Çîroka Nûjen
Em dikarin kurteçîroka nûjen bi vî rengî pênase bikin; ku ew hin bûyerên aşopî ne, yên ji aşopa nivîskar tên afirandin û vegotin. Jixwe bi rêkûpêkiyeke demekî kin û balkêş, ligel bikaranîna şêwazên vegotin û gotûbêjên ji aliyê nivîskar ve tên nivîsîn. Lê tevî ku kurteçîroka nû bûyerên wê aşopî ne, ew giradayî jiyana rastîn e (realîte) jî, ya ku em jiyan dikin û bi awayekî be, ku ziyanê li vê jiyanê neke. Ji bo vê em dikarin bêjin ku çîroka nû; çîrokeke rastîn a hatiye afirandin bi mebesta gihaştina ramanekê ye, yan jî belavkirina hin rêgez û sincên pak in. Pêwîst e em bizanin ku di kurteçîrokan de û pirê caran, balkêşî li ser kesayetekê ye û li ser bûyerekê ye. Jixwe ev nayê wateya ku tenê yek kesayet di van çîrokan de ye, lê girîngiya hemû kesayetan dê ne weke hev bin, her wiha awayê vegotina kurteçîrokê jî, wê tenê yek rê ji xwe re vebijêre.
Cûre û teşeyên kurteçîrokê:
Mirov dikare cûre û teşeyên kureçîrokê yên belav bûne destnîşan bike, ku bi piranî ev in:
Mîtolojî: Ev cûre kurteçîrok a tevhevkirina dema kevn (dema efsane) ligel dema nû û nûjen; ku bi awayê bikaranîna şewq û şemala aşopiyê ya di çîrokên kevn de, ligel cîhana pêşketî ku di jiyana nû de ye.
Tomarkirin: Ev cûre kurteçîrok pir balê nakişîne ser hest û ramanên ku ji aliyê wijdanê mirov de ne yan jî vegotina çîrokê bi awayekî kilasîk, lê belê ew ramanên ku di bîra nivîskarê çîrokê de, bi awayekî sade û berfireh in, da ku bikaribe rê berfireh ji xiyala xwe re veke. Lê bi şêwazekî ku bûyerên tên vegotin di çarçoveya naskirî de ne û bandora van bûyeran li ser hest û wijdanê nivîskar ta çi astê ye.
Pskolojî: Ev cûre ji kurteçîrokan, nivîskarê çîrokê dikare raman û hestên xwe dagerîne û bike gotinin pir bi bandor, her wiha yê nivîskar carinan ramanên xwe yên taybet di riya çîrokê re berovajî dike. Jixwe di çîrokên pskolojî de nivîskar gelek pirsgirêkên derûnî yên mirovan, tîne ziman û çareser jî dike, ku hin caran lehengê wê çîrokê bijîşkê nexweşiyên derûnî (pskoterpî) ye û di van rewşan de divê ji bo nivîsandina wê çîrokê alîkariya bijîşkên nexweşiyên derûnî bixwaze çi ji aliyê naskirina nexweşiyê ve û çi jî çareseriya pirsgirêkê, ango dermankirina nexweşiyê.
Fantazya: Ji cûreya vê kurteçîrokê re ya herî dijwar tê gotin, çimkî gelek gengeşeya ramanan di naveroka xwe de dihewîne, her wiha negirêdayî jiyana rastîn e. Jixwe cih û dem tê de, ne diyar e. Navê wê ji gotina ingilîzî (fantastic) hatiye, bi awayekî pir balkêş bûyerên aşopê vedibêje ku ew aşop
dûrî wan ramanên (aşopa zanistî) ne. Jixwe hin wêjevan vê cûre çîrokê weke
asta duyem ji wêjeyê lê dinêrin, bi sedema negirêdana wê bi jiyana rastîn re.
Hêmanên çîrokê:
Raman û Mebest: Armanca ku nivîskar dixwaze bigihêje xwendevanê çîrokê
di riya çîroka xwe re ye. Yanî em dikarin bêjin zende û şîretên ji çîrokê tên
sûdgirtin.
Bûyer: Ew koma kar û rastiyên di çîrokê de pêk tên û sedemên li pey hev û
birêkûpêk in. Jixwe piraniya wan têkildarî mijarekê û şerê di navbera
kesayetên çîrokê de ne. Ji bo naskirina asta ku Bûyer pêk hatiye; em di riya 4
lêpirsînan re dikarin nas bikin: Çawa, ku derê, Kengî, Çima Bûyer çêbûye?
Hûnandina Çîroka Nûjen: Ew koma bûyerên li pey hev û ji aliyê sedeman
ve tên rêzkirin. Jixwe di Hûnandina Çîroka Nûjen de; nivîskar weke nêrîn û
ramana giştî, çîrokê diyar dike. Di çîroka nûjen de, pirê caran despêka (şer û
berberiya) çîrokê, dibe despêka Hûnandina Çîrokê û dawiya (şerê) çîrokê,
ew dawiya Hûnandina Çîrokê ye. Ji bo vê em dikarin bêjin ku Hûnandin bê
(şer û berberî) tune ye. Hûnandina Çîroka Nû dirûvên wê yên jev cuda hene
ango Hûnandina xwerû heye û tevlihev heye. Her yek ji van dirûvan jî
xweşikbûna wê di çîrokê de cuda ye.
Ziman û Kesayet:
Zimanê Kurteçîrokê: Pêwîst e bê zanîn ku weke zimanê helbestê hatiye
veguhartin û pêşxistin, her wiha zimanê çîrokê jî hatiye veguhartin û
pêşxistin. Çimkî ziman zindî ye û li gor pêşketina jiyanê ew jî pêş dikeve,
yanî zimanê çîrokê jiyanê di naveroka xwe de dihewîne. Çiqas nivîskarê
çîrokê rewşenbîr, jîr û jêhatî be, her wiha xwedî ezmûmeke jiyanî be jî dê
zimanê çîroka wî jî xurt be û li gorî kesayetên wê çîrokê be; çi di dema şer û
berberiya hundirîn a kesayetê yan jî şer û berberiya ji der ve de be. Di
vegotina kurteçîrokê de her peyvek rol û hêza wê heye, çimkî ew riya ku çîrok
tê re diçe û cihê balkêşiya çîrokbêj bû; carinan zimanê wê kurteçîrokê dibe
pîvana teknîkî ya vegotina wê jî.
Kesayet: Car caran nivîskar hewl dide ku bûyerên çîroka xwe ji jiyana jiyan
dike bigire û ji bo vê yekê jî navan li kesayetên çîroka xwe dike. Jixwe wan
kesayetên ku di van bûyeran de ne jî, pêwîst e yê nivîskar hin rewşên wan li
ber çavan bigire, weke rewşa gewde, rewşa civakî, rewşa derûnî, dem û cihê
ku ev kesayetên çîrokê lê jiyan dikin.
Rewşa Gewde: Ji bo vê, nivîskar çawaniya (wesfê) gewdeyê kesayetan di
çîrokê de vedibêje. Bi mebesta ku yê xwendevan weke nêrînekê ji wê
kesayetê re di hişê xwe de çêbike.
Rewşa Civakî: Divê nivîskar rewşa kesayetên xwe ya civakî di riya gotûbêja
ya li ser danûstandina kesayetê bi xelkê re, di civakê de wê zelal bike. Her
wiha axaftina (nivîskar) li ser rewşa kesayetan a jiyanî jî.
Rewşa Derûnî: Di vir de, nivîskar li ser reftar û kesayetê diaxive, gelo ev yek
aram e, dilnizm e, pozbilind e......
Jixwe çavkaniyên kesayetan dibe ku tu bî, hin kesên tu wan nas dikî, hin
kesên tu wan nas nakî û yan jî kesayetên aşopî ne.
Jîngeh (hawirdor, derdor, ekolojî): jîngeha ku kesayetên çîrokê tê de jiyan
dikin; ew roleke sereke di çîrokê de dilîze. Bi taybet ji aliyê dem, cih û rewşa
giştî ya çîrokê ve ye jî.
Di dawî de, ya ku ez dixwazim bêjim ku her çiqas nivîskarê çîrokê ev
mercên çîrokê li ber çavan girtibin; lê xweşikbûna çîrokê dimîne li ser ast,
hest û şêwazên afrînerê wê çîrokê ye, ango nivîskarê wê.
M.Darwên Darî