Hêvî; biserketin bixwe ye!
Tenê mijara xwe li vir binivîse û li lêgerînê (GERR)ê bitikîne!
Kurtîyek ji Mêjûwa Kurd û Kurdistan Ji Destpêkirina Mêjûwê Tanî vê Rojê
Mihemed Emîn Zekî Beg Werger Dr. M. S. Cuma
Tarîxa Edebyeta Kurdî 1 + 2
Qanatê Kurdo
Çîyayê Kurmênc û Tevgera Murûdan
Rojê LÊSKO "Roger LESCOT"-Lêkolîn
Agirê Sînemaya Amûdê
M.Ehmedê Namî-Lêkolîn
Şerên Sasûnê
Osman Sebrî-Lêkolîn
Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî
Şerfxanê Bedlîsî-Werger: Dr.M.S. Cuma-Lêkolîn
Dîroka Kurdistanê
SZK-Lêkolîn
Mêjûwa Dewlet Û Mîrneşînîyên Kurd Di Pêla Musulmantîyê Da
Mihemed Emîn Zekî Beg-Werger Dr.M.S.Cuma-Lêkolîn
Antolojîya Helbesta nû ya kurdên başûr
Xelîl Duhokî
Antolojîya Helbestên Cîhanê
Xidir Ûso
Çîrok
Fuad Temo
SERPÊHATÎYÊN KURDAN 1
Seydayê Tîrêj-Çîrok
SERPÊHATÎYÊN KURDAN 2
Seydayê Tîrêj-Çîrok
HIKAYATÊN CIMETA KURDAN
Hacîyê Cindî-Çîrok
KESKESOR
Nûredîn Zaza-Çîrok
ARDÛ
Hesenê Metê-Çîrok
MEMÊ BÊ ZÎN
Helîm Yûsiv-Çîrok
ÇÎROKÊN RENGÎN
Loqman Polat-Çîrok
BEXÇEYÊ VÎŞNE
Çîxov-Çîrok Werger: Firat Cewerî
BALAFIRA JÎNÊ
Zeynelabidîn Zinar-Çîrok
RASTIYA ZIMAN, WÊJE Û ÇANDA KURD
ABDULAH OCALAN
Şîroveyeke herî nêzî rastiyê ye ku dema pêşiyên sûmeran destpêkê ji Mezobotamyaya jorîn ber bi mezobotamiyaya jêrîn koç dikin, ew koç rastî dema Tel Xelef(BZ 6000- 4000) çaxê herî pêşketî a kakil Aryanyên mezobotamiya jêrîn tê. Çanda wê ji bixwe re di bin û derdixînin qonaxeke jortirîn. Divê mirov sûmeran ji komên koçkirî wêdetir weke belavbûna çanda Tel xelef bi nav bike. Hêmana bingehîn a herî bi bandor belavbûne. Bêguman neraste ku mirov çanda xwerû bi bizire, ketina wan ya nav hev her dem gengaz e.
Zêdetir bixwîninPişavtin (pişaftin) çi ye, tê çi wateyê? Berî her tiştî peyva pişavtin tê wateya, bi rê û rêbazên mina reşkirin, kirêtkrin, sexurandın, hetikandin, riswakirin, biçûkxistin û hwd. tepeserkirin, helandin, veguherandin, ji cewherê xwe, ji çand û zîman xwe, ango ji nasnameya xwe dane şerimkirin, derxistin, dûrxistin û biyanîkirin e; di encamî de ji binyat, reh û kokên xwe qutkirin û li hember hemû nîrxên xwe yên giyanî, neteweyî û mirovî (însanî) rakirin û kirine dijmin e.
Zêdetir bixwîninMihemed Emîn Zekî di pirtûka xwe de: Kurtiya Mêjûya Kurd û Kurdistanê, wergera Mihemed Elî Ewnî, ya ku li Qahîrayê, sala 1936an, derket, di rûpelên 142-146an de dibêje: "dipey ku dewleta Eyûbiyan mîrî, (ango hikûmeta) Zenkî ji navê rakir, mîriyeke kurdî ji Azîzan li Cizîra Botan hate ava kirin".
Zêdetir bixwîninMED B.Z. di 1000’an de Asûrî li herêmê hatibûn asta xwe ya herî bilind. Asûriyan li derdora xwe bandoriyeke herî mezin dikirin. Li ser hemû gelê herêmê zilmeke pir mezin didan meşandin. Li herêma Mezepotamaya li hemberî Asûriyan têkoşîna Medan dest pê dike. Li gorî dîroknasê Yewnanî Heredot hêjmara qiralên Medan çar in û navên wan ev in: Diyako, Firortîş, Keyaksar û Astiyag.
Zêdetir bixwîninLi gorî lêkolînên arkeologan cara pêşî sumerî li Mezopotamyayê berî zayînî (bz) li derdora salên 3500î li ser kevir û lewheyên axikî bi awayekî sîstematîk wêne kolane. Piştre wêneyên xwe basît çêkirine ku mirov têbigehîje. Ji wêneyên weha hêsan û sîstematîk re pîktogram dibêjin. Ji ber ku sumerî wêneyên xwe li ser heriya şil û bi kam nivîsîne,detaliyên wan ji aliyê arkeologan ve baş nehatine xwendin û fêm kirin. Piştî sala 3000 î sumerî pîktogramên xwe bi pêşxistine û wek nivîsar li ser lewheyên axikî yên biçûk nivîsîne.
Zêdetir bixwîninRomana Şivanê Kurd an jî Kurmanca ya 'Erebê Şemo: Ev roman; yekem romana kurdî ye ku hatiye nivîsîn, 'Erebê Şemo tê da bîranîn û bûyerên jîyana xwe, her wiha jîyana kurdên koçer tevî rê û resmên Kurd û Kurdistanê bi ziravî û zarekê kurdî xweş, zelal, sivik û wêjeyî bi gelek lêkerên kurdî yên xwerû nivîsîye ku mirov mereqdarî xwedina wê dike.
Zêdetir bixwîninDi roja 05/01/1905 ê de , xwedê kurek da Sebrî Axa li gundê wî Narincê , navê wî kire (Osman ) ; di nav salan de Osman mezin bû , temenê wî bû 10-11 salî bavê wî Sebrî Axa çû ber dilovaniya xwedê , vêca li şûna bavê wî Apê wî yê mezin ( Şikrî ) bi kar û barên hoza Mirdêsan ve rabû û bi dilovaniyeke mezin jî ( Osman Sebrî ) xwedî kir hem jî rêzanên hoza Mirdêsan şanî wî dan û bi gelek dan standinên navçêre serwext kir , da ku çavê wî vebin û amadebe ji pêşerayan re .
Zêdetir bixwîninBûyîna wêjeya kurdî ya nûjen û pêşketina wê li ser zemîna helbesta kilasîk bû. Afrandinên wêjeya devkî ya kurdî gelek sedsal derbas kirine. Rewşa derdorê ya gelê kurd ew neçar kirin ku seranserî sedsalên dûvdirêj, jiyaneke dijwar bi êş û azar bijîn û vê yekê hişt ku bandoreke mezin li pêşketina wêjeya kurdî û bûyîna cûreyên wê bike.
Zêdetir bixwîninYek ji navdartirîn helbestvanê kurd e, ku helbstên wî bibûn mîna tîrêjekê ji roka zer di şevê tarî de û gotinên wî mîna baranên buhara hêvî didan miletê xwe û riya azadî û têkoşînê li ber wan vedikir. Ciwanmêr û helbestvanê kurd Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekîgundî, cotkar û belengaz di sala 1903 de li gundê Hesarê li bakurê kurdistanê hatiye cîhanê. Ji 11 xuşik û bira tenê sisê mane Şêxmûs, Xelîl û Asya. Di sala 1918 de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê çûye ser dilovaniya xweda. Di sala 1919 de li gundê Bêdir-Memo diya wî Eyşan ya heftê salî çûye ser dilovaniya xweda, Cegerxwîn demekê li cem xuşk û birayê xwe maye.
Zêdetir bixwîninDi sedsala 20an de pîştî ku wêjeya nûjen li cîhanê belav bû 75% ji xaknîgariya kurdistanê di bin desthiladariya impiratoriya Osmanî de bû lê di despêka sed sala 20an de hin hestên netewperestiyê li cem miletê rojhilat şiyar bû û mafê zimanê xwe ji impiratoriya Osmanî wergirtin kurdan jî dest bi zimanê xwe kirin.
Zêdetir bixwînin. Ehmed Ibn Hisên kindî,bi nasnav (Ebû Elteyib El-Mûtenebî)tê naskirin.
Zêdetir bixwîninTevî ev qas xwîna ku hatiye rijandin, canên ku bûne qurbanî, jinên ku hatine sebîkirin, zarokên ku hatine sêwîkirin, samanên ku bûne xenîme, bajarên ku hatine wêrankirin û malên ku hatine şewtandin, hîn gelek Kurd hene bawer dikin ku Îslamê bi aştî, bêşer û kuştin belav bûye. Kurd ne bixweşî û ne bikêfa xwe derbasî Îslamê bûne, lê belê bi darê zorê li wan hate sepandin. Li gorî gelek dîroknivîs û jêderên erebî û ewrûpî, wan gelekî li ber xwe daye, hatine kuştin û çem bi xwîna wan herikîne, ta ku hêzên îslamî derbasî Kurdistanê bûne û kelhên wan ên mîna “Celewlayê, Hilwanê, Amedê, Ehwazê û hwd..” dagir kirine. Piştî derbasbûnê jî, wan Cizye li Kurdan sepandine û li gorî nameya (Ayeta) wan ê ku cizye nedida û nedibû Misilman, dihate kuştin.
Zêdetir bixwîninXwedî, birêveber û sererastker
Min xwest ez vê rûpelê çê bikim da ku hîn bêtir mijarên girêdayî wêjeyê xurttir û bihêztir bikim, her wiha belav bibe û her kes sûdê jê werbigire.
BELAVBÛNA ÎSLAMÊ LI KURDISTANÊ
Hevnasbûna Kurdan bi Îslamiyetê re digîhîje dema Mihemed Pêxember (xxl). Herwaha sê Kurdên sehabe jî hebûne ku di dema Mihemed Pêxemberî de bûne Misilman, ji wan yek Cabanê Kurdî û kurê wî Meymûn el-Kurdî û sehebeya jin Zozan e.
Hinek Kurdên bazirgan jî ji Cizîrê çûne Meke û bajarê Taîfê, li wê derê bûne Misilman û zivirîne hatine Cizîrê, Misilmantiyê belav kirine.
Tê zanin ku piraniya Kurdan berî Îslamiyetê, li ser dînê Zerdeştîtîyê bûne. Ev ol, ji aliyê Zerdeşt Pêxember ve hatiye belakirin û heta dema şerê di navbera Sasanî û artêşa Misilmanan de çêbûye, pirraniya Kurdan zerdeştî bûne.
Îslamiyet di Sedsala Heftan de derketiye, wê demê Kurdistan di navbera Împeratoriya Sasanî û Împeratoriya Bîzansê de perçekirî bûye, ji ber wê yekê hertim erdê Kurdan ji Sasanî û ji Bîzansê re dibû qada şer. Artêşa Îslamê di dema xelîfe Omer de, salên 637-642an Îslamiyet li Kurdistanê belav kiriye û pirraniya Kurdan Misilmantiyê pijirandine.
Bi vî awayî Kurd bûne Misilmanên pêşî. Piştî belavbûna Îslamiyetê li Kurdistan û li Rojhilata Navîn, pirraniya Kurdan bûne Misilmanên Sunî, lê hin Kurd piştre bûne Elewî û Şiî. Kurdên Sunî li ser mezhebê Îmamê Şafiî ne. Di nav Kurdan de gelek Êzidî û eger pir kêm be jî hinek Xiristîyan, Cihû û Zerdeştî jî hene.
Bi pejirandina Misilmantiyê, di Serdema Zêrîn a Îslamê de li Kurdistanê di nava Kurdan de jî xwendin û zanist pêşve çûne. Li Kurdistanê gelek medrese ava bûne.
Di sedsala 8 û 9an de li Kurdistanê zanyarên weke Îbrahîm Mewsîlî, Ziryab, Ebû Henîfe Dînewerî, Bassam Kurdî û Îbn Quteybe derketine. Ziryab yekemîn kes e ku têla pêncemîn li saza ûdê zêde kiriye û mizrabê bi kar aniye.
Dînewerî jî li ser li astronomî, matematîk, erdnîgarî, riweknasî û dîrokê xebat kirîye. Xebatên Dînewerî li ser netewahiya Kurdan jî çêbûye û pirtûkeke bi navê "Ensab el-Ekrad" (Zayenda Kurdan) nivîsiye û tê de behsa dîrok û nijada Kurdan kiriye. Dînewerî Qurana pîroz a Misilmanan jî tefsîr kiriye.
Îbn Quteybe li ser dîrok, hedîs, tefsîr, wêje û fiqihê gellekî pirtûk nivîsîne. Di derbarê Bassam Kurdî de agahî tune, lê tê gotin ku bi Goranî helbest nivîsiye. Di sedsala 10an şûnde êdî li her aliyê Kurdistanê Wêjevanên mezin yên weke Evdilsemed Babek û Elî Herîrî, alimên wekeMacid el-Kurdî, Ebû Ebdulah Mukrî, Behaedîn ibn Şedad, Îsa Kurdî, Cakîr el-Kurdî, Evdilqadirê Geylanî, Îbn Selah el-Kurdî, Muzîkologê weke Sefiyedîn Ûrmewî, Fîlozofên weke Şihabedîn Suhrewerdî, Eyn el-Qudat, Siracedîn Ûrmewî, Emerê Suhrewerdî, Amîdî û Şemsedînê Şehrezûrî, Dîroknasên weke Elî ibn-ul Esîr, Mubarek el Mistewfî, Îbn-ul Ezraq, Îbnu Xelkan û Zanistvanên weke Îsmaîl Cizîrî (Ebul Iz), Fexredîn Exlatî û Ebûlfida derketine holê.
Evdilsemedê Babek helbestvanê herî pêşîn ê ku helbestên xwe bi Kurmancî nivîsandine, lê mixabin zêde di nava Kurdan de nehatiye naskirin. Elî Herîrî weke helbestvanê pêşîn tê zanîn.
Ji bilî van kesan di vê demê de gelek nivîskar û zanyarên Kurd ên jin jî derketine, ji wan yên herî naskiri Fexrûn-Nîsa, Ûm-Mihemed û Esma Xatûn in. [9] Fexrûl Nîsa (Şehre Dîneverî ye) Destxet (xetat), nivîskar û hedîsvana Kurda jin a herî pêşîn e. Tê gotin ku Fexrûl Nîsayê gellekî helbestên xweş jî nîvisine.
Îsmaîl Cizîrî (Elcizîrî) zanyarekî pir bi navûdeng ê Sedsala 12'an e ku bingeha zanista robot û sîbermetîkê avêtiye.
Wêneyek ji pirtûka Elcizîrî, Diyagrama makîneyên bi hêza hilkişîna avê. (Süleymaniye Kütüphanesi (Stenbol). Wêneyek ji pirtûka Elcizîrî (Saeta kelehê) Makîneya destşûştinê ya El Cizîrî El Cizîrî pirtûkek bi navê Kîtab ul-Hîyel (Pirtûka Huneran) nivîsandîye, di wê de, digel nîgaran, behsa çêkirina 50 amûrên mekanîkî kiriye.
Di sîbernetîk û fîzîkê de gelek zanyarên navdar yên weke Leonardo da Vinci di bin bandora wî de mane. Naverok Medreseyên Kurdî Medreseya Sor a Cizîra Botanê Bi belavbûna Îslamê, li Rojhilata Navîn û erdnîgariya Kurdistanê, şaristaniyeke nû dest pê kir. Ev şaristanî, giraniya xwe daye ser nivîsandin û xwendinê.
Ji ber hindê Kurdan jî gelek medreseyên ku perwerdehiyê bi Zimanê Kurdî dikirin ava kirine. Medreseyên Kurdî ya herî pêşî di sadsala 10an de sala 950 li Hemedana paytext a Kurdistanê hatiye avakirin. Di medreseyên kurdî de pirraniya pirtûkên xwendinê, bi zimanê erebî bûne. Lê alimên Kurd dema dersê, wan pirtûkan twercumeyê Zimanê Kurdî dikirin û dersa feqiyên xwe didan.
İcar bi vê şeklê, Zimanê Kurdî bi pêş diket. Di medreseyên kurdî de piraniya telebeyan Kurd bûne, lê hin ciwanên Ereb û Faris jî dihatin xwendinê. Di medreseyê kurdî de dersên Quranê, tefsîr, sîyer, fiqh, kelam, mentiq, wêje, felsefe, astronomî, tib, matematîk û hwd. dihatin dayîn.
Zanyarên Kurd herweha bavê robot û sîbernetîkê ku îro van herdu bûjenan dinyayê li ser nigan ragirtine, projeya wan ji aliyê Îsmaîl Cizîrî ve di Medreseya Kurdî de hatiye çêkirin. Hin ji wan medreseyan pirî ku menşûr bûbûn, bihêsanî navên xwe di rûpelên mêjû de jî bi cih kirine. Her waha Medreseyên kurdan Zimanê Kurdî, Çanda Kurdî, û Wêjeya Kurdî li ser pêya dane hîştin.
Hin Medreseyên Kurdistanê yên navdar:
- Medreseya Sitrabasê (Diyarbekir),
- Medreseya Sor (Cizîra Botan),
- Medresa Bazîdê,
- Medresa Şemdîzan,
- Medreseyên Bedlîsê; Îxlasiye, Katibiye, Şukriye, Şerefiye û Şemsiye.
- Medresa Hîzanê,
- Medresa Miksê,
- Medresa Bêdarê,
- Medresa Findika Botan,
- Medreseya Axtepeyê,
- Medresa Norşênê,
- Medresa Hawêlê,
- Medresa Heskîfê,
- Medresa Amêdiyê û bi sedan medreseyên wisa yên din.
Hin zanyarên Kurd ku ji Medreseyên Kurdî derketine: Di medreseyên Kurdistanê gelek zanistvan, alim û wêjevan derketine, her yek li gor hêza xwe li wêje û Zimanê Kurdî xwedî derketiye û bi pêş xistiye.
Çend kesên ku di medreseyên Kurdistanê de perwerde dîtine û xizmeta Zimanê Kurdî û zanistê kirine ev in;
- Baba Tahirê Uryan, (938 - 1020)
- Evdilsemedê Babek (972 - 1020)
- Elî Herîrî, (1009 - 1077)
- Îsmaîlê Cizîrî, (1153 - 1233)
- Melayê Batê, (1417 - 1491)
- Melayê Cizîrî, (1570 - 1640)
- Feqiyê Teyran, (1590 - 1660)
- Eliyê Teremaxî, (1591 - 1653)
- Selim Silêman, (1586 - ?)
- Şêx Şemsedînê Exlatî, (1588 - 1674)
- Ehmedê Xanî, (1650 - 1707)
- Îsmaîlê Bazîdî, (1654 - 1709)
- Mele Mehmûdê Bazîdî, (1797 - 1863)
- Mele Xelîlê Sêrtî, (1754 - 1843)
- Mela Yûnisê Erqetînî, (? - 1785)
- Miradxan, (1736 - 1778)
- Pertew Begê Hekarî, (1777 - 1841)
- Mewlana Xalid, (1773 - 1826,)
- Feqe Reşîdê Hekarî, (1725 - ?)
- Şêx Evdirehmanê Taxê, (1831 - 1886)
- Evdirehmanê Axtepî, (1850 - 1905)
- Şêx Fethullah Werqanisî, (1847 - 1900)
- Seîdê Nûrsî û gellekî zanyarên mezin yên Kurd di van medreseyan de xwendine.
Pirtûkên Kurdî yên medreseyan:
- Meqamet
- Mewlûda Kurdî
- Eqîda Îmanê
- Eqîdeya Îslamê
- Erdê Xweda
- Nehc-ul Enam
- Nûbihara biçûkan
- Serfa Kurmancî
Qewlê Hespê Reş
- Rewdneîm
- Tiba Melayê Erwasê
- Adetên kurdan
- Gulzar
- Şêrên Fîlozofî
- Kîtaba Tewarîxê Cedîdê Kurdistan
- Şêxê Sen'an
- Sirmehşer
- Iqdê Durfam
- Dewr û Gera Kurdistanê
- Mîrsad-ul Etfal (Ferhanga Kurdî-Farsî)
Dewlet û xanedanên Kurdan yên piştî Îslamiyetê: Dewleta Eyûbiyan ya Kurdan a herî mezin, piştî Îslamiyetê:
- Sadakiyan (770 - 827)
- Dewlata Şedadî ( 951 - 1174)
- Dewleta Merwanî (983 - 1085)
- Dewleta Enazî (990 - 1116)
- Dewleta Hesnewiyan (961 - 1015)
- Dewleta Biweyhiyan (934 - 1062)
- Dewleta Rewadî (955 - 1071)
- Xanedana Hezarhespî (1148 - 1424)
- Dewleta Eyûbiyan (1171 - 1250)
- Dîroka Îslamê
- Dîroka Kurd û Kurdistanê 07/ 06/ 2016 Xwedêda Özyilmaz Xinûsî
ÇAVKANÎ:
1- http://m.risalehaber.com/kurtler-ve-islamiyet-1-15675yy.htm
2- Adnan Demircan, Kürtler (Tarih) r. 63
3- Îbn Hecer el-Asqalanî, El-îsabe fî Temyîzîs Sehabe
4- Thomas Bois, Kurd û Kurdistan
5- Şerefname, Kahire, r. 96 û 97
6- http://www.tatvanmedinemedresesi.com/main/index.php?option=com_content&view=article &id=44:bitlisteki-uluslar-arasi-sempozyum-tebligi&catid=12&Itemid=143
7- Mehrdad Izady, The Kurds
8- http://diyarbakirayder.com/index.php?option=com_content&view=article&id=304:kurtlerinislamiyeti-kabulu-ve-diger-milletlerle-olan-iliskileri&catid=60:ali-haydar-bengi
9- Mihemed Emîn Zekî, Navdarên Kurd û Kurdistan ISBN 91-89014-45-6
10- Îbn Xelikan, Mirina Zedegan
11- Ebûlferec ibn el-Cewzî, El-Tasdik Bilnazar ilallah Ezze Wecel
12- http://muhacerat.com/kurtlerde-medreselerin-tarihi-ve-olusumu.html
13- http://www.semskiasireti.com/?Syf=26&Syz=193948&/TARİHTE-İLK-MUCİT-VEMEKANİKÇİ-KÜRT-MÜHENDİSİ--EBUL-İZ-EL-CEZERİ-
14- http://www.yuksekovahaber.com/yazdir/yazi/yazi/kurt-dilinde-medresenin-rolu-1942.htm
15- Zeynelabidin Zinar, Xwendina Medresê, Kurdî/kurmancî, Şîrovekirin, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1993,100 rûpel, ISBN 91 972090-2-3
16- http://www.rojevakurd.com/mereseya-kurdi/
Tenê mijara xwe li vir binivîse û li lêgerînê (GER)ê bitikîne!