15 Nov
15Nov

Wêje

  • Pênaseya Wêjeyê

     Wêje, di wateya giştî de zanisteke ku jiyana mirovahiyê ji bo me dide têgihandin.

Wêje, zimanekî estetîk ê çand û hunerê ye û di dîroka neteweyan de, bûyerên wekî şer, lehengî, mirovahî, huner, pêkenîn, lawij, rexne û kurtejiyan, gotar, gengeşî û şanoyê bi zimanekî wêjeyî û hunerî radixe holê.

Deqa bedew û spehî, her wiha xwedî taybetiyeke hunerî bi armanca têrkirina xwendevan be; ya bi vî rengî nivîsîn, an jî ku ne xwediya armanceke wisa be jî, ji aliyê teşe û naverokê ve, xwedî van taybetiyan be, wekî wêje tê binavkirin.

Wêje, bingehên xwe ji jiyana sincên pak digire; hêza hizirîna hevpar a civakê û wijdanê civakê ye. Ji raveyên raman, bûyer, hest û xeyalan bi gotin an bi nivîskî ji bo xwendevan an jî guhdarên xwe bi hest, xuroş, zewq û bedewiyeke bilind radigihîne re wêje tê gotin[1].

 

      Wêje jiyanê bi wate dike, nivîskar rastiya ku hilbijartiye di cîhana xwe ya hundirîn de diguherîne, em dikarin bêjin wê ji nû ve diafirîne.

 


Wêje, tiştên ku hatine jiyankirin dike mijara xwe. Ew taybetmendiya wêje ya herî giring e; anku çawaniya wêjeyê diyar dike, çêja wê jî girêdayî karanîna nivîskar a ziman e. Ji ber ku wêje hunera ziman e, Ji bo mûzîkvanan deng, ji bo nîgarvanan reng, ji bo peykersazan kevir, ji bo romanûs, helbestvan, senarîst jî peyv heman in. Afirandina berhemên xweser, girêdayî hêza nivîskar a karanîna  ziman e, ger nivîskar karibe bi awayekî pirbûna ziman kar bîne, dikare di dilê civakê de cih bigire, ya ku deqeke wêjeyî ji deqên din cûda dike ziman e. Em ji deqek normal fêr dibin, agahiyan digirin, bîra me dewlemend dibe, lê em pê bandor nabin, zimanê wêje dide jiyankirin, dide hîskirin[2].

 

     Wêje; tê wateya pîşekarî, hûrkolîn û rêkûpêkiyê. Peyva wêje di zimanê kurdî de ji peyva (bêje) hatiye, ev yek diyar dike ku eger em bixwazin hunerekê diyar bikin pêwîst e gotin hebe.

 


Peyva wêje ya ku di zimanê erebî de weke edeb tê binavkirin. Tê wateya birêkûpêkî û pîvanbûne[3].

 

     Dostyofiskî dibêje: Wêje yek ji erkên wê şîretkirina mirovahiyê ye, ji ber ku wekî pirtûkekê ji jiyanê ye. Armanca wê naskirina jiyanê û nirxên mirovahiyê dide çandin, yanî ku wêje ji kûrahiya dil û naveroka gel dernekeve; çi nirx û wateya xwe nîne[4].

 

      Platon wêjeyê wekî teyîsîn daye nasîn. Di navbera neynik û wêjeyê de girêdanek çêkiriye. Wêje ew neynika ku jiyan tê de diteyise ye. Pir hunermendan, wêjevanan, teorîsyenan ew pênase pejirandine. Mînak wêjevanê Marksîst O.V. Plehanaov dibêje: Wêje û huner neynika jiyanê ne.

 


Yên ku li hemberî vê nêrîne derketine jî gelek in. dema dibêjin: Wêje teyisandina tiştên ku hatine jiyankirin nîne, neynik tiştên hemberî xwe tenê bi awayekî cemidî diteyisîne, lê wêje ji bo ku dakeve cewherê jiyanê, rastiyê hildibijêre, wê rastiyê dadihurîne û ji nû ve teşe dide[5].

   

Pênaseya Ewrupiyan ji Wêjeyê re

 


     Peyva "Litteratura" ya latînî ji peyva "Littera" anku tîp hatî, di dema ku peyva "grammatiké" ya yonanî werger bûyî latînî de, ku wateya "grammatiké" naskirina xwendin û nivîsînê ye; lê bi domana demê re ev peyv "Litteratura" ji bo nîşankirina zanebûn û çanda wêjeyî bi kar hatî li Ewrupayê[6].

 

     Ewrupî dibêjin têkiliyeke gelekî xurt di navbera netewebûn û wêje, ziman û hunerê de heye. Ziman wekî kilîda sereke ya yekîtiya neteweyî pênase dikin. Wêjeyê jî wekî ku bi saya û riya zimên ji neteweyan re çîrokan dibêjin pênase dikin. Bêguman pênaseya Ewrupiyan ne pênase û tesbîteke şaş û çewt e. Lê belê wekî ku ew pênase dikin ne têkiliyeke ji rêzê ye jî. Têkiliya ziman, wêje, huner û netewebûnê gelekî kûrtir e. Têkiliyeke dîrokî, felsefîk û zanistî bi hev re heye û gelek caran têkiliyeke mîtolojîk an jî fantastîk e. Ji ber ku hemû netewe li cihekî dahatûya xwe li ser çîrok, destan, xewn an jî xeyalekê ava dikin. Lehengên mîtolojîk di destan û çîrokan de ku civak û netweyan bi pey xwe dixin mînaka herî xweş e ji bo vê yekê… Berhemên wêjeyî/hunerî di dirûvdayîn, guherîn û veguherîna bîra dîrokî de çiqasî bi bandor in em ji lehengên civakan ên mîtolojîk fêm dikin. Navgîna ku dike ew leheng bêhtir bi bandor bibe jî wêje bi xwe ye[7].

 

 


     Mijara wêjeyê; bi giştî mirov e, bi taybet civak e. Wêje ne tenê wênekêşana jiyanê ye, di heman demê de pêwîst e wêje, gel pêş bixe û ji gel re xizmetê bike. Ger wêje ne ji bo pêşxistina civakê be, nexwe ne di berjewendiyê gel de ye. Yê gel nas neke, birînên wî nebîne û êşa wî nikişîne; nikare wêje û dîroka wî jî binivîse. Li gorî vê wêje, çavkaniya afirandina mirov û civakê û her wiha afirandina rêzdayîna wan e[8].

 

     Pirsa wêje çi ye?  Çawa ku her dem hatiye pirsîn û jê re bersiv hatiye gerîn, pirsa "mijar û rola wêje çi ye?" jî her dem bûye mijara nîqaşê. Hunermend, rexnegir û nîvîskaran xwestine bersiva vê pirsê bidin. Em dikarin bêjin ku mijara wêje de tu sînorên diyar tune ne. Lê bi awayekî gelemperî mijara wêje mirov e.   Dema ku em berhemên  kevin binêrin wê rastiyê dikarin bibînin, wekî;  ji destanên Homîros (Homer), heta helbestên Hisyod (Hesiod) û Safo (Sappho), trajidiyên Isxîlos (Aschylus) û Sofoklîs (Sophocles) heta pêkenokên (Komidî), Aristovan (Aristophanes).  Di hemû beşên wêje de jî dîsa ya ku derdikeve pêşberî me ev rastî ye. Roman, helbest, çîrok û senaryo, beş biguhere jî ya ku naguhere mijara xwe ye[9].

 

     Şêweyê têgihandina mijarekê, cûreyên helbestan, cûreyên nivîsînên wêjeyî, daxwaz û armancên wêjeyî pêk tînin. Ev bi giştî bi şêwazê hunermendekî dewlemend dibe û di berhemên wêjeyî de tê nivîsîn. Ji ber vê sedemê dema xwendevanek berhema nivîskarekî dixwîne, rewşa pêşketina cîhana xeyalên wî, nirxên bi rûmet û dewlemendiyên wî ku aniye ziman, hestên wî yên hunermendî, bi ahengekê sazûmankirî dibîne. Ji tevayî mijarên berhemekê re naveroka wêjeyê tê gotin[10].

 

 

     Wêje, ji aliyên xwe yên heyberî û  rewanî ve pireke ku di navbera demên derbasbûyî û demên bên ên civakê de hatî sazkirin û goftûgoyeke berdewam e. Wêje, xweşikirina hiş û bîrê mirovahiyê ye. Bi awayekî rast û berfireh hizirîna me bi rêk û pêk dike. Wêje, ji bo rêkûpêkirina zanebûn û sazûmankirina demên bê, jêdera herî girîng a ku pêwîst e mirov serî lê bidê ye. Em çiqasî rabirdoya xwe bizanin, em ê ewqasî jî xwe, netewa xwe û cîhana xwe baş bizanin. Kesê wêjeya civaka xwe nizane, dimîne mirovekî bêhiş. Wêjeya ji pêdiviya rastiya dîrokî û civakî derdikeve wêjeya herî bi nirx û pîroz e. Wêjeya ku rastiya civakê nede diyarkirin, daxwaz û arazûyên gel nebîne, pirsgirêk û nakokiyên di hundirê civakê de û çarenûsa wê daneyîne, wê demê çi nirx û wateya wê wêjeyê nîne. Wêjeya rast ew e ku bi rastiya zemîna jêderketî re bibe yek. Hest û ramanên endamên wê civakê pê hîs dike, ji ber gelek sedeman, nikarin bînin zimên, wê demê wêje bi hemû rê û rêbazên xwe yên rengereng, wan tiştan dibêje û eşkere dike û çarenûsa wê jî tîne holê.

 


     Meksîm Gorkî (Maxim Gorky) dibêje: "wêje çavên gerdûnê ye, yê ku her tiştî dibîne û diçe ta kûrahiya derûniya mirovan"[11].

 

 

     Ji bo ku mirov û civak bikaribin, xwe bi awayekî herî baş rave bikin, riya herî bibandor wêje ye. Wêje çiqek ê hunerê ye ku hemû bûyer, hest, hizir û aşopên (nîgaş) di nava civakê de digire nava xwe.

 


    Di jiyana mirovan de de ziman, parçeyê herî zindî ye. Weke di gotinên pêşiyan de jî tê gotin: "gelê bê wêje, di dilê mirovê bê ziman de ye"[12].

   

 

     Di navbera dîroka wêjeyî, dîroka siyasî û civakî de peywendiyên pir bihêz hene.                                                                       Dîroka wêjeyî gelek caran bi dîroka siyasî û civakî re girêdayî ye. Beş bi beş hunermend ji pêşketinên civakî û çandî yên di nav gel de tên dîtin ji wan bandor dibin.

 


Dîroknas vê wêjeyê û berhemên wêjeyê lêkolîn dikin, wan li ber çav digirin. Bûyerên dîrokî û berhemên wêjeyî yên kevin weke hatin nivîsandin di destê me de ne. Lê ji bo têgihiştin û nirxandina wan, pêwîstî bi naskirina têgiha dema hatine nivîsandin heye[13].

      Wêje, di avakirina civakê de jî barekî giran û girîng hildide ser milê xwe. Di veguherîn û nûjenkirina kevneşopiyê de ku bîra dîrokî ya civakan e, wêje jî mîna gelek beşên din ên hunerî û zanistî bi xurtî beşdar dibe. Ji xwe di rastiya xwe de çand anku bi awayê taybet “kevneşopî” û çavkaniya nasnameya civakan e. Ew nasname dike ku ew wekî rengekî di nava rengên din de xweser û wekî hemûyan taybet bin. Lewma jî ji ber ku wêje ji dîrok û civakê nayê dûrxistin di dirûvdayîna kevneşopiyê (çandê) de xwedî risteke gelekî girîng e. Di vê rola wêjeyê ya bîra dîrokî ya civakan de, hemû cûreyên wêjeyî li gorî rewşê derdikevin pêş û rista xwe pêk tînin. Di serdema klasîk de herî zêde helbest, paşê bi awayekî çîrok û herî dawîn jî romanê kiriye ku wêje rista xwe çêtir bîne cih[14]. 

 

 

 

 

Wêjeya Cîhanê

 

 

 
  • Dîroka Wêjeya Cîhanê:
 


     Ew pêşketina dîrokî di nivîsên pexşanî û helbestî de ye, ku ji erkên wê ye ji xwendevan, guhdarkar an jî şopînerên çandê re pêşkêş bike[15].

 

     Tevî ku wêje û nivîsandin bi hev re girêdayî ne jî, lê ew têgînên nehemwate ne, deqên destpêkê ji cem Someran de derketine û çi pênasînên ku li ser hatine gotin pejirandî bin jî, lê em nikarin navê wêjeyê li wan bikin, heman awa li ser deqên Hîroglîfî yên Misriyan jî pêk tê, tevî hezarên belgeyên ku di serdemên çînî (chin) de jî hatine dîtin[16].

 

     Li gor rexnevanê Birîtanî Con Sezerlan (Jon Sutherland), wêje pênase dike, ku berhema mejiyê mirov e, di kêlîka herî bilind a asta derbirîna cîhana derdorê de, tê digihêje ku astengiyên hebûnê asan nake, lê ew hişmendiya me vedike ta asta têgihiştina astengiyan. Di hundirê vê pênaseyê de Sutherland giringtirîn berhemên wêjeya cîhanê bi me dide naskirin, ew zayendên wêjeyî weke şano, çîrok, helbest, nivîsar…..hwd nîqaş dike, destpêk ji efsaneyê ta roja me ya îro, ji wêjevanên ku li cem wan rawestiyaye ev in: Homer, Shakespeare, Melton, Dickens, Badler, Thomas Hardy, Albert Camus Jorge Borges û Gonter Grass[17].

 

     Yekem car têgîna wêjeya cîhanê, ji aliyê Gote ve hatiye bikaranîn, dema ku di hevdîtineke bi Aygirman di sala 1827'an de got: "Ez bawer im, ku wêjeyeke cîhanê ava dibe, hemû neteweyan berê xwe dayê, niha em derbasî serdema wêjeya cîhanê dibin, divê ku em hemû beşdariyên derbarê derketina vê wêjeyê de bikin"[18]. 

 

     Lê belê ev têgeh ne ji valahiyekê hatiye, Dante di lêkolîna xwe de diyar kiriye ku heyîneke çanda cîhanê heye, gelek ramiyar, wêjevan û fîlozofên Almanî û Fransizî li ser tecrubeya mirovan a hevbeş axivîne, "Schillerh[19]"  li ser "Dîroka Cîhanê" axiviye û Hegel jî li ser " Giyanê Cîhanê" axiviye[20].

 

     Di demên pir dirêj de, cihekî teybet ji wêjeya cîhanê re hebû, lê wêjeyên neteweyî pir paşguhkirî bûn, zimanê latînî paşmakgira zimanê Yonanî bû ya di serdemên pir dirêj de rola xwe ya wekî zimanê wêjeyî di cîhanê de lîstiye, têgiha wêjeya cîhanê di zimanê yonanî û latînî de dihate wateya  "Rêûresmên Giyanî"[21].

 

Di sala 1848'an de Mark û Angles, ev têgih di daxuyaniya xwe de xwe jî bi kar anîn; ta ku çawaniya tebeta cîhanê di berhemdayîna wêjeya birjiwazî de diyar bikin[22]. Belavbûyîna berfireh ji berhemekê re, ne pir pêwîst e ku bibe wêjeyeke cîhanê; ji vê jî em têdigihêjin ku ne çi wêje be belavî çend zimanan bibe, êdî ew wêje dikeve nav cureyên wêjeya cîhanê de, destpêkê divê ku xwedî nirxekî hunerî û wêjeyî be, hêza wê di derbarê avakirina hişmendiya mirov de pir xurt be û xwedî bandoriyeke pir xurt li ser wêjeya herêmî û neteweyî be û berhemên kesayetî divê destpêkê di warê cih û herêmê de bên nirxandin[23]. Lê doza wêjeya cîhanê destpêkê di Ewrupayê de ma û paşê li Amerîkayê belav bû, mebest ji vê têgînê jî nivîsandinên bi zimanê inglîzî û paşê jî nivîsên bi zimanê fransizî bû; ew ya ku bi navendîtiya Ewrupayî tê bi nav kirin, lêkolîneran dan xuyakirin wêjeyên ku cîhanbûyînê pêk tînin, wêjeya Yonanî, Romanî û paşê wêjeyên Ewropayî ne. Van lêkolîneran berê xwe dane Rojhilat jî ku helbestvanê Hindistanî "Taxûr" vekolîn kirin, lê wêjeya Erebî di wê demê de ne zêde bişens bû ku bê vekolînkirin û bi wê ve girîngiya zêde tune bû.

 

Lê rexnevanên Fransizî û destpêkê Polvan Tîgim, ramana wêjeya cîhanî red kirin, ku mebesta Gote ji vê têgînê yekitiya wêjeya cîhanê ava bibe û ew dixwaze wêjeya cîhanê cihê wêjeya neteweyî bigre, lê ev ne mebesta Gote bû; ji ber vê yekê rexnevanên Fransizî ramana wêjeya giştî pêşinyar kir[24].

 

 

 

 

 
  • Pênaseya Wêjeya Cîhanî:
 


Wêjeya cîhanê, ew wêjeya ku pêşket û gihaşte asta cîhanbûyînê, sînorên dewletan derbas kir, wergerî gelek zimanên cîhanê bûye, bi awayekî pir berfireh belav bûye, pir navdadar e; bi awayekî  hunerî ku hemû jîngeh û nakokiyên girêdayî mirov di nava xwe de dihewîne, wekî wêjeya Shakespeare, Tolstoy, Victor Hugo, Arnest Himingway û Gabriel Garcia Marquez[25].

 

     Lê ta niha jî têgîna wêjeya cîhanê, hinek nepenî tê de heye, ku hemû wate û pênaseyên lêhatine barkirin, di asta bilind de cihê xwe negirtine[26], dema ku mirov li şîroveya vê têgînê digere û dikole, xuya dike ku her rexnevan, lêkolîner, ramyar û wêjevanekî wateyekê cuda cuda lê bar kirine. 

 

Têgîna wêjeya cîhanê di warê axaftinê de girûpek ji wêjeya neteweyî û niştîmanî di cîhanê de destnîşan dike, bi awayekî taybet pêşketina wêjeyên neteweyî bi saya derketina amûrên çapxaneyan û weşanxaneyan, bi van amûran bandor li hemû hebûna wêjeyan kir û ji sînorê neteweyî yê teng de rizgar kir û ber bi cîhan bûyînê ve bir[27].

 

"Kilo-lyo Jiyan:Têgîna wêjeya cîhanê ji devêla  ya cîhanî pêşinyarî dike, ku sê şîrove jê re nivîsandiye, ew jî ev in:

 


 

Li aliyekî din, hewldanên cidî jî ji bo pênasekirina têgîna wêjeya cîhanê heye, li ser bingehê nêrîneke nûjen û modern; ji ber vê jî "Dr. Ebdê Ebûd" pênaseyek li ser du mercan xwe avadike, pêşinyar kir, ew jî ev in:

 


 

     Li gor van pênaseyan, em dikarin bêjin ku çar şîroveyên bingehîn ji vê têgînê re hene, ew jî ev in:

 


 

Lê belê ev şîroveyên hatine diyarkirin, mirov nikare bi ewle pişta xwe bide yekê ji wan û bêje ev e wateya "wêjeya cîhanê"[31].

 

 

     Piştî demên dirêj an kurt hin wêje digihêjin asta cîhanbûyînê, hin wêje jî qet xwe nagihînin wê astê û hin ji wan wêjeyan li benda rêza xwe dimînin da ku bigihêjin asta cîhanbûyînê; çimî gihaştina vê astê li ser gelek xalan radiweste. Em dikarin van tiştan bi hin berheman û navdarkirina nivîskar di hin boneyên ku di bajarê wî de çêdibin an jî derveyî bajarê wî ve girê bidin, ev jî dibe wekî destpêka derbasbûyîna nivîskar di gorepana wêjeya cîhanê re.

 


Xwegihandina asta cîhanbûyînê nayê wê wateyê ku nivîskarê hemdem wê di cîhanabûyînê de jiyan bike, bo nimûne, em dibînin ku Anatol Frans û George Welees vegeriyane asteke herî nizim di wêjeyê de[32].

 

Ev jî hin xalên ku wêjeyê dikin cîhanê:

 


     Weke ku Fîras Elsewah di pirtûka xwe ya bi navê Elistûra we Elmeana (efsane û wate) de pênase dike ku efsane diyardeyeke ji giringtirîn diyardeyên çanda mirovahiyê ye, anku çîrokeke gerdîşî ye, mirovên leheng rolên sereke tê de dilîzin[36].

 

Her wiha bi rengekî din jî efsaneyê pênase dike ku çîrokeke pîroz e, xwedî wateyeke kûr e. Diyardeyên ku têkiliyên wan bi gerdûn, hebûn û jiyana mirov şîrove dike, hene[37].

 

Her wiha Emîn Selama di pirtûka xwe ya bi navê Esatîr Elyonan we Elroman (efsaneyên Yûnan û Romanan) de efsaneyê pênase dike ku ew karê ku xwedawendek an jî mirovekî leheng pê radibe, bûyereke dîrokî xeyalî, baweriyek an jî diyardeyeke xwezayî şîrove dike[38]. Li gorî ferhenga inglîzî "Efsane ew çîrokên ku ji demên kevin mayîn û em dikarin bibêjin ku nûjenkirina mîtolojiyê ye, mezinkirina bûyera ji milê xeyalî ve, li ber guhderên xwe radixe, ew mezinkirin jî wateyê dide qezenckirin[39].

 

Tiştên ku ji kevin de çêbûne û nehatine jibîrkirin ta îro, çîrokeke gerdîşî ye, behsa bûyerine nenormal dike, baweriyên miletan derbirîn dike, di serdemên pêşî de di baweriya Grîkên kevin de piraniya efsaneyan li ser mirov, cih, bûyeran diaxive ku mirov dikare wan di mêjiyê xwe de xeyal bike û di serdemên nû de hin efsane li ser mirovine rast diaxivin, an jî bûyerine rast, lê em dikarin bêjin jî dibe ku mirov û bûyerine xeyalî bin jî.

 


Piraniya civakan efsaneyên wan ên cîgayî hene û hin ji wan jî neteweyî hene, efsaneyên cîgayî li ser lehengine ji rehekê, pîşeyekê yan jî herêmekê diaxivin, mînak  Robin Hood (Robin Hûd) lehengekî inglîzî ye di sedsala 14'an de, her wiha milet bigiştî beşdarî efsaneyên neteweyî dibin, mînak piraniya Birîtaniyan ji jin, mêr û zarokan serbilindin bi çîrokên ku pesnê King Arthur (padîşah Artir) û siwarên maseya girover dikin[40].

 

 

 

Derketina Efsaneyê

 

Gelek lêkolîneran hewl dan ku derketina efsaneyê şîrove bikin, her wiha awayê destpêka wê di pêvajoya pêşketina hişmendiya mirovahiyê de û sedemên derketina wê nas bikin.

 


Ji van lêkolîneran James Frazer di pirtûka xwe ya bi navê The Golden Buogh (şaxê zêrîn) û Edward Tylor di pirtûka xwe ya bi navê Fungal Culture (çanda afirîşî) herdu dibînin ku peyva efsaneyê girêdayî destpêka mirovahiyê ye, gava mirovan cadûtî bikar tanîn û baweriyên xwe yên olî bi kar tanîn bi hewildanekê ku diyardeyên xwezayî şîrove bikin[41].

 

Her wiha bi hewildanekê ji zanyarên dîrok û mîtolojî ji bo şîrovekirina derketina efsaneyê û hilbijartina destpêka wê û sedemên derketina wê, li ser ti encamê li hev nekirine, ku hin ji wan dibînin peyva efsaneyê girêdayî destpêka jiyanê ye, li ser gerdûnê gava mirovan di wê demê de cadûtî bi kar tanîn û baweriyên xwe yên olî bi kar tanîn ji bo bi xwezayê re jiyankirin û diyardeyên xwezayî şîrove bikin. Hin ji wan jî dibînin ku efsane ji bo xwesteka aliyên bihêz mîna qiral û şamanan derketiye [42].

 

Di destpêkê de hemû civak ku civaka me jî ji nav wan e, dibêjin ku piraniya çîrokan ên di derbarê destpêka jiyanê de li ser gerdûnê yên ku gelek cûdahî di bûyer û ziraviyên wan de hene, lê bi hebûna wan cûdahiyan jî em digihêjin encamekê ku piraniya van çîrokên ji erdê yan ji avê dest pê dikin, dibêjin ku xwedawend, mirov û lawir ji bin erdê derketine bi awayê ku rehek şîn tê û di çîrokine din de jî pêvajoya hebûnê dest pê kir gava afrîndeyekî wek kêvjal an req ji avê derket û bi xwe re parçeyeke piçûk anî ji erdê û ji wê parçeyê gerdûn çêbû, efsaneyên wek vê efsaneyê di nav çermsor û miletên Ustiraliya de  belav dibin[43].

 

"Efsane bi derketin û pêşketina hizirê mirovan re derdikeve holê dema mirovan xwestine tiştên girêdayî xaknîgariyê, kesayetên hêja, tişt û cihan pîroz bikin û ji bo çareserkirina vê mijara veşartî bi awayên cûr bi cûr şîrove dikin, li ser van hinek bûyerên hatin jiyankirin jî zêde dikin û ji nifşek din re radigihînin, şîrove û ragihandinên hatin pîrozkirin, piranî bi awayekî devokî belav dibin û di encama vê de çandeke devokî çêdibe. Efsane endameke ku mirov bi mirov ve , mirov bi xaknîgariyê ve, mirov bi heyînên din ve, mirov bi rewaniyê ve û her yek bi yekê ve dide girêdan"[44].

  

Sedemên çêbûna efsaneyê

 

 

 

Sedemin hene ku bandora wan li çêbûna efsaneyê bûn weke:

 

Baweriyên olî:

 

Pirê caran baweriyên olî dibûn sedema heyîna efsaneyê, çimkî gelên kevin baweriyên xwe yên olî bi efsaneyê ve girêdidan, van efsaneyên ku rewşên neasayî di naveroka xwe de rave dikir û bi vê yekê civaka xwe diparastin.

 

Destpêka jiyanê li ser riwê erdê:

 

Ji kûrahiya dîrokê ve û mirov herdem hewl dide ku destpêka jiyanê rave bike û ji bo vê yekê efsane diafirandin da ku wan bi destpêka jiyana li ser rûyê erdê ve girê bidin.

 

 

 

Ravekirin û sedemîtî:

 

Mirov di dema kevin de gelek bûyerên pêk dihatin ji xwe re bi sedeman ve girê dida û ev jî di rêya efsaneyê re bû.

 

Sembolîk:

 


Ev jî tê wateya ku her efsaneyek sembolîka wê heye ya girêdayî rewşa wê û awayê çêbûna wê, jixwe dema dihat nivîsandin ev sembol li ber çavan dihat standin û ta roja îro jî ev efsane li hin perestgihên kevnar hene[45].

   

Taybetmendiyên efsaneyê

 

Ji aliyê teşe ve, efsane çîrokeke ku hêmanên vegotina çîrokê li ser tên bikaranîn ji hûnandin, girêk û kesayetên ku bi piranî tên hûnandin di qalibekî helbestî de da ku bibin alîkar di dema werin gotin di şahiyên rêûresman de.

 

Xwedawend û nîvxwedawend rolên sereke dilîzin di efsaneyê de, heger mirov di wan bûyeran de derkeve holê jî; dê rola wî roleke temamkirinê be ne sereke be.

 

Deqa efsaneyê cihê xwe digire ta demeke dirêj û ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe.

 

Mijarên ku efsane li ser wan dinivîsîne mijarine sereke yên jiyanê ne, weke mijarên hebûn, kok, mirin, wateya jiyanê, sedema hebûnê......hwd) ev mijarên ku paşê felsefe li ser wan sekinî ye, derdê felsefeyê û efsaneyê yek e, lê ji hev cûda dibin di warê vegotin û derbirînê de, ji ber felsefe vedigere mejî, mentiq û têgînên zanistî yên ku bi kar tîne, her wiha efsane xwe dispêre nîgaş, hest û semboliyê.

 

Bûyerên efsaneyê di demeke pîroz de ne, lê ne di dema me ya îro de ne, lê naveroka wê bêhtir xwe nêzî rastî û heqîqetê ye. Mînak em dikarin bibêjin ku mirovek gava romaneke dîrokî bixwîne dikare guman bike bê ev roman rast e yan na, lê nikare guman bike gava tiştekî efsaneyî bixwîne ji ber negirêdayî ye bi demekê ve û nameyeke bê destpêk û dûmahî ye.

 


6. Efsane bi pergaleke olî ve girêdayî ye, bawerî û rêûresman şîrove dike, heger ev pergal were hilweşandin; dibe çîrokeke normal û ji teşeyê efsaneyê derdikeve[46].

 

7. Efsane çîrokên kevin û berhemên wêjeya gelerî ya gel e ku ji devan derbasî devan bûye.

 

8. Mijarên efsaneyê xwe dispêrin mijarên kes, bûyer, an jî cih û derbarê wan de agahî dide.

 

9. Di efsaneyan de rewşên awarte bandorker in.

 

10. Ji ber ku efsane di aliyekî de civakan weke hemdem tîne ziman, endamên pîroz jî hembêz dike.

 

11. Efsane wêneyek wê ya diyar nîne, ne girêdayî rêbaz û awayê ye, bi zimanê devokî tê têgihandin weke têgihandinên gel ên kurt e, bi awayekî giştî çavkaniya xwe ji kûrahiya dîroka derbasbûyî digire.

 

12. Efsane bi awayekî giştî li ser bûyerekê tê avakirin.

 


13. Di efsaneyen de gelekî kêm têgehên hatî qalibkirin, tên bikaranîn. Bi vî aliyê xwe jî ji çîrokan tên cûdakirin[47].

 

Efsane û Felsefe

 

 

 

     Efsane roleke gelekî giring lîstiye di jiyana mirovan de, lê nikarîbû ku pêdîviyên wan bi cî bîne ji ber ku bêtirî xwe nêzîkî xeyal . Li vir giringiya derketina felsefeyê pêwîst bû ji bo ku ciyê efsaneyê bigire û bersiva wan pirsên bi sedên salan dom kirine di jiyana mirovahiyê de bide û ji aliyekî din ve wan pirsgirêkan  bi awayekî zanistî çareser bike.

 

Lê gelo çi peywendî di navbera efsane û felsefeyê de heye?

 

Bêguman têkiliya di navbera efsane û felsefeyê de têkiliyeke tevlihev e. Hin fîlozof dibînin ku efsane bingeha sereke ye ji derketina felsefeyê re, anku hizirê felsefeyî ji hizirê efsaneyî derketiye holê.

 

Bi domana demê re efsane bi paş ket û her dem xwedî cihekî pir mezin bû ji bo mirovan ji destpêka serdema nîçîriyê ta serdema kevirî gava têkiliya di navbera efsaneyê û felsefeyê de ne zelal bû, ji ber baweriyên mirov di wê demê de tenê di derbarê jiyana wan a rojane de bû, her wiha di wê demê de efsane dikirin ciyê baweriyekê ji xwe re ji bo şêrovekirina diyardeyên xwezayî weku çêbûna gerdûnê û hebûna mirov…….hwd

 

Ji mijarên ku îro felsefe digire dest, her wiha pêwîst e were naskirin ku di bajarê Yonanê de gava lêgerînek çêbû ji bo rastiyê di wir de guhertinek çêbû ku ji hizirandineke efsaneyî dageriya û bû hizirandineke felsefî anku berê tişt bi rengekî efsaneyê dihatin gotin paşê bû felsefî û xwe dispart mentiq û zanistê. Her wiha efsane bixwe felsefeyekê di hundirê xwe de vedişêre.

   

Li vir  cudahiya di navbera nêrîna felsefî û nêrîna efsaneyî tê dîtin:

 


Mijarên efsaneyê bingeheke sereke ye di mijarên felsefeyê de lê awayê dariştina wan ji hev cuda dibe, ji ber ku efsane xwe dispêre xeyal û nîgaşê lê felsefe xwe dispêre mejî û mentiq di şîrovekirina mijran de, nêrîna efsaneyê ji mijaran re nêrîneke xeyalî ye xwe disperse hest, nîgaş û aşpoên mirovan, her wiha nêrîna felsefeyê di derbarê mijaran de nêrîneke mentiqî ye, hizirê efsaneyî tiştan wek qalib digire ku çawa hatiye gotin divê wilo be û nîqaş li ser nabe, lê hizirê felsefî rê li pêşiya pirsan vedike.[48]

     

Cudahiya di navbera efsane  û destanê de

 

 

 

     Destan; çand, wêje û jiyana neteweya girêdayî xwe dide diyarkirin. Her wiha bihêzbûn an jî bêhêzbûna ziman û wêjeya neteweya xwe jî dide diyarkirin. Destan bi derketina ziman re derketiye holê, ji ber ku di dema wêjeya devokî de derketiye, bi awayekî hûnandî derketiye hola wêjeyê.

 

Destana ku dîroka derketina wê nayê zanîn, xwediya hêjatiyeke gelek binirx e, weke destana nivîskî tê gumankirin ku destana devokî jî li ser vê xaka pîroz derketiye û di aliyê wêjeyê de bûye bereke bingehîn.

 

Destan qehremanî û çelengiyên binirx di jiyana gelekî de vedibêje; mîna şerekî diyarker, lehengên şer, cih û ziraviyên şer ku di naveroka xwe de efsane, çîrokên lehengî, çîrokên xwedawendan jî hembêz dike, bi mebesta pêşkêşkirina wêneyeke tekûz di derbarê jiyaneke ku qaşo jiyana rasteqîn e.

 

Cudahiyên di navbera efsane û destanê:

 


   

 

 

Teoriyên ronakbîran di derbarê efsaneyê de

 

Hin ji wan dibînin ku efsane tiştekî ne rast û bê binyad e.

 

Hin jî dibînin ku efsane jînwariya mirov derbirîn dike.

 

Her wiha hin zimanzan dibînin ku efsane êşeke di ziman de ye û hewildaneke bêçare ye ji bo şîrovekirina naveroka efsaneyê, ya ku bi gotinan nayê şîrovakirin û çîrokên pirtûkên pîroz ji efsaneyan hatine girtin.

 

Di vê çarçoveyê de M.Rişdî Elsîsî yê ku di warê mîtolojî û taybetmendiyên wê de dixebite, giringiya zanista mîtolojiyê wiha bi rêk û pêk dike:

 

1-Teoriya esfara pîroz:

 

Hemû çîrokên efsaneyê li hemû deverên cîhanê ji romanên pirtûkên pîroz hatine girtin, lê bûyerên rast tê de hatine guhertin.

 

Têbînî: Ev teorî rastiya efsaneyê bin pê dike, çimkî dîroka derketina efsaneyê ku bi awayekî zanistî hatiye teqezkirin, ji mirov re teqez dike ku bi sedên salan ji dîroka pirtûkên pîroz kevintir e.

 

2-Teoriya dîrokî:

 

Ew kesayetên ku navên wan di efsaneyan de hatine bilêvkirin, rojekê mirovine zindî bûn û ev efsane û romanên bê binyad li wan vadigerin.

  

3-Teoriya xwezayî

 


Hêmanên vê teoriyê ba, agir, av, cihê perestin û olê ne. Yonaniyan bi nîgaşa xwe ya fireh dibînin ku xweza tê birêvebirin ji aliyê kesine nedîtî û bihêz ve[50].

 

Her wiha Doktor Eltahir û Ezîz di pirtûka xwe ya bi navê (Binyewiyet Likod Lîvî) du teoriyên din jî şîrove kirine:

 

1-Teoriya analîza derûnî (Sigmund Freud):

 

Li ser xewnan disekine di şîrovekirina efsaneyê de û dibêje ku efsane ew xewnên kevin in ên gelan û hevbeşiyek di navbera efsaneyê û xewnê de heye ji ber herdu ji tiştine hundirîn tên, herdu jî daxwaziyên hundirîn derdixin.

  

2-Teoriya zimanî (Max shlear) :

 


Dibîne ku efsane ji diyardeyên xwezayî teşe digire wek diyardeyên avûhewayê[51].

  

Nerînên ronakbîran di derbarê efsaneyê de

  

     Gelek nêrînên ciyawaz li ser derketina efsaneyê hene, ji van nêrînan hene yên ku wê bi rêûresman, dabên qebelî, xewn, hewldanên mirov ku gerdûna xwe keşif bike:

 

1.James Frazer:

 

Di pirtûka xwe ya bi navê The Golden Bough  de girêdanek di navbera efsaneyê û rêûresman de çêdike, ku dibêje  gava neteweyek ta demeke dirêj  rêûresman bi kar tîne û kesek nizanîbe çima bi kar tîne; efsane  bersiva wan pirsan dide.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

2.Malinowski:

 

Zanyarê antropolojî yê navdar yê ku êrîşî James Frazer kir û got:

 

Efsane tiştekî rastî ye û armanca wê şîrovekirina daban (adetan) e.

 

3.Schelling: 

 

Di nêrêna wî de efsane rastiyin paşsirûştê (metaphysique) di nava xwe de dihewîne û efsane nûneriya felsefeyê dike ku ew felsefe dibîne her wêneyek û sembolek di efsaneyê de wateyeke wê ya felsefî kûr heye.

 

4.Freud:

 

Di pirtûka xwe ya bi navê Tefsîr Elehlam (şîrovekirina xewnan) de ya ku di sala 1905'an de hate belavkirin, gotiye ku efsane encama hestên tepeskirî ne yên ku mirov wan di devera bêhişbûnê de vedişêre, ji ber vê yekê bûyerên efsaneyê nayên girêdan bi cihekî û demekê ve.

 

5.Mircea Eliade:

 


Dibîne ku efsane girêdayî ye bi olên destpêkê, ji ber vê yekê şîrovekirina wê zehmet e dûrî baweriyên olî yên ku di demên destpêkê de hebûn[52].

         

Dûmahî

 

 

 

     Di dawiyê de, mirov têdighêje ku rola wêje di warê avakirin û perwerdehiya hişmendiya mirov de, xwedî bandoreke mezin e, her çiqas wêje di warê netewiyet, heremiyet û çepera sînoran de ma be jî, lê di dawiyê de, hişmendiya mirov ev sînor derbas kir, ta bi gelek zimanan hate nivîsandin û bi saya kesên mîna Gote, Van Tigem, Platon, Volter, Shekespear...hwd, xwe gihadine asta derbaskirina sînoran û cîhanbûyînê, her wiha efsane jî di koka xwe de ji xeyal û aşopa kesayetekê ye, ta roja me ya îro, dixwaze bibe bersiv ji pirsên ku hiş û bîrê mirov lê digere û bersivên rengereng dibîne da ku pê bawer bike, ji ber vê çendê lêkolîna me di vê derbarê de zelalkirina wêje çawa dibe cîhanî, wêje çi ye?, efsane, mirovan çawa baweriya xwe bi efsaneyan tanîn û jiyana xwe çawa didomandin.

 



Dilber Daban 

Dilvîn Elî


   


[1]Semînera Fakulteya Wêje-M.Darwên Darî ya Dîroka Wêje, ji pirtûka Wêjaya kurdî ya amadeyî- Mexmûr. 

   

[2]Akademiya Ş.Ferzat Kemanger- Şeyda Asmîn.

   

[3]Semînera Fakulteya Wêje-M.Darwên Darî ya Dîroka Wêje, ji pirtûka wêjaya kurdî ya amadeyî- Mexmûr.

   

[4]Semînera Fakulteya Wêje-M.Darwên Darî.

   

[5]Akademiya Şehîd Ferzat Kemanger-Şeyda Asmîn.

   

[6]Semînera Fakulteya Wêje-M.Darwên Darî.

   

[7]Azadiya Welat-Sîdar Jîn.

   

[8]Semînera Fakulteya Wêje-M.Darwên Darî.

   

[9] Akademiya Ş.Ferzat Kemanger- Şeyda Asmîn

   

[10]Semînera Fakulteya Wêje-M.Darwên Darî.

    

[11]Semînera Zanîngeha Rojava- M. Darwên Darî.

   

[12]Semînera Zanîngeha Rojava- M. Darwên Darî.

   

[13]Wêje û Dîroka Wêje rû(3.4).

   

[14]Azadiya welat- Sîdar Jîn

   

[15]Mefhûm tarîx eledeb, malpera Mawdoo3

 

https://mawdoo3.com/

   


[16]Eledeb, internet, wîkîpedya

   

[17]Tarîx eledeb elalemî fî kepsûle, internet, malpera elşerq elewset

 

https://aawsat.com/home/article/353946

   


[18]eledeb elalemî, mefhûmehû we qedayah

 

https://middle_east_online.com/

[19]Schillerh: Yuhan Kiristov Fredreş Von Schillerh, helbestvan, şanoger, fîlozof û dîroknas ê Almanî ye 1795_1805`an …   https://ar.wikipedia.org/wiki/

[20]https://middle_east_online.com/

[21]Heman jêder

   

[22]Eledb elalemî, internet, wîkîpedya

 

https://ar.m.wikipedia.org/wiki/

[23]Heman jêder

   

[24]Eledeb elalemî, Dr. Ehmed Ziyad Mihbek, internet, malpera almarîfe

   

[25]Heman jêder

   

[26]Eledeb elalemî we qedayah, Cewdet Hoşyar, malpera bas news

 

https://www.basnews.com/index.php/ar/opinion/289815

[27]Eledb elalemî, internet, wîkîpedya

 

https://ar.m.wikipedia.org/wiki/

[28]weqfe mea mefhûm eledeb elalemî, Dr. Elî mecîd Elbidêrî, internet, malpera Elwîlaye.

   

[29]Heman jêder

   

[30]Eledeb elalemî we qedayah, Cewdet Hoşyar, malpera bas news

 

https://www.basnews.com/index.php/ar/opinion/289815

[31] Semînera Fakulteya Wêje- M. Menhel Xelef, wêjeya cîhanî, Zanîngeha.

   

[32]Eledeb elalemî we qedayah, Cewdet Hoşyar, malpera bas news

 

https://www.basnews.com/index.php/ar/opinion/289815

[33]Semînera Mamoste Menhel Xelef, wêjeya cîhanî, Zanîngeha Rojava.

   

[34]Eledeb elalemî, Dr. Ehmed Ziyad Mihbek, internet, malpera almarîfe

   

[35]Eledeb elalemî we qedayah, Cewdet Hoşyar, malpera bas news

 

https://www.basnews.com/index.php/ar/opinion/289815

[36]Fîras El-sewah: pirtûka(El-istûra we El-meana)R:12

   

[37]Firas El-sewah:pirtûka(El-istûra we El-meana)R:20

   

[38]Emîn Selama: pirûka (Esatîr El-yûnan we El-roman)

   

[39]Akadîmiya Ş.Ferhat kartay-Mexmûru

[40]Https://ar.m.wikipedia.org/wiki/7

[41]Https://www.vetogate.com_5/12/2015/_/Ayat Ehmed/

   

[42]Samar.forum.st/t1678_topic/Cewad Eûkaş/

[43]Http://dkhlak.com/form_creation,myths_an/Marî Hedad/

[44]Akadîmiya Ş-Ferhat Kurtay-Mexmûr

    

[45] Semînera M. Darwên Darî û pirtûka wêjeya kurdî-Mexmûr.

    

[46]Fîras El-sewah: Pirtûka (El-istûra we El-meana)R:17,18,19

   

[47]Akadîmiya Ş.Ferhat Kurtay-Mexmûr

[48]Https://elaph.com/web/ElaphWriter/2016/

   

[49]Pirtûka wêjeya kurdî-Mexmûr

   

[50]Https://st_takla.org/books/helmy_elkommos/bilbica1_criticism/266_html. /Hilmî Elqems/.

[51]Samar.forumist/T1678_Topic. /Cewad Eûkaş/.

[52]Https://st_takla.org/books/helmy_elkommos/bilbica1_criticism/266_html. /Hilmî Elqems/.

Îroveyan
* E-name li ser malperê nayê weşandin.
I BUILT MY SITE FOR FREE USING