"Berî ku Zeredeşt derkeve, Îraniyan du Xwedawendê pîroz nas dikirin; Xwedawendê Rojê û Agir, Xwedawendê tarîbûnê û Şer û hemû kiryarên xerab ên dijî mirovahiyê. Di demekê de Îraniyan sê Xwedawend nas dikirin, Xwedawend Mîtra ya buhar û zozanan, ku Zeredeşt bixwe ew pejirand û ew pasvanê deşt û zozana didît û ji vê xwiya dibe, ku kurd wek koçeran jiyan dikirin û xwedîkirina pez û pirên caran şerê wan di nav hev de bû, li ser deşt û zozanan. Xwedawendê duwem, Yîma ew xwedanê piştî mirinê ye ( cîhana jêrîn), xwedawendê sêyem Paşa xwedanê erdê, ji alîkî din ve Xwedawendên nedihatin dîtin jî hebûn , ew xwedanên ku giyanê her tiştî bi vîna wî ve girêdaye bû û bêyî wî tu kes nikare kar bike ew bêdestpêk e û bêdawî ye, ew bi mayinde ye ne dimre û ne kes kare wî bimrîne. Di serdema Mîdiyan de du Xwedawend hebûn Somayan û Fahoma, ev herdû Xwedawendê şer bûn û di dema xweyî dawî de, Xwedawendekî sêyan nas kirin, navê wî Ehrîmandiyo bû, bi giştî ev rewş beriya Zeredeşt hebûn.
Zêdetir bixwînin