19 Jun
19Jun

Wêjeya Kurdî li Qefqasîyayê                                      

          Di salên 1915'an da, ji ber şerê cîhanê yê yekê û kirina komkujîyan di heqê Kurdan da, wan ji neçarîyê berê xwe dan Ermenîstan û Gurcistanê. Ji bo pêşxistina ziman û wêjeya komnetewên piçûk ên ku li welatê Sovyîtê dijîyan; dewleta Sovyîtê rê vekirin, destek da û biryara mafê çapkirina pirtûkan da Kurdan. Di salên 1923'an da kurdên li Sovyît û bi taybet li Ermenîstanê, dest bi xebata pêşxistina zimên kirin. Ermenîyên ku bi zimanê kurdî dizanîn, gava yekemîn bo pêşxistina zimên wan avêt û rojnameya bi navê "Rîya Taza"yê der xistin, pişt ra kurdên ku dibistan bi dawî dikirin, ev karê han berdewam kirin. Di sala 1924'an da hezkerekê Kurdan bi navê "Hagûb Xasîyan" (Lazo) alfabeyeka Kurdî bi tîpên Ermenî amade kir û di pirtûka "Roj"ê da, da çapkirin, lê ji ber ku tîpên Ermenî nikaribûn cîyên dengên tîpên Kurdî bigirin, ev kar negîya armanca xwe. Di sala 1928'an da û bi biryara xuhermendîya Sovyîtê, 'Erebê Şemo û "Ishaq Morogolof" ê Asûrî ji bo çêkirina alfabeyeka Kurdî bi tîpên latînî hatin erkdarkirin. Yekem pirtûk bi van tîpan bi navê "Fêrbûna xwendin û nivîsîna Kurdî ya xwebixwe"yê hat çapkirin. Rojanemya "Rîya Taza"yê ji ''Hewar ''ê mezintir û kevntir bû, her 10 rojan carekê dihat derxisitn.

          Di sala 1930'ê da, yekem hejmar bi tîpên Latînî der ket û ta niha jî berdewam e.  Ev rojname li Ermenîstanê ji zimanê wêjeyî ra bû bingeh, her wiha ji Kurdên Sovyîtê ra jî bû zimanê fermî. Di sala 1931'an da, ji bo amadekirina mamosteyên fêrkirina zimanê Kurdî, navendek li Yerîvanê vebû, gelek mamoste jê der çûn û li navçeyên Kurdan li Sovyîtê belav bûn û perwerde didan. ji salên 1932'an ta 1936'an ve, gelek pirtûkên wêjeyî (helbest), lêkolîn û folklora Kurdan hatin çapkirin. Di sala 1937'an da "Stalîn" sansorek li komnetewên piçûk xist û wan ji mafê xwendin û nivîsîna bi zimanê dayîkî bêpar hişt, rojnameya "Rîya Taza"yê rawestand û gelek rewşenbîrên mîna: 'Erebê Şemo, Hacîyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdûyê Kinco û Ehmedê Mîrazî, bi tewana têkilîyên bi derve ra da girtin. Ta salên 50'îyê jî valahî li qada wêjeyê hebû, lê di sala 1953'an da, piştî çûna "Stalîn", biryara pûtedana bi komnetewên piçûk dîsa hat standin. Vêce vê carê ji bo çêkirina alfabeyeka Kurdî bi tîpên Kirîlî, Hacîyê Cindî hat erkdarkirin, wiha û bi van tîpan "Rîya Taza"yê careka din çavê xwe li Ronahîyê vekir.

          Pirtûkên metiryalên dibistanan hatin çapkirin û radiyoyaa "Yerîvanê" dest bi weşana xwe kir, pê re jî gelek pirtûkên rêziman û ferhengan xwe dan der û gavbigav wêje gîya astên hîn xurtir.



'Erebê Şemo kî ye?

          Romanivîsê Kurd 'Ereb Şemseldîn Şamil, di 23.1.1897'an da, li gundê "Sûsizê" yê girêdayî bajarê "Qersê", bakur rojhilatî bakurê Kurdistanê, ji malbateka Êzîdî ra çavê xwe li dinyayê vedike. Jîyana xwe hemû bi koçberî, birçîbûn, êş û şivantîyê derbas dike. Tevlî karê leşkerî dibe û ji ber bi Kurdî, Ermenî, Rûsî, Tirkî û Yonanî xweş dizanî, karê wergerê li ordîyekê dike, pişt ra dibe endamê komîteya navendî yê "Partîya Komînîst a Ermenî".

          Di salên 1931'an da, li peymangeha "Lêkolînên Rojhilatî" li Lînîngrandê dest bi lêkolîna wêjeya kurdî dike. Di sala 1928'an da bi "Ishaq Morogolof" ê Asûrî ra Alfabeyeka Kurdî latînî çêdike û pê ra jî dibe endamê desteya sernivîsera rojnameya "Rîya Taza"yê.

          Di sala 1935'an da, yekem romana Kurdî bi navê "Şivanê Kurd" çap dike. Di sala 1935'an da, "Stalîn" wî sirgûnî Sîbîrîyayê dike, lê piştî 19 salan dîsa vedigere Ermenîstanê. Di sala 1956'an da romana xwe ya "Jîyana Bextewer" çap dike. Di sala 1966'an da, yekem romana dîrokî bi navê "Kelha Dimdimê" ku xwe dispêre destanên Kurdî çap dike.

          Di 21.5.1978'an da, li Yerîvanê dilê wî radiweste, canê wî sar dibe û li wir tê veşartin.


Romana Şivanê Kurd an jî Kurmanca ya 'Erebê Şemo:

           - Ev roman; yekem romana kurdî ye ku hatiye nivîsîn, 'Erebê Şemo tê da bîranîn û bûyerên jîyana xwe, her wiha jîyana kurdên koçer tevî rê û resmên Kurd û Kurdistanê bi ziravî û zarekê kurdî xweş, zelal, sivik û wêjeyî bi gelek lêkerên kurdî yên xwerû nivîsîye ku mirov mereqdarî xwedina wê dike, lê caricaran gotinên Erebî û Tirkî di nav hevokên wî da derbas dibin, ev bixwe jî lewazîyê dide deqaW wêjeyî.

           - Jîyana Kurdê belengaz û xizan di kesayeta 'Erebê Şemo da di hemû azarî, westîn û şivanîya wî da xuya ye, bi taybet di vî parçeyî da ku wiha tê da gotîye: “Pircaran, dadê, li cem xelkê bi rojê kar dikir, bi wan re li hev dihat ku bihêlin em zaro, li axurê yan li gova pez rûnin, ji ber ku di zivistanê de ciyê pez û dewar germ dibe. Lê tu xwedî belaş nedihişt em xwe germ bikin.”

           - Dibistan ango şepêla vê deqê civakî (sosyalîst) e. Çîna jorîn a axa, hempa û kûlakan bi hemû rengên cîwar ên desthiladarî, zordarî û stema wan bi serpêhatî û bûyeran anîye zimên, her wiha çîna jêrîn jî ya şivan, gavan, gedeh, leşker, şoreşger û partîzanan ji bîr nekiriye û di hevrûkirina jîyana her duyan da bûyer vegotine, her weke mijarên terzê jiyînê, cil, xanî, serîyên pez û konên zozanan, mînak: “Ger tiştek bi pez bûbûyana, xwedanê pez ta ku şivên li erdê biketana li wan dixistin.” Pê ra jî behsa xapandina wan ji şivanan re kiriye ku; gelek caran heqê westana wan dixwarin û dema diçûn zozanan ji bo gelek serî pez nedin şivanan, gelek pezê xwe didan alîkî û tevî yên cîran û xizmên xwe dikirin, pê ra jî bûyera birina wî ji çetelên mala mamosteya gund ra dema çûbû nameyekê bigihîne mêr û zarokên wê; di vir da, rewşa tengezar û nezanîya civakê ya dijwar di vî alîyê ku asayî tê hesêbê dide xuyakirin, di heman demê da jî dilpakîya vê civaka nezan li ber çavan raxistîye.

           - Li gelek deveran navên xwarinin Kurdî "mirtoxe, gata, qawirme", şînkayî "tirşoyê kelandî, spîdak, gûtik, sîso, helez û sergîn", terzê jîyanê, lidarxistina dawet û xwestinan "şandina topayekê: Destmal, sabûn, êlax", dab û jîyana netewên din ên weke: Rûs, Mexol, Yonan, Ermen û herêman wan anîye zimên û bi taybet herêm, gund û navçeyên Rûsya û Qafqasîyayê, ev bixwe jî xaknîgarî û derdorê, her wiha çanda netewên din bi me dide naskirin.

            - Di bir û beşa pêşî da, zaroktîya xwe bixweşî, nexweşî, dilpakîya wê, hezkirin û hevaltîya zaroktîyê ya bi keça mamosteya xwe ra anîye zimên, mînak: “Roja pêşîn, gava ez ketim dersxanê, hema heyran min temaşaya tabloyên li dîwaran daleqandî kir. Çi nebû li wê? Teyr, heywan, heşerat, xerîte... Min tu tişt ji wan dernedixist, lê kêfa min bi wan gelek dihat. Bi tenê, tiştek hebû nedikete serê min; li cem teyrên rengareng tabloyeke ecêb û bi tirs hebû. Ev zilamekî bi qehfeke rût bû. Di qehfê de diran û şûna çav û difin qulên mezin hebûn û ev zilam bi tenê ji hestiya pê ve ne tu tişt bû. Welê dihate min ku, ev yek ji wan cinan bû ku li mal em pê ditirsandin. Tesîra vî tiştî di min de ewqas mezin bû ku gava ez di ber re derbas dibûm min çavên xwe digirtin û êvaran, di tariyê de, min nediwêrî bi tena xwe li odê bimînim. Min gelek hez dikir mana vî ji mielimê bipirsim, lê ji fehîtiya min, ji min nedihat. Piştre min bala xwe da ku şagirt qet guh nedidan vê tabloyê. Bi vî awayî dilê min jî êdî xurt bû. Hêdî, bêtirs ez li ber dimam û min seyra tabloyên teyrên xweşik dikir.

Ez bi keça mielimê, Marûsiya re, bûbûm heval. Ew keçikeke gelek delal û qenc bû û di şobeya dibistanê ya diwemîn de dielimî û baş bi xwendin û nivîsandin dizanî. Ewê di naskirina tîpan, dirustkirina hec û pirsan de gelek arîkariya min dikir. Her du mielimeyên min, a mezin û ya piçûk, ji pêşveçûnên min ecaîb diman. Min gelek hej Marûsiya dikir û sibeha gava zû, li dersxane û mezela mielimê, min sobe pê dixistin ez li ser pêçiyên xwe dimeşiyam da ku wê şiyar nekim.”

-         'Ereb jîyana şivan û şivantîyê bi her awayên wê anîye zimên; behsa lîstikên xwe "zeze", stran û tevgerên xwe "Arxalix, oyme û beşmet",  parastina ji guran "xistina agir di gepa gur de", çûyîna zozan û deştê, xwarina nan û şîr "şîrê adan û yê bê îman", pisporîya di naskirina pêz da, textorîya Kurmancî, karê ku divê bê kirin dema werz bên guhertin û gelek mijar û rêyên şivantîyê rave û diyar kirine, her wiha parastin û danasîna destan û dabên kurdî bi taybet vegotina wî ji çîroka "Siyamend û Xecê" ra. Lê tiştê herî balkêş di romanê da ew e ku; ew kesayeta şivan ê nezan veguhere kesayeteka şoreşger, zîrek, xwendevan, bilîmet, zana û têkoşer.  

           - Ziravîyên kûr ên şerê hundirîn li Rûsyayê di nav Rûs û partîyên wan da û yên li ser sînorên derdor jî bi navan yekoyek mîna navên Fermandaran, hêzên şerker, cî û demê ku şer lê çêbûne xweş anîye zimên.

           - Caricaran kesayeta nivîskar a komonîst û bolşevîkî di hevok, peyv û hûnana wî da pir xuya û berçav e, ku di şerê li dijî “beg, axa û şêxên derebegî” yên kurd da û di rakirina serdestîya olperstîyê da di kesayetên şêx û melayên ku destê axa û began digirtin û gel bi navê olê dixapandin, nivîskêr di vir da roleka pir giring lîstîye û hewl daye bi rakirina vî tiştî, jîna hejar a Kurd ji holê rake, her wiha çaxinan dev diavêje hêzên dijberî idyolojîya xwe, ku bi şêweyekê rasterast li ser wan ranewestîyaye, lê belê li ser çengkirin û kêmkirina wan, pê ra jî reşkirina wan li ber çavên me di rêya xuyakirina reftar û kirinên wan da. Di beşa dawî ya “Kurdên Alagozê” da, dîsa jî behsa jîyana kurdan a hejar û teşeyê jiyînê di rewşa derebegîyê da dike û wê û deverên din dixe nav hevrûkirinekê da, mînaka li jêr jî xweş van gotinan teqez dike:

“Dijminên me yên pêşîn û dijwartir beg, axa, mela, şêx û hempa ne. Bi wasiyeta adetên kevin, ew me ji xwe re dikin xulam û me ji bo şixulên xwe dixebitînin. Va ye binêr! Ewrên reş ji nihu de kom dibin; bisteke din, baran wê bikeve, kifletên te wê şil bibin; ji ber ku berê ku tu konê xwe deynî, beg te mecbûr dike ku tu yê pezê wî deynî. Em nikarin êdî bi vî awayî bijîn. Li gora adetên kevn, divê ku em bêgotin serê xwe li ber beg, axa, şêx û hempa xwar bikin û guh bidin gotinên wan, ne ji ber ku ew zilamên qenc, xwenda, zana û bieqil in, lê ji ber ku bi tenê beg an dewlemend in. Em ji aliyê wan çi qas tên êşandin û kêm kirin!... Li cem dewlemendan, kon tije mal û pere ye, lê, li pişta feqîran tenê kirasek dirandî heye. Divê ku em adet û qanûnên xwe yên kevin bavêjin û êdî guh nedin şêxan ku timî dibêjin: “Bi gotina mezinên xwe, began bikin”; guh nedin beg û axa ku emirên wek van didine me: «Dijî qudsiyeta şêxa tiştekî mebêjin! Ewê we kor bikin!... » Û gava yek qala şêxekî, pîrekî yan melayekî dike, beg wî davêje ber daran. Bi vî awayî ew hev û du digirin û ji feqîran xebat û Îtaetê dixwazin. Divê em van qanûnan ku ji aliyê beg, şêx û melayan hatine danîn berdin û qanûnên welê çêkin ku pê feqîr karibin bijîn û xwe ji bin istibdada axa û şêxan xilas bikin. Çima şêx û melayên feqîr tune ne? Ji ber ku ew me icbar dikin ku em ji wan re bixebitin. Berê, gelek miletên din weke me dijîn. Ew jî weke me koçer û gundî bûn. Lê, ewan berî me fehm kirin, bi ziraet û çandiniyê re seneat jî elimîn û ji xwe re bajarên mezin çêkirin. Lê, em hîn wek berê dimînin. Em di koçeriyê de didin dû began, xizmeta wan dikin. Ev hal, mîna vê meselê ye: “Herwekî bavekî du kur hebûn; yek ji wan, piştî ku hate dinê, midetekê di dergûşê de ma, pişt re meşiya, mezin bû û bû zilam. Lê, yê din tim di dergûşê de ma û tu caran jê derneket. Em wek vî kurê paşîn in. Ev çend hezar sal in ku em hatine dinê, lê em hîn di dergûşê de ne û em bijîriya xelkê dijîn. Êdî, ji bo me jî wext e da ku em jî rabin ser xwe û wek miletên din bijîn. Binêr, meselen, li gora adetên me yên koçeran, divê ku her Kurd konê xwe bi awakî miayen deynê, yan na, ji qanûnên ocaxê derketin, mal û malbata wî tev de wê bine helakê. Lê, digel vê yekê, beg û şêxên me, konên xwe bi kêfa xwe datînin û tu bela nayê serê wan.”   

           - Dab, rê û resmên kurdên koçer ên weke xweavêtina di bextê jinan da, stranên dema çûna zozanan, cejnên: "Baro-dan-Cejna beharê" ku di beharê da, gava pêz dibin zozanan û "Beran-berdanê-cejna payizê"; dema ji zozanan ber bi deştê ve diçin.

          - Xaleka bigehîn jî hebû ku nivîskar baş li ser rawestîyaye, ku jin jî mîna; Parê (Jina Ermen), Karê ( hezkir û keç meta wî), xwişkên wî (Çîçek û Gulzar) û ya herî giring: Elmastê (jina ku li hember Cangîr Beg sekinî û singê kon avêtê ku lêbixe, xweş anîne zimên û wan weke endamin sereke di romana xwe da bi kar anîne ku azadîxwaz in û bivîn li ber hukimê derebegîyê serî hildane.

          - Xala pesindayîn û xweşanîna xweristê li ser zimên û bitaybet dema çûyîna zozanan, daketina deştê, cejnan û çûyîna şivantîyê ji bîr nekiriye û ev xal bûye xaleka alîkar ji bo xweşkirin û bi kar anîna wêjeyê û xurtkirina wê.

          - Xala dawî ku min xurtbûna wêjeyê tê da dît û bi hûnaneka xweş hatiye, ew e ku; dema nivîsakar gelek wate li peyvê bar kirine. Mînak: “Heyva çardeşevî sor û mezin, wek firaxekî paxirê qilêkirî.”












Encam:

  • Piştî salên 1920'an, Sovyîtê rê vekirin, destek da komnetewên piçûk û biryara mafê çapkirina pirtûkan da Kurdan, ev jî bû binegeheka xurt a pêşketina ziman û wêjeyê li Qafqasyayê.
  • Di salên 1923'an da Ermenîyên ku bi zimanê kurdî dizanîn, gava yekemîn bo pêşxistina zimên wan avêt û rojnameya bi navê "Rîya Taza"yê der xistin ku heta niha berdewam e.
  • Di sala 1928'an da 'Erebê Şemo û "Ishaq Morogolof" ê Asûrî ji bo alfabeyeka Kurdî bi tîpên latînî çêkirin û yekem pirtûk bi van tîpan bi navê "Fêrbûna xwendin û nivîsîna Kurdî ya xwebixwe"yê hat çapkirin.
  • 'Erebê Şemo di sala 1935'an da, yekem romana Kurdî bi navê "Şivanê Kurd" çap kiriye.
  • 'Erebê Şemo; çîna jorîn a ax û began bi desthiladarîya wan û çîna jêrîn jî ya şivan û partîzanan bi serpêhatî û bûyeran anîye zimên û hevrûkirin di nêv wan da çêkiriye.
  • Ziravîyên kurdwerî, bîranîn û navên nû ku çand, dever û netewan bi me dide naskirin, yek ji xalên berbiçav bû ku 'Erebê Şemo bihostayî ew hûnabûn.
  • Kesayeta nivîskar a komonîst û bolşevîkî di hevok, peyv û hûnana wî da pir xuya û berçav e, lê belê carinan dev diavêje hêzên dijberî idyolojîya xwe, pê ra jî behsa jîyana kurdan a hejar û teşeyê jiyînê di rewşa derebegîyê da dike û wê û deverên din dixe nav hevrûkirinekê da.
  • Jin; ji vê deqê ne bêpar bûn, di romanê da endamin sereke bûn ku 'Ereb roline giring dabû wan û bi taybet serîhildana li hember hukimê derebegîya wê demê.
  • Di encama giştî da; ji bilî ku romana Kurdî ya destpêkê ye, ev deqa han ku her alîyê wê li xweşîya mirov tê, bi wêje, dab û rewiştê têr û tijî ye. Jîyana Kurdan û cîwara wan a her devera ku lê dijîn e, ku ev jî dibe sedem bi baldarî û hezkirin were xwendin, an ku bi gotineka din, ev berhem hêjayî xwendinê ye.








Çavkanî:                      

Îroveyan
* E-name li ser malperê nayê weşandin.
I BUILT MY SITE FOR FREE USING