Li gorî lêkolînên arkeologan cara pêşî sumerî li Mezopotamyayê berî zayînî (bz) li derdora salên 3500î li ser kevir û lewheyên axikî bi awayekî sîstematîk wêne kolane. Piştre wêneyên xwe basît çêkirine ku mirov têbigehîje. Ji wêneyên weha hêsan û sîstematîk re pîktogram dibêjin. Ji ber ku sumerî wêneyên xwe li ser heriya şil û bi kam nivîsîne,detaliyên wan ji aliyê arkeologan ve baş nehatine xwendin û fêm kirin. Piştî sala 3000 î sumerî pîktogramên xwe bi pêşxistine û wek nivîsar li ser lewheyên axikî yên biçûk nivîsîne.
Zêdetir bixwînin