15 Nov
15Nov

Rola Ṣêrko Bêkes di wêjeya nûjen de û bi taybet helbesta nûjen

"Bûyîna wêjeya kurdî ya nûjen û pêşketina wê li ser zemîna helbesta kilasîk bû. Afrandinên wêjeya devkî ya kurdî gelek sedsal derbas kirine. Rewşa derdorê ya gelê kurd ew neçar kirin ku seranserî sedsalên dûvdirêj, jiyaneke dijwar bi êş û azar bijîn û vê yekê hişt ku bandoreke mezin li pêşketina wêjeya kurdî û bûyîna cûreyên wê bike.

Wêjeya nûjen bi sê zaravan li Kurdistanê pêş ket û bi rengekî xwecihî û giring hatibû naskirin, li wan deverên ku wêje tê de derketî û bi hemû dirûv û alavên hunerî yên hevbeş û ciyawaz ve, xwe xist bin xizmeta pêşketin û zengînkirina wêjeya kurdî de".[1]

 

"Di navbera herdu şerên cîhanê de tevgera nûjeniyê di helbesta kurdî de diyar bû, ew jî bi riya girûpek rewşenbîrên ku têr bûbûn bi çanda gelek dewletan, wek (Osmanî, Erebî, Farisî û Ingilîzî).. ji ber pêwendiyên wan bi derdorê re, di hemû aliyan de hêzeke xurt bi wan re çêbû, ji bo belavkirina wêjeya kurdî ya nûjen. Navenda jiyana çandî ya kurdî li Başûrê Kurdistanê bi cî bû û berhemên wêjeyî di nîva salên 20'an de geş bû, wilo Bexda, Hewlêr û Silêmaniyê bûne navendên çandî û helbest ji rengê xwe yê dêrîn rizgar bû"([2])û em karin bêjin kesayetin binirx hene ku helbesta nûjen pêş xistine, wek Şêx Nûrî Şêx Salih û Ebdule Goran. Zanebûna wan ji zimanê erebî, farisî û tirkî re bingehek ji wan re ava bû û ji ber ku Goran bi zimanê îngilîzî jî şareza bû, karîbû helbesta romantîkî ya îngilîzî bixwîne (Pyron Şîllî) û encama vê yekê hişt ku lêkolînên xwe berdewam bike û guherînên hîn mezintir di helbesta kurdî de çêbikeوir di helbesta kurdî de çêbike., çi ji aliyê teşeyê û naverokê ve û çi ji aliyê şêwaz ve û awayên nû derbasî helbestê kirin wek monoloj, helbesta şanoyî û naveroka wan ji folkoê kurdî girt û li ser çîrokên kultûrê yên ku parçeyek ji giyanê kurdan bû".([3])

 

Li ser vê mijarê Şêrko wiha dibêje: "Ez wek kesayet bandora ti helbestvanên kilasîk li min nebûye, lê belê hezkirina min ji helbestên Goran û Herdî re hebû, ji ber helbestên wan nêzîkî ruhê min bûn.

 

Di salên heftêyî de, guhertinek di nexşa helbestê de çêbû, lê ev jî ne tenê li cem helbestvanekî bû, lê li cem girûpek helbestvan bû û her yek ji wan rolek û nûkirinek di helbestê de çêkir, kesên wek Letîf Hilmet, Refîq Sabir û Enwer Qadir Muhemed. Wan teşe û naveroka helbestê guhertin û hiştin ku pêwendiyên fereh bi derdorê re çêbibe, ta ku giha helbesta cîhanî û mirovahiyê û bi vê yekê gelek rengê helbestê derketin wek: helbestên kin, dirama û yên herî dirêj".([4])

 

"Ji jo pêwendiyên di navbera Şêrko û helbesta Iraqî û erebî de wiha bersiv dide: Nifşê me gelekî bi helbestên erebî bandor bûn çi di Iraqê de yan jî derveyî wê be. Tevlîbûna min bi helbestên Îraqî re hişt ku ez fêrî gelek tiştan bibim wek: Huner, şano û wêje, ji ber jiyana wan a çandî pir zengîn û têr bû. Ez gelek caran di şevbuhêrkê wan ê helbestî de amade bûm, li wir yekemîn car min helbestvanên navdar nas kirin ên wek: Beyatî, Fadil Elezawî û Xalid Elî Mustefa,.....  Li vir dibêje: Nifşê şêstî yên di Kurdistanê de wek gola avê bû ti guhertin bi wan re çênedibû berevajî nifşê şêstî yê li Bexdayê. Ji bo vê yekê di despêka salên heftê de xwestekeke me yî herî xurt çêbû ku em tevgera rewangehê bibin pêş. Bi rastî tevgera rewangehê despêka nûjeniyê bû ji me re``.

 

Dibêje: Dema ku helbest di ciyekî yan devereke tenê de bimîne wek gulê diçilmise; ji bo wilo ez li gelek dever û cihan geriyam û fêrî gelek şêwaz û awayê helbestê bûm".([5])

 

"Di sala 1970 de Şêrko û hevalên xwe yên helbestvan û ronakbîr tevgera rewangeh (mersed) a helbestê damezrandin. Ev tevger ji bo helbesta Kurdî riyeke nû vedike û helbest dikeve qonaxeke nû. Helbestvan û nivîskarên Kurd ên mîna Husên Arif, Celal Mîrza Kerîm û Kaka Botanî kovarek bi navê rewangehê derdixistin".([6])

 

Ji bo tevgera rewangeh Şêrko dibêje: "Di vê serdemê de ez ne bi tenê bûm, li gel min hin hevalên din jî hebûn wek çîroknivîs Husên Arif, Kak Botanî û Celalê Mîrza Kerîm û hin hevalên din. Me van hevalan bi hev re manîfestoyek derxist bi navê rewangehê, ji bo tazekirina helbesta kurdî hawarek bû, bang bû, mirov dikare bêje ku ev manîfesto di gel nûkirin û azadiya helbestê, nûkirin û azadiya fikir û raman jî bû, her wiha di civatê de azadî û serbestiya jinan jî bû.

 

Ji bo vê yekê hin melayên kevinperest êrîşî me kirin, vê êrîşa wan kir ku em beyanek din jî derxin".([7])

 

"Tevgera rewangehê tazekirina fikir, tazekirina nêrînên civakî, nûkirina helbesta kurdî û ji bo azadiya jinê gavavêtinek bû.

 

Her wiha rewangeh pakkirina zimanê kurdî ji gotinên biyanî, pakkirina naveroka çîrok û helbesta kurdî bû. Em bawer dikin ku her tim pêwistiya guherandin û nûkirina huner û edebiyatê heye, me li gel xwe ew guhertin kirin, çi ji bo çîroka kurdî, çi ji bo helbestê bi giştî, ji bo pexşana kurdî rolek me ji bo guherandin û nûkirinê hebû".([8])

 

Ev jî mînakek ji helbestên wî yên nûjen e:

 

Min hinek helbestên xwe yên mirî

 

Di girekî de, duh bin ax kirine

 

Lê carnan diçim ser gorên wan 

 

Ji ber ku dizanim

 

Ger ew mirî tune bûn

 

Dê ev zindiyên min jî tune bûn([9])"

 

"Di salên heftêyî de Şêrko Bêkes gelek şêwazên helbestê nivîsandin ji helbestên kin û piçûk ên ku navên wan kirin poster ta bigihêje helbesta dirêj.

 

Her wiha dest bi cûreyeke din jî kir, ew şanoya helbestî bû, ya bi navê (Kawayê Hesinkar û Xezal) .

 

Di şanoyê de bi taybet dîmena berî dawî berê xwe dide temaşevanan û hewl dide ku wan jî beşdarî şanoyê bike, Ji bo kambaxiya hatî serê Kawa taze fêm bikin, dema ku kurê wî yê heftemîn ê bi navê Kurdo birin û ji bo bikin qurbanî ji bo dîktator, li vir Kawa dibêje: Tiştekî din ji min re nema.....û berê xwe da temaşevanan û got: Hûn bêjin! Çi ji min re ma?

 

 Bi rastî ev şêwaza ku bi temaşevanan re diaxivî, di wê demê de gaveke nû bû di şanoya kurdî de, ji bo ku yê nivîskar temaşevanan jî beşdar bike û hişt ku wan bikişîne nav şanoyê".([10])

 

"Di aliyekî din de jî Şêrko navekî efsaneyî li vî karê wêjeyî dike (Kawayê Hesinkar), ji ber wek tê zanîn di wêjeya cîhanî de wek vî cûreyê wêjeyê gelek ceng û şerên mezin tê de hene û gelek lehengên wê bi hêz û qehremaniyê tên naskirin û bi ser xeyalê de diçe, li vir Şêrko buyerên çîroka xwe bi têkoşîna gel ve girê dide, ji bo parastina azadî û rûmeta netewe û mayîna wan li ser erdê xwe.

 

Ev jî girêdayî despêka dîroka neteweyan e, mîna: koka efsana Ilyaza li cem Homîros vedigere dîroka gelê Yonanî, lê bûyerên Newrozê temsîla dîroka gelê Kurd dike".([11])

 

"Paşê hewldanên wî yên din di nivîsandina çîroka helbestî de jî hebûn yên naveroka wan ji kultûrê kurdî digirtin.

 

Di Despêka salên 90î de guhertinên hîn bêtir çêbûn helbesta dirêj ya diramî jî nivîsandiye wek ya ku bo zimanê erebî hatiye wergerandin, ya bi navê (Medîq Elferaşat). Şêrko gelek şêwaz derbasî helbestê kirin wek wêneyên helbestî û vegotina wê wek romanê û tiştekî din jî zêde kir, girêdan di navbera zimanê helbestê û zimanê pexşanê de çêkir.

 

Her wiha helbesta destanî jî nivîsand, li vir Şêrko dibêje: Ji min re gotin serdema destanê çûye û nema ye, lê ez dibêjim hîn destan zindî ne li cem min ji ber hîn kambaxî, azar, wêranî her wiha evîndarî heye, em nikarin bi helbesteke kin van tiştan derbirîn bikin".([12])

 

Şêrko Bêkes bi van kar û xebatên xwe yên hêja, navê helbest û wêjeya kurdî bilind dike û li hemû aliyê cîhanê belav dike .

 

Her wiha helbest û wêjeya kurdî ket pêvajoyeke nû û ji aliyê gelek deveran ve hate naskirin jî .

 


Jiyanameya Şêrko Bêkes:

 

Welatparêz û helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes, em dikarin wî wiha bidin naskirin:

 

"Şêrko kurê Fayiq kurê Ebdela Kaka Hemê Ilyas Qoçe ye, dayika wî Şefîqe Seîd Westa Hesen e, bavê Şêrko, Fayiq wek paşnavê xwe Bêkes bû, kalê wî di sala 1911'an de ji Bexdayê hat sirgonkirin û wê demê Fayiq 7 salî bû, çend sala şûnde dayika xwe winda kir".([13])

 

"Di sala 1924an de Fayiq çû Bexdayê ji bo xwendina xwe, piştî derçûna wî di sala 1926an de vegeriya Silêmaniyê û li bajarê zanistî karê mamosteyî kir".([14])

 

"Fayiq li gelek bajarên Kurdistanê, gund û bajarokan digere, lê Şêrko jî wek bavê xwe bêkes dimîne.

 

Bavê wî Fayiq di sala 1948an de jiyana xwe ji dest dide û ji ber ku helbestvan û welatparêz bû kurê wî Şêrko jî mîna wî bû helbestvan û digot: Li mala me find tune bû, em bi helbestan ronî dibûn".([15])

 

"Şêrko di 2ê Gulana sala 1940î de li taxa Goyjeya Silêmaniyê hatiye dinê, Şêrko çavên xwe li dinyayê vekirin da ku bibe helbestvan, bavê wî helbestvan e û navê keça wî jî Helbest e. Şêrko peyvek hevedudanî ye, tê wateya (şêrê çiya), diya wî Şefîqa xanim kurê xwe Şêrko bi helbest û çîrokan mezin dike".([16])

 

Lewma Şêrko bi bavê xwe û diya xwe bandor dibe.

 

Ji bo ku em jiyana wî baştir nasbikin, em van gotinên wî bixwînin dema dibêje:"Gava bavê min mir, ez hê piçûk bûm, şeş heft salî bûm, mîna zarokekî şeş heft salî min bîr nedibir ku ez di derheqê helbest û jiyana helbestê de bi bavê xwe re bipeyivim.

 

Lê tê bîra min gava bavê min radihişt pirtûkan û ew dixwendin an jî gava tiştin li ser kaxezan dinivîsandin, lê ev yek mîna xewnekê tê ber çavên min.

 

Di jiyana min de sê tiştan bandoreke mezin li min kirine da ku ez ber bi cîhana helbestê ve herim; yekem, bavê min yê ku mîna helbestvan di nav xelkê de dihat naskirin û hezkirina xelkê jê re, duyem xwezaya Kurdistanê, serpêhatiyên wê, şax û dax, çem û daristanên wê, ya sêyem ew çîrokên ku dayika min ji min re digotin.Van hersê tiştan bandor li min kirin lê bandora bavê min a li min bûyî; bandoreke mehnewî bû, ruhî bû.

 

Tê bîra min ji min re digotin kurê Fayiq Bêkes e, bavê min jî di nav xelkê de xwedî xatir û qîmet bû, lewma ew ji min re bû nîşana qenciyê, ji min re bû çirayek.

 

Bavê min ji min re şîretek nivîsandibû, digot: ``Hêvîdar im tu jî şûna min bigirî, bibî dengê qencî û rastiyê``,Wan gotinên wî jî ez ber bi cîhana helbestê ve ajotim" ([17])

 

  Şêrko ji bo zimanê xwe yê helbestî axaftina xwe wiha berdewam dike:" Gava ez dixwazim bi zimanê pexşanê binivîsim dîsa dibe helbest, ji ber vê yekê ez nikarim pexşanê binivîsim.

 

Zimanê pexşanê zêdetir zimanê aqil û mentiq e, lê zimanê helbestê ne wiha ye, ez çiqasî pexşanê binvîsim dîsa vedigerim ser helbestê, lê ev ji helbestvanekî bo helbestvanekî û ji wêjeyekê bo wêjeyeke din tê guhertin, bêguman helbestvan hene ku roman û çîrok jî nivîsandine û bi ser ketine, û hin jî mane helbestvan. Min jî carcaran xwestiye ku ez romanekê binvîsim, lê hertim xwesteka min ber bi nivîsandina helbesta dirêj a diramî an jî ber bi helbesta destaneyî de diçû"([18])

 

"Şêrko Bêkes ji hivde saliya xwe ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye, cara pêşî helbesta xwe di kovara Jînê de li Silêmaniyê belav kiriye.

 

Li Bexdayê û Silêmaniyê xwendina xwe ya bingehîn û navîn temam kiriye, û zanîngeh li Bexdayê qedandiye, pirtûka xwe ya yekem ya bi navê `Tirîfeya Helbestê` jî dîsa li vî bajarî di sala 1968 de çap kiriye".([19])

 

"Dengê Şoreşê" li kûrahiya newala Balekiyan, li şikeftekê weşan dikir, radyoya yekane dengê Başûrê Kurdistanê ya pêşmergeyan bû.

 

Di sala 1965an de ciwanek dibêje vir cihê dengê şoreşê ye, helbestê dixwîne. Ew deng li çiyayê Kurdistanê deng da, 50 salan li Kurdistanê bû dengê şoreşê, dengê helbestê.

 

"Di navbera salên 1965 û 1987an de sê caran tevlî refên pêşmergeyan bû û di heman demê de di radyoya dengê şoreşê de dixebitî. Serdema wî; serdemek şer, teqîn û berxwedanê bû.

 

Şêrko di hevdîtinek xwe de bi kovara Nûdemê re wiha dibêje:"Serdema nifşê min, serdema şer û berxwedanê bû. Derketina min jî demeke teqînê bû, demeke şerê germ bû.

 

Di sala 1961 de temenê min bîst û yek salî bû gava şoreşa kurdî li Başurê Kurdistanê dest pê kir, ev çûn û hatina şer, mirovekî nû afirand.

 

Helbet vê yekê bandoreke mezin li min kir, ev bandor ew bû ku em tiştên xwe bi bîr bînin, ew tiştê taybetî jî ziman, huner, wêje û dîrok bû. Azar ne tenê azara helbestvanan e, ji ber ku azar xak e, azar av e û azar welat e"([20]).

 

"Dirustbûna pêşmergên Kurd, dirustbûna mirovekî ye ku divê dîrokê biguhere, ji bo jiyanek nû ji milet re ava bike, bandora van tiştan gelekî li min hebû.

 

Ez bi xwe sê caran ketim nava refên pêşmergeyan û her carekê tecrubeyeke zindîtir dida min û ez bi xwe di bin bandora wê gavavêtinê de me.

 

Helbestên me li Kurdistanê mîna çekekî ne, li Kurdistanê helbest jîndar e li nav xelkê, çawa li nav malan nan, av û xwarin heye, wilo jî helbest heye.

 

Bi kurtayî em helbestvanên demkê ne ku barût, teqîn û xwîn hebû, malên me dişewitîn, daristanên me dişewitîn, ezmanê welatê me her dû û dûman bû.

 

Bêguman ew dû, xwîn û wêrankirin hemû li ser helbest û edebiyata serdema me bandor kiriye, her wiha bandora me jî li ser şerkerên welêt gelekî hebû, wan helbestên me digel çekên xwe bi xwe re dibirin qada şer.

 

Tiştek heye ez qet ji bîr nakim, carekê pêşmergeyekî nameyek ji min re nivîsîbû, di nameya xwe de gelekî kêfa xwe ji helbestên min re anîbû û gotibû: "Ez dixwazim şehîd bibim da tu ji min re helbestekê binivîsî".([21])

 

Ew şehîd ket û min jê re helbestek nivîsand:

 

"Şehîd nemire

 

Wek çiyê wek berfê wek darê 

 

Weke bihar û gulebaxê 

 

Şehîd av e tîbûna erdê dişkîne

 

Dest û lep e jana axê disekinîne

 

Bînahiya çav e 

 

Kîjan siberoj dûr be wê dibîne 

 

Dilê azadî û al e 

 

Şehîd bejn e biqasî bajna Kurdistan e 

 

Lûtkeya helwesta mirov e"([22])

 

Wiha berdewam dike û dibêje: "Ev tiştekî mezin e, ez dikarim bêjim ku em nikarin helbesta xwe ji şerê azadiyê û serbestiyê cuda bikin. Gelek hevalên min ku pêşmerge bûn, şehîd ketin, li ber çavên min gund, zarok, jin, kal û pîr dişewitîn, helbet min nikarîbû ji van re temaşevan mabam, van hemuyan bandor li min kir".([23])

 

Ji bo wan Şêrko diqîre û dibêje:

 

"li wî aliyê dinyayê

 

Dema ku qurbanî dîsa radibin

 

Diçin pêşiya erşa xwedê û

 

Bi hev re xwe diteqînin

 

Toza ku ji wan radibe

 

Ji serî heya binî erşa xwedê 

 

Rû digere"[24]

 

"Ji ber ku xwe ji karê siyasî dûr nedixist û hertim neteweya wî li pêş bû, ji aliyê rêjîma Îraqê ve hat sirgûnkirin, di sala 1975an de sê salan li sirgûnê jiyan kir û di navbera salên 1984 û 1986'an de neçar dibe ji welatê xwe koç dibe, diçe Îranê û ji wir diçe Sûriyayê, paşê di ser Îtalyayê re xwe davêje Siwêdê.

 

Li Siwêdê bû endamê komeleya nivîskarên Siwêdê, di sala 1987an de ji hêla Clûpa PEN a Siwêdî ve bi xelata Tuxoliskî  hat xelatkirin, serokwezîrê Siwêdê Ingvar Karlssn ev xelat radestî kir"([25])

 

 "Şêrko ji bo xelatê dibêje: Xelata Tuxoliskî ji salê carekê ji aliyê PEN a Siwêdê ve tê belavkirin, divê xelatgir wêjevanekî li sirgûnê be, min di sala 1987an de xelat bi dest xist, vê xelatê bandorek mezin a wêjeyî li min nekir, lê ev xelat ne tenê ji Şêrko re bû, xelat ji bo helbestvanên kurdî, ji bo edebiyat û zimanê kurdî, ji bo danasîna wêjeya kurdî bi ya cîhanî re bû" ([26])

 

"Ku em li wan salên dawî li Kurdistanê meyzênin em ê bibînin ku pêşketineke mezin çêbû piştî  serhildana Avdarê ya sala 1991ê wê demê Şêrko li Siwêdê jiyan dikir, paşê vegeriya Silêmaniyê û cihê xwe di wezareta çandê de digire.

 

Paşê hat hilbijartin ji bo parlementoyê û cî tê de girt lê kêmî sal û nîvekê xwe istîfa dike, ji bo vê mijarê Şêrko wiha dibêje: `Despêkê baweriya me ew bû ku pêşketin di çand û demokrasiyê de wê hebe, lê mixabin di navbera min û wan rêgezên ku ji dewleta Osmaniyan mayî de nakokî çêbûn, rêgezên wan jî ev bûn: Ku çi rojname yan kovar dê were girtin û rawestandin ku ne li gorî wan be. Sedema din jî ê lihevhatinek di navbera serperiştên kurdan û hikûmeta Iraqê de dê çêbibana ji bo van herdu sedeman min xwe istîfa kir`"([27])

 

"Di salên heftêyî de Şêrko û hin hevalên xwe yên ronakbîr tevgera rewangehê (mersed) damezrandin wek me beriya niha aniye ziman û em berfereh li ser axivîn ku bûbû bangek û hawarek ji bo helbesta kurdî ya nûjen .

 

"Di sala 1998an de li Silêmaniyê Şêrko û hin rewşenbîran dezgeha serdem ji bo çap û weşanê damezrandin, ev dezgeh karê wê belavkirina çand û wêjeya kurdî bû û pirtûk, kovar û werger bû, hejmara pirtûk û çapên wê salane ji 60 ta 70 pirtûkî bû"([28])

 

"Di sala 1988an de helbestek wî û kurtejiyana wî wek meteryal hat hilbijartin li Amerîka û Keneda ji bo qonaxa yekem ji asta amadeyî re "([29])

 

"Pirtûkên wî bi gelek zimanên cîhanê hatin wergerandin wek Yonanî, Tirkî, Îngilîzî, Fransî, Almanî û Siwêdî û gelek caran hatiye xelatkirin, wek xelata Tuxoliskî ya ku min beriya niha aniye ziman.

 

Di sala 2001ê de li Silêmaniyê ji navenda kultûr xak xelata Pîremêrd wergirtiye, di sala 2005an xelata `Enqa Elzehebiye Elêraqiye` bi dest xistiye û ji ber helbestên wî yên bibandor Seddam Husên jî wî çaxî bi helbestên wî bandor dibe û xelata Elqadisiye jê re dibe lê Şêrko xelatê red dike".([30])

 

"Ji  xwe jiyana wî tije êş û azar bûn, ji ber komkujiyên dijwar di Kurdistanê de çêbûn ev jî ji nebaşiya bextê helbestvanekî dilzîz wek Şêrko Bêkes ku di serdema Enfal û Helebça de jiyan kiriye, van herdû komkujiyan dixwest Kudan tune bikin û wan ji ser riwê erdê qir bikin, lê ji başiya bextê Kurdan bû ku helbestvanekî wiha li cem wan hebû da ku li ser wê dûjeha berdewam û bi zimanekî tenik stiranên xemgîniyê bînê zimên"([31])

 

Di helbesta komkujiya Helebça de dibêje:

 

"çardehê mehê bû 

 

Li ser Goyjê

 

Ba qelema min firand

 

Dema min dît û pê nivîsî

 

Kom kom firiyan peyvên min

 

Panzdehê mehê bû

 

Sîrewan qelema min bir 

 

Çaxê min girt û pê nivîsî

 

Bûn masî helbestên min

 

Şanzdehê mehê bû 

 

Axxx şanzdehê mehê!!!

 

Ku Şarezûr qelema min wergirt

 

Dema vegerand ku ez binvîsim

 

Wek Helebça hişk bûbûn tiliyên min"([32])

 

"Vê kambaxiya mezin a Helebça û Enfalê cihekî mezin û balkêş li cem Şêrko girtiye û tê de diyar dike bê çawa bombebarana kîmawî li ser Helebça, qurbaniyên wê gihane 5000 kes, zarok, kal û jin saxîtî birin cihê komkujiyê û binax kirin, ji ber wilo Şêrko van dîmenên tirajidî û bobelatî di helbestên xwe de diyar dike"([33])

 

   Ji ber ku komkujiya Enfalê beşek ji jiyana Şêrko ye em karin hinekî ser buyera wê baxivin.

 

"Ev komkujî di gelek pêvajoya re derbas bû, ew jî ji bo hilweşandina pilana hevpeymana di navbera Niştîmanî kurdî û Îranê ji bo ku dest deynin li ser bendava Dokan û heyîna kurdî ya Qeredaxê û Başûrê Silêmaniyê de tune bikin her wiha kurdan li Germiyan Başûrê Kerkûkê û Rojavayê Qeredaxê qir bikin û li gelek deverên din jî ev komkujî pêk anîn wek Kerkûk, Hewlêr, Koysenceq û Rojhilatê Şeqlawa.

 

Di werzê havînê de dest bi gulebarana çekê kîmawî kirin û li pêşmergeyan û wan kesên ku kom bûbûn di Behdînan de û wan yê bazdayî ku xwe di gund û newalan de veşartibûn"([34]) 

 

Li vir jî "Ekîza; keçek heşt salî bû tiştên ku wê demê pê re çêbûbûn li bîra xwe tîne û wiha daxive:` Wî çaxî ez li ber pez bûm dema ku yekem balefir hat û  bombe avêtin û yek ji wan nêzî mala me ket, dema ku bombe teqiya dû û moran çêbû, dû spî û bi ser zerîve bû, bihnek genî jê dihat wek bihna dermanê kêzikan bû, paşê min bihin kir bêvila min şewitî û diherikî li ber çavên min mij û moran çêdibûn, êdî min nema karîbû ez tiştekî bibînim û paşê hêsrên min jî hatin xwarê, dûv re dayika min, bavê min û birayê min yek li dû yekî diketin û piştî êrîşê ji min re hat gotin ku hemû mirin`"([35])

 

 Ji bo wan zarokên bê guneh û sûnc, û wan perperokên rengreng di zeviyan de, û li ser zinarên wê mêrên bihêz û qehreman yê ku gotin na ji koletiyê re, ser jê kirin..

 

Ji pakrewanê welatê xwe re Şêrko wiha dibêje:

 

"Eger karîbî gulên vî baxî yek bi yek bijmêrî...

 

Eger karîbî hemû masiyên gir û hûr yên vî

 

Çemê pêşberî xwe bijmêrî...

 

Eger karîbî koçberiya teyrên ber bi jor û ber bi jêr ve

 

Yên ber bi jêr û ber bi jor ve bijmêrî

 

wê demê ez jî soz didim heçî qurbanên vê axa şêrîn ya Kurdisatanê

 

yek bi yek bo te bijmêrim..."

 

"Şêrko beriya ku çavên xwe bigire, koç bike û jiyana xwe ji dest bide; wî wesiyetnameyek nivîsî bû diyar kiribû ku di şîna wî de bila tenê mûzîk hebe û gotibû: Min li parka Azadî ya Silêmaninyê li abîdeya Şehîdan a di sala 1985an de hatiye avakirin veşêrin, li wir dê bihna min neçike, jinên ciwan, mêrên ciwan, hezkiriyê hev dê bibin mêvanên min.

 

Bêkes di sibeha 4ê Tebaxa sala 2013an de bi mirinê re koç dike piştî nexweşiyek dûvdirêj; nexweşiya penceşêrê, çû ber dilovaniya xwedê"([36]).

 

Beriya ku  bêhna xwe ya dawî bide, dibe ku ber paca wî perperokek geriya û helbesta wî ya berê nivîsîbû hatibû bîra wî:

 

"xeman mexwe...perperokê

 

Temenê te pir kurt e, lê ...

 

Xeman mexwe

 

Ew jiyana ku tu 

 

Di vê kurtedemê de bidî helbestan

 

Emrê Nûh nedaye wan"([37])

 

Paşnavê wî Bêkes e, lê bi koça xwe ya dawî, wî hemû hezkeriyên xwe bê kes hiştin, bi helbestên xwe yên ku wî bi xwe nav li wan kiribû "poster" li dîwarê dilê her kurdekî wêjehez û niştîmanperwer dardekirî ma.

 

Mirina helbestvanekî rind bi êşa xwe perengek e, bi şewq û ragirtî axînek e, tim nîvçemayî bi "neynikên piçûk" êşên mezin ên kurdan nîşan da.

 

Berhemên Şêrko Bêkes:

 

Ji berhemên Şêrko yên ku afirandine nêzîkî 40 ta 45 berhevokên helbestê hene.

 

Berhemên wî bi zaravayê soranî:

 

"-(Terîfeya helbestê) yekemîn pirtûk di sala 1968an de li çapxana Selman El`azemî li Bexdayê hat çapkirin.

 

-(Kejaweyî Geryan) çapa yekem di sala 1969an de li çapxaneya Kameranî li Silêmaniyê hatiye çapkirin.

 

-(Min tunayetîm begir eşkêt) çapa yekem di sala 1974an de li çapxaneya Elhikûme li Bexda hatiye çapkirin.

 

-(Kazîwe) helbestên poster in, çapa yekem sala 1978an li çapxaneya zanko li Silêmaniyê hatiye çapkirin.

 

-(Du sirûdên Kîwyî) helbesta dirêj, çapa yekem sala 1980 li çapxaneya Eledîb li Bexdayê hatiye çapkirin.

 

-(Weblak diyar kurdî) çapa yekem sala 1980 "([38]) 

 

-"(Kawayê Asinkar) sala 1971, destanekê helbestî ye ser şanoyê li Îranê hatiye çapkirin.

 

-(Askîm) sala 1976.

 

-(Rûbar) çîrokşi`iran, sala 1986.

 

-(Êsta kiçêkî nîştîmanim) dezgeha çapê Serdem li Silêmaniyê, çapa duyem sala 2012.

 

-(Keşkollî pêşmerga)

 

-(Dall) çîrokeşi`ir sala 1989 li Siwêd"([39])

 

-"(Derbendî pepûle) sala 1997 li Siwêd.

 

-(Dîwana Şêrko Bêkes1) sala 1990 li Siwêd.

 

 - (Dîwana Şrko Bêkes 2)  sala1992 li Siwêd.

 

-(Dîwana Şêrko Bêkes 3) sala 1995 li Siwêd.

 

-(Mêrgî Zam, mêrgî hetaw) sala 1996 li Siwêd.

 

-(Xaç û mar û rojjimêrî şaîrê) romanşi`ir sala 1997 li Siwêd.

 

-(Bonname) helbest sala 1998 li Kurdistanê.

 

-(Çirakanî ser Helemût) helbest sala 1999 li Kurdistanê.

 

-(Piyawî la darsew) helbest sala 2001 li kurdistanê.

 

-(Qesîdeya Rengdan) helbest sala 2001 li Kurdistanê.

 

-(Ezmûn) di salên 1980, 2000, 2001ê de li Kurdistanê.

 

-(Jîn û baran) helbest sala 2001 li Kurdistanê.

 

-(Xom ew wextey balindem) helbest sala 2002 li Kurdistanê.

 

-(Kukuxîtiya bizêweke) helbest sala 2003 li Kurdistanê.

 

-(Espêk le perrey gullalle)"([40])

 

 Wergerên bo kurmancî:

 

-"(Gulbijêrek ji helbestên Şêrko Bêkes) sala 1991.

 

-(Ji nav Şi`irên min) 1995,2001 wergêr "Rûken Bagdu Keskin û Bedran Hebîb"

 

-(Dev ji min berde ez dixwazim biçim) 2007.

 

-(Hemû helbest) sala 2012 wergêr"Sîrwan Rehmî û Muhsîn Ozdemîr" weşanên Ronahî, Amed.([41])

 

Wergerên bo zimanê tirkî:

 

-"Ji ber ku Şêrko Bêkes helbestên xwe bi zaravê soranî dinivîsandin û her çiqasî ew bi kesayatî ya xwe were naskirin jî helbestên wî li Bakur zêde nayên naskirin, ji bilî yekê pêve neketiye nav destên me .

 

Ew jî ji aliyê weşanên Belge ya Tirkiyayê ve bo tirkî hat wergerandin a bi navê "Baranî Şêir li Başûrewe" ku ji 464 rûpelan pêk tê û ji aliyê sê wergêran ve: Sîrewan Rehmî, Bekir Şivanî, Azad Dilwar li bajarê Stenbolê hat çapkirin"([42])

 

Ji xwe hijmarek ji pirtûkên wî bo zimanê erebî jî hatin wergerandin:

 

-"Dîwana `Hewdec Elbuka`

 

-Bil lehîb ertewî`,

 

-Elşefeq

 

-Nexme xeceriye

 

-Elseqir

 

-Medîq Elferaşat

 

-Meqberet Elfewanîs

 

-Fetat min wetenî

 

-Elqîlade

 

-Sa`at min qeseb. Hin hilbijartinên helbestên wî jî hatin wergerandin di salên heştêyî de bi navê "Meraya Sexîre" jî hat çapkirin."([43])

 

Wiha di her pirtûkek ji wan pirtûkên ku me anîne ziman tiştekî taybet veşartî tê de heye, her yek ji wan bîranîn û dîrokekê dihewîne.

 

Mînak, em dikarin bibêjin di dawîna "Kursî" de, di dawî de azadiyê li ser kursî dadinişîne, wek ku bibêje kursî pirtûka di azadiyê de.

 

Di "Medîq Elferaşat" de anku (Derbendî pepûle) dîroka eşkence, azar û kula Kurdan tê de diyar dike.

 

Di "Sefer Elrewa'ih" de; helbestek dirêj e Şêrko jan û azara penaberî û koçberiya xwe û birînên kurdewariyê tîne ziman, her wiha di pirtûka "Elqîlada" de anku "gerdenî, ristik"; dîroka jina Kurd ji hemû aliyan ve rêz dike.

 

Di mijara dibistana cîwarî de jî em karin hinekî bi bîr bînin û wek di pirtûka Dr. Ezeddîn Mustefa Resûl de hatiye.

 

"Ew şopandina wêneyên zindî û nimûneyî ji cîwariya jiyanê ye, wêjeya kurdî ya cîwarî ew nimûne ye ku ji bo wêneyên cîwarî ne, ji bo vajîkirina jiyana piraniya gel e, wek cemawerên karker û kedkar.

 

Ji bo fikir, nerîn û têkoşîna piraniya wa ye, her wiha ji bo başkirina rewşa wan e û ew neynika civakê ye û armanca wê têkoşîna wa ye.

 

Wêjevanê Kurd yê cîwarî hest û serboriya xwe ya xweserî ji jiyanê û civaka xwe digire dest"([44]).

 

Wêjevan û helbestvanên ku di dibistana cîwarî de dinivîsin, "Şêrko Bêkes yek ji yên ku helbesta kurdî ji qalibê dêrîniyê kilasîk derxistiye û giyanekî nûjeniyê dayiyê ji bo ku helbestê li gor xewn û Şewata dilê xwe binvîse"([45])

 

 Li vir jî Şêrko dibêje:

 

"Ez êşek bejin bilind im

 

Nerim ser milê xemekî din jî 

 

Tenê serî rakim 

 

Birîn li ku be 

 

Em hev dibînin"[46]

 

Helbesta nûjen gelek diyardeyên hunerî hewandin, tişta herî ciyawaz sembol e, ji bo wilo helbestvanan giringî dane sembolê da ku xizmeta merama wan bêqisûr di hunerê de bike, her wiha bandorê li derdorê bike.

 

"Sembol bi hêz, rewanî û aloziyê tê naskirin, alozî ne aloziya têgihiştinê ye; lê tê wateya ku gelek alî û wateyên wê yên kûr hene.

 

Sembol dikare xêza sereke di karê wêjeyî de diyar bike û baweriya me pê bîne, sembol dihêle ku ew coş û hestên xwîner der bibin û bi vê yekê peywira wê ya cûrbicûr û ciyawaziya wê di deqên wêjeyî de xuya dike û her tişt di jiyanê de sembol e, despêkê mirov, ta bigihêje lawir û şînkatî û tiştên madî"([47])

 

Helbestvan Şêrko Bêkes jî yek ji navdarên dibistana sembolî ye, bê çawa ew bi dibistana cîwarî dihat naskirin wilo bi sembolê jî tê naskirin û gelek helbestên xwe bi sembolîk nivîsandine, dema ku dest bi helbestê kiriye bi aliyê sembolê de çûye.

 

Di helbesta xwe ya bi navê "Cejnek" jimara çar an bi kar tîne, ew jî sembola her çar beşên Kurdistanê ye.

 

"Ewrên li ba me

 

Ne wek ewrên ti deran e

 

Dema dadikevin û dibarin

 

Ava çavên çar xortan didizin 

 

Xaka me 

 

Ne weke ti xaka ne 

 

Dilê wê yek e

 

Lê bi çar xaçan tê lidarxistin

 

Dayika me

 

Dayika me

 

Ne wek ti dayikan e

 

Bi yek carê 

 

Çar caran cegerê wê disoje

 

Ji bo wê 

 

Roja ahenga xewna me

 

Em çar cejnan 

 

Dikin yek"[48]

 

"Li vir em dikarin behsa dîwana wî ya ku dawî çapkiriye ya bi navê kursî bikin, di dîwana kursî de çîroka kursî dibêje, ji dema ku darek hîn şîn û ter e di daristanê de ta ku tepên wê ketin destên dartaşekî hoste de tiştên ku dilê wî xwestibû çêdikir, wek (kopal, text, yext, gemî, pencere, mase, refik, dika şanoyê, darên daleqandinê û darbesta ku miriyan li ser dişon û tabûtên wan.

 

Di dîwana Kursî de Bêkes hemû tiştên dilê xwe derdixe, êş, azar, kul, kêf û şahiyên xwe di riya zimanekî sembolî û zengîn re û bi zanebûn tiştên raberdû anîn holê, ew jî dîrokeke bikul û zehmet bû û xwe bi zemîna Kurdistanê û pirsgirêkên wê ve asê dike, daku nameyê bigihîne derdora xwe û ji bo ku wateya wê bibihîzin. Bi riya sembolê tiştên veşartî jî derdixe holê".([49])

 

"Di dîwana kursî de behsa gelek tiştan dike, wek kursî kiriye sembola xweza û suruştê, sembola îdeolojiya û sembola efsaneyê ye.

 

Li vir jî kursî kesayeteke, beşdar e di dîwanê de û di hin beşan de dibe kesayeteke nediyar, lê helbestvan bi xwe vî tiştî bi rê ve dibe û hin gotûbêj tê de hene kesayetên wî bi hev re daxivin, hin ji wan ji çîna rewşenbîran e û kesayetên wê hunermend û wêjevan in, hin siyasî ne, kesayetên leşkerî, biyanî û bûyer in û hin ji wan dengê feqîr û belengazan in.

 

Lê ev axaftinên cûrbicûr ên ku helbestvan çêkirine, temsîla nasnameya Kurdî dike û ev ciyê ku her û her metirsî li ser heye ku tune bibe, ev dîroka bikul û êş a ku divê di bîranînan de were kolan û bimîne.

 

Di dîwana kursî de pir kesayet, cî û dem tê de hene ji bo wilo li pêşiya kesê xwîner bû wek  girûpek ji wêneyên tevlihev ji ber deqa wê helbestê ji gelek zayendên wêjeyî pêk tê wek helbest, çîrok, pexşan û şano.

 

Kursiyê Şêrko Bêkes giyanê wî ye, serpêhatiya jiyana wî ye ku li ser zimanê kursî rêz dike û bi çavên wî dibîne.

 

Ew maska ku helbestvan ji hizir, êş û kêfa xwe re guncaw dît daku pê nameya xwe bigihîne derdorê, daku rexnê li cîwariya civakê û bi hemû rengê wê bike, her wiha arezoyên xwe derbirîn bike"([50])

 

"Mijarên hezkirinê û jinê du mijarên sereke bûn di helbestên dildariyê de li cem miletê Rojhilatî, ev herdu mijar balkêş in li cem wan, ku em van tiştan di helbestên wan de dibînin em di ti wêjeyên cîhanî de nabînin û helbestvanên Kurd jî vî tiştî ji helbestên Rojhilatî digirin û berdewam dikin û pesnên xweşikbûnê ji hezkirinê re dibînin û jin sembola wê xweşikbûnê ye".([51])

 

"Di mijara jinê de jî Şêrko dibîne ku helbest jina xwedî gewdek e ku hertim em dixwazin lê meyze û guhdar bikin û dibêje: `Tiştê ku ez dixwazim tucarî dûrî nekevim ji ber jin jiyan bi xwe ye û destê min e û bêyî wê ez ê kevirek bame, yan ez ê tepekî bêdeng bana`.

 

Jin dayik e û kanî ye mebesta min jin wek mirov me temam dike, ew wek germahiyê ye yan jî ew xêza gihayî ye di helbestê de ku wê temam dike, ew wek roka ku ji asoyê derdikeve ye"([52])

 

"helbest mê ye ku divê em hewl bidin ku em hertim bi wêneyeke nû binivîsin, ez tucarî bawer nakim ku helbest bê jinê jiyan bike, ez bawer nakim ku mirov bê hezkirin jiyan bike, ji ber amadebûna jinê wek ziman di helbestê de dema ku tê nivîsandin, ez nikarim binivîsim bê hezkirina jinekê yan ne amade be di xeyal û sawirên min de.

 

Dema ez helbestekê dinivîsim wek jinê lê dinerim ne wek mêr, ji ber jin wek dara ku me di bin siya xwe de diparêze û bê wê em ê wek beyabana hişkî bê av û bê ba bin"([53])

 

"Di pirtûka wî ya bi navê Elqîlada de Şêrko dixwaze ku tiştên veşartî di derbarê bobelata jinê di civaka kurdî de diyar bike, di riya sembolê re, bi vê yekê Şêrko karîbû ku kûrahiya hizrên cîwarî û reşbînî bi gelek dirûvên sembolê bîne zimên. Çawa ristik wan mirarî û mircanên dûrî hev digihîne hev di takî de, pirtûka Elqîlada jî hêmanên belawela komkirine û di vê pirtûkê de girêdanê di navbera rastiyê û mebesta wehmê de ye, li vir tê de Elqîlada roman e, çîroka xwe rêz dike([54])

 

"Di dawî de me qêrîna Şêrko ya rastî dît ji bo azadiya jinê ji ber wan kevneşopiyên ku li ser jinê ferz bûbûn û ew çewisandî û bindest kiribûn"([55]).

 

Li vir Şêrko dibêje:

 

"Baskê bazekî şikandin

 

Asîman firrînek winda kir

 

Çavê xezalekê kor kirin

 

Awirek ji kîsê deştê çû

 

Guleyek ket qirika kewekî

 

Çiya stranek winda kir

 

Kulîlkek bihnek winda kir

 

Lê dema ku jinek kuştin 

 

Evînek ji kîsê hemû dinyayê çû"([56])      

 

  Wek me aniye zimên "Şêrko yek ji navdarê helbesta nûjen e, di heman demê de jî ew bavê helbesta kurdî ye, wî arastkirineke nû û rêyek ji helbesta kurdî re dît, yek ji taybetiyên vê riyê yaxîbûn (rikberî-dijberî) bû , dîsa jî ev yaxîbûn ne ji bo xweseriya wî bû, lê bûbû berdevkê netewe û yexîbûn dijî hukmê Kurdî ku li ser dirêjahiya 19 salan sekinî û di vê helbesta wî de ya binavê `Êsta keçêk niştiman im` de behsa wê dîroka bikul û azar dike û hin cûreyên yaxîbûnê ronî dike wek yaxîbûna mêjûyî, komelayetî, rûhî, desthilatî, ayînî, gendelî û sermayedariyê"([57])

 

Ji bo vê yekê jî Şêrko Bêkes wek helbestvanekî neteweyî niştîmanî û şoreşger tê naskirin.

 

Helbestên wî  yên şoreşgerî, netweyî, mirovî  û heya romansî wek morekê ne li ser rûpela wêjeya kurdî, ji ber li kîjan beşa Kurdistanê êşek heba wî dikişand.

 

" ji xwe di 15ê sibata 1999an de dema ku rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan hat girtin, Şêrko di ekranên MED-Tv de wiha qêriye:

 

Ev der Silêmaniye, ev çend roj e xemgîniyek mezin li ser vî bajarî heye.

 

Li ber çavên cîhanê Ocalan girtin, lê nikarin ruhê Kurdan teslîm bigirin.

 

Amedê çawa ji Silêmaniyê diqetînin?

 

Newroz çawa bê agir dibe?

 

Gola wanê çawa dikarin ziwa bikin?

 

Ev der Silêmaniyê ye, hemû dilên vî bajarî wek sêvên darekê dilerizin.

 

Ji bêkesiya gelekî re xemgîn dibin.

 

Ev xemgîniyeke netewî ye, min xewna perperokekî dît.

 

Ez digrîm û çavên min li Amedê ye"([58])

 

Şêrko Bêkes bi helbesta xwe sînorê Kurdistanê rakiribû, li ku derê êş û azarên Kurdan hebûna; dengê Şêrko Bêkes li wir bilind dibû.

 

Dema rêjîma Îranê di 9ê Gulana 2010an de şoreşger û rewşenbîrên Kurd Ferzad Kemanger, Elî Heyderyan, Fetah Wekîlî, Şîrîn Elemhûlî, Mehdî Islamiyan, îdam kirin Şêrko hestên xwe bi helbestan ji bo Şîrîn Elemhûlî anîn ziman:

 

"ji bo Şîrîn Elemhûlî...

 

Ji serê sibehê ve 

 

Kolana herî mezin a Sineyê 

 

Bû Ferzad Kemanger

 

Ji serê sibehê ve

 

Mestirîn bexçeyê Mehabadê bû Şîrîn Elemhûlî

 

Di zeraqa serê vê sibehê re

 

Hemû ew zarokên ji dayik bûne

 

Navê Ferhadê Wekîlî li wan hatiye kirin

 

Ji îro û pêve 

 

Di yekemîn ronahiya serê sibehê de 

 

Mehdî Îslamiyan bû gola Wanê di berbanga îro de

 

Elî Heyderî 

 

Bûbû taq bostana Kirmanşan

 

De fermo Sineyê li sêdarê bidin!

 

Serê Mehabadê bibirin

 

De fermo nehêlin zarokên me ji dayik bibin

 

De fermo

 

Nehêlin baran bibare û mehêlin giya şîn bibe 

 

Û nehêlin zevî bijîn

 

Ez ji îro û pê de evîndarê çavên Şîrîn Elemhûlî me 

 

Ji îro û pê de çi helbestên min hene ez ê wan bikim

 

Gula stranan ji bo bejna Şîrîn Elemhûlî

 

Ji niha û pê de ez tayek ji porê wê me 

 

Ji niha û pê de 

 

Ez neynûka tiliya wê me

 

Ji niha û pê de ez dibim ew cotepêlavên 

 

Ku cara dawî xistibû piyên xwe û pê çû sêdarê

 

Ji niha û pê de ez ew bazinên bi cî mayî yê destê 

 

Şîrîn Elemhûlî me"([59])

 

Di serhildana 12ê Avdara 2004an de li Rojavayê Kurdistanê dema ku rûda û rêjîma Be´is rê neda wan û kesayetên xuyayî birin û di bin êşkenceyê de kuştin mîna Şêx Meşûqê Xiznewî, li vir Şêrko ji bo wî dibêje:

 

"Zilamek hebû serê wî ewr

 

Çavên wî kanî, rûyê wî teyr, bejna wî dar

 

Cara yekem pencereya malekê, ew nas kir

 

Cara duyem barana gund, cara sêyem tava du-sê bajarekî

 

Vê yekê 48 salan dom kir

 

Lê duh heman zilam, di rojekê de, tenê yek roj

 

Dema birûsk ji serê wî derket

 

 Kulîlk derxist û firiya 

 

Hemû pencereyên malan, hemû barana gundan

 

Hemû lampeyên kolanê

 

Jin, zarok, perperok û teyr

 

Çiqas Kurdistan nas dikin

 

Ew nas kirin"([60])

 

   

 

Helbestên poster:

 

"Şi´rên poster wek ku Şêrko ev nav li wan kiriye  kurt bûn, piçûk bûn lê têr û tije bûn.

 

Êşa herî mezin jî wek a Helebça di wan posteran de bi cî kir. Di navbera poster û hunerê de peywendiyeke herî mezin heye, herdu li ber çavên milet zelal bûn û digiha dilê hemûyan, ew ne ji beşeke taybet anku ne ji bijare re bûn.

 

Çiqasî naveroka wan siyasî yan jî civakî ba dihat têgihiştin, her wiha xwedî çepereke berfereh û pirdeng bû û awayên ku bi kar tanîn ne dûrî giyanê civakê bûn.

 

Ev wêneyên helbestî tije hest, nest û dilpakî ne, ew wan bi riya sembolê re tîne ziman, lê dîsa jî çiqasî giringiya wan heye ciyê helbestê nagire.

 

Bi taybet helbesta wî ya ku bo zimanê erebî hatiye wergerandin "Elşefeq" tê de serbûriya xwe dibêje û bi şêweyekî pêşketî nivîsandiye da ku bigihêje piraniya civakê, tê de çînîtî, tirs, hezkirin û aciziya xwe diyar dike".([61])

 

Li vir em dikarin çend helbestên wî yên poster diyar bikin.

 

"Şîret

 

Gelek tişt hene zengar digirin

 

Û ji bîr diçin û paşê jî dimirin

 

Wek tac û kopal û textê bin

 

Lingê padîşahan

 

Gelek tiştên din jî di dinyayê de hene narizin

 

Ji bîr nabin û tu caran namirin 

 

Wek şewqê û kopal û sola Çarlîçaplin"([62])

 

Nazikî

 

Ji avê naziktir keça xweşik e

 

Ji keçê jî naziktir

 

Helbest e.

 

"Di welatê min de

 

Di welatê min de 

 

Rojname bi lalî ji dayik dibin

 

Di welatê min de 

 

Radyo bi kerrî jidayik dibin 

 

Di welatê min de 

 

Televizyon bi korî ji dayik dibin

 

Ew tiştê sax ji dayik dibin

 

Wan lal dikin û dikujin 

 

Wan kerr dikin û dikujin 

 

Wan korr dikin û dikujin

 

Di welatê min de ...."([63])

 

"Payîz

 

Îro payîzê bar kir û

 

Çû ji vir

 

Ku ez warê wê yê vala

 

Axînek jê mabû 

 

Min axîn anî mal

 

Axîn wek ku bêjî

 

Payîz taybetî

 

Ji bo min dirûtibe

 

Tam li gor şi´irek min mabe" [64]

 

Şêrko di salên zor û zehmetiyên Kurdistanê de bûye bêhna azadî, berxwedan û kurdbûnê jî.

 

Di dilê xwe de hertim hezkirina çiyayê Emzîr yê Silêmaniyê, çemê Sîrwan ê Halebçeyê, newala Şarezûr, Babagurgur a Kerkûkê gerand.

 

Bêkes digot dema li kolanê Hewlêr, Sîne û Mehabadê digere da Amedeke azad maçî bike:

 

 "Maçeke min heye heya niha

 

 Nikare ji lêvên min cuda bibe û

 

Bigihêje dev û lêvên wê 

 

Dev û lêvên wê li Amed

 

Ez jî li vir....

 

Ev maça min

 

Bi vê mij û dumanê nikare

 

Riya hovan bibire û 

 

Bigihêje sûrê li dora bajar 

 

Ev maça min 

 

Tenê wê demê digihê yar

 

Asmana Amed sahî bibe û

 

Azadî jî bibe baskên wê"([65])          

 

Di sala 1988an de Operasyonên leşkerî yên Îraqê li dijî Kurdan pêk hat; di wan opersyonan de nêzî 4000 gundên Kurdistanê wêran kirin û nêzî 182.000 mirovên Kurd, ku tê de zarok, jin û pîr jî birin û winda kirin, piştî têkçûna rêjîma Seddam, sala 2003an û şûnde laşên wan ji goristanên komî carek din derdixistin û ji bo vê komkujiya dijwar a Enfal û Helebçe de Şêrko wiha dibêje:

 

Tenê ew dem

 

Ku xwedê tê de razabû

 

Heqîqet tê de raza bû

 

Sala Enfalkirina me bû

 

   -2-

 

Li wî aliyê dinyayê

 

Dema ku qurbanî dîsa radibin

 

Diçin pêşiya erşa xwedê û 

 

Bi hev re xwe diteqînin

 

Toza ku ji wan radibe

 

Ji serî heya binî erşa xwedê

 

Rû digere

 

   -3-

 

Dîrokek e 

 

Hawara me ewqas tenê ye

 

Birîna me ewqas bê kes e

 

Tenêtî ji me aciz e

 

Û bêkesî jî ji me dilteng bûye

 

      -4-

 

Enfal

 

Enfal

 

Ger ev rengê ku hatiye kuştin

 

Li xwe nekin

 

Ger vê hewaya xeniqî hilnemêjin

 

Kesek ji me jî najî"([66])

    


Despêkirina peykerekî mûzayîk ji helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes re 

 

"Hunermend Weşyar Seyîd dibêje: Min serkuşkirina peykerek mozîkê ji bo helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes re pêwîst dît.

 

Wiha berdewam dike: Berî çend mehan min çend wêneyên wî yên cûrbicûr nîgar kirin û paşê ez ram bûm ku pêwîst e em jê re peykerekî saz bikin.

 

Dibêje: Peyker bi awakî nû û ji mûzaîkê hatiye çêkirin, qebareya wê nêzî 50 cm ye.

 

Rêveberiya giştî ya çand û hunerê li Silêmaniyê lêçûnên wê dan.([67])


Dumahî

Di dawî de em dikarin bibêjin ku Şêrko Bêkes helbestvanekî gewre ye, ji ber gelek afirandinên hêja li dûv xwe hiştin û gelek kar û xebat di jiyana xwe de kirine, bi taybet di warê helbesta kurdî ya nûjen de.

Jixwe piraniya helbestên wî di çarçoveya azadîxwazî de hatine nivîsandin û girêdayî xaka wî bûn; azadî û xak di helbestên wî de zal in (hakim in).

Lê bi metoda hunera wî bi xwe ye, em karin hemû dinyayê di helbestên wî de bibînin ji Çarlî Çaplin bigire ta boyaxkar.

Ew berpirsyarê hemû meseleyên vê dunyayê ye; ji ber wilo bi navê helbestvanê mirovahiyê tê naskirin.

Helbestên wî yê jiyanê ne, xemên azadiya mirovan e, helbestên azar û êşa mirovan e, ji bo serpêhatiyan e, helbestên axê ne, wekî mirov wekî gul û dar wekî asîman wekî ewr wekî çiya peywendiyeke pir mezin di navbera wan de heye.

Helbestên wî ji bo banga azadiyê bûn, ji bo wilo asoya helbestên wî fereh bûn.

Dengê wî zelal û zal, dengê tirajediya azadiyê bû, dengê trajedya dîrokê bû û dîrok beşeka pir giring di helbestên wî de cih digire, hem ji hêla hizir ve û hem jî ji hêla sembolê ve.

Em navê cihan, bajaran û jîngehan di nav helbestên wî de dibînin.

Helbestên wî ji bo dema wî bi xwe bûn her wiha ji bo pêşerojê bûn, em dikarin bibêjin di neynika niha de em dîrokê dibînin.

Di encamê de ez hêvîdar im ku min beşek ji jiyan û berhemên vî helbestvanê hêja ku li ser dirêjahiya demeke baş kar û xebat kiribû, min diyar kiribe ji ber hingî û ta niha jî wek stêrkek di wêjeya nûjen de xuya dike.


Semîra Elî


  

1-Mûcizz Tarîx eldeb elkuedî, Merûf Xeznedar,R:25.S

2-Elhereke eltecdîdiye fî elşi´ir elkurdî,Kemal Merûf, R:169.

3-www.Tahayati.com, Elhedef elseqafî, Elî Elmendelawî,2.2.2006.

4-Heman jêder.

5-www.Tahayat.com,Elhedef Elseqafî,Elî Elmehdelawî.

6-Luqman Mehûd, Serdem elerebî,R:15.

7-Firat Cewerî/kultur, huner û edebiyat.

8-Heman jêder.

9-Şêrko Bêkes, Hemû helbest, R:210.

10-Serdem Elererbî, "Şêrko Bêkes şair elume elkebîr"Dr.Ismail Seyid, R:54.

11-Sedem Elerebî, "Şêrko Bêkes şaie elume elkebîr"Dr.Ismail Seyid,R:54.

12-www.Tahayati.com, Elhedef Elseqafî,Elî Elmedelawî.

13-ANF NEWS, Perwer Yaş, Berlîn,duşem 5.8.2013.

14-Elmekan we delaletuhû Elcemaliye fî şi´ir Şêko Bêkes, Sebah Elenbarî R:7.

15-ANF NEWS,Perwer Yaş, Berlîn 5.8.2013.

16-Firat Cewerî, kultur, huner û edebiyat. R:375.

17-Firat Cewerî, Kultur, huner û edebiyat, R:376.

18-Heman jêder,R:377.

19-Firat Cewerî, Kultur, huner û edebiyat, R:378-379.

20-Firat Cewerî, kultur huner û edebiyat, R:378.

21-Firat Cewerî, kultur, huner û edebiyat, R:378.

22-Ferhenga ciyan, blagspt.com, Muhsin Ozdemîr.

23-Firat Cewerî, kultur, huner û edebiyat, R:379.

24-Şêrko Bêkes, Hemû Helbaest, R:187.

25-Luqman Mehmûd,Serdem Elerebî, R:15.

26-Firat Cewerî, kultur, huner û edebiyat, R:384.

27-Fatima Elmuhsin, Sehîfet Elmusteqbel, 8.1.2013.

28-Hozan Emîn, Serdem Elerebî, R:78.

29-Luqman Mehmûd, Serdem Elerebî, R:15.

30-ANF NEWS, Perwer Yaş,5.8.2013.

31-Alarab.com, Arif Hemze,R:10.

32-Şêrko Bêkes, Hemû Helbest,R:100.

33-Dr.Ismail Seyid, Serdem Elerebî,R:538539.

34-Dîvêd Megdol, Tarîx Elekrad Elhedîs, R:54.

35-Dîvêd Megdol, Tarîx Elekrad Elhedîs, R:540-541.

36-Wordpress.com,Pirtûk û wêje, perperokên Şêrko Bêkes

37-Şêrko Bêkes, Hemû Helbest, R:212.

38-Weblak diyar kurd, Şêrko Bêkes R:7-8.

39-Mahabad.wordpress.com,(Wikipedia.)

40-Mahabad.wordpress.com.

41-Mahabad.wordpress.com.

42-www.kurdishmagazin.com.

43-Luqman Mehmûd, Serdem Elerebî,R:16.

44-Dr.Ezeddîn Mustefa Resûl, Elwaqiye fî eledeb elkurdî R:107.

45-Firat Cewerî, kultur, huner û edebiyat, R:380.

46-www.tisik.net.

47-Dr.Nebîl Raxib, Elmezahib Eledebiye min Elkilasîkiye île Elebesiye, R:106.

48-www.rupelnau.com, kurmancîkirin.Ednan Behaadîn.

49-Kovara Elulûm Elinsaniye lî cemaliyet Zaxo, 2017

50-Kovara Elulûm Elinsaniye lî cemaliyet Zaxo,2017.

51-Dr.Eziddîn Mustefa Resûl, Elwaqiiye Fî Eledeb Elkurdî,R:174.

52-Ibrahîm Yûsiv, Rojnama Zeman.

53-Heman jêder.

54-Luqman Mehmûd , Serdem Elerebî, R:24.

55-Heman jêder.

56-Şêrko Bêkes, Hemû Helbest, R:51.

57-Kovara Camiet Kerkûk lildîrasat Elinsaniye, jimar:2

58-ANF NEWS,Perwer Yaş , Berlîn, 5.8.2013.

59-www.tisik.net.

60-Şêrko Bêkes, Hemû Helbest,R:205.

61-Kovara Elsaqafa,hejmar:3, sala 1979.

62-Şêrko Bêkes, Hemû Helbest, R:82.

63-Şêrko Bêkes, Hemû Helbest, R:99.

64-Şêrko Bêkes, Hemû Helbest, R:92.

65-Pirtûk û wêje, wordpress.com.

66-Şêrko Bêkes, Hemû Helbest,R:187-188.

67-www.rudaw.net

    -wergêr:Omîd Ebdilkerîm Ebrahîm.

    -Kurdistanart.blogspot.com.

 


Îroveyan
* E-name li ser malperê nayê weşandin.
I BUILT MY SITE FOR FREE USING