir lê bi Kafûrê Elixşîdî re ne dilsoz bû.

 

Mûtenebî pesnê kesayetan dida tenê ji bo berjewendiyên xwe bimeşîne yan ji bo samanan bistîne.

 

Sedema ku helbestên Mûtenebî gihane vê astê jî helbestên pesndanê ne.

 

Awayê bikaranîna wî ji pesndanê re hiştiye ku ji helbestvanên din cûda bibe.

 

Pesndana Mûtenebî ji hezkirinekê tê. Weke Sêf Eldewla Elhemdanî, Mûtenebî gelek caran pesnê wî dide, gava şer dike û gava di qada cengê de şûr hildide.

 

Sêf Eldewla gelekî ji Mûtenebî û pesndana wî hez dikir, nih salan li ba Sêf Eldewla maye, giraniyek dida Mûtenebî, lê mixabin ji ber çavnebarên li derdora wî, hiştiye ew nirxdana di dilê Mûtenebî de bibe ezezî.

 

Mûtenebî di aliyê nivîsên xwe de gelekî ji xwe razî bû, zîrekbûna ji xwe, awayê cuda yê bikaranîna wî ji qelemê re bû.

 

 Mûtenebî gotinên helbestvanên kevin bi kar tanîn. Lê bi şêwe û wêneyeke din, guhertinek dikir nav wan de.

 

Di vê helbestê de wiha pesnê Sêf Eldewla dida:

 

أو كان لفظك فيهم ما أنزل الـ       توراة و الفرقان والإنجيلا

 

 Wate : Mûtenebî Sêf Eldewla mîna peyxemberan dibîne. dibêje eger tu hebûna û gel peyva te bihîstiba ne Quran û ne Incîl xweda danedixist.

 

 Mûtenebî di pesndanê de ji xwe razî bû. Şêweyê tu helbestvanên berê û yê wê serdemê bi kar netanîn, cûda bû.

  

Mûtenebî gava pesnê kesekî dida, qala rewşa wî ya derûnî, malbatî û civakî bigiştî dikir, ew ji serî heya binî dida naskirin.

  

Dema pesndana wî ji Sêf Eldewla re, li kêleka wî, ji xwe razî bû û bi xwe şanaz bû. Em li vir dibînin ku pesnên wî ji Sêf Eldewla re rast bûn. Hezkirina wî jê re hiştiye ku pesnekî rast û dirust bide.

  

 wî xwe nimûneya herî jor û jêhatî di zîrekbûn û  helbestvaniyê de didît, gelek caran xwesteka Mûtenebî bû ku di şer û cengan de bibe weke Sêf Eldewla. Di rahiştina şûr û siwarbûna hespan de ji bo wî fêr bike ew gelek caran bi xwe re biriye şer û pevçûnan.

   

 Êdî Mûtenebî pesnê lehengiya hevalê xwe dida.

 

Ji ber çavnebariya li derdora wî, Mûtenbî mecbûr ma ku ji wir koç bike, lê ev nayê wateya ku ji  aciz bûbe, hezkirina wî jê re nayê guhertin.

  

Pesndayîna Mûtenebî hûrbûneke helbestî ye, ji pendên ku tê de tanîn, gazin ji felekê dikir her wiha di pesnê xwezayê de kêm nekiriye.

 

Pêxempera derbasî helbesta xwe jî dike:

 

او كان لج البحر مثل يمينه          ما انشق حتى لج فيه موسى

  

Her wiha qala feylesûfên Yûnaniyan kiriye,dema pesnê Ibn Emîd divê helbesta xwe de didê behsa feylesûfên yonan Erstotalîs dike

 

Weha dibêje :

 

مَنْ مُبلِغُ الأعرابِ أنّي بَعْدَها      جالَستُ رِسطالِيسَ وَالإسكَندَرَا.

  

Ango Mútenebî Ebin Elemîd dike mîna feylesûfên yonan Ersto, li vir em nasdikin ku Mûtenebî felsfa yonaniya xwendiye ji ber wê cihê xwe di helbesta wî girtiye

           

Rexnegirên helbestên pesindanê yên  Mûtenebî   dibêjin ku di aliyê wêne û şêwaz de weke hev in,

 

 Ev yek vedigere sedema ku qala xwe bêtir dikir, ji çi hez dikir xwesteka wî bi çi hebû wek hêz, merdbûn, ji dema ku ji dayik bûye ev tişt pê re hbûn û bi wan şanaz bû.

 

Mûtenebî di helbestên xwe de wêneyên rasteqînî bikar tîne, bi taybetî di pesinsana Sêf Eldewla de.

 

Ji ber ku ew pehsa lehengiyeke ku li ber çavên xwe dibîne dike.

 

Her weha vê lehengiyê û van wêneyên rastî bi agirê sawîra xwe dipêje:

 

Em li vê helbestê meyze bikin dema ku dibêje:

 

وقفت وما في الموت شك لواقف                         

 

كأنك في جفن الردى وهو نائم

 

تمر بك اﻷبطال كلمى هزيمة                              

 

ووجهك وضاح وثغرك باسم

 

تجاوزت مقدار الشجاعه والنهى                         

 

إلى قول قوم انت بالغيب عالم

 

Li vir em dibînin ku Mûtenebî behsa wêrekî lehengiya Sêf Eldewla di şer de dike vê yekê bi cavê xwe dibîne

 

Ji ber ku gelekî diçû şer lewma Mûtenebî dibêje tu di çavên mirinê de yî û mirinê çavên xwe ji te girtine,

 

Ev wêne ji xeyala Mûtenebî ye.

 


Stranşînî li ba Mûtenebî

 

Dema dapîra xwe piştî dûrbûneke dijwar dît, ev helbesta xwe rêz kiriye. Dapîra wî jî gelekî jê hez dikir, dema ku Mûtenebî dûrket, ew nexweş

 

ket, êdî dema ku Mûtenebî dît û ew himêz kir ji    

 

 kêf û eşqa xwe, êdî di wê kêliyê de, jiyana xwe ji dest da.

 

Helbest wiha ye :

 

أحِنّ إلى الكأسِ التي شرِبَتْ بها

 

                              وأهوى لمَثواها التّرابَ وما ضَمّا.

 

 بَكَيْتُ عَلَيها خِيفَةً في حَياتِها

 

                              وذاقَ كِلانا ثُكْلَ صاحِبِهِ قِدْمَا

     

 

 

Mûtenebî stranşîn pir negotine, ji ber wî ne ji her kesî re stranşîn digotin, tenê yê ku têkiliyên wî bi wan re xurt bûn, wî stranşînî li ser wan digot. Pesnê malbata wî dide.

 

Mûtenebî ji sê kesan hez dikir û dema ku jiyana xwe ji dest dan, wî stranşîn li ser wan got.

 

Yek ji wan xwişka Sêf Eldewla ya mezin bû. Mûtenebî hezkirinek birêz û nedilbijîn ji wê hez dikir. Dema ku jiyana xwe ji dest da wî stranşîn li ser wê got.

 

Fatik Elromî; Mûtenebî bi hêa û çavfirehbûna wî bandor bûbû, ew hevalekî dilsoz bû.

  

Li vir Mûtenebî li ser çûna van her sê kesan gelekî xemgîn dibe, lê di dawiyê de em dibînin ku wekû şêrekî rawestiyaye, acizbûna xwe dernedixist holê, di dilê xwe de dihişt, tenê ji bo hêzirekê nebarîne, ji ber şerm bû, hêsirên xwe bi nirix didîtin ji ber vê yekê nedigirî û biasemax bû.

  

Mûtenebî bêtirî xwe hişmend ne hoşyar bû.

 

Ev yek hiştiye ku hezkirina me ji Mûtenebî re zêde bibe.

   

Di stranşînyên de cudabún nedixist dinavbera jin û mêr de ,raste her yek li gor taybetmendiyên wan pesnê wan dida ,

 

Lê bi heman nêzîkatî nêzî wan dibû.

 

Di stranşînyên wî de gelek metelok û pend di destpêka helbestê de em dibînin û dinava helbestê de heta dawiyê derbas dibin.

 

 wiha di helbesta xwe de tîne ziman :

 

صَلاةُ الله خالِقِنا حَنُوطٌ                على الوَجْهِ المُكَفَّن بالجمال

  


Şanazî li cem Mûtenebî 

 

Helbestên şanazbûnê yên Mûtenebî tune bûn, lê şanazbûna xwe di pesndan û devavêtinê de, her wiha di gazin û di xezelê de jî diçesipand.

 

Bêgûman her helbestvanek bi helbestên xwe şanaz e, şanazbûna helbestvan di wextê pesndanê de, hêrsa wî tê xuyakirin û ji xwe razîbûn jî tê naskirin.

 

Mûtenebî gelekî şanaz bû, vê yekê hiştiye ku ew cuda bibe.

  

 Mûtenebî bi xwe şanaz bû heta dema ku behsa bav û kalên xwe dikir xwe dida pêş xwe çihê serbilindiyê ji bo wan didît .ne ku serî wî bi wa bilinde lê yên wan bi wî bilinde.

 

Weha em di vê malikê de dibînin:

 

ولَوْ لمْ تَكُوني بِنْتَ أكْرَمِ والِد    لَكانَ أباكِ الضّخْمَ كونُكِ لي أُما

   

                                                                                   Di helbestên pesindanê de xwe li pêşiya her kesî û di ser her kesî de dibîne.  

 

Wiha dibêje:                                                

 

وكيف لا يحسد امرؤ ع     له على كل هامة قدم

 

Her pesnê baş di civakê de dike yê  xwe, her weha bi helbestan rewanbêjiya xwe dibîne,           

 

Di cihek din de dibêje,                                         

 

وما الدهر إلا من رواة قصائدي

 

                                     إذا قلت شعرا أصبح الدهر منشدا 

 

                                   

 

Dibêje:dê zeman helbestên min vebêje dema ez helbestekê dibêjim her dim û li ser her zimanî tê gotin.                                                                   



Taybetiyên HelbestêMûtenebî

 



Biwêje:

 

Taybetiyek biwêjeyên Mûtenebî heye ku bi hêza rihê wî, hemwateyên wî û pênimûneyên wî re jî guncaw in.

 

Bêguman me di helbestên wî de dît ku xweşikbûn û xemlandin di biwêjeyên wî de hene.

 

Tê erêkirin ku xweseriya wateyên wî sibehiyekê dide derdorê.

 

Mûtenebî peyvên xwe li gor wateyên ku dixwaze hildijêre,lewma tu dibêje tenê ev peyv vê wateyê dide,

 

Peyvên  Mûtenebî hişk, giran bi hêzin û li jêr jî ev tişt tê xûya kirin.

 

أتوك يجرون الحديد كأنهم                                             

 

سروا بجياد مالهن قوائم            

 

 

 

Dema ku em bi hayî darî li cem peyv û wateya vê malikê bisekinin ,emê bibînin ku peyv tam li gorî wateyên ne .

 

Ango wate ev e:pesindana rewşa şer û çengê û pirbûna hijmara leşkerên dijmin e.

 

Peyvên ku Mûtenebî rêz dike ji bo vê wateyê bigihêne me hişik û giranin mîna : kişandina hesin , hespên bê ling.

 


 

wate :

 

Taybetiyeke wateyên Mûtenebî heye ku bi hêz û xweşikbûna xwe dihatin naskirin.

 

Dema ku em helbestên wî dixwînin, em dibînin ku wateyên  çandî di nav xwe dihewîne.

 

Rexnegirên helbestên Mûtenebî dane şîrovekirin ku Mûtenebî wateyê  ji dereke din tîne û bi şêweyê xwe diguherîne, girêkekê di hişmendiyê de çêdike û ji bo tu tê bigihêje divê tu careke din û yeke din jî bixwîne û têkiliyên di navbera peyvan de û di navbera peyv û wateyan de ji hev derxe û wateya nêzîk û dûr nas bike

 

 

 

Nerînên rexnegirên din dibêjin ku Mûtenebî wateyên ku ji wan hez dikir vediguhest wêneya gencaw û tê de rêz dikir, helbestên xwe di dema ciwantiyê de, ji gelek helbestvanên kevin yên berî xwe girtibûn.

  

Hemwateyên Mûtenebî xweştir û mezintirîn wate ne, ji pend û nimûneyên ku ji jiyanê re çalak in, hatine.

 

Raste Mûtenebî ji gelek helbestvan re xwendiye

 

Û bi wan bandor bûye her weha pendên erebî yên kevin û pend û felsfa yonanî jî xwrndiye û ji wan sûd girtiye  lê dema wan ji nûve saz dike û bi şêwe û qalubek nû pêşkêş dike bi peyên guncaw weteyê dicirsî

 


Devavêtin:

  

Wek ku bi me re derbas bû cawa Mûtenebî jixwerazî bû û bi xwe şanaz bû, di çavên xwe mezin bû, lewma xwe danedixist asteke kêmtir, Ango devbavêje kesekî

 

Lewma ev cûre li çem wî pir kêm e, tenê ji bo sê kesan ji necarî bikar anîye.

 

Di helbestên devavêtinê de pendan jî derbas dike û gekekî kesê bûye armanc piçûk dikê û wî diêşîne bi gotinê herî piçûk û dijwar, mîna ku behsa Kafûr lxşîdî dike û dibêje:

 

لا تشتر العبد إلا والعصا معه                                        

 

إن العبيد لأنجاس مناكيد     

 

ما يقبض الموت نفسا من نفوسهم                                      

 

إلا وفي يده نتنها عود        

  

Di van malikan de dibêje:

 

Kafûr yekî koleyî reş bû, dibêje; dema ku yekî kole bikire divê darê wî pê re be ji ber ku ne bi dar be nameşe.

 

Di malika din jî dibêje:

  

Dema mirin rihê wan digire, destê xwe bi wan qirêj nake, helbest dirêje…

 

Mûzîka helbestên Mûtenebî:

  

Weke ku me dît Mûzîka helbestên wî bi rihê wî re guncaw bûn.

 

Her wiha bi hoşiyariya wî û bi pênimûneyên wî jî guncaw bûn.

 

Tiştê herî xweş di helbestên Mûtenebî de, mûzîka helbestê ye. Taybetiyek ji teybetiyên şêwazê wî, mûzîka helbestê bû.

 

Giraniyeke mezin dida mûzîk û ritma ya helbestê, ji bo ku dema mirov helbestên wî bixwîne, nirx û çalakbûna wan zanibe.

      


Domahîk

  

Mûtenebî taca helbestvanên ereb  e tu helbestvanên ereb mîna Mûtenebî navdar nebûne  tu helbestvan pend û gotinên wan wek yê Mûtenebî li ser zimanê her kesî belav nebûne, bandora xwe heme bêje li wêjeya erebî ya peyî xwe bi giştî kiriye,

 

Mûtenebî em dikarin bêji di hemû pênimúneyên helbestî yên dema xwe de nivîsî ye.

 

Lê tişta herî zêde li çem wî pesindan, şanazî û pend bûn, helbestên Mûtenebî rengvedana jiyana wî ne

 

Bi hemû azwerî, wêrekî, hişmendî û bê şensiya wî di helbestên wî de, wêneya jiyana serdema wî diyar dibe her.

 

Her weha awaya fikirandina wî, beidîniya wî,  dilgiranî û hêviyên şikestî diyarin .

 

Nirxdayîna pere û hêz û mejî û rola wan di gihandina armanca mirov de  li ber çavan tên raxustin.

 

Kesayeta Mûtenebî di helbestên wî de berz û xûya ye, Mûtenebî tu çaran xwe kêmî tu kesî nedidît, her tim xwe li pêş didît.

 

Bi kûrtasî em dikarin bêjin yan em tevlî Ebin reşîqê  qeyrewanî bibin ku di lêkolîna xwe de  ya li ser Mûtenebî de, wî weha dinirxîne ( مالئ الدنيا وشاغل الناس )

  

Ewe yê ku (Jiyana me tije kir û her kes bi xwe re mijûl kir)

 


Ranya Tehlo



  

)[1] (Elraud  fi Eledeb Elerebî – R6

  

Jêderên Erebî:

Elrayd di wêjeya Erebî – Neyîm Elhimsî – Ç: Dar Mamûn : Şamê – Beyrût.

Mucem Elş’raa – Kamil Elcibûr – Dar Elkûtib: Peyrût –Libnan

Tarîxa Edeb Erebî – Hene Faxûzî .


  • Jêderên Elektironî :

Beyn Yedeyî Elmutenebî – Elî Ehmed Elhesen – Ç: Dar Minar .

Çîroka jiyana Mutenebî – Casim Elî – Ç:Dar bin Faris, Qahîra

Dîwana Mutenebî

Exbarê helbestvanan

Sêf Eldewla Elhemedanî – M.Semîr Elî Hisên – Ç:Dar Eleşayir : Peyrût.

 
 
 


 

Îroveyan
* E-name li ser malperê nayê weşandin.
I BUILT MY SITE FOR FREE USING