Şîroveyeke herî nêzî rastiyê ye ku dema pêşiyên sûmeran destpêkê ji Mezobotamyaya jorîn ber bi mezobotamiyaya jêrîn koç dikin, ew koç rastî dema Tel Xelef(BZ 6000- 4000) çaxê herî pêşketî a kakil Aryanyên mezobotamiya jêrîn tê. Çanda wê ji bixwe re di bin û derdixînin qonaxeke jortirîn. Divê mirov sûmeran ji komên koçkirî wêdetir weke belavbûna çanda Tel xelef bi nav bike. Hêmana bingehîn a herî bi bandor belavbûne. Bêguman neraste ku mirov çanda xwerû bi bizire, ketina wan ya nav hev her dem gengaz e.
Zêdetir bixwîninPişavtin (pişaftin) çi ye, tê çi wateyê? Berî her tiştî peyva pişavtin tê wateya, bi rê û rêbazên mina reşkirin, kirêtkrin, sexurandın, hetikandin, riswakirin, biçûkxistin û hwd. tepeserkirin, helandin, veguherandin, ji cewherê xwe, ji çand û zîman xwe, ango ji nasnameya xwe dane şerimkirin, derxistin, dûrxistin û biyanîkirin e; di encamî de ji binyat, reh û kokên xwe qutkirin û li hember hemû nîrxên xwe yên giyanî, neteweyî û mirovî (însanî) rakirin û kirine dijmin e.
Zêdetir bixwîninMihemed Emîn Zekî di pirtûka xwe de: Kurtiya Mêjûya Kurd û Kurdistanê, wergera Mihemed Elî Ewnî, ya ku li Qahîrayê, sala 1936an, derket, di rûpelên 142-146an de dibêje: "dipey ku dewleta Eyûbiyan mîrî, (ango hikûmeta) Zenkî ji navê rakir, mîriyeke kurdî ji Azîzan li Cizîra Botan hate ava kirin".
Zêdetir bixwîninMED B.Z. di 1000’an de Asûrî li herêmê hatibûn asta xwe ya herî bilind. Asûriyan li derdora xwe bandoriyeke herî mezin dikirin. Li ser hemû gelê herêmê zilmeke pir mezin didan meşandin. Li herêma Mezepotamaya li hemberî Asûriyan têkoşîna Medan dest pê dike. Li gorî dîroknasê Yewnanî Heredot hêjmara qiralên Medan çar in û navên wan ev in: Diyako, Firortîş, Keyaksar û Astiyag.
Zêdetir bixwîninLi gorî lêkolînên arkeologan cara pêşî sumerî li Mezopotamyayê berî zayînî (bz) li derdora salên 3500î li ser kevir û lewheyên axikî bi awayekî sîstematîk wêne kolane. Piştre wêneyên xwe basît çêkirine ku mirov têbigehîje. Ji wêneyên weha hêsan û sîstematîk re pîktogram dibêjin. Ji ber ku sumerî wêneyên xwe li ser heriya şil û bi kam nivîsîne,detaliyên wan ji aliyê arkeologan ve baş nehatine xwendin û fêm kirin. Piştî sala 3000 î sumerî pîktogramên xwe bi pêşxistine û wek nivîsar li ser lewheyên axikî yên biçûk nivîsîne.
Zêdetir bixwîninRomana Şivanê Kurd an jî Kurmanca ya 'Erebê Şemo: Ev roman; yekem romana kurdî ye ku hatiye nivîsîn, 'Erebê Şemo tê da bîranîn û bûyerên jîyana xwe, her wiha jîyana kurdên koçer tevî rê û resmên Kurd û Kurdistanê bi ziravî û zarekê kurdî xweş, zelal, sivik û wêjeyî bi gelek lêkerên kurdî yên xwerû nivîsîye ku mirov mereqdarî xwedina wê dike.
Zêdetir bixwîninDi roja 05/01/1905 ê de , xwedê kurek da Sebrî Axa li gundê wî Narincê , navê wî kire (Osman ) ; di nav salan de Osman mezin bû , temenê wî bû 10-11 salî bavê wî Sebrî Axa çû ber dilovaniya xwedê , vêca li şûna bavê wî Apê wî yê mezin ( Şikrî ) bi kar û barên hoza Mirdêsan ve rabû û bi dilovaniyeke mezin jî ( Osman Sebrî ) xwedî kir hem jî rêzanên hoza Mirdêsan şanî wî dan û bi gelek dan standinên navçêre serwext kir , da ku çavê wî vebin û amadebe ji pêşerayan re .
Zêdetir bixwîninBûyîna wêjeya kurdî ya nûjen û pêşketina wê li ser zemîna helbesta kilasîk bû. Afrandinên wêjeya devkî ya kurdî gelek sedsal derbas kirine. Rewşa derdorê ya gelê kurd ew neçar kirin ku seranserî sedsalên dûvdirêj, jiyaneke dijwar bi êş û azar bijîn û vê yekê hişt ku bandoreke mezin li pêşketina wêjeya kurdî û bûyîna cûreyên wê bike.
Zêdetir bixwîninYek ji navdartirîn helbestvanê kurd e, ku helbstên wî bibûn mîna tîrêjekê ji roka zer di şevê tarî de û gotinên wî mîna baranên buhara hêvî didan miletê xwe û riya azadî û têkoşînê li ber wan vedikir. Ciwanmêr û helbestvanê kurd Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekîgundî, cotkar û belengaz di sala 1903 de li gundê Hesarê li bakurê kurdistanê hatiye cîhanê. Ji 11 xuşik û bira tenê sisê mane Şêxmûs, Xelîl û Asya. Di sala 1918 de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê çûye ser dilovaniya xweda. Di sala 1919 de li gundê Bêdir-Memo diya wî Eyşan ya heftê salî çûye ser dilovaniya xweda, Cegerxwîn demekê li cem xuşk û birayê xwe maye.
Zêdetir bixwîninDi sedsala 20an de pîştî ku wêjeya nûjen li cîhanê belav bû 75% ji xaknîgariya kurdistanê di bin desthiladariya impiratoriya Osmanî de bû lê di despêka sed sala 20an de hin hestên netewperestiyê li cem miletê rojhilat şiyar bû û mafê zimanê xwe ji impiratoriya Osmanî wergirtin kurdan jî dest bi zimanê xwe kirin.
Zêdetir bixwînin. Ehmed Ibn Hisên kindî,bi nasnav (Ebû Elteyib El-Mûtenebî)tê naskirin.
Zêdetir bixwîninTevî ev qas xwîna ku hatiye rijandin, canên ku bûne qurbanî, jinên ku hatine sebîkirin, zarokên ku hatine sêwîkirin, samanên ku bûne xenîme, bajarên ku hatine wêrankirin û malên ku hatine şewtandin, hîn gelek Kurd hene bawer dikin ku Îslamê bi aştî, bêşer û kuştin belav bûye. Kurd ne bixweşî û ne bikêfa xwe derbasî Îslamê bûne, lê belê bi darê zorê li wan hate sepandin. Li gorî gelek dîroknivîs û jêderên erebî û ewrûpî, wan gelekî li ber xwe daye, hatine kuştin û çem bi xwîna wan herikîne, ta ku hêzên îslamî derbasî Kurdistanê bûne û kelhên wan ên mîna “Celewlayê, Hilwanê, Amedê, Ehwazê û hwd..” dagir kirine. Piştî derbasbûnê jî, wan Cizye li Kurdan sepandine û li gorî nameya (Ayeta) wan ê ku cizye nedida û nedibû Misilman, dihate kuştin.
Zêdetir bixwînin