Helbest çi ye?
Helbest ; hûner , ziman, deng û ritimeke birêkûpêk kiriye , hestyarî û hizirînekî ji rêzê dûr tîne ziman , mirov di riya wê de dikare hemû hestên xwe daberîn bike . Helbest, dermanê rih e û yek ji cûre nivîsînên wêjeyî yê herî girîng e. Li gor naveroka xwe jî cûrên nivîsînên wêjeyî yên din cuddtir e. Hêvî, aşop , evîndarî û hemû mijarên hest û ziman bi hûnandineke bedew tîne ziman û bandorê li kesayeta yê guhdar û helbestvan dike.
Helbest, cûreyek ji wêjeya herî kevn e. Di helbestê de beriya her tiştî, tişta girîng ne wateya peyvê lê belê raman û hestê wê ye , ji pexşanê cuda ye. Helbest bi pîvan û kêşe ( Kilasîk ) , her wiha bi awayê nûjen ( berdayî ) heye .
Bandora helbesta devokî ya Kurdî xwe di demê Avestayê de jî daye der. Beşa Avestayê ya bi navê “Gata yan Gatan” hemû bi awayê helbest û bi pîvana kitan hatiye nivîsandin. Ev dide diyar kirin ku beriya Avestayê jî bi heman rengî bi awayek devokî helbest hatine nivîsîn. Niha jî ew awayê helbest gotinê di nava Kurdan de heye û weke çandek kevnar di koçk û dîwanxanan de tê gotin.
Di helbestên devkî de, ji bilî yên qehremanî û dildariyê, aliyê wê yê olî jî roleke girîng di wêjeya devkî ya kurdî de lîstiye. Ji ber pirtûka Zerdeşt “Avesta” olî ye û bi awayê helbestî hatiye nivîsandin. Her wiha Pîrên Zerdeştî jî nirxandin û duayên xwe yên olî bi awayê helbestî hûnandine . Piştî hatina ola Îslamê jî dîsa bawermendên Misilmanên kurd , çi bi zimanê Erebî û çi bi Kurdî , dua û daxwazên xwe bi helbestî di teşeyên pesindayîn (medîhl , devavêtin , qesîde, xezel û beytên olî de diyar kirine.
Helbesta kilasîk :
Ew helbesta bi endîze , pîvan û kêşe ye . Li dîwanxane û serayên mîr û paşayan û ji bo wan dihatin gotin . Serkêşê vê serdemê di sedsala 10'an de Baba Tahirê Hemdanî ( Uryan ) bû . Her wiha gelek mînakên din jî ku di serdem û çerxên cûda cûda de derketine hene . Weke Elî Herîrî , Melayê Cizîrî , Ehmedê Xanî , Feqê Teyran , Siyapoş , Pertew Begê Hekarî , Mihrîban Xatûn , Mestûre Erdelan , Meyrem Xan , Dildar û hwd .
Helbesta nûjen :
Helbesta berdayî , bê kêşan û terazû ye . Ev helbest di navbera cenga cîhanî ya yekê û didiwan de xwe da der . Balê nade kêşanê lê dive ku bi pîver be û newaya mûzîka wê hebe , bi hay , hest û raman bê hûnandin .
Dibe ku helbestên Qedrî Can di Hawarê de mînaka herî zelal û berbiçav bin di vî warî de. Lê Cegerxwîn bi şêweyê helbesta xwe gelek nav di bin baskê xwe de hiştin û heta niha jî dom dike . Ji vê malbata hunerî helbestên Tîrêj , Keleş , Salihê Heydo û gelekên din hene ku di warê nivîsandina helbestê de mane girêdayî bi kêşesaziyê ve .
Lê pêla nûjenya ku helbestên hemû zimana dabû ber xwe weha helbesta Kurdî jî dabû ber xwe ku di van salên dawî de bi dehan, eger em nebêjin bi sedan nav derketin. Ji wan Ehmeêd Huseynî , Tengezarê Marînî, Fethulla Huseynî, Rizoyê Xerzî, Jan Dost, Hekîm Sefqan, Royarê Amedî, Diya Ciwan, Arşevê Oskan, Nezîr Palo, Rûxweşê Zîvar, Mihemed Hemo, Axîn Arif, Ferhadê Îcmo, Hoşeng Broka, Jana Seyda ...hwd.
Taybetmendiyên zimanê helbestê :
Hêmanê helbestê :
Cûreyên Helbestê :
Raman Hesê .