Ragihandina Kurdî li Sûryê û Rojava
Tê gotin ku;azadiya her netewekê ji azadiya ragihandina wê netewê tê naskirin.
Ragihandinê bi destpêka dîroka mirovahiyê re dest pê kiriye.
Têkiliyên heyî di nava civakê de,ew ragihandin bi xwe ye,her ku têkiliyên siyasî,abûrî û civakî bi pêş dikevin ragihandin jî pê re bi pêş dikeve.
Lewra,pêdivî ye ku ragihandin azad be,da ku karibe bêyî merc û astengî bi pêwirên xwe rabe.
Li Rojavayê Kurdistanê(bakurê sûryê),ragihandina Kurdî pir kêm û qedexe bû.
Hisên Hiznî Mukriyanî sal 1915 li Helebê Çapxaneyek amade û ava kir.
26/10/1931 mîr Celadet erênî ji recîma sûryê wergirt û 15/5/1932 bi alîkariya hin rewşenbîrên Kurd, hejmara yekemîn ji kovara ``Hawarê`` bi Kurdî,li Şamê derxiste holê,ta 15/8/1943,57 hejmarên wê bi dawî bûn, naverokên wê derbarê rêzimana Kurdî,ABC ,ferhengok,helbest û gotarên Kurdî de bûn .
Di 1/4/1943 de,mîr Celadet kovara mehane ya bi navê ``Ronahî`` jî, dîsan li Şamê derxist,ew jî 28 hejmarên wê di avdara 1945an de bi dawî bûn.
Diktor Kamîran Bedirxan jî 3/5/1943 li Bêrûdê,kovara ``Roja Nû`` bi du zimanên Kurdî û Ferensî derxist.
Weke tê nasîn, ku ta asteke bilind,ragihandin jî beşekî girîng ji çand û wêjeya gel û civakê ye,lewra wêjevan û rewşenbîrên Kurd hewil dane ku bi erkên xwe di vî warî de jî rabin.
Rewşenbîrên Kurd(nivîskar,siyasetmedar,zanyar,hunermend û hwd..) , dikarîbûn bi hemû şêwazan,derfet peyda bikirana û hemû bûyer û rûdanên civakê, tevî zor zehmetiyan jî,bi gelek zimanan û bi rêya rojname,kovar,gotar,çîrok,şano,belavok û saziyên derve û hundirê welêt jî;bigihînin tevaya civakê da ku pê hişyar bibe.
Hem jî li derveyî welêt belav dikirin da ku cîhan bibihîze,çiku recîmên serdest,civak diçewisandin û rê li ber belavkirina nûçe û saloxan digirtin.
Piştî ku yekemîn partiya siyasî sala 1957an li sûryê ava bû,helbestvanê navdar Cegerxwîn û hin hevalên xwe, kovareke Kurdî bi navê `Gulîstan` derxistin ,hejmara yekemîn di nîsana 1968an de derket.. û bi dizî dihate belavkirin,28 hejmar ji wê kovarê derketin.
Recîma Ba`isê,rê nedida ragihandina Kurdî ku bi fermiyet û eşkere were derxistin û ragihandin,lewra,gelek rojname û kovarên partiyan,bi awayekî veşirtî û bi gelek zimanan jî, geh li derveyî xaka welêt û geh jî li hundirê welêt,çap dibûn û bi dizî dihatin belavkirin.
Ji van rojname û kovaran jî:
`Demoqratî`,`Pêşverû`,`Xebat`,`Yekîtî`, `Kurdistanî Nû`,`Biratî`,`Dengê Kurdistan`,`Herêm`,`Azadî`,`Ronahî`, `Wekhevî` û..hwd..hin ji wan jî bi navên erebî dihatin weşandin:
`Sewt elekrad`,`Elwehde`,`Elteaxî`,`Elmusawa` ..û hwd…
Û hin kovarên din ên ku derketin jî:
Mecîdê Haco û Mele Tahir sala 1979an kovara `Gelawêj`,Hesenê Kurd jî li navbera salên 1966-1985an çend hejmar ji kovara ``Agahî`` derxistin,1986an kovara `Xunav`, 1/7/1990 kovara `Zanîn` li Qamişlo ji bo zarokan derket,1994an kovara `Buhar`..û hwd…
Ev hemû kovar û rojnameyên derketî,nedigihîştine asta têrkirina wê demê,çiku xizanî û zor û zehmetî dibûn astengî lewra berdewam nedikirin û radiwestiyan.
Lê- piştî ku hin rewşenbîr ji derveyî welêt vegeriyan, hinekî liv û tevger dan pêşketina ragihandin û wêjeya Kurdî bi giştî.
Rojnameyên mîna ``Stêr`` bi Alîkariya Rizo Osê û Zagrosê Haco bi Kurdî derketin.. û Samî Ebdirehman rojnameyên `Pêşeng` bi Kurdî û `Gel` bi erbî derxistin.
Bobelatên ku bi serê Kurdan de hatin,wek têkveçûnên serhildanên Kurdan,komkujiyên Dêrsim,Koçgîr,Deriyê Zîlan,Helepçe û Enfal û hwd…
Hem jî fermanên koçberiyên Kurdên bakur û rojhilat û başûrê Kurdistanê, tev de bûn hêz ji bo pêşketina xebatên welatperwerî û piştgiriyê li Rojavayê Kurdistanê.
Hin kovar û rojname di salên 1990-2010an de jî li Kurdistana Sûryê derketin wek: Kovara `Aso` 1992,rojnameya `Deng` 1995,rojnameya `Xwendevan` 1997,rojnameya `Demoqratî`,rojnameya `Yekitî`, rojnameya `Dilname`,rojnameya `Newroz`,kolvara `Pirs` û hwd…
Lê- di salên 2003-2010an de malperên enternêtê ,bi gelek zimanan,bi berfirehî derketin holê, ji ber ku recîmê nikarîbû ew bigirtina,tevî ku ew dapoş dikirin jî,lê- dîsan xwe nû dikirin,ji van malperan jî:
`Kurd Roj`, `Gemya Kurda`,`Efrîna Rengîn`,`Welatê Me`,`Sema Kurd`,`Amûda`, `Amûdê`,`Keskesor`,`Soparo`,`Kulîlk`,`Kurd Onlayn`,`Kurdistana Binxetê`,`Ajansa Nûçeyên Kurdî`-Qamişlo,`Ara News`..û hwd…
Rojnamevan ,nivîskar û çalakvanên Kurd rûbarî hemû cureyên astengiyan dihatin,girtin û zindan,geflêdan û binçavkirin ji hêla hêzên ewlekariyê yên recîmê ve,bi hemû rengan zehmetî dikişandin..
Lê-piştî xwepêşandanên li Sûryê ji avdara 2011an û şoreşa Rojava di 19ê temûza 2012an de,nemaze bi ragihana Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk 21/1/2014an.. ragihandina Kurdî veguherîneke dîrokî pêk anî.
Bi dehan rojname û kovar di salên 2011-2016an de hatin çapkirin û bêhtirî 50 rojname û kovarên nû bi zimanên Kurdî û Erebî derketin:
`Bûyer Prês`,`Ronahî`,`Rojava`, `Dem`, `Seyidet Sûrya`,`Dengê Kurd`,`Elintîmai`,Eldîmoqratî`,`Rê`,`Eleswat`,`Şar`,`Elwehde` û hwd..
Hem jî ajansên nûçeyan û êzgeh (radyo) jî diyar bûn,hem jî cîgehên qenalên telvizyonan ên Kurdî vebûn û yekitî û saziyên rojnamevanî û ragihandinê ava bûn.
Dawiyê jî,zagona ragihandinê,bi fermayişa nomara (1) sala 2016an weke biryar hate standin,ji bo ku qada ragihandinê li Rojava bi rêk û pêk bike,li gor zagonên ragihandina cîhanî, rê da karên rojnamevaniyê û rojnamevanan.
Hin radyoyên nuha li Rojava: `RXD`, `Arta`,`Cûdî`,`Welat`,`Hêvî`, `ONE`,`Gul`,`Efrîn`,`Kobanê`,`Xabûr`,`Orkêş`,`Bûyer`,`Rê`,`Dirbêsiyê`, `Von`, `Sewt Elheyat`,`Jiîn`,`Jin`,`Rûdaw` û..hwd…
Hin tor û cîdan û ajansên nûçeyan:`ANHA`(Hawar),`Nûçe Ciwan`, `Smart` ,`Aso`, `Xeber 24`,`A.F.N`,`Ferat`,`Roj Newse`,`EF.N.N`, `Ararat` … û hwd…
Hin qenalên televizyonan:`Ronahî`,`Rojava`,`Elyom`,`Jîn`.. û hwd…
Sîlva Elî
Jêder:
1-Malpera Ara News,Lewend Yûsiv(bi Erebî).
2-Wîkîpîdya-bi Kurdî..
3-/sûriya:kobanî-(1-12-2010)-www.dilname.wordqress.com/.
4-Dêroka rojnamegêriya Kurdî/Welatê me/.