•  24/05/2021 09:32 AM

MED B.Z. di 1000’an de Asûrî li herêmê hatibûn asta xwe ya herî bilind. Asûriyan li derdora xwe bandoriyeke herî mezin dikirin. Li ser hemû gelê herêmê zilmeke pir mezin didan meşandin. Li herêma Mezepo­tamaya li hemberî Asûriyan têkoşîna Medan dest pê dike. Li gorî dîroknasê Yewnanî Heredot hêjmara qiralên Medan çar in û navên wan ev in: Diyako, Firortîş, Keyaksar û Astiyag.

Zêdetir bixwînin
  •  20/05/2021 12:18 PM

Li gorî lêkolînên arkeologan cara pêşî sumerî li Mezopotamyayê berî zayînî (bz) li derdora salên 3500î li ser kevir û lewheyên axikî bi awayekî sîstematîk wêne kolane. Piştre wêneyên xwe basît çêkirine ku mirov têbigehîje. Ji wêneyên weha hêsan û sîstematîk re pîktogram dibêjin. Ji ber ku sumerî wêneyên xwe li ser heriya şil û bi kam nivîsîne,detaliyên wan ji aliyê arkeologan ve baş nehatine xwendin û fêm kirin. Piştî sala 3000 î sumerî pîktogramên xwe bi pêşxistine û wek nivîsar li ser lewheyên axikî yên biçûk nivîsîne.

Zêdetir bixwînin
  •  15/11/2018 11:11 AM

Yek ji navdartirîn helbestvanê kurd e, ku helbstên wî bibûn mîna tîrêjekê ji roka zer di şevê tarî de û gotinên wî mîna baranên buhara hêvî didan miletê xwe û riya azadî û têkoşînê li ber wan vedikir. Ciwanmêr û helbestvanê kurd Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekîgundî, cotkar û belengaz di sala 1903 de li gundê Hesarê li bakurê kurdistanê hatiye cîhanê. Ji 11 xuşik û bira tenê sisê mane Şêxmûs, Xelîl û Asya. Di sala 1918 de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê çûye ser dilovaniya xweda. Di sala 1919 de li gundê Bêdir-Memo diya wî Eyşan ya heftê salî çûye ser dilovaniya xweda, Cegerxwîn demekê li cem xuşk û birayê xwe maye.

Zêdetir bixwînin
I BUILT MY SITE FOR FREE USING