•  15/11/2018 12:05 PM

Di roja 05/01/1905 ê de , xwedê kurek da Sebrî Axa li gundê wî Narincê , navê wî kire (Osman ) ; di nav salan de Osman mezin bû , temenê wî bû 10-11 salî bavê wî Sebrî Axa çû ber dilovaniya xwedê , vêca li şûna bavê wî Apê wî yê mezin ( Şikrî ) bi kar û barên hoza Mirdêsan ve rabû û bi dilovaniyeke mezin jî ( Osman Sebrî ) xwedî kir hem jî rêzanên hoza Mirdêsan şanî wî dan û bi gelek dan standinên navçêre serwext kir , da ku çavê wî vebin û amadebe ji pêşerayan re .

Zêdetir bixwînin
  •  15/11/2018 11:22 AM

Bûyîna wêjeya kurdî ya nûjen û pêşketina wê li ser zemîna helbesta kilasîk bû. Afrandinên wêjeya devkî ya kurdî gelek sedsal derbas kirine. Rewşa derdorê ya gelê kurd ew neçar kirin ku seranserî sedsalên dûvdirêj, jiyaneke dijwar bi êş û azar bijîn û vê yekê hişt ku bandoreke mezin li pêşketina wêjeya kurdî û bûyîna cûreyên wê bike.

Zêdetir bixwînin
  •  15/11/2018 11:11 AM

Yek ji navdartirîn helbestvanê kurd e, ku helbstên wî bibûn mîna tîrêjekê ji roka zer di şevê tarî de û gotinên wî mîna baranên buhara hêvî didan miletê xwe û riya azadî û têkoşînê li ber wan vedikir. Ciwanmêr û helbestvanê kurd Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekîgundî, cotkar û belengaz di sala 1903 de li gundê Hesarê li bakurê kurdistanê hatiye cîhanê. Ji 11 xuşik û bira tenê sisê mane Şêxmûs, Xelîl û Asya. Di sala 1918 de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê çûye ser dilovaniya xweda. Di sala 1919 de li gundê Bêdir-Memo diya wî Eyşan ya heftê salî çûye ser dilovaniya xweda, Cegerxwîn demekê li cem xuşk û birayê xwe maye.

Zêdetir bixwînin
  •  15/11/2018 10:54 AM

. Ehmed Ibn Hisên kindî,bi nasnav (Ebû Elteyib El-Mûtenebî)tê naskirin.

Zêdetir bixwînin
  •  15/11/2018 10:35 AM

Li gel her netewekê navgînên derbirînê yên cûrbicûr peyda dibin, nemaze dema ku jiyana vê netewê hemû şer, ceng û şoreş be, wê demê ji bo tifing, hêsir û berxwedanê, rêhevaltiya pênûsekê pêwîst e, ji ber ku çîna ku pêşengtiya civaka xwe dike, her wiha bi roleke girîng dilîze, çîna rewşenbîran e...

Zêdetir bixwînin
I BUILT MY SITE FOR FREE USING