24 May
24May

 DÎROKA ZİMAN NAVEROK: 

  • Ziman û civakbûn
  • Şêwazên belavbûnê û ziman
  • Kok û warê belavbûna zimanê aryan
  • Kurte dîroka zimanê kurdî
  • Malbata zimanê kurdî
  • Alfabeyên ku kurdan bi kar anîne
  • Bi gistî pişaftin
  • Polîtakakyên pişaftinê yên li ser kurdan
  • Îraq
  • Sûriye
  • Îran
  • Tirkiye
  • Bi gîştî encamên pişaftinê
  • Jin û ziman
  • Rista jina kurd di parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de
  • Di wêjeya devkî û nivîskî de rista jina kurd
  • Di parastin û dewlemendkirina zimanê kurdî de rista wêjeya devkî
  • Wêjeya kurdî ya nivîskî
  • Navdêrên ku di pêşxitina wêjeya kurdî de rist lestine
  • Rewşa zimanê kurdî ya îro
  • Sosyolojiya zimanê kurdî

 DÎROKA ZİMANÊ KURDΠPÊNASE:  Ziman çiye? 

PÊNASE 

  • Ziman navgînemke xwezayîye ku têgihîştinê di navbera mirov de çêdike.
  • Ziman heyîneke zindiye ku zagonên wî yên xweser hene û encex  li ser bingehê wan pêşdikeve.
  • Pergalêke hevpeymanên veşartî yên ku bingehê wê di demên ku neyên zanîn de hatiye avêtine.
  • Saziyeke çandî neteweyî û civakî ye ku ji dengan hetiye hûnandin.
  • Ziman hêza civakûyînê ya herî bingehîne. Yanî ziman civakbûyîn bi xwe ye. Girêdana zarok û dayîkê çibe girêdana ziman û civakûyînê jî ew e.
  • Zinam hem civakbûyîne hem jî hîs û çande.
  • Bi gotineke din ked bi xwe ye. Gotineke çîniyan heye dibêje: zimanê xelkê cil û berge zimanê mirov cildê mirov bi xwe ye.
  • Mirov di zimanê xwe de veşartiye
  • Zimanê mirov tixub ango sînorê cîhanê mirove.
  • Ziman şertê heyînê bi xwe ye ( wîngesteyîn)
  • Ziman hizir bi xwe ye (Marks)
  • Çi tiştê ku mirov dihizire û wateyekê digire zimane, kesê ku bizane bipeyîve qet ne feqîre ( gotina pêşiyan ya Efrîqa )
  • RÊBER APO
  • Rêber APO dibêje: ziman hêmanê sereke û yê yekemîn ê pêşistin û pêşvebirina civakbûyînê ye
  • Navgîna ragihandina mirov çand û civakan e, sedema hebûna mirove.
  • Zimanê gelê kurd nasname û bîra wî ya civakî û neteweyî ye

 Zimanê neteweyekê giyana wê ye û giyana wê jî zimanê wê ye. Di rastî de her tiştê ku di xwezaya daringî û giyanî de hebe û di mêjiyê mirov de li beranberî weteyekê bide ziman e. Gotina ku kesê an jî gelê ku zimanê wî hebe dîroka wî/ê jî heye, kesê / an jî gelê ku zimanê wî/ê nebe dîroka wî/ê jî nîne wate dibîne 


 ZIMAN Û CİVAKBÛYÎN  Çend zaroka dixin xaniyekî cihekî tarî û kes bi wan re na_ axive ew zaroki tenê heta ku dimire jî nizane biaxive, lê du zarokan dixine cihekî ew di nav xwe de zimanekî taybet çêdikin, lê ji bilî wan kesek ji wan fêm nake Ziman hizire, hizir jî bi kedê pêşketiye! Bi pêşketina zimên re çandeke civakbûyînê çêbûye , ev jî bûye  sedema guherînên civakê Piştî hilweşîna newala rîfê rewşa kîşwerî tê guherîn. Lawir neçar dimînin dakevin erdê, êdî neçar dimînin ku li erdê bijîn. Di wan rewşan de di navbera cureyên zindîwaran de jî cûdahî çêdibe. Lê bi ezmûnan hatiye misogerkirin ku her çiqas hidamê organên deng û hizirê girîng bin jî di derbas bûna ziman de mîsiger bi jiyana bi wateya civakî re digihêje çawaniyeke û pêşdikeve. Çend hêmayên hizirê yên bi tixûb û awayê anîna wan a zimên ku jest û mîmikên rastî serdema kilanê tên ku ew jî teşeyê civakbûnê yê herî sertayî û teng e. Zimanê destpêke xwe dispêre îşaretan jest û mîmîk hê jî ji hatina asta dengan pir dûr in. Her ku jiyana civakî pêşdikeve ziman pêşdikeve, her ku ziman pêdikeve jiyana civakî pêşdikeve. Di vê pêk hatinê de pêşketina hizir û ziman vebeyîneke ne qels e li ser ava kirina civakî, vebeyîneke pir bi hêz û wate ye Ev di heman demê de pêşketina dualîteya civakî jî nîşan dide. Divê li vir yanî di avakirin û pêşketina civakê de rista dayîkê bê zanîn. Ango ziman çawa bi rêka dayîkê pêş ket Dema ku em berê xwe didine rastiya dîroka avabûna jiyana civakî û pêşxistina civakê em her dem dibînin ku jinê ango dayîkê risteke dîrokî lîstiye. Ango rista dayîka xwedawend gelekî mezin e. Bi gîştî di nava ahengiya xwezayê de jî her dem girêdana giyanewerên mê û çêlîkan zêdetir e. Ev girêdan ji bo cureyên despêkê ku dişibiya mirov jî wisa ye. Guherînên ku di kişwerî hewirdor û erdnîgariyê de çêbûyî sedema perasena derketina ziman e. Baş tê zanîn ku nas kirina civakekê bi naskirina mercên wê yên dîrokî û erdnîgarî ve girêdayî ye. Dîroka qut bûna jin ji piramîtiyê heta şoreşa cotkariyê heta heşt milyon sal diçe CİH RÎFA AFRİQAYÊ  Hem delîlên şînwarnasî hem jî li herêmê peydabûna pir cinsên nêzîkî vê a niha vê tezê pişte rast dike Qutbûn ji nişkave çêbûye an bi parasanê çêbûye baş nayê zanîn. Ji xwe ev ji hêla mijara me ve jî ne pir girîng e Çêbûyîn û dest dayîna pergala zengelorê ji bo derxistina pir cure dengan û mezinahiya çapa mêjî jî ji avantajên me yên nû ne. Ji ber ku newala tebiqî ya Rîfa Efrîqeya Rojhelat hem xwedî çoltar û daristan bû, hem jî xwedî gol û gervok bû, lewre ji bo ewlekariya cureyên mirov stiratêjîke. Bi taybetî jî reva demdirêj ya ber bi golan ve bû sedem ku mirov mûyên xwe yên lawirî winda bike biweşîne û nêzîkî mirovê bi mû yê nû bibe. Kiswer ji bo vê heta dawiyê dest dide. Eventajekî din ê Rîfê ew e ku dema heman peraf bêne şopandan û heta dighêje torosan riyeke xwezayî pêk tîne. Di heman demê de xeta fayê û hatina ber hev û ji hev cihê bûna du perçeyên parzemînê asya û Efrîqa jî pêk tîne. Tê hizirîn ku di Newala Tebiqîn  a Rîfê de bi milyonan salan bi awayê kilanî jiyane. Mirov dikare bêje ku ber bi hundirê Efrîqayê jî her dem di nava koçberiyê de bûne. Gelek agahî hene dibêjin ku belav bûna vî cinsî ya cîhanê esas li ser xeta bakûrê Rîfê çêbûye. Tê texmîn kirin ku heta dighêje homosapîyansan ( mirovê ku dihizire) gelek cureyan heman rê şopandine. Heta niha li ti cihên cîhanê ên din rastî cureyên din ên ku dişibin mirovan ne hatine, koka hemû cureyên ku dişibin mirovan li Rojhelatê Rfrîqayê ye. Heta niha li deverê cihê yên dinyayê gelek fosîlên temenê wan milyon sale hatine dîtin tê pejirandin ku tavahiya curyan beriya serdema çaremîna a qeşayê li dinyayê belav bûne. Tê hizirîn ku di tevahiya vê dema dirêj de cûreyên mirov wek klanê ji bîst- sî kesî tevgeriyane. Debara xwe bi nêçîrvanî û komkirina pincaran kirine. Pejirandineke giştî ya ku van her du cure çalakiyan li ser çêbûna dest û lingan bandoreke baş kiriye heye. Bermahiyên fosîlî didin nîşan dan ku di wê demê de di stargehan de di giravan de, di şkeftan de û li ser stargehên li ser daran jiyana xwe domandine û ev ji bo wan gelekî baş bûye. Ewlekariya wan baştir bûye. Wê demê hîn malbat û maldarî pêşneketiye. Klan bi xwe malbate. Tê zanîn ku karîbûne bi zimanê îşaretan (zimannê deng û beden) li hev bikin û xwe bigînin asta sembolan. Em niha baştir fêm dikin ku ji bo na ziman xwe bighîne asta sembolan pêvajoya karvaniyeke dirêj hewce dike. Lêkolîn didin diyarkririn ku nêzî sed û pêncî dused hezar sal berê nifşê homo sapîensan nêzîkî taybetmendiyeke zimanê sembolan bûye. Heman çavkanî didin diyarkirin ku cihê zimanê îşaretan yekem car bi dengan ê nûjen û di hevgirtin û belavbûna cîhanê de risteke mezin dilîze 50 hezar sal berê bûye. Ev çalakiya belav bûnê di heman xeta Rîfê de ber bi bakûr ve li dinyayê belav bûye. Di vê demê de komên ji hev dighêjin zêde dibin û ji wan cure û komên cuda jî ava dibin. Di despêka Homosapîens sapîensan ( mirovê ku di hizire û diaxive)de em rastî ji hev cuda -bûna ziman û nîjadan nayên. Lê mirov dikare texmîn bike ku komên xwe mezintirîn kirin. Jin di komkirin û berhevkirina giya de, zilam jî di nêçîrvaniyê de pispor bûne. Tê peyîtandin ku ev kom gelekî pêşketine. Resîm û xêzkirinên di hinek şkeftên li Colemêrg û herêma di navbera Spanya û Firansayê de pir bi hêz in û ji wê demê mayîn e. Li gorî teoriya koçberiyê:  Giştî her du herêm ji bo koçberiyên ji Efrîkayê li cihekî baş in. Xwe gihandina wan di ser Rojhelat û Rojavayê Derya Spî re gengaz e. Ev teorî bi teoriya giştî ya koçberiyê û belavbûna li dinyayê re li hev dike. BEŞA 3. CİH Û WARÊ DUYEMÎN Ê KOMBÛN Û NAVENDA BELAVBÛNA CÎHANÊ YA NİFŞÊ MİROV Û ŞOREŞA ZİMAN Hêmanên mirov didin hizrandin ku piştî derketina ji Rîfa Efrîkkayê deriyê cihê bingehîn ê kombûnê û navenda belavbûna hemû dinyayê Toros – Zagros in pir in. YA YEKEMÎN: Ev kevan dawiya rêya xwezayî ya ji Rîfê ye. Heta bi van deran pêl bi pêl tên. Ji ber ku çolistana sehra mezin û çolên Erebîstanê deriyên Rojhelat û Rojava girtîbûn, coya sûveyşê û deryaya Spî bibûn cihê rêya belavbûnê ya xwezayî. Peravên başûrê Deryaya Spî di ser tengava( gewriya ) cebelûtarik de ber bi Spaniya û Ewurupayê ve riyeke duyemîn û girîng pêk tînin. Lê şert û mercên erdnîgarî wê ne biqasî yên Derya Spî ne. Di navberê de astengên dijwar û pirsgirêkên zad hene. Riya herî mangî piştî peravên Deryaya Spî di vê kevana ku rêzezincîra çiyayên Toros – Zagros pêk tînin û wekî heyvika zêrîn hatî bi navkirin re derbas dibe. Şert û mercên vir ewqas li cihin ku ne gengaze mirov nebin civak û pêş nekev e. YA DUYEMÎN : Ji bo civakên mirovan mercên kişwerî di asta zeviyeke xwezayî de ne ku xwedî fêkiya ne. Herikîna gelek çem û dewlemendiya lawirên nêçîrê ji bo sitirîn û ewlekariyê hebûna şkeftên mangî. Mirov dikare bide diyarkirin ku piştî Rîfa Efrîqa cihê duyemîn ê bi cihûwarbûna mirovan ev axa pîroz ya Mezobotamiya ye. Weke cihê yekemîn kurk ketina mirovahiyê ye. YA SÊYEMÎN: Çêbûn û pêkhatina herêmeke fereh a ziman ji bo nifşên mirov derfetên pir mezin ên civakbûn, xwe parastin û zad bi destxistinê çêdike. Dibe ku şoreşa dîrokê a destpêkê şoreşa ziman be. Wê guncav be ku mirov ji vê şoreşa mezin ya destpêkê re bibêje şoreşa ziman. Lewre di vê erdnîgariyê de tu şoreşan bi qasî vê şoreşê xizmet ji mirovahiyê re nekiriye. Her roj têgîneke pîroz, mirov dikevin nava pergaleke nêzî pergala malbatiyê (klan) , cara yekem di stargehan de dibin xwedî jiyaneke bi ewle. Di çar demsalan de bi awayekî ewle dijîn. Dema ev pêvajona hemû dibin têgîn, zimanê hevpar ê civakên berferh derdikeve, ya rastir cara yekemîn NASNAMEYA ku civakan ji hev cihê dike çêdibe. KOK, CİH Û WARÊ VELAVBÛNA ÇAND Û ZİMANÊ ARYAN: Koma ziman- çanda Aryan çi di warê ziman de, çi jî di binsaziyeke bi kok a çandî de hîmekî girîng daniye, ev jî bi mercên dîrokî û erdnîgarî ve girêdayî ye. Salên di navbera 10.000 – 4000’ ê BZ’ê de dema dirêj ya bi cihbûn û sazîbûna vê çandê, vî zimanî îfade dike. Jixwe gelek berhem ên vê demê ne. Gêsin tekirlek, ajotina zeviyan, tevin, destar, çomlek, hunerê destan, û hwd. Hatiye destnîşankirin. Ol sazbûye. Bivir, kêr, aş, avanîsazî (mîmarî) tê vedîtin. Mînakên ku vê rastiyê pişte rast dike îro jî di erdkolanên li Riha ( gobeklîtepe ) û cihên din têne dîtin hene. Gelê hermê heta îro ji van amûrên çandê û koma gotinan bi kar tîne. Ev jî nasnameya devera kakil (dendik) ronî dike. Geo – cih, erd- jin, roj, mur – mirin, sol, neo- nû, ga, gran-gran, meş , xweda, guda, gudea û hwd. Ji koma gelên xwe cih ên kevin ên herî têne naskirin, kurd, fars,belocî, efgan, hîna ji wan gotinên kok ên me jimartin bi kar tînin. Ev jî dest nîşan dike ku koka zimanê arî ne ji Hînd- Ewrupayê hatiye. Ya me gotî berovajî vê dide nîşan dan. Ev çanda ku em behsa wê dikin dikarin koka wê bibin heta bi heta 12 hezar sal berî vê û ev di metnên nivîskî yên sumerande jî hatine nivîsandin. Di dema vê çandê de Ewrupa di serdema kevir a kevin de bû, Hîndîstan jî di dema pîgmeyan de bû. Vê çanda Arî di serdema xwe de amûrên ku afrandine heta roja me ya îro jî hema bêje biqasî ku hemû mirovahî bi kar bîne û hîna bi kar tînin e. Jixwe gelên wê demê cih û warên wan bi serê xwe şûnwarnasîne. Mirov dikarê wekî nasname berî 6000 sal diyar bike. Êdî nîjad ji hev cuda dibûn. ŞÎROVEYEKE DİN: Şîroveyeke herî nêzî rastiyê ye ku dema pêşiyên sûmeran destpêkê ji Mezobotamyaya jorîn ber bi mezobotamiyaya jêrîn koç dikin, ew koç rastî dema Tel Xelef(BZ 6000- 4000) çaxê herî pêşketî a kakil Aryanyên mezobotamiya jêrîn tê. Çanda wê ji bixwe re di bin û derdixînin qonaxeke jortirîn. Divê mirov sûmeran ji komên koçkirî wêdetir weke belavbûna çanda Tel xelef bi nav bike. Hêmana bingehîn a herî bi bandor belavbûne. Bêguman neraste ku mirov çanda xwerû bi bizire, ketina wan ya nav hev her dem gengaz e. Çawa ku îro gelek kes koçî DYE û Ewrupa dikin. Piştî ku Aryan li kevana bi xêr û ber bi ser, ket û saziyeke xurt çêkir, di belav bûna ber bi Îran, Efganjîstan, Pakîstan û Hîndîstana îro de gelekî bi bandor bû. Ya koçî van deran dike ji mirovan zêdetir çande. Ango koçên fîzîkî bandorên çandî ne. Di serî de li zozanê Îranê BZ 7000 sal Li Hîndîstanê BZ 4000 sal Li Turkmenuîstanê BZ 5000 sal de belav bûye. Di dîrokê de şoreşên çandî pir bi zehmetî çêdibin. MİJAREKE DİN YA GİRÎNG JÎ Jİ HEV CUDAKİRİNA KOMA ZİMANÊN ARYAN Û HÎND – WERUPA YE: Komên Aryan ên ji protokurd, fars, Efgan û Belociyan di vê giftûgûyê de li rêzên pêşin. Rengê zimanê Hûriyan prot- kurdin. Bi vî awayî xwemaliya çand – zimanê Aryan ê ku xwe dispêre gelên resen zelal bû. Şoreşa neolotîkê bi vê çand û zimanî çêdibe. Herêma wê ya kevin ji Toros- Zagrosan pêk tê. Zelal bû ku herêma çand û zimanê Aryan kevana zêrîn a bi xêrûbêre. Xebatên Etmolojîk erdkolan- şûnwarnasî Etmolojîk – nîıjadnasî jî vê tezê pişte rast dikin. Ji ber dem dirêje û erdnîgarî pir ferehe mirov nikare nexşeyeke vê belavbûna çand – ziman derxîne. Lê mirov dikare bêje ku belavbûneke mîna ya ber bi başûr û rojhelat ve ber bi bakûr û rojavayê Ewrupayê ve jî pêk hatiye. KURTE DÎROKA ZİMANÊ KURDÎ: Gelek  arkolok vê dîtinê parve dikin ku zimanê yekemîn ê şoreşa neolîtîkê ziman û çanda kurdiye ku li quntara çiyayê Toros – Zagrosê destpêkiriye. Bi demê re bingehê hemû zimanên ku koka wan Hîn- Ewrupî ne pêk aniye. Tê hizrîn ku BZ 9000 salan û vir ve ne bi fîzîkî lê bi awayekî çandî li erdnîgariya Hîn- Ewrupayê belav bûye. Em bixwe jî dikarin vê pêk hatina wê bibin heya salên 15000 – 10.000 ên berî zayînê. Derkitina ji çaremîn serdema qeşayî BZ 20.000 – 15000 weke ziman û çanda xwe cih pêk aniye. Nîjada kurd BZ di salên 6.000’ an rast tê. Li ser dika dîrokê wan yekem car bi navê Hûriyan BZ 3000- 2000 dibînin. Di dîroka Heredot de pir zelale ku ziman û çanda bandora xwe li Helenan kirin, çavkaniya wan medî ne. Helenî BZ 900- 400 pir zêde di bin bandora medan de bûne. Pergala mûzîk û lîstikên kurdan li Rojhelata Navîn çanda herî gur û xwedî nirxên hunerî ye. Mirov çanda kurdan herî zêde di mûzîk û govendên wan de dibîne. Dîsa mirov bi heman awayî bi çavdêriya li sekina jinê, kinc- lixwelirin û şêwazê wê de, bi nazikî û narîniya rabûn û rûnştandina wê de dibîne. Çavkaniya esaleta nifşên kurd serdema seretayî ye. Dema em li çîrok û foklora kurdan di nêrin dibînin zêdetir destanwerî ne. Bi giranî destanên lehengiyê tînin ziman. Destana Mem û zîn, Memê Alan û Derwêşê Evdê de van rastiyan dibînin û ev heta bi serdema Sûmeran diçe. Di pêkhatina vê reseniyê de xwezaya KURDİSTANê ya tund a çiyayên KURDİSTAN ê, berxwedana gelê kurd a li dijî dagirkeriya domdar û zalim dîrokeke demdirêj bandor dike. Di demên dawiyê de rastî gelek belgeyên ku bi zimanê Hûrî hatine nivîsîn dîtin. Belgeyên ku di bajarên Ûrkîş û Hîtît de hatine dîtin peyda kirin, di derbarê Hûriyan de agahiyên berferef didin. Tê gotin ku Hûrî berdewama civakên ku BZ 6000’ an neolotîk gihandine sazîbûnê û teşe dayîne Tel xelef in. Jixwe beriya zayînê 3000’ an Sûmeran navê Horît , yanî gelê çiyayî li Hûriyan kiri- bû. Gotî Sobarî û Kasîtî hatine binavkirin di demên cuda de derketine û heman çand û ziman domandi ne. Di belgeyên Sûmeran de jî tê vegotin ku dema dîrokê bi awayekî nivîskî destpêkiriye civakên binyad kurd in di dika dîrokê de risteke sereke lîstine. Sûmeran navê wekî Gotî, Kasît, Hûrî li kurdan kirine. Hûrît = Gelê welatên bilind. Gotî     =  Ga kurd hîn jî di vê wateyê de bi kar tînin. Ango civatên gel ên bi dewar. Kasîtî = jî ji kedkarên hêjar ên ji heman komêne lê li bajarên Sûmeran nîştecîh bûne re tê gotin. Li vir tê dîtin ku Hûrît, Kasît û Gutî bi Sûmeran re pir di nav hev de ne. Bi taybetî jî li hemberî Akad û Babîlên ku binyad Semîtîkin hevgirtina bi Hûrî, Gutî û Kasîtan bingeh girtine. Bi hev re xenedana Sargonê Akadî hilweşandine. Di heman de jî xenedana Gûtî û Kasîtan bajarên Sûmeran bi rêve birine. Koka zimanê Hûriyan aryanî ye. Tê peytandin ku gelek gotinên ji koka vî zimanî derbasî zimanê Sûmeran bûne. Bi taybetî navê dexil û danan, navê amûrên çandiniyê. Navê keştiya çolê (deve) bi zimanê Semîtîke. Gelek pêşgir û hêmanên mêtiyê yên di zimanê Sûmeran de ji heman çandê hatine dîtin. Lê anîna destanên Derwêşê Evdê jî çavkaniya xwe ji nivîsên li ser teblêtên Sûmeran ên BZ 2000 sal digire. Heman tişt li herêma Sîncar ji aliyê keçeke nediyar ku wekî GİRO tê bi navkirin ve jî li ser navê lehengekî gel tê gotin. Di navbera helbesta Gîro û nivîsên li ser tablêtan ên BZ 2000 sal û destana Derwêşê Evdê de hevşibîneke bêhempa heye. Di navbera ola xwedewanda Înana - Îştar û stêrkê de hevşibîn heye. bi taybetî destana Nûh û Gilgamîş jî dişibin hev. Ji hêla mîtolojiyê ve jî Hûriyan bandor li ser Sûmeran kirine. Bi kurtasî dîroka nivîskî destnîşan kiriye, ziman û çanda kurdî bi yekemîn şoreşa ziman û cotkariyê re li ser xaka mezepotamiya yê ango li ser xaka KURDİSTANê weke nasnameyeke cihê teşe girtiye û gihîştiye sazîbûnê. Piştî vê pêvajoyê di destpêka şaristaniyê de li cih û demên cuda de, di bin navên cuda de wekê Hûrî, Gotî, Kasît, Mîtanî, Narî, Medî û hwd. Jiyana xwe domandiye. Lê piştî ku Medya ji aliyê persiyan ve hate hilweşandin, welatê kurdan ji aliyê persiyan, Îskender Roma partî sasanî û emewiyên ereb ve hatiye dagirkirin. DEWLETÊN KU KURDAN Dİ DÎROKÊ DE AVAKİRİNE: Dewleta merwanî      991 – 1097 Dewleta şedadiyan      951 – 1088 Dewleta Hesnewî     941 – 1014 Mîrnîşîna Erdelan    1219 – 1865 Mîrnîşîna Baban      1677 – 1851 Mîrnîşîna Behdînan. Mîrnîşîna Soran. Mîrnîşîna Hekariyan. Mîrnîşîna Botan û hwd. Ji sedsala 14’ an û heta niha. Wekî têzanîn, temenê dewleta Merwaniyan nêzîkî sed salan e. Di sedsala 1071’ ê de Merwaniyan bi Selçûkiyan re peymanek çêkir. Lê Selçûkiyan îxanet li kurdan kirin. Piştî bîzansî di encama vê pêymanê de bi bin ketin û Selçûkî zîvîrin û dewleta Osmaniyan hilweşandin. Di salên 1514’ an di navbera Dewleta Osmanî û Sefewiyan de şer derket. Di vî şerê li Çaldiranê de ku di bin fermandariya Şah Îsmaîl de di meşiya Sefewiyên Îranî têk çûn û beşekî mezin ji ax û nifûsa KURDİSTANê kete bin serweriya dewleta Osmanî. Her wiha di sala 1639’an de KURDİSTAN di navbera Osmanî û Sefewiyan de bi peymana Qesra şîrîn hate parkirin û bû du perçe. Di bin serwrî û dagirkeriya Osmanî û Sefewiyan de, gelê kurd di pêşengiya mîrek û began de wekê dewletên (Otonom) xweser jiyana xwe domandiye. Piştî belavbûuna împeretoriya Osmanî. KURDİSTAN hê zêdetir parçe bû û ket rewşeke hîn dijwartir de. Îngilîstan û Firansa weke hêzên nû yên dagirker û mîtinger di nexşya Rojhelata Navîn de li KURDİSTANê tixûbên komara Tirkiyê, şahîtiya Îranê, monarşiya Îraqê û serweriya Îsraîlê û Firansayê xêzkirin. Di 24. 07. 1923’an de peymana Lozanê kirin çar parçe. Li gel parçekirina KURDİSTANê gelê kurd, çand û zimanê wî/ê jî parçeparçe kirin. MALBATA ZİMANÊ KURDÎ: Zimanê kurdî ji malbata zimanê Hîn – Ewrupî, ji şaxê zimanê Îranî Aryanî yê bakûrê rojava ye. Zimanên ku di nava xaşên zimanê Îranî de cîh digirin ev in: Farsî,Kurdî, Belocî, Osetî, Yexnûbî, Peştoyî, Pamîrî û hwd. Zimanzansn, ziman ji aliyê binyatê ve kirine pênc kom: 

  • Hînd – ewrupî: Kurdî, Firansî, Îngîlsî, Farsî.
  • Semîtîk:  Erebî, Ekadî, Îbranî.
  • Batû:  Zimanên bakûr û navarasta Efrîkayê.
  • Tîbêtî:  Zimanên çînî, çîn û tîbetê.
  • Oral – Altay:   Fînî, Macarî, Ûygûrî, Tirkî, Moxûlî.

 ZARAVAYÊN KURDÎ ÊN BİNGEHÎN EV İN:  

  • Kurmanciya jorîn: ( Devok: Botî, Mihemedî û silîvî)
  • Kurmanciya jêrîn: (Devok: Silêmanî, Mukrî û Sineyî)
  • Kirmanckî dimlkî: (Devok: dêrsimî, sîwerkî)
  • Hewramanî:
  • Kelhorî :
  • Lorî:

 Di her zaravayî de jî çend devokên cûda hene. Goranî û Lakî di nîqaşê de ne. Hinek dibêjin ku Goranî û Lakî jî zaravayên serbixwe ne. Lê belê di vê mijarê de lihevkirineke giştî çênebûye. Pêwîstî bi lêkolîneke berfereh ya li ser van her du zaravayan heye. Ji van zaravayan ên ku herî zêde derfet bi dest xistine, zaravayê kurmancî û soranî ne. Ev her du  heta astekê bûne zimanê wêje û pêrwerdê. Bi taybetî zaravayê soranî ev bi salane ku weke zimanê fermî yê perwerde ye. Ji seretayî heta zanîngeh û manastiran bûye zimanê perwerdê. Dimilî jî di van salên dawî de pêşdikeve. Zaravayên din li herêmên xwe bi bandor in. Lê nebûne weke zaravayên pêrwerdehiyê. Zaravayên ku herî zêde pê tê axaftin zaravayê kurmancî ye. Ev zarava li hemû deverên ku kurd lê dijîn tê axaftin. Ji bilî çend deverên weke Anatoliya navîn û Qerejdaxê ku şêx bizinî lê dijîin û bi zaravayê soranî diaxifin, dîsa herêmên ku bi dimilî diaxifin hemû bakurê Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê, derveyî welat,   beşekî başûrê Kurdistanê, beşekî rojhilatê Kurdistanê bi kurmancî diaxifin. Li Başûrê Kurdistanê beşek, li rojhilatê Kurdistanê beşek û ew eşîra şêzbiziniyan ya li Anatoliya Navîn bi soranî ango kurmanciya jêrîn diaxifin.  Li bakurê Kurdistanê herêmên Dêrsîm û BÎngolê bi dimilî ango zazakî diaxifin. Zaravayên Hewremî, Kelhorî û Lorî jî li Rojhilatê Kurdistanê têne axaftin. Beşekî kêm ên ku bi Kelhorî diaxifin li başûrê Kurdistanê jî hene. Hinek dibêjin ku berhema bi zimanê kurdî ya yekem ji hêla Baba Tahîrê Hemedanî ve bi zaravayê lorî hatiye nivîsandin. Berhema duyemîn di sedesala 16’an de ji hêla Herîrî ve bi zaravayê kurmanciya jorîn hatiye nivîsandin. Hinek dibêjin ku Hewramî û Goranî yekin. Hinek Kelhorî li ser Lorî û Hewramî dihesibînin, lê ev hemû jî niha tam nehatine zelalkirin. Di nîqaşê de ne. ZİMANZAN ZİMANAN Jİ ALİYÊ ŞÊWE MORFOLOJİYÊ VE DİKİN SÊ KOM: 

  • Zimanên yek kiteyî: zimanên çîn û tîbetê bi gîştî bi vî rengî ne.
  • Zimanên pêvekî: tirkî, macarî pêvekîne.
  • Zimanên tewangbar: Zimanê Hînd – Ewrupî û samîyî tewangbarin.
  •  Zimannê kurdî tewangbare. Zimanzan tewangbaariyê wiha rave dikin.
  • Tewang di dema kişandinê de guherîna rayekê ( qurm – kok) bi taybetî jî guherîna dengdêrên rayeka lêrkerê ye.
  • Mînak:
  • kok – parêz =
  • Dema borî                       =                      dema niha
  • Min parast                       =                      Ez diparêzim.
  • Di kurdî de ne tenê dengdêr – dengdar jî diguhere.
  • Di kêşîna lêkera dema niha de.
  • Parêz,        /a/  bûye /ê/ , / s / jî bûye /z/.
  • Gelek kes ji ber ku zimanê kurdî û farsî ji yek malbata zimanin û xwedî gelek pêyvên hevparin, kurdî weke zaravayekî farsî dibînin.
  • Her çiqas hevşibînek hebe, ew qas jî ev her du zimanan ji hev cuda û ser – bi xwe ne.
  • Kurdî zimanekî zayendiye, nêrî û mêtî tê de heye. Lê ev di farsî de tune.
  • Di kurdî – kurmancî û dimilkî de du kome civak hene, di farsî de nînin.
  • Zimanê kurdî zimanekî nîv ergatîf e.
  • Nêr û mêtî di cînavkên kesîn û şanîdanê de jî hene. Di farsî de nînin.
  • Du kome cînavkên şanîdanê hene. Di farsî de nînin.
  • Zimanzan: Mînorskî: Destnîşan dike ku di navbera van her du zimanan de pênc cudahî hene.
  • Dengzanî: (fanotîka kurdî)
  • Guherîna dengan
  • Cudahiya şeklan. Ji cînavkan heta kêşana lêkeran
  • Cudahiya peyvsaziyê.
  • Cudahijya peyvan.
  •  
  • ELFABEYÊN KU KURDAN Bİ KAR ANÎNE:
  • Nivîsa mêxî: Berê 36 bûn medan 6 tîpên din lê zêde kirine bûne 42. Ev elfabe ji çepê ber bi rastê ve tê nivîsîn.

  • Elfenbeya Avêstayî: Ev elfabe ji 44 tîpan pêk tê ji çepê ber bi rastê ve tê niivîsîn. Hin çavkanî dibêjin 48 tîpin.

  • Elfebeya Aramî: Belgeyên herî kevin yên kurdî bi vê elfebeyê hatiye nivîsandin. Ev belge li şkeftên herêma Herwramanê hatine dîtin. Her wiha tê gotin ku nivîsên kurdî zêdetir bi vê elfabeyê hatine nivîsiîn. Ev nivîsên hatin dîtin li ser çermê xezala ne. Ji wan ên herî kevin 88 - 87 sal berî zayînê ne.

  • Elfebeya berê ya Pehlewî: Bi vê elfabeyê pirtûkek bi navê dînkerd hatiye nivîsandin.

  • Elfebeya masî soratî: Ev elfabe 36 tîpe, kurdan kiriye 42 dîroknasê ereb îbnî wehşiye dibêje: kurdan ev elfeba bi kar anî ye û wî sê pirtûkên kurdan ên bi vê elfabeyê hatin nivîsandine dîtine.

  • Elfebeya ku kurdên êzîdî bi kar tînin: Ji 31 tîpî pêk tê. Bi salane ku kurdên êzîdî vê elfabeyê bi kar tînin. Ji aliyê rastê ber bi çepê ve tê Nivîsandin. Hinek kes ji vê elfabeyê re Dibên elfebeya sirê. ( ango hurufil el sirê) tê gotin ku pirtûka êzîdiyan a pîroz mishefa Reş û Cilwe jî bi vê elfabeyê hatine nivîsandin.

  • Elfebeya eredbî ya kurdî soranî:

  • Elfebeya latînî ya kurdî kurmancî:

  • Elfebeya kirîlî ya kurdî Ermenîstan û Rrusiya bikartînin.

 Ji bilî van elfebeyan, li herêma zêwê ya rohelatê kuristanê, nivîseke din ya ku li ser tepsiya zêrîn e, hatiye dîtin. Li gor lêkoîneran ev nivîs ji BZ sedsala 8. de maye û aîdê Medan e. Ji bilî vê belgê li ti cihên din kesek rastî vê elfebeyê nehatiye. Di warê civîs û wêjeyê de zaraveyê ku herî zêde pêşketine kurmanciya jorîn û kurmanciya jêrîne. Di salên dewî de zaraveyên din jî hinekî pêşketine û berhemên nivîskî pê tên nivîsîn. WEKÎ ENCAM                          Bi qasî ku dîrokê tomar kiriye, zimanê kurdî ev 10 hezar heta 15 hezar sal in ku li ser xaka mezobotamiyayê wekî zimanê herî qedîm û dîrokî dijî. Di vê dîroka qedîm de Hûrîyan, Gotiyan, Qasîtan, Mîtaniyan, Naîriyan, Medîyan û hwd. Bi vî zimanî şeristanî ava kirine. Çand afrandine. Pirtûkên wekî Zand Avêsta nivîsandine. Ji wê rojê û heta niha bi vî zimanî jiyan û nenewiyata neteweya kurd hatiye honandin. Kerwanê huner û wêjeya kurdî bi destan, çîrok, helbest, stran û cureyên din ên zargotinî ji kurahiya dîrokê ve destpêkiriye û heta serdema klasîk aniye. Kesên weke Babe Tahîrê Urgan, Celale Xanima Loristanî, Fatma Loriya Goristanî, Şêx Adî, Mestûre KURDİSTANî, Nalî Şerezorî, Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Hacî Qadirê Koyî, Pîremêrd, Meleyê Bateyî, Selîm, Celadet Elî Berdirxan, Erebê Şemo, Osman Sabirî, Cegerxwîn û hwd. Gelek wêjevanên kurd ên bi nav û deng bi berhêmên xwe ve ev çand û zimanê kurdî anîn heta roja me ya îro. Tê zanîn ku di vê pêvajoyê de gelê kurd 28 caran li dijî siyaseta înkar û tinekirinê ketiye nava serhildan û berxwedanan. Ev pêvajo di aliyê ziman û çanda kurdî de jî pêvajoyeke berxwedanê ye. Gelek rewşenbîr û nivîskarên kurd di van pêvajoyan de ketine nava têkoşîna çand û zimanê kurdî pêşxistinê. Lê bi giranî li derveyî welat ev xebatana hatine meşandin. Vê pêvajoyê heta salên 70’ yî domand. Lê piştî derketina PKK’ ê êdî rewş hate guherandin. Piştî demezrandina PKK’ê û şûn de êdî van xebatan li derveyî welat û welat hatin meşandin. Lİ BAKÛRÊ KURDİSTANÊ: weşanên wekî 

  •  Jiyana rewşen
  • Azadiya welat
  • Med Tv Ewrûpa
  • Radyoya dengê mezobotamiya
  • Enstîtuyên kurdî vebûn
  • Gelek pirtûkên kurdî derketin
  • Ferheng, ferherngok, rêziman, romanên kurdî hatine weşandin

 Enstîtuya stenbûl 1992 vebû û heta niha gelek xebatên girîng kirin, ya Amedê her wiha li derveyî welat jî bi dehan enstîtu hene. Dîsa komîteya ziman û perwerdê ya KCK’ê avabû û ev 6 -7 sale vê xebatê birêve dibe.  BEŞA DUYEMPIŞAFTIN Û ZIMANÊ KURDÎ:PIŞAFTIN ÇI YE? Pişaftin tê wateya bi rê û rêbazên girtin, kuştin, îşkencekirin, tepeserkirin, helandin, ji cewherê xwe dûr xistin, ji çand, ziman û nasnameya xwe dana şermkirin û biyanîkirine. Di encamê de ji reh û koka xwe qutkirin û li hember nirxên xwe yên neteweyî û giyanî rakirin û kirina dijmin e. Polîtîkayên pişaftinê bi destê hêzên desthilatdar, li ser çanda gel û neteweyên xwecih û bindest tên meşandin e. Di serî de ziman û çanda van gel û neteweyan ya ku xwe dispêre felsefeya  civakek kolaktîf û wekhev ji holê radike, dihelîne û qedexe dike. Pişt re çand, ziman û felsefeya xwe ya desthilatdar bi wan dide pejirandin. Ev polîtîkaya pişaftinê hatiye asteke wisa, êdî tenê wekî zimanê payebilind bûnê sûd girtinê û aboriyê tê pêşkêşkirin. Lê ziman û çanda bindest jî weke paşde mayînê hatiye pênase kirin. Lewra gel neçar dimîne ku wî ziman û çandê esas bigire. PIŞAFTINA BI DARÊ ZÛRÊ YA LI SER JINÊ: Divê bê zanîn ku pişaftina yekem li ser nirxên jinê hatiye kirin. Ev heta îro jî di dome û pişaftina herî mezin li ser çand û afrîneriya jinê tê kirin û hatiye kirin. Vê pêvajoyê di dema derbasbûna ji civaka xwezayî ber bi pergala babikselerî  ya ku xwe dispêre felsefeya xwedaqiralan de dest pê kiriye. Vê polîtîkaya pişaftinê bi dagirkirin û dizîna nirxên dayîka xwedawend ve dest pê kiriye. Bi kurtayî weke gelek xirabiyan, vê xirabiya ku civak, mirovahî û felsefeya jiyanê ji cewherê wê dûr xist jî, ev ketxweriya zilamê derwîn bû. Lewra dema ku em behsa polîtîkayên pişaftinê dikin, em polîtîkayên pişaftinê wekî sûcê herî mezin ê li dijî mirovahî û nirxê civaka azad û wekhev bi nav dikin. Li welatekî, li qadeke jiyanê, di civkê de çendîn polîtîka pişaftinê hebe ewqas ji cewher qutbûn û dûr – bûn heye. Dema ku em vedigerin û li rabidûya xwe dinêrin dibînin ku ev gunehê herî mezin di sêrî de li bermberî jinê hatiye kirin. Pişt re li bermberî hermû mirovahiyê hate kirin. Li hemberî xweziyê hate kirin. Ev tewanê dij mirovahî heta roja me ya îro jî di serî de di kesayeta jinê de li ser neteweyên bindest kêmneteweyan û gelên hindik tê meşandin. Di serî de ji çand û zimanê wan netewe û gelên ku mijara gotinê ne pişaftin tê bi karanîn. Ev polîtîka herî zêde bi qedexe û mafên wan ên herî xwezayî ji wan girtinê pêktînin. Di roja me ya îro de jî yek ji amûrên pişaftin û xwe pişaftinê jin tê bikar anîn. Lewre mirovahî bi qasî hemû hewildanên xwe jî nikare vegere ser cewherê xwe yê resen. Her ku diçe aşê modernîteyê ku di xizmete kaptalîzmê de wekî aşê pişaftinê digere herî zêde jin û ciwanan di nava çerxa xwe de dihêre û bi rêka wan civakê jî ji hemû nirxên wê yên resen dûr dixe. Ev polîtîkaya desthşlatdaran di hemû qadên jiyanê de wiha ye. Ji qada çandê heta qada aborî, ji aborî heta qada siyasetê, ji qada siyasetê hete qada perwerdê ev rastî bi vî şêwazî bi rêve diçe. LI SER KURD Û KURDISTANÊ RAMYARIYÊN BI DARÊ ZORÊ: Li ser hebûna çanda KURDİSTANê herî kêm bi qasî şer û terorê pişaftina bi darê zorê jî risteke wêranKer leyîstî ye. Ev rêbaz wekî me li jor jî da diyarkirin diçe heta bi dema sûmeran û berî wan. Heke em bêjin ziman û çanda sûmerî ziman û çanda herî mezin a pişaftinê bû divê weke gotneke nepixandî neyê dîtin. Em vê ji nîzana hevok û peyvên wê jî fêm dikin. Zimanê sûmerî zimanekî nêr û desthilatdar e. Ji ber ku hem çand û zimanê civaka xweziyî dizîne hem jî înkar kirine. Bi tu awayî cihê çand û zimanê civaka xwezayî û nûneriya wê çanda jinê di wê pergala sûmeran de nîn e. Çavkaniya zimanê sûmerî li gorî rêzê, Hûrî, Mîtanî, Ûrartû, Medî Meda ne. Çavkaniya zimanê babîlî û asûrî Aramî ye. Zimanê Aramî di van serdeman de zimanê pişaftineke mezin bû. Bi taybetî jî li Rojhelata Navîn ev wisa bû. Risteke weke înglllîsiya îro dilîst. Aramî jî wê demê weke zimanê hevpar ê ji- hevfêm kirinê bû. Zimanê herêmî li gel zimanê fermî tê bikaranîn. Bandora zimanê suryanî li ser KURDİSTANê di aliyê çandî de jî ji zimanê erebî zêdetir e. Sedem jî suryanî li bajaran rûdinin. Kurd weke gelê komegene zarava û zimanê devkî yê koçerî gundîtiyê bi kartînin. Çavkaniyên wan ên nivîskî bi tixub in, lê nayê wê wateyê ku qet nînin. Li bajarê xweşûkaniyê ( li ser sînorê îro yê surye – tirkiyê bajarê serêkaniyê û Amûdê ) gelek belge nîşan didin ku BZ di salên 1500’ an de proto kurdî weke zimanê nivîsê hatiye bikaranîn. BI HATINA ÎSLAME RE ZIMANÊ KU HERÎ ZÊDE DERDKEVE PÊŞ ZIMANÊ EREBIYE        Erebî ku zimanê bedewiyan bû bi bajar bûn û derketina îslamê re li Rojhelata Navîn bû zimanê herî xwedîprestîj ê zanist û wêjeyê. Erebî weke zimanê fermî yê desthilatdariyê û serdestiyeke mezin bi dest xist. Li beramberî zimanên qels ên bi koka xwe Efrîqî ne li hemû bakûrê Efrîqiyê û heta başûrê Toros – Zagros serdest bû çand û ziman jî bi erebî tê kirin û tê jiyîn. Yên zimanê erebî bi kar tînin dikarin di nava bîrokrasiyê de cih bigirin. Dikarin di nava çîna zanyaran de cih bigirin û zanistê bikin. Lewre erebî zimanê mezin bûn û berjewendiyane. Zimanê xwedê, Quran bihuştê ye. Lewra serdestên ereb, ereb weke qewmê necîb,(qewmê baş) îlan kirin û zimanê erebî jî weke zimanê îlahî dinya û axretê îlan kirirn. Navên erebî jî weke navên axewî û navên kurdî jî weke navê kufrê, mecusiyan bi nav kirin(şeytanan )(agirperetan). Riya bihuştê di navê erebî re derbas kirin. Di bin navên olî de qedexeyeke ku li tu ciha û deman nehatiye dîtin danîn ser zimanê kurdî. Di ancama vê polîtîkayê de bi hezaran kurdan an koka xwe birin bi xelîfeyan ve dane girêdan, an jî xwe weke şêx û seyîd îlan kirin, ev ji cewherê xwe dûrbûneke mezin bû. Xwendin û nivîsandina erebî weke şehnazî û bextewerî û peyebilid bûnê dîtin. PIŞTÎ ZIMANÊ EREBÎ RIST Û BANDORA ZIMANÊ FARISÎ HÎN BI TIXÛBE: Zimanê farisî piştî deshilatdariya selçûkiyan li îranê bû zimanê fermî û belav bû. Dema selçûkî antolyayê dagir dikin û li Konyayê dewleta xwe ava dikin zimanê dewletê yê fermî dikin farisî. Mewlana pirtûka xwe ya bi navê mesnewî bi fiarisî dinvîse. Wê demê zimanê tirkî jî weke zimanê kurdî gelê ku ji derveyî bajaran bi kar tînin. Bi belavbûna pergala sermayedar û teşegirtina dewleta netew re pêvajoya pişaftina li ser çand û ziman hîn dijwartir dibe. Li zordestiya erebî û farisî ya tirkî jîzêde dibe. Çand û zimanê kurdî yê ku di serdema seretayî û navîn de hebûna xwe di etnîsîteyê de parastî, di bin bandora sê çand û zimanên serdest de hate pelixandin û helandin. Vî zimanî di serdema navîn de berhemên Mem û Zîn, Ehmedê Xanî afirandi bû. Êdî ev ziman xistin rewşeke guman û guneh bariyê de ji ber ku her çû kurdîtî kirminalîze kirin. Ên ku têkiliya wan hebû di katîgoriya gunehên xeter de dihat destgirtin. Çapkirina pirtûk, rojname û kovarên kurdî qedexe bû. Ên ku derfetên wan hebûna diçûn dibstanên serdestan û ev weke nûjeniyeke mezin dihesibindin. Di van hemû  serdeman de van hêzên serdest jî netewperestiyeke ji ya hîtler jî xirabtir netewperestî dikirin. Êdî qewmê necîb ereb bûn, tirkîtî rastiyeke bextewariyê bû, farisî esilzadetiya herî mezin ya dîrokê bû. Hîsên netewperestiyê yên kaplatîzmê şiyar kirin. JI LOZANÊ Û VIR VE POLÎTÎKAYA PIŞAFTINÊ YÊN DEWLETÊN DAGIRKER:ÎRAQ: Piştî ku bi peymana lozanê KURDİSTAN hate parçekirin û kurdan hêviyên xwe ji serxwebûn û azadiyê birîn, êdî herî kêm ji bo xweseriyeke kurdan têkoşiyan. Lê mixabin ev daxwezên gelê kurd nehatin bihîstin. Heta ev daxwezên kurdan wekî hewildanên perçekirinê dihatin şîrovekirin. Dîsa weke netewperestiye di hatin nirxandin.        Li gel vê kurd weke civakeke paşketî û bê perwerde nîşan didan. Ev jî weke polîtîkayeke pişaftinê bi kar tanîn û kurd dikirin ereb. Li ser vê di sala 1930’î de li bajarê Silêmaniyê gelê kurd li beramberî vê polîtîkayê serî hilda. Di vê serhildanê de 15 hezar kesan jiyana xwe ji dest da bisedan kes jî birîndar bûn û hatin girtin. Dewleta îraqê di navbera salên 1932- 1938’an de gaveke din li ser gavên xwe yên polîtîkayên pişaftinê zêde kir. Hemû dibistan û meqamên Mûsil û Kerkokê û rêvaeberiyên wan kirin ereb. Di sala 1957’an de li bajarê Hewlêrê tenê dibistaneke ku bi zimanê kurdî perwerde dida mabû. Gelê kurd li beramberî polîtîkaya tunekirinê ya ereban di sala 1961’an de dest bi şerê çekdarî kir. Sala 1970’î li Bexda derbeyek çêbû. Pergala îraqê kete destê partiya Baas de. Partiya Baas bi armanca pişaftinê xweseriyek da kurdan. Lê nîjadkujiya herî mezin ên weke ENFAL û Helepçeyê di wê demê de li ser kurdan çêbûn. Di hinek deman de di encama têkoşîna kurdan de ereban, zimanê kurdî weke zimanekî fermî di destûrên xwe yên bingehîn de bi cih kiri be jî, piratîk li gorî vê neçûye. Lê gelê kurd bi raperîn û bedelên giran ve azadiya ziman û çanda xwe li vî perçeyî bi dest xist. Lê mixabin îro jî asimîlesyona herî mezin ya çandî li ser gel, ziman û çanda vî beşê me tê meşandin û ev rizandineke hundirîn bi xwe re tîne. Di aliyê sîstamê de xwedî derfetên bê sînor in, lê naverok û mûfredata perwerdê texlîtê derveye û ne li gorî xweseriya civaka kurde.  Lewre tenê siberojeke ku bikeve xizmeta desthilatdaran de diafirînin. Ev xeteriyeke herî mezine ji bo siberoja civaka kurd ya vî beşê me yê KURDİSTANê. SÛRÎ: Piştî ku firansa destûra avakirina dewleta sûrî dan. Kurdan jî bi daxweza ku li KURDİSTAN ê xweseriya xwe avabikin serî li meclîsa sûrî den. Di daxwaznameyê de ji bo ku li herêmê li gel zimanê din zimanê kurdî jî bê bi kar anîn û bibe zimanê perwerdê, li cihê karmendên biyanî li herêmê karmendên kurd bên bicîhkirin û hwd xalên wisa di nava daxwezên kurdan de cî digirt. Lê rêveberiya serwer daxwezên kurdan napejirînin. Weke hêcet jî dibêjin; dewletên cîran li ser sînorên xwe herêmeke xweser a kurdan napejirînin û ji bo çavkaniyên kurdî kêm in perwerdeya kurdî jî napejirînin. Li vir tişta ku em dibînin polîtîkaya ku li ser vî beşê KURDİSTAN ê hatiye meşandin, polîtîkaya marcînal û lîberalîze kirinê ye. li vir jî sedemên wisa rêzkirine ku bi tu şêwazî xwe neke hedefa gel û gel pertekeke xurt nîşan nede. Heta îro jî rastiya vî beşî wisa ye. Ji xwe negengaz bû ku, ji derveyî armancên xwe tevgeriyabûna. Ev bi destê hêzên emperyalîst dihate kirin û heta dawiyê piştgirî dan û hîna jî didin dewletên dagirker ên weke tirk, fars û ereban. Van dewletan sor dikin û bi ser kurdan de dişînin. Jixwe kevneşopiyeke pişivîner ya van her sê neteweyan jî hebû. Lê vê kevneşopiyê têra avakirina dewleta netewe ya ku vedîtina rojavaiyane nedikir. Piştî serweriya sûrî kete destê ereban û şûn de li sûrî partiya demokratîk a kurd hate avakirin. Dema ev partî bang li sûrî dike da ku mafên kurdan bidin wan, komara ereb a yekgirtî êrîşî ser partiyê kir ew girt, dest danî ser male wê û rêveberiyên wê şandin zîndana. Di sala 1961’ an de Sûrî ji Misrê qut bû. Di sala 1962’an de jî li Cizîrê serjimarek taybet ji bo gelê kurd çêkirin. Nêzî 120 hezar kurd ji wê serjimariyê xistin, ew weke biyanî hesbandin û nasnameya sûrî nedane wan. Bi vê yekê  ew ji hemû maf û peywirên hemwelatî bê par hîştin. Pişre jî bi armanca erebkirina kurdan bi navê kembera erebî projeyek xistin dewrê. Bi vê projeyê kurd xistin nava çembera ereban û kurd ji cîh û warê wan kirin der. Ew ber bi bajarê ereban ve şandin. Ev bi armanca kurd xwe bi rêxistin nekin û nebin xwedî rêxistineke ku vîna xwe û nasnameya xwe biparêzin, hate kirin. Oldarên kurd bi sedema ku gel bi rêxistin dikin girtin û hinek jî kuştin. Li cihê wan meleyên ereb bi cîh kirin. Piştî sala 1963’yan bi derbeyekê partiya Baas desthilatdarî xiste destê xwe, bi navê rizgarkirina giyana ereb li Cizîrê heman polîtîka da meşandin û gel tevizandi bû. Her wiha bûyera şewtandina sînema Amûdê û bûyerên ku li pey wê hatin jî encamên heman ramyariyê ne. Bi taybet di dema H. Esed de bi şêwazekî da meşandin û ji bo demekê bê jî ev rêbazên bi vî awayî hildabûn asqiyê û di vê pêvajoyê de Sûriyê malovanî ji gelek rêxistin û keseyetên kurd re kir. Lê ev nayê wateyê ku Sûrî dev ji van polîtîkayan berda bû. Di destûra bingahîn ya Sûrıiyê de wiha tê nivîsandin. Dewleta sûrî ji ereban pêk tê. Jixwe ji ber ku zemînê vê nîjadperestiyê heye, piştî mirina Esed dîsa nîjadperestên ereb derketin nêçîra xwe ya berê li ser kurdan. ÎRAN: Her çiqas bi destûra bingahîn ya sala 1906’an de zimanê farisî weke zimanê fermî weke zimanê gelê îranê diyar kiribe jî, lê heta ku Riza Xan bi derbeyekê hate ser desthilatdariyê jî nermiyek li beramber çand û zimanên kêm neteweyên din û zimanên netewe û hindikahiyan hebû. Bi hatina Riza Xan re bi taybet piştî peymana Lozanê li beramberî çand û zimanên kurdan û kêm netewên din kete nava nêzîkatiyên nîjadperest û pişivîner. Di sala 1923’an de nivîsîn û azafitna bi zimanê farsî li ser hemû karmendan hate sepandin. Ev weke ferman – nameyekê ji bo hemû karmendên dewletê hate dayîn. Di vê ferman- nameyê de tê gotin ku divê li hemû dibistanan xwendin û nivîsandin bi farsî be. Riza Xan qedexeyên li ser ziman her ku çû zêde kirin. Qedexe danîn ser hemû kevneşopiyên kurdan: Cil, mûzîk, dîlan, lîstok, helbestên kurdan qedexekirin. Ji ber ku axafitina bi kurdî bi hezaran kurd li kolanan hatin girtin û îşkencekirin. Êdî helbestvanên kurdan ji tirsa dewletê nekarîn ku helbestên xwe binvsînin. Lewre jiber dikirin û tenê ji mirov û derdorên xwe re dixwendin. Rêveberiya îranê ji bo ku netewperweriya kurdan ji holê rabike û bi awayekî hêsantir bi pişêve. Herêma ku kurd lê dijîn kirin sê perçe û rasterast bi Tehranê ve dan girêdan. Dîsa wê pêvajoyê mîsonertiya Rojhelat bi navê “mîsoneriya KURDİSTAN” bi îngîlîsî rojanameyek li Almanyayê derdixistin. Lê ji ber ku navê KURDİSTAN ê tê de derbas dibû. Îran kete nav liv û tevgerê ji bo vê peyvê rabike. Lê tişta herî sosret çibû yek hijmara vê rojnameyê bi tenê jî li îranê nebû. Her wiha hikumeta îranê ji bo ku zimanê kurdî li Iranqê jî nebe fermî kete tevgerê. Di sala 1931de ev di meclîsê re debas bû. Piştî serdema (1941 - 1979) Mihemed Riza Şah jî heman ramyarî berdewam kirin. Hinek zimanzanên fars jî bêyî ku lêkolînekê bikin gotin kurdî zaravayekî farsî ye. Her wiha hinek hîndekarên zankoya Tehranê jî diyar dikin ku zimanê farsî di cîhanê de yekem zimanê bilind û pîroze. Bi vê yekê ramyariya pişaftinê diparastin û pîrozwerdikrin. Dema ku di sala 1946’an de komara Mahabadê hate damezrandin, ji bo demeke kin bê jî zimanê fermî yê komarê kurdî bû. Her çiqas dem kurt be jî vê şoreşê di pêşxistina hestêen kurdperwerî yên vî beşî de risteke girîng lîst. Bi dardakirina Qazî Mihemed û hevalên wî re careke din ziman û çanda kurdî jî hate dardakirin. Di sala 1960’ î de wezareta huner û çandê ji bo xurtkirin û belavkirina zimanê farsî ji zankoya Tehranê sê zimanzan erkdar kirin. Li gorî wan zimanazanan li ser gelên din sepandina zimanê farsî ji bo hevperestî û bandora netewî gaveke girînge. Dîsa diyar kiribûn ku divê gelê kurd ji cîh û warê wan bêne dûr xistin li cihê ku kurd lê nînin bên bi cîh kirin. Jixwe ev bername bû weke perçeyekî polîtîkaya pişaftinê ya dewleta îranê. Sedema şoreşa îslamê çibû, sedema ku pergala Şahîtiyê hilweşiya yek jî daxwazên kurdan bû. Kurd jî bi daxwaza xweseriyê tevlî şoreşê bûn. Lê kurd wê carê jî bûn qurbana hestên xwe yên olperwer. Careke din kurd bi riya ol hatibûn xapandin. Pişî du mehan pergala îslamî berê artêşa xwe da ser tirkmen. Ereb û kurdan. Ji bilî patiya Îslamê; xwepêşandan, meş û çalakî li hemû partî, sazî û kesan hate qedexe kirin. Her çiqas di destûra bingehîn de dibêjin ziman, çand û reng nabin sedema cihkariya jî. Lê dîsa dibêjin li gel vê jî nivîs û zimanê hevpar yê gelê îranê farsî ye. Divê hemû nivîs û senet bi vî zimanî bin. Li Îranê her çiqas herêmeke ku çend bajarên Rojhelatê KURDİSTANe digire nava xwe re KURDİSTAN dibêjin û zimanê kurdî weke zimanê wê herêmê dijîn bê pejirindin jî, lê dewleta Îranê tu carî li beramberî gelê kurd dest ji polîtîkaya xwe ya pişaftinê bernedaye. Zimanê kurdî weke vîn û nasnameya gelê kurd ya azad û serbixwe nepejirandiye. Heta niha jî çi ji destê wan tê dikin bi dardekirina kurdan re van polîtîkayên xwe bê navber didomîne. Mînaka mamoste Ferzad Kemanger û çar hevalên ku pê re hatin dardekirin jî mînakên vê rastiyê ne. TIRKIYE :  Weke tê zanîn piştî ku împeretoriya osmanî di şerê cîhanê yê yekemîn de têk çû, li şûna wê axa ku komara tirkiyê ava bû jê re sînorên mîsaqê mîlî tê gotin ma û gelê Tirk, Kurd, Laz, Çerkez û Rûm li ser vê xakê weke mozayîkeke neteweyan man. Nîjadperest û netewperstên tirk jî ku pêşengiya wan Îttat Tarakiyan dikir jî dixwestin dewleteke tirk ava bikin. Wek tê zanîn dewlet li seranserê cîhanê hişmendiya dewleta – netewe bi bazar – aborî, dîrok, çand û zimanê xwe pêk tên û piştî pêkhatina neteweyî, pêvajoya desthilatdariya ramyarî û dewletbûna neteweyî dest pê dike. Lê li Tirkiyê pêvajoya netewbûn û dewletbûnê tam berovajî vê rastiyê pêk hat. Paşayên artêşê û bîrokratên ku piştî rûxandina osmaniyan bê par mabûn, di serî de ji xwe re dewletek avakirin pişt re jî bi hêz û derfetên dewleta milîtarîst dest bi afirandina netewbûnê kirin. Ziman û çanda tirk ya wê demê gelekî qels û lewaz bû û têra dewlet, ramyarî û netewe bûnê nedikir. Lê çand û zimanê gelên li kêleka wan ê Kurd, Rûm û Ermenan pir dewlemend bû. Tirsa ji vê rastiyê bêhina nîjadperestên tirk çik kiribû. Lewre li gorî hesabên nîjadperestên tirk dewleta ku li ser vê axê ava bibe wê nikari be xwe ji perçêbûnê rizgar bike. Ji bo ku dewleta bê avakirin ji xeteriya belavbûnê dûr bike ve divê li ser yek neteweyê bê avakirin. Lê wê çawa ji wê mozayîka neteweyî yek ol, yek ziman, yek çand, yek nesname pêk bihata. Netewperestên tirk weke çareseriya vê jî pişaftin kirin armanc û ev pişafin weke ramyariyeke stratîjîk pejirindin. Bi vê armancê dewletê qedexe danî ser çand û zimanê Kurd, Laz, û Çerkezan. Li ser aşê pişaftinê xistin û xwestin wan çand û zimanan di nava çand û zimanê xwe de bihelînin. Di 27’ê avrêla sala 1925’an de Îsmet Înonu di kongreya Turk Ocağê de vekirî dibêje: Em bi awayekî eşkere îlan dikin ku em netewe – perestin û hêmana esasî ya ku me bi hev ve girê dide neteweperestî ye. Bihayê vê çi dibe bila bibe kesên ku li welatê me jiyan dikin em ê wan bikin tirk, kesên ku li dijî tirk û tirkîtî derkevin em ê wan tine bikin. Lewre li gorî nîjadperestên tirk xeteriya mezin kurd bûn. Jixwe di peymana Lozanê de tu maf ji bo kurdan nehati bûn dayîn. Piştî ku peymana Lozanê îmzekirin û sînorên komara Tirkiyê fermî bûn, neteweperestên tirk hebûna gelê kurd, nasname, çand, dîrok û zimanê wî qedexe kirin. Di sala 1925’an de dewletê bi vê armancê planek bi navê islahatkirina şerqê çêkir û demeke dirêj eşkere nekirin. Di vê planê de xala 41’ ê wiha ye: Li navçe, bajar û navendên mîna Meletî, Elezîz, Amed, Bidlîs, Mûş, Riha, Erxenî, Xozat, Erdîş, Xelat, palo, Çarsençax, Çemîşgezek, Vacîx, Samsûr, Besnî, Arga, Wan, Hekîmxan, Berecûg û çermûkê, li daîreyên hikûmet û şaredariyan û saziyên din, li dibistan, sûk û pazaran kesên ku ji bilî tirkî bi zimanekî din bi axife wê wekî ku li dijî biryarên hikûmet û şaredariyan tevgeriyane bi hesibînin û ceza bikin. Gelê kurd li dijî vê nîjadperestî û dagirkeriyê di sala 1925’an de bi serhildana şêx seîd dest bi rêzeserhildanan kir û hetanî 1938’ an serhildana Dêrsimê bi tevahî 28 raperîn û serhildan li darxistin. Lê belê nîjadperestên tirk bi dijwarî bi ser van serhildanan de çûn û bi deh hezaran kurd qir kirin bi sed hezaran jî koçberî Anatolyayê kirin. Li ser çiyayê Agirî goreke beton kirî çêkirin, daxwaz û xeyalên xwe li ser wiha nivîsîn. Kurdistana xeyalî di vir de binaxkirî ye. Ew gor weke manşêt di rojnameyên tirkan de hate çapkirin û li her derê hate belavkirin. Piştî her serhildanê siyaseta pişaftin û tinekirinê bi awayekî hîn tundtir û dijwartir hate meşandin. Êdî pêvajoya pişaftinê li ser kurdan bi dijwarî dimeşiya. Li hemû bajar û gundên KURDİSTAN ê qişleyên lesgerî, dibistan û bi taybet jî dibistanên şevînî li gel hev hatin çêkirin. KURDİSTAN wergerandin qişleyeke leşgerî. Zarokên kurdan di van conî û dojehan de hatin kutan û helandin û di van aşên pişaftinê de derbas kirin. Piştî salên 1964’ an ev her ku çû zêde bû û encam jî jê digirtin. Kurd û zarokên kurdan ji çand, ziman, nasname û cewherên wan qut dikirin û dikirin wekî xwe û dixistin xizmeta çand û zimanê xwe û qirêja xwe. Ji bo jin û dayîkên kurd qursên şevînî ên ku jin û dayîkan jî dipişvînin vekirin. Bi vî awayî dewleta tirk bê ehlaqiyeke mezin li beramberî çand û zimanê kurdî kir û hîna jî dike. Ger têkoşîneke bihêz li beramberî vê yekê neyê dayîn wê ev gelê ku 88 sale bi pişaftinê hatiye  kuştin nikaribe zindî bibe. Dewlet serkeftina xwe ya domdarî û netewebûna xwe di pişaftina kurdan de di hildê bin ewlehiyê. Yanî di pişaftin û tunekirina çand û zimanê kurdan de dibîne. Sedema ku reyedarên dewletê dibêjin hîna pêvajoya netewebûna tirk neqediyaye, lewre em nikarin mafê perwerdehiyê bidin zimanên din. Îro jî di serî de serokwezîr û gelek rayadarên dewletê bi gotina: Yek al, yek netewe û yek zimanî her roj dûbare dikin. Di rastiyê de ev nêrîna bingehîn û stratîjîk ya komara tirkiyê ye. Lewre di serdema sedsala 21’ ê de jî hîna çand û zimanê 20 milyon kurdên li vî welatî dijîn dikarin bikin qurbana netewebûna xwe ya nîjadperest û faşîzan. Lewre divê em kurd vê rastiyê baş bibînin. BIGIŞTÎ DEMA KU EM BINIRXÎNIN: Pişaftin ji bo hemû dewletên dargirker polîtîkayeke stratîjîke. Vê siyasetê jî weke mijara hebûn û tunebûnê dibînin. Ji bo ku hebûna xwe biparêzin li dijî mirovahiyê tu tewan, guneh û xeteriyên ku nedin berçav nîn in. Ev ji bo dagirkerên her çar beşên KURDİSTANê û hemû cihên ku kurd lê dijîn wiha ye. Ev polîtîka her ku diçe bi şêwazên cur be cur û dewlemend xwe di domîne. Lê her ku diçe li cihê ku kurd pertekek mezin nîşan bidin û bibin xwedî helwesteke li çand û zimanê xwe xwedî derketinê. Berovajî wê kesên ku bi kurdî dizanin lê bi kurdî bi zarokên xwe re na-axifin û zarokên xwe bi çand û zimanê dagirkeran mezin dikin ne kêm in. Îro li KURDİSTAN ê û bi navê kurdîtiyê ev tewan û gunehekî herî mezin e. Xwe pişaftin ji vê re tê gotin. Xwe pişaftin xwe kuştine. Xwepişaftin ji cewherê xwe yê mirov-bûnê dûrketine. Xwepişaftin ji çand, ziman û nasnameya xwe ya neteweyî qutbûne. Xwepişaftin bêrêzî û bê rûmetiya herî mezin a li beramberî nirxên xwe yên dîrokî ye. Her ku diçe tehluke û xeteriya vê rastiya kurd zêdetir dibe. Ma îro kesek bi zorê ji me re dibêje ku; bila dayîkên me biçin di meşan de bi zimanê tirkî dûrûşmeyan bibêjin. Na lê em dikin ango ev tê kirin. Lewre êdî divê ji niha û şûnde li her çar beşên KURDİSTAN ê û derveyî welat kurd di çerçeveya xweseriya demokratîk de têkoşîneke bê hempa ji bo xwedî derketina çand û zimanê xwe bidin û têkoşîna mafê perwedehiya bi zimanê kurdî bi hêz bidin meşandin. Ji ber Rêber APO jî bi gotina “ ziman bedene, çand bedene, erdnîgarî bedene li bedena xwe xwedî derkev in.” Bal kêşande ser xeteriya pişaftina li ser çand û zimanê kurdî û got êdî bes e. Ger em pêşiya vê polîtîkaya pişaftinê negirin di nava 15- 20 salên pêşiya me de wê zimanê me ji holê rabe û em ê bê ziman, çand, nasname û netewe bimînin. Xeterî ev çend mezin e. Ji ber ku amûrên pişaftinê ên îro û ên beriya çend salan ne heman amûrin û her diçe ev hîn bi bandortir dibin. Ev rastiyeke ku têkoşîna azadiya gelê kurd ya 37 sala hestên kurdewarî ji nû ve zindî kirin vejandin, dîsa gel li nasnameya xwe ya kurdînî xwedî derket, lê bi tirkî lê xwedî derket. Divê ji niha û şûn de gelê kurd, bedelê wê çi dibe bila bibe mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî bi dest bixe. Zimanê kurdî dara me ya jiyanê ye. Lê ji ber ku em bi karnayînin hêdî hêdî hişk dibe. Zimanê me dara cinet ango bihuşta me ye. Lê ji ber ku em xwedî lê dernakev in hêdî hêdî hişk dibe. JIN Û ZIMAN:DI PARASTIN Û PÊŞVE BIRINA ZIMANÊ KURDÎ DE RISTA JINA KURD.          Jina kurd weke têkoşîna her qadên jiyanê. Di parastin, pêşvebirin û dewlemend kirina çand, ziaman û wêjeya kurdî de jî xwedî risteke mezin e. Em dikarin bêjin ku jina kurd ji her kesî zêdetir hespê xwe di qada wêjeya kurdî de bezandiye û bexçeyê wêjeya kurdî bi kulîlkên herî xweşik xemilandiye. Yanî kulîlkên herî xweşik wê di bexçeyê wêjeya kurdî de çandi ne. Ma gelo kî dikare bêje ku li ber lorîkên dayîka xwe di xew re neçûye. Ango kî dikare bêje dengê stranên bêrîvanan ez nekirime evîndar. Belê kî dikare bêkje me tûrikên xwe bi çîrokên dayîka xwe tije nekirine. Rastiya jina kurd di parastina zimanê kurdî de çiqas be, di wêjeya kurdî de jî ewqas girîng e. Bi taybetî jî di wêjeya devkî de. Di warê çîrok, çîvanok, Metalok, Payîzok, Tiştonek û hwd. Rastiya jina kurd tê zanîn. Hata roja îro jî ên ku ber pêla asîmlasyonê nehatine çavkaniya vê wêjeya kurdî ne Jinên kurd in. Her yek ji wan payîzok û Heyranokan cuda û li gorî dem û atmosfera dema ku hatine gotin û teşe girtine.   Dema ku mirov li jiyana civaka kurd dinêre dibîne ku çiqas cihê jinê di vî warî de zêde ye. Em vê rastiyê ji gotinên bav û kalan jî fêm dikin. Em çend mînakan ji wan jî bidin. Gotinên li ser rista jina kurd ya civakî: Berê text yê jinê bûye. Jin jiyane. Şêr şêre, çi jin çi jî mêr e. Jin kaniya jiyanê ye. Jin bedewiya jiyanê ye. Jin sebir e. Dayîk ji bav şêrîntir e. Zarok ê dayîkê ye ne ê bav e. Jin gole, mêr çeme. Mal têre kebanî şêre. Jin dîwarê hundir, mêr dîwarê derve ye. Qîz hene bi heft kuran nadin. Lê li gorî rastiyên civakî jinên baş û zirab hene. Jina baş ji hezar mêrê xirab baştir e. Lewre tê gotin ku jin jî hene jinkok jî hene. Jina baş mirovan dike wezîr, jina xirab mirovan dike razîl. LI SER QÎZAN: Bavê bê qîz çiyayê bê av e. Bila qîza bibin ser xençerê nebin ser xeberê. Mirov bila zeviyan xirab bike, lê navê keçan xirab neke.  LI SER BÛK Û XESÛYÊ: Qîzîtî çiqas xweşe, bûkanî gula geş e.        Wexta ku dikeve darê dergûşê, per û baskên wê diweşe. Bûka xalan delaliya malan bûka apê kete kapê. Bûkê tune ziman, xesûyê tune îman. DI DESTANAN DE JINA KURD:  Dema ku mirov bi baldari li destanên kurdî temaşe dike dibîne ku rista jina kurd gelekî mezin e. Di pêşxistina çîrok û serpêhatiyên destanan de têkoşîna li hemberî bê dadiyan de her û her jina kurd risteke girînig lîstiye.   Mînak:  - Memê Alan û Zîna Zeydan.  - Xecê û Siyabend. -  Binefşa Narîn û Cembelî. -  Mem û Eyşê -  Zembîlfiroş û Sêva Hacî. -  Menşa Eliyê Salîm axa. -  Edûlê û Derwêşê Evdî. Ji van çendek in, lê belê bi hezaran çîrok û destanên lehengî ên ku ne hatine nivîsîn hene. Têkoşeriya jina kurd di çîrokên evînî de jî tê dîtin. Bi qasî hemû zilm û zora desthilatdariya bav û bira jî keç her di ya xwe de israr dikin. Her wiha ji bo bigihên evîndarên xwe terka gelek tiştan jî dikin. MÎNAK: Wele bi xwedê, min bidinê min nedinê, min nedinê Ezê kincên xwe bişînim ser boyaxa reşkirinê. Ezê mala mêran piştî çavên reşî belek, li xwe heram kim li darê dinê. De hey wax mala minê.  Sala toranê mala Mûsa qetiya ji çûyîn, ji hatinê, cilê mala bavê min qetiyan ji dayînê ji rêxistinê, Guhê dayîka min qul kirin bi gelagalê bi gotinê. DI STRANA KURDÎ DE JIN: Di stranên kurdî ên berê de weke ku zilam li ser evîndarên xwe ên keç stran gotine. Jina ango keçan jî her li ser evîndarên xwe ên lawik gotine. Yanî mirov serbestî serfirazî û têkoşeriya jin û keçên kurd di stranên kevin de baş dibîne. Keçên kurd giringiyê didin dostaniyê. MÎNAK: Lawiko, were de were bila serê min qurbana serê te be, şevek şevên van payîzan, mêvanê sîng û berê dosta xwe be. Şêwazê stranan gelekî vekirî ne. Yan zilam li ser bedena jinan gotine, an jî jinê li ser bedena xwe gotiye. Çavê xwe dişbîne çavên xezalan. Keziyên xwe dişbînin marên reş. Biryên xwe dişibînin heyva sê şevî. Sîngên xwe dişbînin zozanan.  WEKE VÊ STRANÊ: De lê lo heyran Wezê delalê malê bi rêkim Wezê temamê rûnê xinisan jê re lêkim Ger qîma delalê malê pê neyê Ezê cotê memikan jê re pêşkêşkim. AN JÎ WEKE VÊ STRANÊ: LAWIKO Dilê min li ser dilê min re kale kale. Cabek ji min re hatiye, dibe lawikê te, li welatê xeribiyê nexweşe, pir bê bêhale Li welatê xerîbiyê ne balgî ne doşek ne berpale. Ez ê îzinê ji dê û bavê xwe bixwazim herim welatê xerîbiyê, xwe jê re bikim balgî. Sînga xwe bikim berpale, Bila lawikê min bi kêf be, êdî ne nale. Bêguman stranên ku jinan gotine ne tenê li ser wan û heskiriyên wan e. Her wiha li ser zilamên ku jê hez nakin, lê dîsa jî bi zorê didinê ne. MÎNAK -STRAN Ezê diyarbekira şewitî ketim bi mişmişe. Toq û beniyê min rebenê bi ser bejina zirav de xûşe xûşe. Bila bavê min xêrê bike, xêrê nebîne, Çawa ezê nedam Xelîlê Qazî, lawikê kurmanc Ezê dam kum û Kulekî ji wan bajariyan, Ji êvarê heta sibê li ser singên min diponije. Dîsa jina kurd ne tenê stranên evînî gotine. Her wiha stranên, civakî, egîdî û rênçberî jî gotine. Yanî jina kurd xulqkara van mijarane. Di nava van çîrokan de ye. Yanî bi gelekî şêwayan di nava çîrok û heyranokan de cihê xwe girtiye. Carna periyeke li esîmanan. Carana şehmerana li behrane. Carina pîreke sêhrkere li nav gundan. Carina jî pîreke xêrxweaze li ser riyan.        DI WÊJEYA KURDÎ YA NIVÎSKÎ DE RISTA JINA KURD: Dema em li wêjeya kurdî ya nivîskî di–nêrin dibînin ku beriya îslamê gelekî baldarî wêjeya kurdî ye. Helbesteke ku sed sal berî niha li şkefete Silêmaniyê li derdora şerezûrê hatiye dîtin vê yekê nîşan dide. Keçeke kurd nivîsî ye. Helbest zilma erebên mislaiman ya wê demê li ser kurdan nîşan dide. WETA HELBESTÊ: Bajarê Hormizyanê dagirkirin, Agirê agirdankan temirandin, Biyaniyan bi zor û sîtemê gund û bajar heya Şerezûrê talan kirin, Mêrên çeleng di nava xwînê de hîştin. Rêz û rêçikên ayîna zeredeşt bê bandor maye. Dilê Ehûra Mazda bi kesî neşewitî û gunehê wî bi kesî nehat. Em em li rabûrdûyê vegerin û deriyê wêjêya kurdî vekin. Em ê bînin ku ji sedsala 8’an heta sedesala 12.  16 wêjevanên kurd ên jin çiraya wêjeya kurdî ronîkirine. Ev 16 wêjeavanên jin hemû jên tarîqata yarî ne ( Ehlê heq) Tarîqata yarî di sedesala 8’an de ji hêla Behlûl ve li Rojhelatê Kurdistanê li derdora Loristanê hatiye damezrandin. Behûl yak ji alimên îslamê tê zanîn lê belê dema ku mirov li rêz û rêçikên vê terîqatê dinêre mirov dibîne ku wî xwestiye dînê Zerdeştî yê kevin li Îranê nû bike. Xwestiye careke din civakê bikşîne ser rêz û rêçikên zerdeştî. Ji ber nekariyê aşkere vê bike di bin navê tarîqatê de kiriye. Mirûdên Terîqata Yarî li cemxane ya kom dibûn li ber lêdana tembûrê ayînên xwe, an jî zikrên xwe dikin helbest dixwînin. Jin û zilaman ev bi herv re dikirin. Çawa ku pîrên zerdeştî di-ayên xwe bi rêka helbestê dikirin. Mirûdên wê terîqatê jî di-ayê xwe bi rêka helbestan kirine. Ev jî rastiya vê tarîqatê ya ji îslamiyetê cuda didê nîşandan. Van jin û mêran helbestên xwe nivîsandin e. Di pirtûka serencamê de hatine çapkirin û gihane roja me ya îro. Tê gotin ku hin ji wan helbestvanên jin xwedî dîwan bûne. Naveroka helbestên wan zêdetir xwedê nasî ne. Her wiha xweşkahiya xwezaya Kurdistanê, evîndarî hêmanên bingehîn in. HIN JI VAN HELBESTVANAN EV IN: Nêrgiz Xanima Şêrezûrî. Fatma Loriya Goranî. Rihan Xanima Loristanî Lîze Xanim Xatûn Zerbanûya Derzanî Daya Eewrêza Hewramî Celale Xanim Loristanî Daya Xezana Serkeftî Mesture Kurdistanî Daye Xwzana Serkeftî Nazdar Xatûna Şîrazî Xatûn Dayrakî Razbar Semen Xanİma Dewdanî Xatû May Zerd -    May Hebîbeya Şarezûrî -      Cîhan Ara Xanin     NÊRGIZ XANIMA ŞAREZÛRÎ: Li gorî pirtûka Serencamê Nêrgiz Xanima Şarezûrî di sala 713 ê koçî de li Şarezûrê ji dayîk bûye. Wê xwe li wir gihandiye. Birayê wê, wê fêrî zanista îslamê dike. Ji ber ku amadakariyeke wê hebûye, ew di demeke kin de hemû agahiyên zanistî jiber dike û serwer dibe. Li ser vî bingeî xwe pêş dixe û di demeke kin de nav û dengê wê li welêt belav dibe û dest bi ristina helbestan dike. Di temenê 18 salî de bi Abidînê Cafî re dizewice. Paşê hevserê wê diçe ser baweriya rêz û rêçikên Yariyan û wê rêbazê dişopîne. Nêrgiz Xanim jî diçe ser wê baweriyê û bi hev re diçine Şêxanê. Temenê xwe yê mayî li wir derbas dike. Li wir diçe ser dilovaniya xwe û tê veşartin. Helbestên Nêrgiz Xanimê bi kurmanciya jêrîn hatine nivîsandin. Ew di lêdana tembûrê de jî hoste bûye.                 FATMA LORIYA GORANÎ: Tê gotin ku ew ji aliyê hunerê ve evîndara Babe Tahirê Hemedan bûye. Li ser lutike û çiyayên Kurdistanê awaz û helbestên wê ji dil û hinavan derketine. Ev stêrka geş ku navê wê Fatma bûye, keça Babe Loriyê Loristanî ye. Ew ji êla birîşahê goran bûye. Li gorî pirtûka dewreya Şa Xweşîn Fatma di sadsala pêncan de li Hemadanê ji dayîk dibe û li wir koça dawî dike.     Di pirtûka serencamê de tê gotin ku gava Şa Xweşîn diçe Hemedanê û di diçe Xeneqayê, Babe Tahîrê Hemedanî wê çaxê Fatima Lorî jî li wê xeneqeyê ye. Ew bi Babe Tahîr re dijî. Ji ber vê sedemê dev ji cîhanê ber dide û dest bi raz, niyazan û pirestîja xweda dike. Babe Tahîr ku demekê dîl girt û evîndarê Fatma Lorî dibe ji Şa Xweşîn dixwaze ku mara wan bibire. Lê Şa Xweşîn mizgîniyê dide Babe Tahîr û dibêje: Têkilên jin û mêran di roja dawîn û ya axretê de weke pêwendiya Layla û Mecnûnan dimîne. Fatam Loriya Goranî heta dawiya temenê xwe bi Babe Tahirê Ûryan re jiyaye. Dema ku çûye ser dilovaniya xwe li kêleka Babe Tahirê Ûryan hatiye veşartin. Fatma Lorî di honandina helbestên kurdî de pir serkeftî bûye. Wê helbestên xwe di dîwanexane û camxaneyan de xwendine. Wêje û pesindayîna wê gelekî bihêze.    RIHAN XANIMA  LORISTANÎ: Navê vê stêrka geş ya ku li esîmanê Loristanê serî hildaya Rihan Xanima Loristanî ye. Li gor pirtûka serencamê di sedsala pêncem a koçî de hatiye cîhanê. Yanî li dorhêla Yekfeta li Loristanê ji dayîk bûye. Li gorî pirtûka serencamê Rihan Xanim yek ji alîgirên Şa Xweşîn tê jimartin. Piraniya helbestên wê li ser pesindana Şa Xweşîn in. Hinek helbestên wê di pirtûka dewrey Şa Xweşîn de cih girtine û hatine nivîsîn. LÎZE  XANIM: Navê xatûna dîndar ku wekî cewherekî şevçirayê di wêjeya kurdî de diçirise; Lîze Xanim e. Ji ber ku ji malbata wê re Caf tê gotin, heman nav- malbat li dawiya navê  wê jî tê bi kar anîn. Di sedsala pêncem a koçî de jiyaye. Bi eslê xwe ji bajarê Şêrezûrê ye. Lê belê demeke dirêj li Loristanê jiyana xwe domandiye. Lîz Caf yek ji alîgirên Şa Xweşîn e. Hin berhemên Lîza Xanim bi dimilkî mane û gelekî xweş û balkêşin. Ew di lêdana tembûrê de jî şareza û hotsa bûye. Wê helbestên xwe bi awaz û lêdana tebûrê di camxane û dîwanxanan de di stiriya. Di dewrey Şa Xweşîn de cihek ji bo Lîze Caf hatiye cudakirin. XATÛ MAY ZERD: Ev jina ku şagirta meyxaneya meyîfoşên Yezdanî bûye, nav û dengê helbestên wê li Loristanê derket.  Ev jina oldar ku navê wê Xatû Mey bûye, weke Mey Zerd tê nasîn. Ew weke yar û alîgira Şa Xweşîn tê jimartin. Xatû Zerd, di sedsala pêncem a koçî de li Loristanê ji dayîk bûye û di temenê dozde salî de çûye cem Şa Xweşîn, pir rêz û rêçikên Yarî hîn bûye. Dawiyê li derdora çiyayê Yaftekayê koça dawî kiriye û li wir sipartine axê. Xatû Zerd, li Xeneqedayê dest bi honandina helbestan kiriye û hestên wê yên hunerî serî hildane. Bi serdema Şa Xweşîn pîrê wê, dergeh û deriyê hunerê jê re vebûye. Gelek helbest li ser Şa Xweşîn nivîsîne. Helbestên wê bûne rêz û rêçikên helbestan. Xwedî wêjeyeke pir dewlemende. Xatû Zerd, di wêjeya xwe de ji bo bilind kirin û mezin kirina Şa Xweşîn gelek hewldan çêkirine.  Hemû helbestên wê bi pesindana Şa Xweşîn dest pê dikin û bi dawî dibin. DAYE XWZANA SERKEFTÎ:   Navê vê hunermend û nivîkara hêja Xezana keça Ehmedê Serkaftî ye, ku li gorî pirtûka Serencamê di destpêka sedsala pêncem a koçî de li gundê sekeft ji dayîk dibe. Di zarokatiya xwe de bavê xwe wenda dike. Û dimîne sêwiyeke belengaz. Dayîka wê jî ber feqîrî û hêjariyê û ji bo ku Xezana xwe baş perwerde bike û bide pêşengekî civakê bi kesekî din re dizewice. Daye Xezana di zarokatiya xwe de li gel dayîka xwe dest bi xwendinê dike. Paşê li gel mamosteyê gundê xwe dixwîne û baş fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Pişt re ew berê xwe dide gel hunermend û helbestvanên kurd. Divê rewşê de xweşikî balkêşiya xwezaya Kurdistanê deriyê honandina helbastan ji wê re vedike; li gel wê jî diçe ser baweriya Yarî û dibe bawermenda Yarî û ev yek jî agirê hundirê wê gurtir dike. Êdî ew dest bi honandina helbestan dike.  Di pirtûka dewrey Babe Neûsan Nawus de li ser vê helbeskarê wiha tê gotin: Daye Xezana Serketî yek ji jinên parêzyar û xwedanas a sedsala pêncam a koçî bûye. Wê di serî de li beramberî Nausan serî hildaye û pê re ketiye hevrikiyê. Lê paşî ew pejirandiye û bûye alîgireke wî. Paşê wê li ser vê gelek helbest nivîsîne û gel vexwendiye vî rêbazê nivînê. Heta dawiyê jî ew li gundê serketê miriye û li wir veşatine. Gelek helbestên wê yên xweş û şêrîn li peyî mane û di dewrey Babe Newus de hatine tomarkirin. Piraniya helbestên wê li ser rêbaza Yarîne. DAYE TEWRÊZA HEWREMÎ: Yek ji jinên ku gelekî xizmeta wêjeya kurdî kiriye, Daye Tewrez Hewramî ye. Ev jina rewşanbîr ku cewherek veşartiye û şevçiraya çiyayên berz ên Hewremanê ye. Bi şawata evîneke rastqîn dilê wê coşiyaye û newaya tembûrê di camxaneyan de dil û dewarên yaran coşandiye û şawata helbestên wê ew anîne ser hiş.  Li gor pirtûka Serencamê ev jina xweşik di destpêka sedsala çaremîn de hatiye cîhanê û di heman sedsalê de çûye ser dilovaniya xwe û li Hewremanê hatiye veşartin.  Daye Tewrêz weke yek ji yarên Babe Serhengê Dewdanê tê zanîn. Ew yekem jin bûye ku helbestên wê di pirtûka Serencamê de hatine tomarkirin.   CELALE XANIMA LORISTANÎ: Celale Xnima Loristanî, yek ji stêrkên esîmanê Loristanê ye û li welatê Loristanê serî hildaye. Navê wê Celale ye. Ew keça Amanayê Loristanîye û dayîka Şa Xweşîn e. Celale Xanim di honandina helbestan de, lêdana tembûrê de hoste bûye. Helbestên xwe di dîwanxaneyan de li gel tembûrê gotine.  Gelek helbestên wê di dewrey Şa Xweşîn de hatine nivîsîn. Celale Xanim, weke yek ji hunremendên dema xwe evîndar û şahîda dîmenên xwezaya xwe ya xweşik a Loristanê bûye, kurê wê Şa Xweşîn dayîka xwe weke firîştehekê dide nasîn û dibêje: Divê li gorî rêz û rêçikên wê tevger çêbibe. Wer diyare ku Şa Xweşîn bê zewaceke fermî ji dayîk bûye. Lewre her kes wî wekî pîç dizane. Lê ew vê wekî mizgîniyekê dibîne. Di pirtûka Serencamê de tê gotin ku Celale Xanim ji tîna tîrêjên rojê du canî bûye.Nêrîn û helbestên wê hemû felsefîkin. Ew îsyaneke pir kûr di dilê xwe de jiyan dike.  NAZDAR XATÛNA ŞÎRAZÎ: Ev helbestvana jin ku di sedsala çardemîn de jiyaye, li gorî bîrnivîsan di dawiya sedsala 7. a koçî de li şîrazê ji dayîk bûye. Her li wir xwe gîhandiye. Wê xwe di felsefeya yewnanî de destekî berz û bilind hebûye. Wê di destpêka keçaniya xwe de dest bi raz û niyazan kiriye. Bi zana, şêx û pîran re civiyaye û paşê demekê çûye şêrezûrê û paşî çûye şêxanê û dev ji cîhanê berdaye. Demekê li gel san serhak maye. Heta xwerge (dîploma) xwe ya şêxîtiyê wergirtiye. Paşê vegeriye herêma xwe jiyana xwe ya mayî bi rê nîşandana jinan bûrandi ye. Ew di sala 1363 yan de çûye ser dilovaniya xwe.  Di pirtûka Serencamê de tê nivîsîn ku Şêx Nazdar Xatûna Şarezî yek ji 72 pîr û hevalên san sehake ku di sedsala çardemîn de jiyaye. Ji vê helbestkara zana gelek helbestên bi zaravayên Gornî bi cih mane. XATÛN DAYRAKÎ RAZBAR: Navê wê helbestkara hêja Dayrak e. Keça Hiseyn Begê Celde û li gorî pirtûka Serencamê di dawiya sedsala 13 an de li Helwanê ji dayîk bûye. Di 1345 ê zaînî de li Şêxanê jiyana xwe ji dest daye. Diwana wê ji hezar helbestî pêk tê. Di 19 saliya xwe de bi Şêx Îsa Berzencî re dizewice. Paşî kurê wê yê bi navê Sultan Îhsak çêdibe. Paşî navê wî dikin san sehak. Jineke ji xwedêtirs û parêzger bûye. Piraniya helebestên wê li ser evîna xwedê nivîsîne. Her ders dane jinan. XATÛN ZARBANÛYA DERZIYANÎ:  Keça Yûsiv Begê Derziyanî û dayîka Şeways Qewliye ku di dawiya sedsala 8. a koçî de li gundê Derziyanî ji dayîk bûye û li wir gihiştiye. Piştî wê jî ji wê re mamosteyê taybet girtine. Fêrî xwendinê kirine. Piştî wê dema xwe bi xwendina pirtûka Serencamê didomîne. Piştî wê bi demekê dest bi honandina helbestan dike. Nase-navê xwe jî dike Xatûn. Xatûn gelekî dilovan û dil tenike. Her dem rêberî û pêşengiya jinan kiriye. Helbestên kurdî nivîsîne. SEMEN XANIMA DEWDANÎ: Li gorî pirtûka dema Babe Celîl vê helbestvanê di sedsala 16. de jiyaye û weke yek ji yarên Babe Celîl tê hesibandin. Lê di derheqê jiyana xwe de ti agahiyeke din nedaye. Tenê tê gotin û di 1530 î de Babe Celîl dîtiye û bûye evîndar û şadeya zanistiya wî û bûyê parezgera wî êdî dev ji xweşiya jiyanê berdaye. Helbestên wê li ser baweriya xwedê ne. MESTÛRE KURDISTANÎ:   Helbeskara Xanim ku stêrkeke geş ya esîmanê welatê me ye, di sala 1804 an de li bajarê Sinayê ji dayîk bûye. Di sala 1847 de koça dawî kiriye. Navê yê hêmanî Mehşerefa keça Ebûl Hesen Begê Qadirî ye. Hefsera Xusrew-xanê waliyê Sineyê ye. Navê wê yê helbestkariyê Mestûre Kurdistanî ye. Wê nêzîkî 20 hezar helbest nivîsandine. Di xweşik bûn, xweşnivîs, deste-xet-xweş û nivîskariyê de bi nav û deng bûye. Gelek nivîskar û dîroknasan li ser wê nivîsîne. Dildariya Mestûre Xusrew -xan bi nav û deng e. Tê gotin ku Xusrew- xan jî ji hunermendî û wêje ve nasbûye. Hezkirina wan li ser vî bingehî çêbûye. Gelek helbest bi hev re honandine û gotine. Helbestên wan bi giranî bi farisî ne. Metûra perewedeya xwe bi farisî û erebî dîtiye. Piraniya helbestên Mestûre Xanimê li ser Xusrew- xanê Erdelanî ne. Şêwayê helbestên wê di wêjeya kurdî de dişibin helbestên Xaneyên Xubadî û Mîrza Şefî. Mestûre bi kurdî jî nivîsîne. Hinek pirtûkên Mestûre: Ev in. Dîwana Mestûre ji 20 hezar helbestî pêk hatiye. Piraniya wan bi zaravayê Goranî û şêwayê soranî ne. Çend helbestên wê bi farisî jî hatine nivîsîn. Wêjeya Erdelan zêdetirîn malbat û binemaliya Erdelan e. Bi zimanê farisî nivîsî ye. Namîlkey: Li ser rêz û rêçikên îslamê û xwedê nasiyê nivîsîne. Di temenê 43 salî de li bajarê Silêmanî koça dawî kir. Li goristana girtî Seyman hatiye veşartin.           CÎHAN ARA XANIN Navê vê helbestkara hêja Cîhan Ara û ew keça mele Neşatê Paweyî ye. Ew di sala 1859 an de li Pehweyê ji dayîk bûye. Di zarokatiya xwe de li gel bavê xwe fêrî xwendinê bûye. Paşê bavê wê mamosteyê taybet jê re girtiye û ew li gel mamosteyê xwe fêrî rêziman û wêjeya erebî bûye. Paşê bi kurxaletê Elî Ekber- Xan re zewicî ye. Piştî wê jî bi Evdilkeh -xanê Caf re dizewice û hemû temê xwe bi perwerde kirina zarkên xwe û xwendina pirtûkên dînî re derbas dike. Ji ber Ku Cîhan Ara ji hefserê xwe yê destpêkê pir hezkiriye hema bêje hemû helbestên wê li ser hezkirina wê ya ji wî re ne. MAY HEBÎBEYA ŞAREZÛRÎ: Li gorî kesinan ev helbeskar di sedsala 14 an de jiyaye û navê wê Hebîbe ye. Hebîbe keça Şêx Bediredîn Şarezûrî ye. Tê gotin ku di sala 1282 an de li gundê Yawa ji dayîk bûye. Di dest pêkê de Yay Hebîbe li gel bavê xwe xwendiye, paşê jî çûye qublexaneyan û bi zimanê erebî xwendiye. Paşî bi birayê xwe re çûye Helwanê û li wir biqasî du salan feqha îslamê û lêkolînên li ser qurnê xwendî ye. Piştî mirina bavê wê bi birayê xwe re diçe Şêxanê. Li wir dibe kevokeke baz şikestî ya San Serhek, rêz û rêçikên Yariyan nîşanî gel dane. Di sala 1348 an de di temenê 66 an de jiyana xwe ji dest daye û li goristana Şêxanê veşartine. Ev asta jina kurd û têkoşeriaya wê ya ku wê dike xwedî maf ji çanda zerdeşt tê. Jina kurd tu car nebû weke jinên din ên welatê îslamê. Di çand û felsefeya zerdeşt de jin û zilam weke hev in. Ger em bi baldarî lêbikolin wê bê dîtin ku hîn ev jinên helbestvan ên ku navên wan li jor hatiye rêzkirin, di herêmeke ku bi kurahî bandora olê îslamê lê nehatiye kirin de derketi ne. Bi taybetî jî ev li herêma Loristanê ku hîn bi hemû aliyê jiyana xwe ve di bin bandora felsefe û çanda zerdeştî yê de ne derketin e. Bêguman ev ên ku tên zanîn in, ango berhemên wan ên nivîskî hene. Lewre winda nebû ne. Lê kî dizanê bê ka hîn çend jinên kurd li seranserê Kurdistanê yên hunermend û helbestvan hebûne di van serdeman de. Ji ber ku jin bi xwezaya xwe ve hunermend û helbestvan in. Ji ber ku xwedî cîhaneke hestan ya pir berfereh û dewlemend in. Di heman demê de afrînera ziman û çandê jî jin e. Bi kurtayî, ne tenê bi helbestvanî, nivîskarî û hunermendî jina kurd di parastin û pêşvebirina çand û zimanê kurdî de jî bûye xwedî risteke bingehîn. Yanî ji dîrokê û heta îro jina kurd, dayîkên me bûne çavkaniya herikîna û gorbûna çemê ziman û çanda kurdî. Jixwe ji ber vê ye zimanê kurdî nebû zimanekî destilatdariyê ango nêr. Ji ber ev ziman bi xwezaya jinê ve pêşketî ye. DI PÊŞXISTINA WÊJEYA KURDÎ DE RISTA HIN NAVDARÊN KURD:  Beriya em navê van kesên navdar bidin em dixwazin ku li ser şêwazê pêşketina çand û zimanê kurdî, hunera kurdî çend tiştan bibêjin.  Tê zanîn ku rêkên sereke ên çand û zimanê xwe parastin, pêşxistin û ji neselkî gihandina neslekî hene. Şêwazê nivîskî ye. Şêwazê devkî ye. Dema ku em li dîroka gelê kurd û rasiyên dîrokê yên ku di serê gelê me re bırî ne di nêrin di bînin ku her çiqas zimanê nivîskî jî bandoreke erênî kiri be. Lê belê ya ku çand û zimanê kurdî, hunera kurdî ji mirinê rizgar kirî û dewlemend kirî û bûye weke xezîneya hafîzeya civak û neteweya kurd a zindî wêjeya devkî ye. Wêjeya devkî jî zêdetir jina kurd û heçî gelê me yên li çoltaran ên xizan, kedkar û nexwendî pêşxistine. Ji ber ku bi taybetî piştî ketina îslamê ya Kurdistanê û şûn de hema bêje deriyê zanistê li jina kurd jî hatiye girtin. Tenê hinek keç û xwîşkên mîr û began, an jî şêx û melan ku wan jî, zêdertir li ber destê bav, bira, ap, xal an jî alimekî bi bawer xwendin e. Jixwe jinên ku me li jor behsa wan kir jî hemû ew jin in. Lewre jinan hemû kêfxweşî, xemgînî, êş û kelecanên xwe, dîsa hizir û ramanên xwe bi rêka wêjeya devkî dianîn ziman. Ev jî Çîrok, Metelok, Payîzok, Stran, Helbest, Serpêhatî, Biwêj û hwd. Hatine gotin. Jinan bi vê rêbazê ne tenê çand û zimanê kurdî dewlemend kirine, parastine û anîne heta roja me ya îro. Her wiha çand û felsefeya civaka xwezayî ya dayîka xwedawend jî bi vî rêbazî anîne heta roja me ya îro. Gelê xizan, şivanan û bi gîştî civaka kurd ya çoltarê jî di vê rêbaza parstina wêjeya kurdî de xwedî cihekî mezin e. Ji ber ku derfetên wan ên xwendinê nebûn zêdetir ev rêbazê devkî ji bo wêje huner û zimanê kurdî bi kar anîn e. Ev wêje û hunera gel a devkî xwe dispêre sê hêmanên bingehîn. Jiyana civakî ya komînal û şêwazê jiyanê ye. Zordariya hêzên derve ên ku her û her kurdistan dagir dikirin û berxwedaniya li hemberî wan e. Zordariya şêx, beg û mîrên kurdan ya li ser gel dikirin e. Yanî em dikarin bêjin ku ev xezîneya çand, wêje û zimanê kurdî ya herî mezin in. Ji ber ku heta roja me ya îro jî berhemên nivîskî ku dîroka kurdan û çanda wan vedibêjin gelekî kêm in. Lewre ger ev wêjeya devkî nebûna dibe ku heta roja me ya îro gelek rastiyên gelê kurd ên dîrokî û civakî winda bûban e. Êdî ev rastiya ku girîngiya wêjeya kurdî ya devkî hîn zêde û watedartir dike derdikeve holê. BEŞÊN WÊJEYA KURDÎ: Çîrok Stran Stranên dengbêjî Payîzok Methelok Serpêhatî – bîranîn Zûgotinok Xaçepirs devkî – tiştonek Gotinên bav û kalan Biwêj Destanên kurdî. Bi hezaran fîgurên govendê hene Her yek ji wan fîgorên govendê rastiya bûyerekê vedibêje. WÊJEYA KURDÎ YA NIVÎSKÎ: Bêguman wêjeya nivîskî weke ku di dîroka hemû gel û neteweyan de rist lîstiye di dîroka neteweya gelê kurd de jî risteke mezin lîstye. Ji ber ku belgeyên nivîskî şahîdên herî mezin ên dîrokê ne û dikarin belavî hemû cîhanê bibin û gel û xwediyên wan belgeyan bidin nasîn. Lê mixabin rastiyeke wisa jî heye ku dîroka nivîskî ango belgeyên nivîskî hema bêje bi destê zilamê desthilatdar hatine nivîsîn û rastî heta tu bêjî serûbinî kirine. Lewre em nikarin bêjin ku belgeyên nivîskî hemû rastiya dîrokê baş rave dikin. Ango bûne zimanê civaka rastîn û hemû bûyerên dîrokî rast vegotine. Lê di nava wan de ên ku ev rastî jî rast vegotine û pênase kirine jî çêbûne. Ji ber ku ne tenê desthilatdaran nivîsandine kes û civaka ku li hemberî wan desthilatdaran têdikoşiyane jî nivîsîne. Lê belê bi qasî ên desthilatdar ne nivîsîne ji ber ku ewqas derfet nedîtine. Ev rastî ji bo nivîskarên kurd jî wisa ye. Ji ber dema em li jînenîgariya nivîskarên kurd jî dinêrin, dibînin ku hema bêje hemûyan derfetên di medreseyên bi nav û reng de xwedinê bi dest xistine. Dîsa gelekî geriyane. Hem li Kurdistanê hem jî li welatên din jî pir geriyane û dîtine wisa nivîsîne. Lê mixabin hema bêje ev ya kesen dewlemndin ya jî zarokên mîr, şêx û melayan e. Lê em nikarin bêjin ku kesên xizan bi taybetî jî jinan bi heman serbestiyê geriya ne. Ango mafê di medreseyan de xwendinê bi dest bixine. Na rastiyeke wisa ne mijara gotinê ye jî. Jinên dixwendin jî ne di medreseyan de li ber deste bav û birayên xwe di mala xwe de, di nava çar dîwarên teng de dixwendin. Lê belê em dikarin bêjin li gel van hemû cihkariyên ku medreseyan kirine jî. Risteke girîng di rewşanbîrî û parastina hestên welatparêzî de lîstine. Ji ber ku wê demê ji bilî cih û warên weke medreseyan ku bi armanca qadroyên olê îslamê gihandine hati bûn avakirin, derfetên cuda ji bo zanistê, xwe perwerde kirin û bi rêxistin kirinê nedidane gelê kurd ango gelên bindest. Ji ber ku dogma û qalibên îslamê gelekî hişk û bê reh bûn. Yanî mirov dikare bêjê van medreseyan hem erênî hem jî neyînî rista xwe lîstin. Di pêşxistina wêjeya nivîskî, rewşenbîrî û zanista civaka kurd de risteke baş lîst. Di heman demê de ev medrese bûbûn navendên pirsgirêkên civakî çareserkirinê û geş girtina hestên welatparêzî jî. Di aliyê dogma û qalibên îslama derewîn bi civaka me dana pejiriandin, bûna milîtanên pêk anîna wê de jî rist lîstine. Dîsa newekheviya nava civakê û cinsan kirinê. Her wiha rewşa ku kurd ketinê weke qeder pejirandinê û bê têkoşîn, bê rêxistin dimînin. Tenê li benda xwedê dimîınin. Dîsa sîstemê bi rêka medreseyan têra xwe nokerên xwe di nava civaka kurd de ava kirin. Bi taybetî jî zilamê kurd kirin weke tajiyekî ber deriyê xwe. Her wiha hemû oldarên kurd şêx û mele qezenç kirin û ji bo îdolojiya îslamê li Kurdistanê belav bikin û bi gel bidin xwarin bi kar anîn û niha jî bi kar tînin. Ev xapandineke mezin bû ji bo civaka kurd û hîna jî nûnerên wan ên nûjen vê siyasetê li ser gel û civaka kurd didin meşandin. Heta radeyeke ne kêm encam jî jê digirin.                                                                                                                                             JI NIVÎSKARÊN KURD ÇENDEK EV İN: ZERDEŞT: Mediye ji Spîtmê malbateke Mediye.  Avêsta nivsadiye- 660 – 583 zayînê de jiyaye.  Ehmedê xanî: Destan û dîwanên wî hene. Meleye Cizîrî: Babe Tahirê Uryanî: Berhema xwe ya  yekem bi Lorî nivîsiye. Eliyê Erîrî. Feqiyê Teyran: Destan. Meleyê Bateyî: Helbesta kurdî. Celadet bedirxan: Lêkolînerî, helbest û zimanzaniya kurdî. Cegerxwîn: Helbestên kurdî Osman Sabirî: Helbest û gelek mijarên din. Mehmed Uzun: Romana kurdî Şêrko Bêkes: Kemûran Bedirxan: Lêkolîn û rêzimanê kurdî. Erebê Şemo: Romana kurdî  SOSYOLOJIYA ZIMANÊ KURDÎ Di peyvên zimanê kurdî de zêde çanda mêr, nêrî û desthilatdariyê nîne. Berovajî vê zimanê wekhevî, komînal û çanda civaka xwezayî ye. Mînak hinek ziman hene bêhna nêrtiyê jê tê. Yanî zimanê kurdî zimanekî mê ye û nêrîtî tê de gelekî kêm e. Belkî tu yek peyvê bi qertafa nêrîtiyê bibîne, lê tu dikarî bi sedan peyvên bi qertafa mêtiyê bibîne. Zimanê kurdî ne bûye zimanê desthilatdariyê. Her dem bûye zimanê behrem dayîne. Ne zimanê dewletê ye. Her dem zimanê kurdî bûye zimanê civakbûnê. Hemû têgehên me jî bi awayekî xwezayî ne. Ne Yên şeristaniyê ne. Her civak li gorî xwezaya xwe şêwazê ziman, deng û hestan digire. Rewşa zimanê kurdî ya îro Asta pişaftinê ya roja me ya îro Şêwazê têkoşînê Ewayê bi rêxistin kirinê Tecrûbeyên perwerdehiya bi zimanê kurdî

Îroveyan
* E-name li ser malperê nayê weşandin.
I BUILT MY SITE FOR FREE USING