12 Jan
12Jan

 Cûdahiyên di navbera zimanê Kurdî û Erebî de : 

1-      Zimanê kurdî ji malbata Hindo-Aryen e , lê belê zimanê Erebî ji malbata Hamî-Samî ye .

2-      Zimanê kurdî bi tîpên latînî û ji çepê ber bi rastê ve tê nivîsîn , ê Erebî bi tîpên Aramî ye û ji rastê ber bi çepê ve tê nivîsîn .

3-      31 tîpên zimanê Kurdî hene , lê belê di zimanê Erebî de 28 tîp in .

4-      Di kurdî de du tîpên dengdêr li pey hev nayên , lê di Erebî de tên .

5-      Li ber zimanên cîhanê , tenê di zimanê Erebî de Tîpa (ض)  heye , ku ev tîp jî bi zehmetî tê bi lêvkirin .

6-      Di aliyê bilêvkirina tîp û peyvan , zimanê Erebî ji yê Kurdî zehmetir û dijwartir e .

7-      Hevoka Kurdî ; lêkerê wê di dawiya hevokê de tê danîn , lê ya Erebî di despêkê de ye.

8-      Tîpên Erebî bi gelek awayan tên nivîsandin , di despêka peyvê , nêvîka wê û di dawiyê de , wêneyên wan jev cûda ne . Her wiha cûreyên xêzandin û neqişkirina tîpan jî li cem wan heye û her yek ciywaziya wan a herêmî û bedewbûnê heye , lê di Kurdî de tenê hûr û girs heye .

9-      Zimanê kurdî zimanê çiyê ye , lê yê Erebî yê deştê ye . Her yek ji wan li gor vê taybetmediyê ciyawaziya xwe daye der .

10-  Zimanê Erebî ji ber Quranê bi statû bû û bû xwedî bingehekî xurt  , ê Kurdî bê ti pirtûkên pîroz ber bi statûbûnê ve diçe .

11-  Di kurdî de qertafên cînavkan hene , lê di Erebî de nînin .

12-  Di Erebî de hevoka navdêrî heye , lê di Kurdî de tine ye .

13-  Reweya fermanî di Erebî de weke demeke xweser mîna dema niha û bûrî lê tê nerîn .

14-  Di Kurdî de piraniya peyvan mê ne , lê di Erebî de nêr in .

15-  220 Milyon kes bi Erebî diaxivin , lê belê 55 Milyon bi Kurdî diaxivin .

16-  Zimanê Erebî Fermî ye , lê yê Kurdî negihiştiye wê asta fermîbûnê .

17-  Di Kurdî de çi tîpa tê bi lêvkirin tê nivîsîn , lê di Erebî de hin tîp hene tên bi lêvkirin lê nayên nivîsîn .

18-  Di zimanê Erbeî de dengdarên di rayeka peyvê de ti carî nayên guhertin  , lê di Kurdî de carcaran tên guhertin .

19-  Di zimanê Kurdî de tîpên Kelejandinê hene , ku bilêvkirina dengên peyvê ji axvêr re sivik dike , lê di Erebî de tiştekî weha nîne .

20-  Di Kurdî de agahî û sedem di pêş de ne lê di Erebî de li paş in .

21-  Di Erebî de (Herekat) hene , ew jî weke tîpên dengdêr tên dîtin û bi rola wan radibin , lê di kurdî de rasterast tîpên dengdêr tên nivîsandin .

22-  Di zimanê Erebî de dem û bikaranîna wan ne gelekî fereh e , lê di Kurdî de  geelekî xurt e .

23-  Di pirjimarî , nêr û mêtiyê de , zimanê Erebî zengîn e , lê zimanê Kurdî bi qertaf û çend tîpan vê taybetmendiyê dixuyîne.

24-  Zimanê Kurdî zimanekî ( Nîv Ergetîv e ) , lê belê Erebî na .

Raman Hesê 

Îroveyan
* E-name li ser malperê nayê weşandin.
I BUILT MY SITE FOR FREE USING