15 Nov
15Nov

Osman Sebrî

( APO )
1905 – 1933

Di roja 05/01/1905 ê de , xwedê kurek da Sebrî Axa li gundê wî Narincê , navê wî kire (Osman ) ; di nav salan de Osman mezin bû , temenê wî bû 10-11 salî bavê wî Sebrî Axa çû ber dilovaniya xwedê , vêca li şûna bavê wî Apê wî yê mezin ( Şikrî ) bi kar û barên hoza Mirdêsan ve rabû û bi dilovaniyeke mezin jî ( Osman Sebrî ) xwedî kir hem jî rêzanên hoza Mirdêsan şanî wî dan û bi gelek dan standinên navçêre serwext kir , da ku çavê wî vebin û amadebe ji pêşerayan re .

Di wê navê re Osman Sebrî xwendina xwe ya sereta di dibistanên Tirkan de bi dawî anî , li ber destê Mamoste ( Ismaîl Efendî ) û pêre ..pêre hez pirtûkên dîrokî û helbestan kir ; ji ber ku yekî tenê bû ji bavê xwe Apê wî Şikrî Axa xwest wî bi jin bike – li gor rêzanên Kurdan – da ku zarok jê re çêbibin , di 16 salaiya wî de Apê wî jinek jêre anî û wiha ji xwendinê dûr ket , ji wê jinê xwedê sê kur danê dido zû mirin û yê sisîyan ( Welato ) di destpêka sala 1970 ê de li welatê Kurdistana Bakur hat kuştin , temenê wî 47 sal bû .

Piştî apê wî Şukrî li ser destê Tirkan tê girtin, ew û çend peyayan ve ketin pêşiya karwanê girtiyan û leşkerê Tirko li bajarê Ruhayê û Apê xwe Şikrî ji nav destê wan azad kir.

Ji neçarî ew û Apê xwe Şikrî bi serê çiyayên Bllî ( Nemrûd ) ê ketin , hem ji bo xwe ji destê Tirkan biparêzin û hem ji bo karibin bi serhildanekê rabin ; lê mixabin wek ku wan dixwest bi wan re neçû serî , ji ber kesî ji hozên herêmê pişta wan negirtin û dawî ew di gel her du Apên xwe Şikrî û Nûrî û 16 hevalên wan hatin girtin û di roja 24/06/1926 ê de Tirkan her du Apên wî li Amedê ( diyarbekir ) ê bi darvekirin , lê ew di zindana Amed û Denizliyê de ma ta gulana 1928 ê ji nû hat berdan .

Piştî ku ji zindanê reha bû û çend heyvek derbas bûn , careke din hate girtin di gel 26 serok-hoz û Axayên Kurdan , bi gunehê ku xwe amade dikin ji şoreşkê re û bi vê tewanbariyê ew li Maletyayê pêşkêşî dadgeha leşkerî kirin ; Osman Sebrî de jî Osman Sebrî nêzîka 7 heyvan di zindanê de bûrandin .

Piştî ji zindanê serbest bû , mêze kir ku mana wî li Tirkiyê bûye zindan û tev rê li ber birrîne , vêca ji neçarî di roja 24/12/1929 ê de , ji Tirkiyê – Ser Xetê – daket û berê xwe da Sûriyê –Binya Xetê - ; xwe li hoza Berazan girt li bajarê Kobanê ( Eyn Elereb ) , serokê vê hozê Mistefa Şahîn Beg û Bozan Şahîn Beg bûn yên ku ji himdar û endamên komela (Xwêbûn an xoybûn ) ê bûn .

Xebat û berxwedana

Osman Sebrî

Li Sûriyê di navbera salên

1929 – 1951 ê de

Li Sûriyê , li ser destê Mîr Celadet Bedir-Xan Osman Sebrî dibe endamek ji endamên komela ( Xwêbûnê ) , ew komela ku di sala 1926 ê de li Beyrûtê hatibû damezirandin , ji rex welatparêz û rewşenbîrên Kurdan ve

Li Şamê gelek caran ew û hevalên xwe diketin gengeşeyê gerim de li ser babet û piroblemên netewî û şoreşê de , ji bin serê qerebalix û germbûna wan gengeşeyan ew û hevalên xwe dûrî hev diketin , lê çendî ji wan dûr diket careke din li wan vedigeriya , ta Mîr Celadet Bedir-xan kovara xwe (HAWAR) ê di roja 15/05/1932 ê de li Şamê çapkir û di nav Kurdan de belav kir , di hejmara pêşîn de ji HAWARÊ rehmetî Qedrî Can nivîsek di bin navê ( Hawar hebe gazî li dûye ) nivîsand û di bin vê edsrê re wiha nivîsand : ( ji bo birayê min Osman Sebrî ) û di hejmara (2) ê de ji kovara HAWAR ê belav kir û evin çend malik ji wê nivîsê :

Jiyan çiqas delale

Di nêv bav û biran de

Dil heye ko ne nale

Ber birînên riman de

Hawara me vayaye

Xew bê kêr belaye

Qet şik têde nemaye

Di gotinên yaran de ...

Belê Osman Sebrî jî nemerdî ne kir , helbestek nivîsand wek bersevekê li Qedrî Can di wê helbestê de wiha got :

Jiyan xweşe bi xurtî

Li Kurdistan bi Kurdan

Bav û biran ; çi bikim

Hemû min tê ji derdan

..........

..........

Hawarê xweş awakir

Dilê Kurdan pê şakir

Zar û ziman ava kir

Jîn û xweşî belav kir ...

Belê , tevî ku dest bi nivîsandinê kir jî û hewl da ku hêza xwe têke xizmeta qada ziman û rewşebîriyê , lê hestê wî yê şoreşger zora ramyariya wî dibir mêla wî dima li ser şerê çekdarî , tebat û lebat lê ne dibû ku tiştekî bi hêza tifingê bêk bîne lê mixabin hewldanên wî tev bi bayê re diçû , ji ber ku ew û hevalên xwe li Şamê di bin darê rûniştina zorê de bûn , nikarîbûn ji ber hikûmeta Fransî ji Şamê bilivyana , ji ber sozên giran dabûn hikûmeta Kemalî ku ji endamên Wêbûnê pir bi tirs û saw bûn .

Ji nav tevan Osman Sebrî ne ditebitî , rûnedinişt digot : ( wilo rûniştî nabe , divê em parakê bibînin ...) wek van gotinan li hawê hikûmeta Fransî ne dihat , vêca çend carekê zirt û fort lêkirin , li ser wan zirtên Fransyan Osman Sebrî helbestek nivîsand bi navê ( WELAT ) û di kovara HAWAR ê hejmara 19 ê de belav bi navê ( Axayê Mirdêsî ) , ev çend malikin ji wê helbestê :

Ew çiyayên bilind , avên di sar , parîzên rengîn ...

Ew bedewên çak , delaliyên pak zeriyên narîn ...

Çar bûn ? kûde çûne ? li kû mane ? ha bêje ...

Ev derdê bê derman ku ez kirime dîn ,

Di riya felat de , ger çiqas bi westim

Pê kêfxweş dibim , bilahî ez nabim xemgîn

Ez minetê negrim ji bona mayîna Sûriyê

Hê vir jî nebit eve di rex min de Felestîn

Bîstekê nikarim te bi derxim ji bîra xwe

Dixwazim bila min bişînin nav Çîn û Maçîn

Dema ko nakaribim li erdê Sûriyê biaxifim

Min dest daye birayê xwe yê Cegerxwîn .../5/

Di sala 1938 ê de dexwe dûrî komela Xwêbûnê kir , bi çend kesên din re komelek bi navê ( Yekîtiya Xortan ) li bajarê Şamê damezirandin û vê dawiyê xwe tevlî ( Nadî Selah Eldîn Elseqafî ) û navê xwe guhertin kirin ( Nadî Kurdistan ) , hingê bi dehan keç û xort li Şamê fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî kirin .

Lê ji ber êrîşên kesên Kurd yên komonîst ji rexkeî ve û êrîşên Ingilîz û Fransyan ji rexê din ve ( Nadî Kurdistan ) hat girtin , wî jî ji neçarî xwe dûrî Şamê kir û di sala 1941 ê de çû Tirkiyê nêzîka sê heyvan lê ma , di eynî salaê de careke din vegeriya Sûriyê , li bajarê Şamê hevkariyeke nû bi Mîr Celadet Bedur-Xan re danî û bi berdewamî di her du kovarên Mîr Celadet de ( HAWAR û RONAHÎ ) nivîsand bi gotar , helbest û wergerandinên xwe rûpelên van kovaran xemiland , ranewestiya ta ku ev kovar nema weşiyan di sala 1946 ê de .

Ev hin nimone ne ji wan nivisînên Osman Sebrî :

Dûroka jîna Napilyon / Hesen Celal / , ji zimanê Erebî wergerand bo zimanê Kurdî , li ser rûpelên kovara (RONAHÎ) di /12/ xelakean de belavbûn ji hejmarên / 17 – 28 / .

Tarîxa Kurd û Kurdistan / MI\ihemed Emîn Zekî , ji Erebî wergerand bo zimanê Kurdî di /3/ ê hejmarên (HAWAR) ê de belavbûn sala 1941 ê de .

Dîroka Jîna Selah Eldîn / Dr.Ehmed Bêlî / , ji Erebî wergerand bo zimanê Kurdî , di /5/ hejmarên (RONAHÎ) de belavbûn sala 1944-1945ê .

Ezdî û Ola wan , di /3/ê hejmarên (RONAHÎ) de belavbûn /19-20-21/ di sala 1943 ê de .

ji bîrên rojên kevin , navê dîwaneke helbestên Apo Osman bû , di (HAWAR) ê de belavbûne .

Di wê demê de jî , bi dehan gotar , helbest û nivîsandinên wî yên din di kovar û rojnameyan de belav dibûn , nemaze wek ew gotarên li ser nêçîrê , çiyayên Sasûnê , Agirî , Mirdêsan , rola jinan û sincî , hwd ... .

çend helbestên bedew ji bo zarokan afirandiye .

Hêjaye gotinê ku Apo Osman Sebrî di sala 1944 ê de careke din zewicî û xanima wî çerkesî bû xwedê sê kur û du keç danê navê kuran Hoşeng , Hoşîn û Heval e , navê keçan Hingîr û Hêvî ye , lê ( Kewê ) gelek kesan texmîn kirin ku keça wî ye , ew bi xwe keça birayê wî ye ku bi wefadarî buhara temenê xwe di xizmeta Apê xwe de derbas kir piştî koçkirina wî ji nû zewicî bi xortekî Kurd re ji Efrînê ; zarokên wî jî tev li Ewrûpayê dijîn.

Di sala 1946-1947 ê de , piştî ku Fransî ji Sûriyê derketin û hikûmet bû erebî , ew karê rewşenbîrî li ber Kurdan qedexe bû û hat girtin û (HAWAR) û (RONAHÎ) hatin girtin .

Di sala 1949 ê de heyamê hukmê Husnî Zeîm Osman Sebrî hat girtin û pê re hat surgûn kirin û ew avêtin bajarê ( Tudmir/Palmêra ) di wê êvarê de conta eskerî li hukmê Hisnî Zeîm rabû û hukim hate guhertin , bi wê guherînê re Osman Sebrî ji zindan û surgûniyê reha bû .

Vegeriya Şamê û mala xwe barkir nav Kurdên Cizîrê û ji bo xatirê nanê rojê bû mamûr di mîra de , geh li bajarê Qamişlo kar dikir î geh li Dirbêsiyê , wiha ji sala 1949 ê ta sala 1951 ê li Cizîrê ma .

Di roja 15/07/1951 ê de Mîr Celadet Bedir-Xan li Şamê çû ber dilovaniya xwedê , hingê Osman Sebrî mêze kir ku ew kelemê ku her gav di pêşiya xwe de didît êdî nema dikeve riya wî , piştî koçkirina Mîr kesek ji bilî xwe ne dît di pisporiya rêziman û nivîsandina bi Kurdî vêca di derhel de ji karê xwe yê li mîra derket û ji Cizşrê bakir û vegeriya Şamê da ku wê qûncka vala dagre , lê dîsa wek wî dixwest ne çû serî ( ji ber ku tu carî şagirtê bêcir , zizrz û bînteng nikare cihê mamostayê xwe yê şareza , pispor û bînfireh dagire ... ) .

Di sala 1955 ê de wî û çend havalên xwe , komelek bi navê ( komela vejîna çanda Kurdî ) li Şamê damezirandin yek ji wan Hemîdê hecî Derwêş bû wê hingê li zanîngeha Şamê dixwend ; yek ji daxwazên vê komelê ku xelkên Kurd hînî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bikin , di wê demê de çend pirtûkên Osman Sebrî çap û belav bibûn wek :

Alifbêya Kurdî

Bahoz

Derdê me ...

evin çend carên ku Osman Sebrî ji rex hikûmetê ve hatibû girtin :

Roja 15/08/1960 ê , di vê rojê de Osman Sebrî û Dr.Nûredîn Zaza di gel çil û heşt /48/ endamên partî hatin girtin û li zindana Helebê û ya Mezê li Şamê man ta roja 02/02/ 1962 ê .

Di sal 1963 ê de Osman Sebrî ji ber hikûmetê revîya çû Libnanê û çend heyvan li wir burandin .

Di roja 21/05/1964 ê de careke din ew û kurê xwe Hoşeng li Helebê hatin girtin di gel çend hevalên din û di zinadanê de man ta bi dawiya sala 1965 ê .

di dawiya sala 1965 ê de , nû ji zinadanê derketibû lê careke din li Dêra Zorê hate girtin û çend heyvan li wê zindanê jî ma .

Di sala 1957 ê de dema ji zindanê derket hikûmetê ew surgûnî bajarê /Siwêda/ kiri , ew dikeve başûrê Sûriyê .

di sala 1969 ê de , dadegeha dewletê biryar da ku du salan Osman Sebrî bê zindan kirin , lê wî xwe ji Sûriyê da alî û berê xwe da Tirkiyê , li wir dûm nekir piştî du heyvan dîsa zîvirî Sûriyê , çend heyvan veşartî ma û dawî hat girtin û di zindana /Qellhe/ de li Şamê ma ta sala 1970 ê . di vê girtinê de du avûkatan xwestin di dadgehê de bervedêriya wî bikin , lê ew bi wê bervedêriyê ne razî bû , piştî ji zindanê derket li mala xwe rûnişt li Şama Şerîf , Taxa Kurdan .

Dema ku partiya Demokartî Kurdî li Sûriyê , di êlûna 1965 ê de bû du perçe / Çep û Rast / , hingê Osman Sebrî û Cegerxwîn bi çepê partî re man û Apo Osman bû sekertêrê wê ta sala 1969 ê , vê paşiyê Cegerxwîn ji wan veqetiya û xwe bi rastên partî re girt ji ber ku Osman Sebrî wek şert li ber hevalên xwe yên di partî de danîbû , ew şert jî ku Cegerxwîn xwe ji komîta Merkezî/Navendî/ re nehhilbijêre , çiko ne xerce li gor dîtina Osman Sebrî .

Osman Sebrî li Şamê

Di navbera salên / 1971-1993 / ê de

Ji sala 1971 ê û virde , hikûmetê nasnameya /vatandaslik/ jê standin û ewk biyanekî lê nerîn û herdem û gav di bin çavnêriya karbidestan de bû , tevî ku rêka Eropa li ber vekirî bû lê destê wî ji welatiyên wî ne dibûn û her dem digot : ( Ez ji nav welatiyên xwe na livim , ya ku Kurdistan û ya goristan ) , di vê demê de careke din ji nû dest bi hînbûna û fêrkirina zimanê Kurdî kir û bi dehan xort û keçên Kurdan li Şamê Taxa Kurdan fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî latînî kirin .

Hem jî , di wan deh salên dawîn de mala wî bibû wek qublegehkê ji Kurdan re nemaze rewşenbîr û welatparêz , tevan xwe li mala wî digirtin piraniya wan hevpeyvîn pêre çêkirin û bîranînên wî tev didan .

Di wan deh salan de jî , çend helbest û gotarên bedew li ziman afirandin , di sibata 1983 ê de Enstîtûya Kurdî li Parîsê hat damezirandin , di bin navê û navên yazde nivîskar û rewşenbîrên din wek : Haciyê Cindî , Hejar / Evdirehman Şerefkendî / , Kendal Nezan , Remzî , Cegerxwîn , Yilmaz Guney , Ordîxan Celîl , Qenatê Kurdo , Dr.Nûredîn Zaza , Tewfîq Wehbî û Ismet Şerîf Wanlî .

Piştî ku enstîtûya Kurdî li Parîsê hat damezirandin Osman Sebrî çend gotar û helbestên xwe li ser rûpelên kovara /Hêvî/ belav kirin ev kovara ya ku Enstîtûyê derdixist , ev çend malikin ku min ji helbestekê wî ji kovara /Hêvî/ girt :

Dil pir dixwaze ku Hêvî hêvîya Kurdan be

Di warê ziman û zanstî her xwedî şan be

Zaravayê me bigihîne serhev di pêşen de

Kurdan nehêlê di nava cîhanê şermende

.....

.....

Bijîn kesên ku ji bo ziman dikin xebatê

Em in berê gel digihêzine riya felatê

Di sala 1984 ê de pirtûkek kiçik bi navê /Çar Leheng/ li Şamê çap û belav kir , her çar bûyerên vê pirtûkê di salên 1965-1966 ê de di kovar /Çiya/ de li Ewropa belavkiribû .

Her çend salên dawîn Apo Osman hin bi hin li xwe dişikand , pîrbûnê zoriya wî dibir lê di cewherê xwe de ew wek xwe bû her têkoşerekî serbilind bû , wek bazê serê çiya bû , her ew pêşmergeyê ku bi rext û fîşekan pêçayî bû , her ew xemxur û zikêşê gelê Kurd û Kurdistanê bû .

Roja duşembê 11/10/1993 ê , piştî nîvro Osman Sebrî gewrika dinyayê winda kir , li mala li Şamê Taxa Kurdan ya ku dikeve pala çiyayê Qasiyûn de raserî Şamê .

Di wan her du katejmîran de piştî mirinê ku mirov temaşe kiriba wê bidîta ku piraniya Kurdln Şamê xwe li mala wî digirtin bi şînî li ber deriyê mala wî kom dibûn û bi dêm talî silav li hev dikirin .

Di nav wan kesên ku kom bibûn li qorzîyekê ji hewşê keç û jinekê hevgirtibûn û digiriyan wan xweş dizanîbû yê mirî kîye , yek jê /Kewê/bû keça birayê wî ya ku buhara temenê xwe di xizmet , hilanên û danîna apê xwe de bûrandibû , xweş tê bîra min – wek îro- çaxê ku ez diçûm mala Apo Osman li Şamê wî bi gopalê xwe li erdê dixist û di got Kewê çayî bîne , jina din Diya Ciwan bû , hozanvana Kurd ya ku tê zanîn ye ji şagirtên Osman Sebrî bû û di bin akama wî de dest bi hûnandina helbestan kir ; li rexekî din ji hewşê çend xortan hêsrên xwe bi dizî ziwa dikirin , di nav wan de Dilawerê Zengê bû ku yek ji şagirtên Apo Osman bû û Ibrahîm Zaza ku di her deh salên dawîn de ji jiyana Apo Osman vê mirovî piraniya dema xwe li mala wî dibûhirand û li ber destên wî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bû wek yekî ji malê dihat nasîn ...û wiha gelek kes hebûn bêdiliya xwe diyar dikirin bê ku hajê kesî ji wan hebe ; bê guman hestekî rast û bi şewat ew kesên ha dehf didan ser wê şîniyê ji ber ku bêtir serwextbûn bi qedir û nerxê apo Osman zanîbûn , nemaze dema ku didîtin Kurd û biyanî xwe li malê wî digrin lavelavê dikin ku şorekê , peyvekê an gotinekê ji devê wî bigrin , tomar bikin û binivîsînin .

Wê şevê termê Apo di mala wî de ma , li hêvîya hatina kurê wî /Dr.Hoşeng / ji Almanya , roja din danê êvarê 12/10/1993 ê di gel kawanekî zexm ji otombîlên Kurdên peşdarbûyî , termê Apo Osman di rêka Helebê re guhestin Cizîrê nav Kurdan û ew di goristana gundê Berkevirê spartin xakê , ev gund girêdayî navça Dirbêsiyê ye dor 15 k.m ji sînorê Tirkiyê dûre .

Wiha ronahîyê stêreke geş û bi ronahî ji asmanê Kurdistanê rijiya , belê pir stêrên geş li şûn xwe vîxistî hiştin.

Sed rehmet li giyanê Apo Osman be û li giyanê tev şehîdên riya felat û azadiyê .

Ji Pirtûkên Osman Sebrî yên çapkirî

Elîfbêya Kurdî /1954 / Şam .

Bahoz / helbest / 1956/ Şam .

Derdên me / gotar û çîrok / 1956 / Şam .

Gotinên xav napijin bê tav / helbest / 1981/ Almanya / , helbestên vê dîwanê hêja Hemereş Reşo ji kovarên Hawar û Ronahiyê daye hev û pêşgotina xwe û pêşgotina Dr.Nûredîn Zaza çapkir .

Elîfbêya Tekûz / 1982 / Şam .

Çar Leheng / têkest / 1984 / Şam .

Berseva Hoşeng / 1992 / Şam .

Hin gotinên Apo Osman Sebrî

Parastin û geşkirina xwendin û nivîsandina Kurdî li ser milên her Kurdekî dilsoz û welat-parêze , bi taybetî xwendayên me , çunkî ziman rolekê giring di jiyana her netewekî de dimîne / dihêle / , zimanê me jî gelekî li paşdaye û gereke em bi zimanê xwe mijûl bibin , hingê em qenciyê li xwe dikin , bîrberek dibêjit : ( ku tu bixwazî bizanibî kesekî çend xizmeta miletê xwe kiriye , binêre ku wî çiqasî xizmeta zimanê xwe kiriye ... )

Daxwaza min ji hemî xortên Kurd ewe ku çavên xwe vekin , dost û dijminên xwe ji hev nasbikin û destên xwe bidin hev bo rizgariya gel û welatê xwe .

Mirovê gelparêz gereke van sê tiştan bi duristî biparêze :

Canê gelê xwe

Malê gelê xwe

Namûsa gelê xwe

Her kesê destê xwe dirêjî yekê ji vana bike ew dibe rûreşê gelê xwe û xortên Kurd gereke dostaniya wan neke .

Tu caran miletek hemî weka hev nafikirin û her hindeka bawerî bi ramanekê heye , vêca gereke her kes azad be di bîr û baweriyên xwe da çunkî kes bi zorê weka mirovî nafikirêt , ez bi ramana xwe û tu bi ramana xwe , lê em birayê hevin nabe em şerê hev bikin ji ber ku em hemî ji bo rizgariya miletekî û welatekî dixebitin .

Ziman , zimanê me gişka ne ?! ne yê yekî an yê didiwane , gava ku ji bo zimanê xwe bixebitin qenciyê bixwe dikin , lê heyfa yê ku heya niha bi ziman mijûl dibin gelekî kêmin .

Gelek ji xortên me çavên xwe berdane nivîsandina helbestan , ev ne tiştekî hêjaye , divê nivîsên rastesere bêne nivîsîn , belê helbest tiştekî ji edebêye lê ne tevaya edebê ye . Divê ku mirov bizanibe bi zimanê xwe binivîsîne , lê nizanin , hemû ji min re helbestan çêdikin .

Em miletekî bê zimanin anha pir xortên me hene xwendane , bi Erebî jî xweş dizanin , dibêjin : ( Em dê ji miletê xwe re xizmetê bikin ) , lê naxwazin hînî zimanê xwe bibin û ez dê çawa ji wan bawer bikim ?! 


Jêderên ku min sûde ji wan girt :
1- Osman Sebrî /kurtiyek ji destpêka jîna min /kovara Pêşeng – adara 1985 ê /hejmara 8 ê .
2- Kovara Hawar ê hejmara 52 ê /gotara bi navê Mirdêsan û Gawestiyên wan .
3- Roja 23-08-1991 ê li Şamê Apo Osman ev gotin ji min re got .
4- Kovara Ronahî hejmara 14 ê /gotara bi navê Şêrek bi darekî .
5- Axayê Mirdêsî ( Osman Sebrî ) kovara Hawar ê hejmara 19 ê .
6 - Kovara Hawar ê hejmara 21 ê /gotara bi navê Li goristana Amedê .
7- Kovara Hawarê hejmarên 28 , 54 , 56 .
8- Kovara Hawarê hejmara 53 ê /helbesta bi navê Evîn .
9- Osman Sebrî di hevbeyvînekê de /kovara Hêvî – 1990 /hejmara 7 ê .
10- Pêşeng - 1984 / hejmara 5 ê .
11- Pêşeng – adara 1985 ê /hejmara 8 ê .
12- Hêvî – 1990 /hejmara 7ê .
13- Elhedef /Armanc – 1984 /kovara P.D.K /hejmara 4 ê .
14- Pêşgotina dîwana Apo Osman , ji nivîsîna Hemereş Reşo û Dr.Nûredîn Zaza /Ratingen - Almanya – 1981 .
15- Tev hejmarên kovara Hawar , Ronahî , Roja Nû û du hejmarên kovara Stêr di gel tev pirtûkên Osman Sebrî .
16- Kovara Aso – 1992 /hejmara 1ê .
17- Min gelek sûde ji Mecîdê Haco Axa dît , li ser girtin û xebata Apo Osman sebrî , hem ji M.Salih Gedo û hin din .
18- Her ku Ez diçûm Şamê min serek dida Apo Osman , di wan serdanan de ez pêre diketim giftûgoyan de li ser gelek babetan , nemaze ziman û rewşenbîriya Kurdî .
19- Gotina (APO) , rehmetiya Xanim Rewşen Bedir-xan pêvekir û ma wek nîşanekê bi navê Osman Sebrî ve , dema di kovara Hawar û Ronahî yê de dixebitî rehmetiya Rewşen Xanim navê wî hilnedida ji ber rêzgirtina wê jê re bi navê (APO) pêre diaxivî û bi vî navî li nav Kurdên Sûriyê hat naskirin .

Îroveyan
* E-name li ser malperê nayê weşandin.
I BUILT MY SITE FOR FREE USING