15 Nov
15Nov

                      

Cegerxwîn û serdema wî:                                

Yek ji navdartirîn helbestvanê kurd e, ku helbstên wî bibûn mîna tîrêjekê ji roka zer di şevê tarî de û gotinên wî mîna baranên buhara hêvî didan miletê xwe û riya azadî û têkoşînê li ber wan vedikir. Ciwanmêr û helbestvanê kurd Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekîgundî, cotkar û belengaz di sala 1903 de li gundê Hesarê li bakurê kurdistanê hatiye cîhanê. Ji 11 xuşik û bira tenê sisê mane Şêxmûs, Xelîl û Asya. Di sala 1918 de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê çûye ser dilovaniya xweda. Di sala 1919 de li gundê Bêdir-Memo diya wî Eyşan ya heftê salî çûye ser dilovaniya xweda, Cegerxwîn demekê li cem xuşk û birayê xwe maye.                                                              [1]         

 

                        

 

Piştî ku temenê seyda gihaştiye nêzî 18 salan ew biryar dide ku biçe medreseyê bixwîne, di demeke ne pir dirêj de vê biryarê bi cih tîne êdî seyda di dibistanê de cihê xwe digire. Cegerxwîn di medreseya mele Yubêdilahê kulatî de dest bi xwendinê dike. Ji ber ku seyda pir zîrek bû,

 


ew zû bi ser diket. Piştî demek baş ji xwendinê Cegerxwîn dest bi gera li welat dike. Ew li başûr û rojhilat digere û wan herêman baş nasdike seyda demekê li wir diborîne û di medireseyê wan deveran de jî dixwîne. Piştre vedigere Amûdê û xwendina xwe didomîne. Dema Cegerxwîn ji welatê Soran vedigere, rast berê xwe daye gundê Til 'şîrê û li wir bi cih bûye, xwendina xwe li gel seyda Ibêdilah qedandiye, ji ber ku mele Ibêdilah di vê demê de çûbû rehmetê, seyda Icazeta xwe ji birayê wî, mele Fatihalah standiye. Seyda xwendina xwe li gel herdû camêran pêk aniye, seyda piştî xwenda xwe qedandiye û icazeta xwe standiye, riha xwe berdide, û cubbeyekê li xwe dike û dibe melayê gundekî. Piştre bi alîkariya hin hevalên xwe li herêma Cizîrê du gund avakirin. Cegerxwîn riha xwe kurtkir cubbeyê diavêje . Navê gundekî ji wan daniye Cehenem û tê de rûniştiye, piştî têkçûna serhildana Şêx Se'îd, sala 1925 an de rewşenbîrên kurd yên ku ji şer xelas bibûn xwe gihandibûn Sûriyê, di demekê de bû ku Sûrya di bin Dûgela Faransa de bû. Her çiqas mafê siyasî ji wan kesan re nedihat pejrandin jî, ew paş ve jî nedihatin zîvirandin, ew kes çawa bi cih bû. Cegerxwîn xwe gihandine wan û tevlî wan bû, wan rewşenbîran di sala 1927 an de li welatê Lubnanê bi awayekî netewî kongreyek sazkirin û bi navê Xoybûn encûmenek hilbijartin, seyda jî di vê kongirê de cihê xwe girt.                                                  [2]

 

Di sala 1927 an de Cegerxwîn keça xalê xwe kehla Selîm li gundê Hesarê ji xwe re aniye û li Amûdê bi cih dibe. Di sala 1937-1938 an de Cegerxwîn û hevalên xwe komelekê li bajarê Amûdê ji xortên kurd re vekirin û komeleya wan gelekî pêş ve çû, lê bi navtêdana hin kes ên nezan û dijminê miletê kurd. Fransiyan komeleya wan girt. Di sala 1946 an de Cegerxwîn mala xwe ji gund guhestiye bajarê Qamişlo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û di wê salê de civata azadî û yekîtiya kurd hate çêkirin D.R. Ehmed Nafiz serok û Cegerxwîn sekrtêr bû. Di sala 1948 Cegerxwîn bûye hevalê partiya komonîst a Sûrya, di sala 1949 cara yekem bû ku Cegerxwîn hatiye girtin, û di sala 1950 Cegerxwîn dikeve civata aştîxwazên Sûrya û bi wan re kar dike. Di sala 1954 an de Cegerxwîn pêşkêşî parlemana Sûriyê bû ji aliyê komînistan ve . Di sala 1957 de Cegerxwîn ji komînistan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe xerabdikin û bi partiya Dîmokratî kurdî re dibin yek.[3]                                                                                                                                                                   

 Di sala 1958 an de Evdilkerîm Qasim di Iraqê de li ser mele Feysel derbeyek leşkerî li dar xist û mele Mustefa Berzanî di gel hevalên wî ji nefiyê ji nav Rûsan anîn. Di sala 1959 de Cegerxwîn direve Iraqê û sê salan li wir dibe mamostê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexdayê -parçê kurdî waneyên kurmancî dide xortên kurd. Di sala 1961 mele Mistefa ji bo rizgarkirina kurdistanê li dijî dûgela Iraqê şoreşek li darxist, seyda piştgirî da vê şoreşê di riya helbestên xwe de.[4]                               



Di sala 1962 an de Hikûmeta Iraqê bera Cegerxwîn dide û ew û zarokên xwe vedigerin Sûriyê. Di sala 1963 an de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve zindana Mezê li bajarê Şamê, piştî demekê tê berdan û sorgonî bajarê Siwêdayê dibe nav durzyan.    [5]                                                                             

 

Di sala 1965 an de Cegerxwîn dibe endamê komîta merkezî ya partiya Dîmokrat ya pêşverû. Di sala 1969 an de Cegerxwîn diçe Başûrê Kurdistanê nav şoreşa kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne, û li wir dîroka şoreşê dinivîsîne 1969 lê mixabin ew dîrok winda bûye. Di 1979-8-3 an de Cegerxwîn ji Sûriyê direve û diçe bajarê Siwêd û pênc salên xwe yên dawî li Siwêdê derbas dike,û di 1984-10-22 li bajarê Stockholmê Swêd , seydayê Cegerxwîn serê xwe danî û çûye ser dilovaniya xweda li ser daxwaza wî ew li hewşa xaniyê xwe li bajarê Qamişlo hatiye veşartin, bi vê yekê miletê kurd helbesvanek  ji dest da, û wêjevanek winda kir, weke ku tê zanîn zarokên Cegerxwîn ên li dû wî mane du kur in û pênc keç in.[6]                                                  

  

Hêjaye bi bîrxistinê ku seyda bi despêkirina xwendina xwe re hêdî hêdî dest bi nivîsandina helbestan kiriye, ji xwe hezkirinek bê sînor dida helbestê, seyda rewşa kurda baş naskiribû xweş zanîbû ku dijmin û dostê wî ji beg û axa çi fen û hîlan ji wan re çêdikin seyda herdem bi pênûsa xwe şerê dijminê xwe dikir û roj bi roj bêhtir pêş diket tevlî zehmetî û astengiyan. Çend malik ji helbestên wî :                                                                          

 

Ji bo na her kesek yarek heye ê min welat yar e

 

Belê çibikim di destê dijminê xwînxwar û xedar    

 

Çiqas pesnê giran bêjim nikarim ez bidim zanîn  

 

Çeleng û nazik û şen û şepal û şox û cebare      

 

  

 

Mirovatiya Cegerxwîn :                                           

 

Ji xwe weke ku me da diyarkirin Cegerxwîn kesekî mirovperwer bû li ser mirovatiya wî, tê gotin: ku rojekê zilamekî berwanî pirsyara pîremêrekî ji mela kiribû, bê ku bizane ew pîremêr Cegerxwîn e, gotibû: " pîremêrek bê serûber û qelewe". Wan jî Cegerxwîn nedinasîn û gotibûn: Kî ye û çi kes e? Lê ku carcaran tête gundî û gotibûn : " ew û kak Bolanî bîstekê vêkra daxivin, heger ji wî bipirsî belkî ew tiştekî jê bizane ". Hat û min jî gotê :" ez tiştekî jê nezanim, lê bihîstiye dibêjinê ( Xidrokê Dîn) wî dema ev yek bihîst, heta jê hat tepek li ranê xwe da û serê xwe girt û got :" ez ji xwedê xilasbim min dizanî ku ew pîremêr an dîn e an jî xocê xizire" . Min gotê baş e lê te çawa û ji çi zanî ? Got:" ez rê    ve dîtim, digel xwe hînan û çakêtê xwe ji ber xwe kir û kir ber min û betaniyek hebû bi vê xincera min kir du parçe, parçeyek jê da min û sê dînar jî hebûn ew jî li min û xwe nêvî kir lewra min hizirkir dîne, an jî xocê xizire, lewra jî ez pirsyara wî dikim ". Piştî ku min ev ji seyda re got, hêza şi'rê hatê û got :            

 

        Cegerxwîn ji van derdan                            

 

Li meydanê xwe zû berda                          

 

Di nav bahoz û bager da                            

 

            Bi bîr û bawer û dozim                                

 


Ne şewqî û zehawî me      [7]                         

 

Birastî seydayê Cegerxwîn helbestvanekî pir bi nirx û hêjaye. Cegerxwîn jiyan, êş, evîn, şahî û bawerîyên xwe hemû di helbestên xwe de dane xuyakirin, ango dema ku mirov helbesteke Cegerxwîn bixwîne wê hizrê wî baş binase, herwiha felsefeyek kûr di helbestên Cegerxwîn de belî dibe ku helbestên wî dibin bersiv ji gelek pirsên dijwar re. Dema ku mirov helbesta wî ya bi navê( Mihemed Neçûye  Ezmana) dixwîne di hindirê vê helbestê de gelek tişt tên der, nimûne ev yek baweriya seyda dide diyarkirin ku baweriya wî bi bûyera çûna peyxember Mihemed nayê, lê ew eşkere dike ku Mihemed xemxwarê miletê xwe bû û ew mirovekî pir zana bû, wî di riya xweda re miletê xwe ji Hicazê ta Yemen kirin yek. Cegerxwîn dide xuyakirin ku Mihemed rêber e. Dema mirov bi hûrbînî li helbestên Cegerxwîn meyze bikî, wê bibîne ku helbestek tenê têrê dike ku miletê kurd bi mirov bide naskirin, Cegerxwîn di helbestên xwe de behsa ziman, çand û dîroka kurdî kiriye, dema mirov helbesta Cegerxwîn ya bi navê "Kîme Ez" dixwîne, rastiya kurdan tê de dibîne. Cegerxwîn di despêkê de behsa qehremaniya kurdan dike ku weke agir û pêtin dijmin dikujin, paşê behsa welat dike ku bi bajar û gundê tev zinar û latê, herwiha seyda behsa şerê kurdan û serkeftinên wan yên dîrokî dike ku çawa bi zanîn dijmin şikandin û bûn parasvanê rojhilat, Cegerxwîn dide xuyakirin ku kurd aştîxwazin û ew mirovperwerin, tu carî naxwazin şer lê dijmin naçe, herwiha serhişkiya kurdan û mêraniya wan jî eşkere dike,ku kurd tu carî naxwazin bijîn bindest, lê dixwazin serbest bijîn. Cegerxwîn dîroka kurdistanê jî di vê helbestê de aniye ziman, wî behsa kesayetên dîrokî yên kurd kiriye mîna Kawayê Hesinkar ku wî serê Zehak perçiqand û serê gelê kurd ji şûr rizgarkir herwiha navê Impratoryên kurdan jî tê de tê xuyanîkirin, mîna Mîtan û Madûgoş ku di demekê de gelek welat di destê wan de bûn, lê mixabin ku ev çend hezar salê kurdistan maye parçe parçe. Kurmanc û Loran ev keda salan ji dest xwe berdan bûne olperest û bixiş û tizbî mane li paş, lê dîsa jî kurd mêrxasin kurê Guhderz û Rustemin herdem azadiyê dixwazin, dîsa jî kurd aştîxwazin û bi pêş ve diçin qet naçin paş. Cegerxwîn wiha gotiye li ser vê yekê:   [8]                                                              

 

 

Hevdîtinek li gel seydayê Cegerxwîn ku hin nerînên wî têde xuya dibe. Ev hevpeyvîn ji hêla rojnameya welat de hate kirin û di 15 ê meha kanûna( çilê pêşîn) sala 1972 de, di hejmara 12 an de hatiye weşandin, di wê demê de bala pir kesan kişand ji ber ku cara yekem bû hevpeyvîn li gel Cegerxwîn di kovarek kurdî de li Bakurê Kurdistanê çêdibe.      

 

Z.Elkî: Mamostê hêja, gelê kurd te baş nasdike û gelek ronakbîrên Turk jî. Em bi te û navê te gelek serfirazin. Min dixwest tu di derheqê jiyana xwe de me ronî bikî.                                                             

 

Cegerxwîn: Sala 1900, li dora Mêrdînê li gundê Hesarê hatim dinyayê. Em gelek feqîrbûn, wexta ez 9-10 salîbûn dayik û babê min mirin. Bi destdariya xwe min şol dikir û jiyana xwe derbaskir. Hatim 18 saliyê , min dest bi medreseyê kir, 10 salan da min xwendina dînî xilas kir û îcaze stand. Ji bo xwendina dînî li gelek cihan geriyam: Iraq, Îran û Sûrî ... sala 1927 an zewicîm û di 1928 an jî li Sûrî min dest bi melatiya gund kir. 

 

Z.Elkî: Kîjan salê te dest bi helbestnivîsînê kir, û di helbestên te de merhela şoreşgerî kengî despêkir?

 

Cegerxwîn: Sala 1924 an, min dest bi helbestnivîsînê kir, Itrafekê jî bikim baş e... Ev sal destpêkirina welatparêziya min e jî. Di helbestê min de t'ema welatparêzî giranbû, lê dîsa jî axa, şêx û began tevî kevneperestan jî min dinivîsand. Vê t'emayê ta cenga cîhanê ya duyem kêşa. Ji sala 1945-46 an pê ve di helbestên xwe de min t'ema şoreşgerî girankir.                                                     

 

Z.Elkî: Helbestan çi demê rojê dinivîsî û di helbestên te de kîjan babet giran e ?                        

 

Cegerxwîn : Wekî min gotî di helbestên min de babeta şoreşgerî û welatparêzî giran e. Herwiha dijî axa, şêx û began jî min dinivîsî, ji bo hişyarbûna gelê me çi hewceye dinivîsînim. Bi piranî li demê beyanê wexta şiyar dibim, berî taştê(xwarinê) helbestan dinivîsim, wî wextî helbestên gelek baş dinivîsim. Wekîdî, çi zordestî ez dibînim, bibînim yek t'adeyê di gel insanekî dike, yekî belengaz, ji xwe gelê min bindeste... Ez ji van meseleyan îlhamê digirim.                                                           

 

Z.Elkî : Ji bo helbestvanê kurdistanê çi rê nîşan didî û çi daxwazên te dê jê hebin?                           

 

Cegerxwîn : Daxwaza min ev e ku helbestvanê kurdistanê çendî qeweta xwe ji bo dijminê navde û derve serf bikin, ji bo şiyarbûna gelê me xebat bikin. Bila gelek binivîsin, edebîyet û çanda gelê me zêde bikin û bila piştgiriya şoreşa gel bikin, dijminatiye li gel dewletên sosyalîzim nekin.            

 

Z.Elkî:  Mamoste wekî tê zanîn jî, şoreşa kurdistanê ya başûr 1975 têkçû. Derheqê vê têkçûnê wê çi bêjî?                                                      Cegerxwîn: Birayê ezîz, li ser vê pirsa te ez gelek nasekinim çikû, tu jî dizanî şoreşa li pêşdariya axa, eşîra be, feodal û burjwazî be hewce nîne ku ez bêjim bi vî navî wê têkbiçe. Nepêkane ku bigihêje armancê şoreşa başûr ketibû destê kevneperestan, eşîra wekî Berzaniyan ji ber vê yekê têkçûn. Evan xiyanetek dîrokî li miletê me kir.

 

Z.Elkî: Derheqa xilasiya gelê kurd dîtinên te wê çibin ango bi kîjan riyê wê çêbe? Ji bo dewletên sosyalîst Yekîtiya Sovyeta dê çi bêjî? Derheqa maoistî û siyaseta Çînî gotinê te dê çibin?             

 


Cegerxwîn: Birayê ezîz, bersiva vê pirsê gelek kûr e, lê bi kurtasî ez dixwzim xilasiya gelê me bi pêşdariya sosyalîst be. Evroke gelê me li çar dewletan belav bûye. Şert û zirûfên wan ji mumkne ku ferqbikin. Hewceye ku li her parçê kurdistanê kesê markisî û lenînîst xebatê bikin. Dewletê sosyalîst ji destên me ne. Hewceye ku em navbera xwe û wan xirabnekin, dostaniya xwe zêde bikin. Yekîtita Sofeyt jî herwisa . Evroke li dijî emperyalîzmê, hevalên gelê me û tevayî gelê bindest. Baweriya min ev e ku alîkariyaYekîtiya Sovyeta û dewletên sosyalîst ji bo xilaskirina gelê me şert e. Sîyaseta Çîn û maoistî niha di gel dijminê gelên bindest û tevayî sosyalîstên dinyayê,emperyalîzmê dike milê xwe û Emerîka daye yek. Ev rêveçûna Çîn û maoistîyê ne di gel gelên bindest e, di gel dijminê gelan û sosyalîzmê, emperyalîzmê ye, ji ber vê yekê maoitiyê û sitaseta Çînî li dijî marksîzmê dibînim. [9]                               

          

Cegerxwîn û Civak :                                        

 

Cegerxwîn evîndarê civaka bindest, seydayê Cegerxwîn civaka xwe baş naskiribû, û herdem hewildida ku wê ji nexweşiyan xilas bike û êş û zilim û zora li ser wê bi gotinên xwe yê li hevhatî danî ser ziman. Bêguman serdema Cegerxwîn ya şêx, beg û axa bû, wek tê zanîn jî ku hemû bi fen û xapên xwe têne naskirin, seydayê Cegerxwîn jî her dem li dû wan bû, û zilma wan dida xuyakirin. Seydayê Cegerxwîn di çîroka xwe ya bi navê Zoro Aza de ev tişta me got tekez dike,Cegerxwîn di çîrokê de behsa welatiyekî gundî bi navê Şêro dike, ku ew gavanekî belengazbû, û keça wî ya rind û bedew bi navê Rewşê hebû, herwiha axayekî dewlemend û bê wijdan hebû ku ew bi çar jinan re şû bibû,ev axayê bê rêz  Rewşê dixapîne û jê re dibêje: ez ê te bikim xatûna qesrê û destdirêjiyê li Rewşê dike, Rewşê bi dilekî şikestî û rûyekî xemgîn vedigere malê, dema bavê wê Şêro bi vê yekê dibihîze, dest davêje tivingê û riya tolhildanê digire, Şêro rojekê diçe qesrê û axayê bi navê Zoro dikuje,piştî vê yekê hemû gundî bi kuştina Zoro kêfxweşbûn, û xwestin Şêro bikin axayê gund, lê Şêro ev yek nepejirand û daxuyanîkirin ku axatî êdî dema wê çû, û ew bi kêr nayê, êdî divê her kes bi hevkarî rez û pezên xwe bi xwe xwedîbike.                                 

 


Bêguman ev çîrok pir tiştan dide diyarkirin ku di civaka kurdî de peyda dibû,û seyda dilbixwîn dikirin. Cegerxwîn li vir xwestiye pîsîtî û zilm û zora axa bide nîşandan, beramberî wê mêranî û xîreta li cem miletê kurd ku ji bi namûsa xwe bi canê xwe fedanê, weke di çîrokê de xuyabû, Şêro yê gavanî belengaz ji bo keça xwe axayê dewlemend bê namûs da kuştin. Dema mirov helbest û çîrokên bi vî rengî dixwîne rastiya civakekê tê xuyanîkirin ji wî re. Çend malik ji helbesta Cegerxwîn ya çîroka       Zoro. [10]                                                                                       Axê gote: bes kûçik!                         

 

Şêro tiving xiste zik                         

 

Çawa deng ji tivingê hat                  

 

Şahê mezin bûye mat                      

 

Çîrok li gund bela bû                         

 

   Dilê tevan lê şa bû                           

  

Welatê Çirto û Virto:                                                         

 


Ev helbestek seydayê Cegerxwîn ku çîrokekê ji me re dide xuyanîkirin, bêguman ew jî têkildarî rewşa welat û milete. Di vê helbestê de Cegerxwîn behsa şêrekî bi saw dike, ku rojekê rastî roviyekî tê û rovî wî bi fen û hîlên xwe wî dixapîne û wî bi darê ve girêdide, û piştî qederekê mişkek tê şêr vedike, navê rovî Çirto û yê mişk jî Virto, şêr ji wî welatî reviya, ma bê şêr ew welat. Cegerxwîn bi vê çîrokê xwestiye rewşa kurdan bide xuyanîkirin, ku kurd pirî caran wekî şêran bûn di meydanan de û xwedî saw bû ku her kes ji wan ditirsiya lê pirî caran dihatin xapandin, herwiha tevliheviya di nava kurdan bi xwe de jî ku hin bûn şêx û mele û herdem milet xapandin û rê li ber şêran girtin. Jixwe Cegerxwîn dide nîşankirin ku şêx û mela Çirtone û beg û axa Virtone. Cegerxwîn wiha gotiye:             [11]

 

Roviyên nav şikêra                 

 

Çawa girêdin şêra                  

 

                    Mişkê qulan me berdin                       

 

Li ber şêran xeberdin            

 

Şêx û mela bûn Çirto            

 

Beg û axa bûn Virto              

 

Cegerxwîn bi mînak û wêneyan her xalek qels dida diyarkirin, rexne dikir û çareserî jî dida pêş, Cegerxwîn vê carê behsa nezaniyê dike û zirarên wê li ser hawîrdor û dibêje bostek nezanî dibe gazek xizanî. Cegerxwîn di helbesta xwe de ya Zira Kerê û Lota Devê de dibêje: Di mêrgê de deveyek û kerek hebû, diçêriyan herdem bi hev re, rewşa wan pir xweşbû bi ser wan de tê şev, deve dibêje: Tira min tê, ker dibêje : Zira min tê, deve gotê: Kerê li vir heye rê û rêbiwar ewê me bixin bin bar, lê ew kerê têrgiya rabû ser piya û ziriya, kerwanek diçû di rê de dema ev deng bihîst yek ji wan cû, û ew xistin bin bar. Ew kerê nezan xuyabû barê wî giran bû, ew nema meşiya û xwe mirand, ker û barê wî danîne ser hevalê wî deve. Şev derbasdibe, dibe roj li wir heye newalek kûr û jêr wê avê weke dojehê, deve ji kerê re got: xweş binere li veya. Kerê got: ma wiloye birastî? Lê devê lotek da xwe, ker û bar xiste xwar.                                                

 


Di dawiyê de Cegerxwîn dibêje: "Hevalê kêm mejî te jî bi xwe re dikujî". Bêguman mebestek seyda pir kûr ji vê yekê heye ew dixwaze bide nîşankirin ku nezanî sedema xizaniyê ye, û Cegerxwîn ev yek bi aliyê welatparêziyê ve jî girêdaye û banga partiya dike. Ku kesê nezan ji nava xwe derxin û rê li ber kesên zana vekin û bi hemû hêza xwe bigirin ser dijmin û xelasbikin axa welat. Cegerxwîn eşkere dike ku dijmin êrîşî yê herî baş dike ta ku xweş negerî ev aş. Seyda daxwaz dike ku zû tişt û kesên nebaş ji nava xwe derxin, ku tiliya kul zû  bibirin beriya nexweşî bigihêje dil. Cegerxwîn di vê helbestê de wiha gotiye: [12]                                                       

 

Ew hevalê pir xiniz                   

 

Paşê dibî qelawiz                      

 

Ne hiş heye ne mijî                  

 

Te jî bi xwer dikujî                      

 

Zû bibire tiliya kul                       

 

Da nexweşî neghê dil                

 

Dema zira kerê çû                     

 

Deve nema bidî dû                   

  

Cegerxwîn û Netewîtî:                                   

 


Bêguman seydayê Cegerxwîn helbestvanekî hêja bû, helbestên wî bibûn mîna dermanê li ser birînê hem evînî û hem welatparêzî û herwekî din. Helbestên Cegerxwîn têrê dikirin ku şoreşek bê li darxistin û bigihêje armanca xwe jî. Hestên netewî wekî xwînê di damarê Cegerxwîn de digeriya seyda bi şev û roj bê rawestan xizmeta kurdistanê dikir û şerê dijmin dikir. Cegerxwîn evîna welat li her derê diçand li deşt, zozan û li ser lêvên zarokan. Seyda di helbestên xwe de pir pesnê kurdistanê dide û xweşikbûna wê tîne ser ziman bi mêrg û kaniyên wê, herwiha seyda ji hezkirina zêde ew wekî bûka cîhanê dabû nîşandan, wekî ku di helbesta wî de diyar dibe( Welatê min bûka cîhanê).                                                        [13]                         

 

Welatê min ti wî bûka cîhanî               

 

Hemî bax û bihişt û mêrg û kanî          

 

Şepal û şeng û şox û naz û gewrî       

 

Gelek şêrîn û rind û pir ciwanî             

  


Cegerxwîn tu carî serî ji dijmin re netewandiye û her dem bi şer bû li gel wan. Seyda fen û hîlên dijmin ji milet re eşkere dikir û riya rizgariyê li wan vedikir, herwiha Cegerxwîn di wê baweriyê de bû ku demek heye ku kurd welatê xwe rizgar bikin û nanê dijmin li kurdistanê namîne. Helbestek wî li ser vê yekê:                                 [14]                                            

 

Roja me jî demek tê                        

 

   Em guh nadin vê xetê                

 

Em ne gelek  nezan in                       

 

Em sînorên xwe zanin                       

 


Cegerxwîn xelaskirina welat û milet herwiha peyda kirina aştî û demokrasiyê di yekîtî û wekheviya vî miletî de dibîne bi keç û xortên xwe ,xwendekar û cotkarên xwe ... lewma wiha dibêje: (15)  [15]                 

 

Keçên demuqrat, xortên demuqrat

 

Bêjin metirsin va roja we hat              

 

Di gel hev bijîn dotmam û pismam     

 

Xwenda û zana, karker û xidam         

  


Birastî di demekê de dijminê gelê kurd ew bi hemî awayî xistibû bin xizmeta xwe de û her dem li gor xwe dida meşandin û nezan dihêla. Seydayê Cegerxwîn her dem ji ber nezanî û bindestiya wan êş û keser dikişandin. Cegerxwîn bê navber di nava xebatê de bû ji bo ku miletê kurd ji xewa mirinê hişyarbike û berê wî bide riya azadî û serxwebûnê, çi tişta ku miletê kurd dêşand û ziyan digihandê seyda jê birîn dibû û banga hişyarbûnê dikir, lewra seyda meşa li dû şêx , mela , began û eşîran bi tundî rexne dikir û dixwest milet ji wê riyê vegere çimkî ew jî hevkarin bi dijmin re. Ev helbesta Cegerxwîn nîşana vê yekê ye, dema dibêje:   [16]                                                           

 

Were carek ji xew rabe!                    

 

Weke gernas û şêra be!                     

 

Xwe pêk bîne  bi hevra be!               

 

Divêm hişyar û zana bî !                 

 


Cegerxwîn bi pênûsa xwe di cengeke giran de bû ji bo welat, seyda di helbestên xwe de hemî rengê welatparêziyê tîne ser ziman, seydayê Cegerxwîn vê carê behsa parçebûna di nava kurdan de dikir û dide diyarkirin ku ev parçebûn dozê nabe serî. Wekî ku tê xuyanîkirin piraniya helbestên wî mîna şîretan bû, ku dibe bingeh ji gel re ku bigihêje azadiya xwe, seyda banga yekrêziya kurdan dike û bang li ciwanê kurd dike ku biçin şerê dijmin ji bo rizgariya welat. Azadîxwazê bi rûmet Cegerxwîn xebata ji dil dixwest ne tenê bi gotinan lê belê ji dil xebat bikin û can û malê xwe fedayî dozê bikin, Cegerxwîn wiha di vê derbarê de dibêje:[17]                                                                    

 

Kurdê perçe- perçe çend kerî         

 

Doza xwe nabin ta serî                  

 

Kole dibin destê neyar                   

 

Çawa bibim jê hêvîdar                    

 

Divêm şiyarbin hey heval              

 

Bidim di vê rê can û mal                

 


Weke ku tê naskirin seyda ji ber êşa milet û welatê xwe bûye Cegerxwîn. Seyda rewşa welat bi hûrbînî tîne ziman û êş û azarê kurdan radixe ber çavan, ew behsa kurdan dike ku çawa bê nan û av û rûmet di nava pencên dijmin de dijî. Herwiha zilm û zora li ser kurdan ku bi sal û mehan di zindanê di bin işkencê de diqedandin, nezanî û rebeniya kurdan tîne ziman ku her dem dil bikulin di welatê xwe de. Bêguman Cegerxwîn vê yekê dike bi armanca dîtina riya xilaskirinê û dermankirina jana gelê xwe. Bi vê helbestê seyda vê yekê diyar dike.    [18]          

 

Li rewşa xwe meyza bikin, xwendewar

 

Ne qade ne ave, ne zêre, ne war        

 

Ne rûmet ji bo me heye, ey heval        

 

Bi dîlî me derbaskirin meh û sal         

  

Kesên kole ku bi dijmin re heval bûn ji seydayê Cegerxwîn nefilitîne, Cegerxwîn di helbestên xwe de ronî avêtiye ser van kesan ku bûne hevkarê dijmin bi armanca pera, herwiha seyda behsa çîna cotkar û karkeran dike ku bi xwêdana xwe berhemên zeviyên xwe geş dikin û diyarî dijmin dikin, seyda ji vê rewşê pir hêrs bûye. Helbesta wî wiha dibêje:                                                              

 

Ji ber ko ne kurdin dizê malê kurd    

 

Li kalik bipirse dibênî zigurd             

 

Bi dijmin re xwedî par û pişk              

 

Ji bona me dewma, ji wan re nivişk   

 

Didan van dizan wan hemî qad û rez

 


Bi gorî serê wan dikir dexl û pez       [19]

  

Cegerxwîn pir xemgîn bû ji ber rewşa miletê xwe, nemaze dema ku miletê derdora xwe didît ku çawa bi lez çûne pêş, jîn û jiyana xwe xweşkirine û bûne xwedî artêş û top û tangan û li her der avakirine xwendingeh. Tenê kurd mane li paş bê xwendin û ziman. Weke ku Cegerxwîn dibêje:  [20]                     

 

Hemî kes bi gavên mezin pêşve çûn      

 

Bi xwe xweş kirin wan hemî jîn û şûn     

 

Xwedî dewlet û leşger û tang û top        

 


Li pey xwe dihêlin çi xweş rêç û şop[21]       

 

Seydayê Cegerxwîn her dem bi gotinên xwe ên bi bandor kêf û şînên kurdan danî ser ziman û hestên netewî gor dikir, Seyda vê carê jî şehîdên kurdistanê bi bîr tîne û behsa qehremanî û fedekariya wan dike û şerê wan li dijî dijmin ji bo peydakirina jiyanek azad û birûmet, seyda banga şehîdên kurdan dike ku êdî rabin dema serhildanê hatiye, hemî milet çûne pêş tenê kurd mane wek xwe. [22]                                                                      

 

Bibêje ey şehîdên dîn û milet             

 

Bese rabin, şerê roja me derket         

 

Riza rabe cihan bûye serfiraz            

 

Di dinya mane tenha em belengaz    

 

Dilo rabe bibêje hacî Extî                  

 

Bira rabe xwedanê text û bextî           

 


Seyda her bûyerek dîrokî di kurdistanê de bi coş aniye ser ziman û behsa xweşbûn û pîroziya van rojan kiriye. Bêguman yek ji wan rojên dîrokî yên di dîroka kurdistanê  de ku nayê jibîrkirin, û her sal miletê kurd vê rojê pîroz dike bi kêf û dîlan. Roja Newrozê roja rakirina perdeya reş ji ser rûyê geş, Cegerxwîn vê rojê bi bîr tîne û behsa xweşiya wê rojê dike û çawa zerî diçin semayê, û keç û xort bi kincên kurdistanî xwe dixemilînin. Bi helbestek seyda em vê yekê bidin diyarkirin.   [23]                              

 

Bihare ba bi xêr bê li ser çavê me nûroz     

 

Ba kurd ji hev re bêjin bira cejna te pîroz    

 

Kincên ciwan wergirin li kurdistan keç û kur

 

Zerî biçin semayê çi amoz û çi xaloz            

 


 Çavên seyda di şevan de herdem şiyarbûn û pênûsa wî tu carî ranediwestiya û weke wî hişyar dima, bêguman ev yek ji bo hişyarkirina miletê xwe bû, seyda doza serxwebûnê li miletê kurd dike, seyda herdem di wan hewldanan de bû ku berê şûrê kurdan bide dijminê wan. Seyda dide eşkere kirin ku yan mirin yan jî felat. Seyda xweşiya serxwebûnê ji kurdan re dide diyarkirin û banga wê serxwebûnê dike ku bi şer û ceng be jî. Ev helbesta Cegerxwîn nîşana vê yekê ye. [24]                                                          

 

Kurdino merdino pir xweşe serxwebûn

 

Ew demên tarî û teng ku me dîn vane çûn

 

Dest bidin hev hemî pêşkevin em hemî

 

Da biçin bo welat yan mirin yan felat

 


Bêguman tişta ku miletekî ji miletê din cuda dike zimanê wî ye, her milet bi ziman û çanda xwe tê naskirin. Seydayê Cegerxwîn jî vê yekê di helbestên xwe de tîne ser ziman, seyda behsa giringiya ziman di nav miletan de kiriye, û bang li kurdan kiriye ku bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin, êş û xweşiyên xwe bi zimanê xwe bêjin. Seyda behsa xweşiya zimanê dayikê kiriye ku ew ziman xoroş û ciwane, herwiha pesnê wî zimanî jî daye ku çawa bi sedê salan xwe ji dijmin parastiye, lê mixabin ew jî wekî xwedanê xwe bindeste herwiha behsa pêşxistna ziman dike û dixwaze ku bigihêje rêza zimanê mezin. Seyda behsa hin helbestvanên kurd  kiriye ku rola wan di pêşxistin û parastina ziman de hebû. Li ser vê yekê seyda wiha dibêje.[25]                                                           

 

Vejîne zimanê xwe ey xwendevan           

 

Nebûye milet hîç kesk bê ziman             

 

Zimanê me xoş û xoroş û ciwan               

 

Eger baş bizanî tu nakî ziyan                   

 

Cizîrî û Xanî çi gernase ew                       

 

Wekî Dicle û zab û Aras e ew                   

    

     

     

Beşê Duyem                                                     

  

Cegerxwîn û Fikrê Markisî :                                    

 


Mîna hemî rewşenbîrên rojhilata navîn ji çerxê bîstan, salên çil û pêncan Cegerxwîn rêka markisiyetê ji bo rizgarkirina kurdistanê wek rêbaz bawerîya xwe pê anî bû, lê di ser de hingê Cegerxwîn mirovek netewxwaz bû û dixwest markisiyetê ji bo doza netewê bi kar bîne ango mafê jê wergirt û ewê gelek helbest bi markisiyetê û rêbaza markisî nivîsîne. Lê çi caran Cegerxwîn nebûye markisî ji bo markisiyetê , belkî ew bi serketinên wê serdemê markisiyet li Kûba û Vêtnamê bi dest ve anî, eger gelek rewşenbîrên kurd helbet rewşenbîrên rojhilat vê rêbazê ji bo rizgarkirinê hildibijêrin... Bi kurtasî Cegerxwîn hewil daye ji gelek bîr û baweran wergire ji bo avakirina îdyolojiyek neteweyî. Lê piştî peydabûna şoreşa Eylûnê li başûrê kurdistanê û bidestxistina rêkefta 11 Adara 1970. Cegerxwîn wek mirovek netewî û dûr ji markisiyetê xuya dike ev çend jî diyare dîwana wî Kîme Ez ya ku di sala 1973 an de li                    Beyrûtê hate çapkirin. [26]                                                                                

 

"Cegerxwîn agir vejanê markisiyê ye, bi dengê awazî tim û tim ajotina tovê mariksî dike, lê ji bîr nake ku ew kurd e, bi bav û kal û malbatên xwe ve.[27]

 

Markisîme, dixwaz im,                                

 

Li her derî dibaz im,                                   

 

Kûbîme- serfiraz im                                   

 

Berî her tiştî kurd im    

 


Barê giran, barê doza mafê bê mafan, Cegerxwîn avêtibû  ser milê xwe, her û her eşkere digot.[28]                                                                    

 

Ez bilûra Markis im                                   

 

Dengê rista bêkes im                                  

 

Ji hêviyan avis im                                       

 

Ez nizanim çi bêj im     

 


Cegerxwîn qada sar aşîv dike bê aljêbir û aloz, hêviya awîsta markisî dike. Herdem û timî Cegerxwîn dide xuyakirin ku riya rast, riya markisiyê ye. Di vî warî de Cegerxwîn dijî tuximperestiyê sekiniye û guhdarî her kesê bindest dike, belê destê xwe perîşanên cîhanê, divê jiyanek xweş bê gilî, bê gazin, bê sînor... her kes dilşa dev li ken.. ne bext reşî, ne sitem, bê qidoşî koçên xwe barke.." [29].Meyzeke, Vêtnamê Cegerxwîn ji bo serdestiya lehengên gernas li vir, di nav axa Cizîrê wan pîroz dike                                          û her û her dide xuyakirin ku koledar çiqasî mezin be, helbest tê perçiqandin di bin lingên cotkar û karkeran de. Birastî Cegerxwîn her û her dest daye qata jêr û her dem dijî qata jor sekiniye.. êrîşek xurt pihêt dide şovîn û zordestên çav sor, ew kesên ku kelem û xaran di rêçeka welatan de diçênin... xweş davêje imperyalên têr pere.[30]                                             

  

Cegerxwîn û Jin:                                                

 


" Cegerxwîn wek hat zanîn ku ew bi xwe bi hiş û bîr û bawerên xwe ve hozanvanekî markisî bû. Ji vê jî bi nerîna xwe ya markisî li Jinê dinerî, ew nerîna ku jin û mêr herdiwan wek hevdû dike, ne(wî) jê bilindtir dike, û ne(wê) jî kêmtir dibîne, herdû wek hev cot bi cot, tevlî wilo jinê gelek caran dilê Cegerxwîn êşandiye, çimkî jin timî perîşan e, bindest e û nexwendeye.[31]                                      

 

Ey keçê rabe bixwîne                                   

 

Da tu serbest her bijî,      

 

Zû ji xew tû ser hilîne                                   

 

Bes bimîne bê mijî           

 


Wekî din jî gelek caran Cegerxwîn nivîsiye ku ( şêr şêr e, çi jine çi mêre).... Loma tim û tim doza destê Jinê dike ku herdû bi hevre herin şer, herin dîlanê, herin xwendinê. Herwiha wî hertim doza xwendinê dikir, çi jin çi mêr xwendin ewe rêça rast û dirist e.[32]                                                                            

 

Xwendin nebî kes naçe pêş                        

 

Peyda dibin pir derd û êş                             

 

Herdem dibin destê neyar                            

 

Em dê bidin xukî û bêş                                 

 


Di helbesta wî ya bi navê Keç de, Cegerxwîn pesnê jinê dike herwiha dibêje ku eger we kesek ji xwe re kir dost bila Jin be, herwiha behsa jinên çeleng dike û xweşikbûn û pesnê wê dike dema dibêje.     [33]      

 

Heyva li çarde keç û zehra keç             

 

Meya rez û cama mesta keç                 

 


Herwiha Cegerxwîn doza serhildanê li jina kurd dike û dide diyarkirin ku tu cudahî di navbera wê û mêr de tune ye.[34]                                                   

 

Jin û mêr bi hevre di nav karde bin       

 

Derê dewlemendî li me dê vebin     

 

 

 

Cegerxwîn û Evîndarî:                                             

 


Cegerxwîn di warê evîniyê de efsane ye, dilê wî yê biçûk mendela yar û çav reşa xwe ye, ji sînga wî ya spî dilopên evînê her dem diweşin, newqa zirav û çavê reş û lêvên tenik, gelak caran wî mest û bê hiş kiriye.[35]                                                                

 

Evîn ji pêta agirî                            

 

Herdem ji ber nal û girî                  

 

Kî karî carek hilgirî                         

 

Ahî ji destê te evîn       

 


Cegerxwîn dil û canê xwe dide fedayî ji bo yara xwe. Li aliyekî din jî Cegerxwîn derbarê jinê de dibêje ku [ Gerdûn hezkirin e û giringtirîn kesê ku wê hezkirinê çêdike jin e]. Di helbesta wî ya bi navê [Diyariya Yarê] de xuyadike ku wî giringiyek mezin dide jinê û nizane bê ka çi jê re bike diyarî.[36]         

 

Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî?          

 

Diyare yar dixwazî min bi yarî                

 

Dixwazim can û dil jêre bişînim              

 

        Tenê şerme, hemî derd û hejarî             

 

Dixwazim herdû çavan jêre rêkim          

 

Bikêr nayên, ji wan her xwîn dibarî "        

 


Hêjî Cegerxwîn ji bo yara xwe mest û gêj e, û bi dengê xwe yê melûl di nîvên şevên tarî de, dike gazî û hewar ji yara xwey çav reş re piste pist dike û jêre helbestan dibêje.[37]                                     

 

Çavbeleka min tiwî                         

 

Porxeleka min tiwî                          

 

Surmeleka min tiwî                        

 

Lê dil bi kovan ezim   

 

Surperiya min tiwî                         

 

Dêm zeriya min tiwî                      

 

Şengebiya min tiwî                       

 

Jar û perîşan ezim     

 


Cegerxwîn her û her doza evînê dike, di piraniya helbestên xwe de vê yekê tîne ser ziman. Jixwe bê guman evîn pir giranbuha ye, jiyan bê evîn bê wate ye, sar û siste... Dema ku mirov evîndar be her dem rûyê wî geş e û her dem digirnije. Seydayê Cegerxwîn, evîn ji xwe re weke hebûna li vê dinê dîtiye. Di vê helbesta li jêr wiha xuya dike.      [38]       

 

Evîndar be, her dem xweşe ev evîn       

 

Evîn ko nebî em çilo dê bijîn?            

 

Evîn pêt û arek bi hêz û bi tîn             

 

Dilê dilbiokan disojit evîn                    

 

Cihan tev de jîn û evîn û hebûn          

 

Nizanim çilo ev li me peyda bûn          

 


Belê seydayê Cegerxwîn di helbestek xwe de dide diyarkirin ku ew dixwaze yara wî, zana û jîr be xwedî bîr û baweriyekê be, herwiha ew çiqasî çavên xwe digerîne li dosteke jîr û xwedî zanînek be, li Şam û Bexdayê diger da ku yara xwe bibîne.Belê ew di helbesta xwe de behsa zor û zehmetiyên ku pê re derbasdibin dike.[39]                 

 

Divêm dil bidim dostek zane û jîr                    

 

Evîndar û xwedî bawer, xwedî bîr                  

 

Gelek rêzan, gelek hozan, bi tedbîr                

 

Belê çibikim, nedî min ew, nedî min...

 

Çiqas çavên xwe min hawîr gerandin            

 

Piyên xwe min di vê rêde dirandin                

 

Me kincê: sebr û samanan çirandin              

 

Belê çibkim, nedî min ew, nedî min...

       

Cegerxwîn û Olperestî:                                    

 


Raste ku seydayê Cegerxwîn di bin destê olperestan fêrbûye û li dibistanên wan xwendiye herwiha demekê bûye mela û pêşnimêjê gundiyan, lê seyda di vê riyê de berdewam nekiriye, ew zû hişyar dibe û nasdike ku ol û oldarî hemî xapandine. Ji ber ku Cegerxwîn demek baş bi şêx û melan re maye, wî baş fen û teşqeleyên wan naskiribû. Seyda dida diyarkirin ku şêx û mela herdem nehiştine ku milet here pêş û herdem ser û pişt li wan şikandine, herwiha bi navê olê mal û milkên milet ji wan distandin û ew dihêlan jar û reben. Li ser vê yekê seydayê Cegerxwîn wiha dibêje.[40]                                                                       

 

Bi ola xwe em kirine jar û reben           

 

Bi dest me nehiştin bihayê kefen            

 

Jîn û mal û qada xwe tev dane wan     

 

Di laşê welatê me jana giran                

 


Birastî û weke ku tê xuyakirin ji ber kiryarê şêx û melan seydayê Cegerxwîn pir ji olê dûrketiye. Seyda banga yekbûna hemî cîhanê kiriye, û li şûna olê ew daxwaza pêşxistina mirovahiyê dike û dixwaze ku mirov hemî wek bira bi rengekî aştîyane bijîn û ji nav xwe rakin şer û ceng, û bi vê yekê hejarî û belengazî namîne li ser rûyê cîhanê, lê belê biçin ezman û stêran avabikin li wir bajar û gund. Bi vê yekê tê xuyakirin ku Cegerxwîn mirovperwer bû û ew mirovahiyê ji olê baştir dibîne, lewra seyda wiha gotiye di vê derbarê de.       [41]       

 

Bibin wek bira û mirovperweî                  

 

Mirovên cîhanê bibin yek kerî                   

 

Li ser vê sitêrê bi halan û deng               

 

Bi carek nehêlin, ne talan û ceng            

 

Bi êrîş herin van sitêrên bilind                  

 

Ku ava bikin em li wan şar û gund           

 


Seydayê Cegerxwîn pir ji kiryarê şêx û melan acizdibû û wî bê navber şerê wan dikir, seyda dixwaze ku milet bi xap û fenên şêxa bide naskirin, herdem banga hişyariyê li milet dike û daxwaz dike ku milet ji şêx û meleyên xapînok vegerin, herwiha zilim û zordariya wan diyar dike û hevkariya wan bi dijmin re û xwarina keda cotkar û karkeran. Seyda doza serhildanê li wan dike li dijî van olperestan ku bi salan ji xwîna wan dimijin , ev yek di helbestên seyda de pir eşkere û belîne mînak dema ku dibêje.     [42]                                                               

 

Şêx û beg û axa dijmin in, xweş mêrin      

 

Bindestê xelkêne ji we re şêrin               

 

Beşê we distênin serê we dişkînin           

 

Gund û malê wan, hûn birçî û ew têrin      

 

Hûn dest bidin hevdî tev karker û cotar 

 

Tev bi das û tevrin, bi çakûç û bêrin       

 


 Cegerxwîn her çiqas rexne, bang û hişyarê dike jî , lê kela dilê wî hênik nabe, seyda bi her awayî şerê van şêxan kiriye vê carê seyda nifiran li wan dike û lava ji xweda dike ku şêx û meleyên kurdan belengaz û hejar bike, çimkî ew ji mirovahî û hezkirinê dûrin. Seyda bandora karê mela yê neynî li ser ziman û netewa kurdî dike, herwiha rexnê şêxan dike ku ji bo şîrovekirina olê bi zimanên din xwe pîr kirine û nikarin vê olê bi zimanê kurdî bidine baskirin, ne tenê ev jî seyda behsa nezaniya şêxan dike ku herdem vedigerin qamûsan ji bo diyarkirina tiştekî biçûk . Lê tevlî vê yekê jî ew xwe zana didin nîşandan, û dide diyarkirin ku ol bi kurdî û latînî jî tê fêmkirin. Weke di vê helbestê de diyar dibe.     [43]                             

 

Nifirînekê ji Yezdan dikim tu bêje amîn               

 

Şêx û melayê kurdan belengaz û geda bîn       

 

Lewra yekî ji wan qanûn bi zarê kurdî               

 

     Ji bo me çênekir qet, ji ber vê em ne zanîn

 

Feqî bi xwe nezane, seyda dinêrî qamûs        

 

Her yek bi dil dibêjin em miftiyê zemanîn        

 


Cegerxwîn pir diêşiya dema ku miletê wî dihat xapandin. Bêguman şêx û mele jî milet dixapandin ji ber vê jî Cegerxwîn herdem li dû wan bû. Şaşitiyên wan danî ziman, xerabiyên wan eşkere dikirin û banga hişyariyê li wan dikir. Cegerxwîn rola şêx û melan di pêşketina civakê de dide diyarkirin, seyda hevrûkirina şêxên kurdan bi yên Rojavayê dike û cudahiya di nav wan de dide diyarkirin. Cegerxwîn dide diyarkirin ku çawa şêxên rojavayî hesin û firok birine jor, beramberî wê şêxên kurdan bi xişt û tizbî mane kor. Herwiha pêşketina miletê rojavayê dide diyarkirin ku her yek bi deh zimanan dizane û kurd hîn bi zimanê xwe nizane, bêguman seyda vê yekê jî vedigerîne ji şêx û meleyên kurd ku hevkarê dijmin bû  û xwîna milet dimijandin. Di vê derbarê de seyda wiha gotiye.   [44]                                                                 

 

Şêxê min destên te êdî maçî nakim ez bese      

 

    Kavil û wêran te hiştin ev sera û medrese         

 

Şeyxê ewrûpa binêre wan hesin birine jor          

 

Em bi xişt û def û dîlan, paşketin tev mane kor  

 

Her kesakî deh zimana zanî rengê Eflatûn            

 

Em çima hov û nezanin, ser diberde û paşveçûn

 

Piştî ku Cegerxwîn demekê melayê gundê xwe bû, û pir giranî dida olê. Cegerxwîn roj bi roj ji olê dûrdikeve û baweriya wî bi giştî tê guhertin, Cegerxwîn ne tenê dev avêtiye şêx û melan û ne tenê nimêj û rojî tiştên şaş dîtiye, lê belê seyda hebûna xweda jî red dikir û pir ji xweda dûr e, û baweriya wî bi roja qiyametê nayê.                        

 


Lê li gorî baweriya wî ku cîhan her û her wê hebû û heye. Em dikarin bi helbestek Cegerxwîn vê yekê tekez bikin.     [45]                                                        

 

Xwedê nîne wek ew dibêjin, xwedî      

 

Kiye ê bikarî cihanê bidî?                    

 

Cîhan her hebû, her heye, wê hebî    

 

Diborin, digerin jiyîn her weye             

            

Berhemên Cegerxwîn:                                   

 

Berhemên Cegerxwîn yên çapkirî.                             

 

1)Dîwana yekem: Pirîsk û Pêtî sala 1945 . Şam   

 

2)Cîm û gulperî çîroka yekem sala 1948.              

 

3)Dîwana duyem: Sewra Azadî, sala 1954 . Şam 

 

4)Reşoyê Darê ,çîroka duyem sala 1956 . Şam      

 

5)Tarîxa Kurdistanê, weşanên roja nû, sala 1987. Stocholm.

 

6) Folklora Kurdî.                                                   

 

7) Gotinên Pêşyan.1957. Şam                             

 

8) Destûra Zimanê Kurdî 1961. Bexda.               

 

9)Ferheng,perçê yekem 1962. Bexda.                 

 

10) Ferheng perçê diwem, 1962. Bexda.              

 

11) Dîwana sêyem: Kîme Ez , 1973. Beyrût.          

 

12) Salar û Mîdiya, 1973. Beyrût.                          

 

13) Dîwana çarem: Ronak, weşanên Roja nû 1980. Stocholm.

 

14) Dîwana pêncem: Zend Avista, weşanên Roja Nû,.1981. Stockholm.

 

15) Dîwana şeşem: Şefeq, weşanên Roja nû. 1982. Stocholm.

 

16) Dîwana heftemîn: Hêvî, weşanên Roja Nû,1983. Stocholm.

 

17) Dîwana heştemîn: Aşitî, weşanxaneya Kurdistan, 1985, Roja Nû 1988. Stocholm.

 

18) Jînenîgariya min, weşanên APEC , 1995. Stocholm.

 

19) Nivîsarek li ser dibaca Ehmedê Xanî, weşanên APEC , 1995.

 

20) Tarîxa Kurdistanê, weşanên Roja Nû, 1999. Stocholm.

 

21) Şerefnameya Menzûm, Şerefxanê Bedlîsî,çapxaneya Emiral-Beyrût 1997, ji tîpên erebî hatiye wegerandin tîpên kurdî , wegera : Dilawerê Zengî.                                                                    

   

Encam:                                                             

 

Malbateke belengaz, mirovekî hejar, lê nav û dengê wî li her çar parçeyên welat dengvedane. Birastî dema mirov li jiyan û helbestên Cegerxwîn dixwîne him kêfxweş dibe him jî xemgîn dibe ji ber rewşa ku kurd tê de bû û zilm û zora li ser wan, lê Cegerxwîn bi vînek e mezin hewil dida ku vê rewşê biguhere. Bi tekoşînek wêjeyî û siyasî li dijî neyarê miletê xwe, seyda temenê xwe qedand û li şûna xwe gelek hêvî hiştin. Helbestvan û hezkiriyê milet û welatê xwe bû.                                                                       

 

Em kurdê çiyan e, ne ko em xelkê merîx in        

 

     Em şerger û mêr in, ne ko faşîstê û munîxin 

 

Gernas û çelengin, xwedî tarîx û bi dengin    

 

Nêv cergê neyaran, bi xwe em xincer û mîxin

 


Ronahî Mehmûd 

Rustem Ehmê


  

Kovara Nûbûn/ hejmara 47 sala 2006 (1

Dîroka wêjeya kurdî/ Faqî Huseyn Sanonîç/ rûpel: 553-554(2

Kovara Nûbûn/ hejmara:74/ sala 2006/ rûpel: 41

Dîroka wêjeya kurdî/ rûpel: 554 ,

(5 Kovara Nûbûn/ hejmar: 74/ rûpel: 41

(6 Kovara Nûbûn/ hejmara: 74/ rûpel: 41, 42

7.  Kovara Nûdem/ hejmara: 11/ rûpel: 32,33

Dîwana: Kîme ez/ rûpel: 9-15 (8

Kovara Nûdem/ hejmara: 3 sala 1992 / rûpel: 14-18 (9

Dîwana Hêvî/ rûpel: 38, 50

Dîwana Şefeq/ rûpel: 63-66(11

Dîwana Şefeq/ rûpel : 71-78 (12

Dîwana Sewra Azadî/ rûpel: 33(13

Dîwana Ronak/ rûpel: 71(14

Dîwana Sewra Azadî/ rûpel: 64(15

(16Dîwana Şefeq/ rûpel : 16

Dîwana Şefeq/ rûpel: 18 (17

Dîwana Zend Avista/ rûpel: 110 (18

Dîwana Zend Avista/ rûpel: 110(19

Dîwana Zend Avista/ rûpel: 111(20

(21Dîwana Zend Avêsta/ rûpel: 111

(22Dîwana Pirîsk û pêtî / rûpel : 49                

(23Dîwana Kîme ez / rûpel : 24

Dîwana Pirîsk û Pêrî / rûpel :160(24

Dîwana Zend Aivsta/ rûpel : 79 (25

(26فه‌گوهاستن و به‌رهه‌فکرن : هه‌فال  زاخؤیی/ جگه‌رخوین شاعر و مر‌و‌ف و کو‌ردپه‌روه‌ر

Rûpel:14-15

Dîwana Hêvî/ rûpel: 19 (27

Dîwana Ronak/ rûpel : 23(28

Dengê Cegerxwîn/rûpel: 33-34(29

Heman jêdera borî/ rûpel: 35-36(30

Dîwana Pirîsk û Pêtî / rûpel: 79 (31

(32Dengê Cegerxwîn /rûpelên 47, 48

(33Dîwana Pirîsk û pêtî / rûpel: 113

(34Dîwana Zend Avêsta / rûpel: 108

Dîwana Ronak /rûpel: 154(35

Heman jêdera borî/ rûpel: 135 , Dengê Cegerxwîn/rûpel:25(36

(37Dîwana Şefeq/ rûpel:147

Dîwana Zend Avista/ rûpel: 169 (38

(39Dîwana Şefeq/ rûpel: 174

Dîwana Zend Avista/ rûpel: 128(40

Dîwana Zend Avêsta/ rûpel: 129(41

Dîwana Sewra Azadî / rûpel: 13(42

Dîwana Pirîsk û Pêtî/ rûpel : 96 (43

Dîwana Kîme Ez / rûpel : 128(44

Dîwana Zend Avista / rûpel : 157 (45

 


Îroveyan
* E-name li ser malperê nayê weşandin.
I BUILT MY SITE FOR FREE USING