15 Nov
15Nov

Xanî Kî ye: Serdem, jiyan, malbat û xwendin

 "Di dema jiyana Xanî de (dawiya çerxa şazde=16, destpêka çerxa hivde=17), Kurdistan di rewşeke pir tevlihev û şêlû de bû, bi peymana Qesra şirînê (1639 Z) di navbera barbarên Osmanîyan û Sefewûyên şîî'yên Îranê de, hatibû parçekirin û parve bûbû. Piştî wê peymana bêbext, hemî mîrnişîn û begnişîn ên kurdan, ji alîyekî de, bi Osmanî û Sefewîyên dagîrker û xwînxwer re, ji alîyekî din de jî, -bi fitne û fesadî û hîle û dek û dolabên wan cenaweran- bi hev ra, di ceng û cîdal û şer û şoriş û cerd û talanên bê însaf û hov û dijwar de bûn.

Kurdistan, di navbera wan hov û haran de, -bi destê 'ewan û fesad û bêhiş û kûtxwaran-,bibû wek gola xwûnê, bi pêl û lem û şapolên civakî û sîyasî, dikelîya û ser û bin dibû. Xannişîna Kurdistanê ya dîrokîya mezin, (Xannişîna Bidlîsê), ji alî yê barbarên Osmanîyan de, bi destê Melîk Ehmed Paşa (walîyê eyaleta Wanê, zavayê sultan Muradê çaremîn), di (1066 k = 1665/6 z.) de, hatibû îstîla kirin û yaxma kirin ku bi vî awayî jî, fikr û xebat û daxwaz û emel û hêvîyên Emîr Şerefxan (..1533 z) ê bapîrê Ebdal Xan, (ku di dema xwe de –der bareyê yekbûyîn û hevgirtina mîr û xanên Kurdistanê de-damezirandina Kurdistanekî hevgirtî û aza de fikirî bû teşebis kiribû) bê xwedî mabûn.” [1]

 

"Bêguman Şêx Ehmedê Xanî ji gewretirîn helbestvanên kurd ên Kilasîk ên sedsala 17-18'an û ji helbestvan û xwedî hizirên herî bilind en ku doza dewleteke Kurdî kiriye û yekîtiya Kurd û Kurdistanê xwestiye û timî di wê xem û kulê de maye. Nemir Ehmedê Xanî di jiyanê de sê rêbaz û pirensîpên wî yên sereke hebûn ku timî li cem wî pîroz û giranbuha bûn:

 

 


“Îshaq Orbîlî[2]” dibêje: Sê helbestvan û feylesûfên mezin di Rojhilatê de hene, gereke ew ne arzî û samanê gelê xwe tenê bin, lê hêja ye ku ew saman û arziyê hemî cîhanê bin, ew jî ev in: Rostavîllê Gurcî, Firdewsiyê Îranî û yê sêyem Ehmedê Xanî yê Kurd. Profe  sor Qenatê Kurdo lê vedigerîne û dibêje: Di gumana min de, gerek e Ehmedê Xanî yê pêşîn be." [3]

 

Navê wî şêx Ehmedê kurê Şêx Ilyas e kurê Eyad e kurê Mîr Ristem e kurê Ebdelrihman e kurê Ebdilrezaqê Xanî ye. Navê dayika wî Nûra ye. Ji mîrek û malmezinên devera Xaniyan e û ji aliyê dê de xwarizyê Mîr Mihemedê Hêştî yê Serhedî ye. Li gorî salnameya Zayînî, ew di sala 1651’an de li gundê Xanê Sêbendan li devera Colemergê jidayik bûye. Di sala 1708’an de çûye ser heqiya xwe û gora wî ya pîroz niha li Bazîda Agirî ye. Herkesê Kurd û Misliman weke zatekî pîroz lê dinêrin û her sal di buharê de têne serdana wî birêz û rûmet wek fermayî şên Hecê û Kei’bê.” [4]

 

"Cara pêşîn Aleksandre Jaba, di kitêba xwe de cîh dide wê metna Kurmancî ya derheqê jiyana Ehmedê Xanî ku Mela Mehmûdê Bayezîdî nivîsiye. Aleksandre Jaba, ev metin her di wê kitêba xwe de kiriye Fransî jî. Mesela dîroka jidayikbûna Ehmedê Xanî, her ji bal Ehmedê Xanî ve di Mem û Zîna wî de hatiye diyarkirin ku dibêje: Gava ew ji tunebûnê vederbû û hat ser ruyê erdê dîrok 1061 bû. Ew serkêşê gunahkaran(ango Ehmedê Xanî) îsal gihîşte çil û çaran. Ev dîrok, dîroka Koçî ye û li gora dîroka Zayînêî, Alaeddîn Seccadî dibêje ku dike 1650. Pişt re hema hema hemû kesên ku li ser Ehmedê Xanî nivîsîne li gora vî hesabî, dîroka jidayikbûna Ehmedê Xanî sala 1650-yê Zayînêî danîne. Lê M. Emîn Bozarslan vê hesabkirinê şaş dibîne û dibêje ku dîroka jidayikbûna Ehmedê Xanî 1651 e.

 

Li gora serçaviyên rast ên ku ji aliyê pisporan ve hatine nivîsîn, serê sala 1061-ê rastê 25-ê meha 12-an a sala 1650'yê zayînêî hatiye û ew roj roja yekşemê bûye; bi peyveka dî, roja 1'ê meha Muheremê ya sala 1061'ê Hîcrî, rastê roja yekşemê ya 25-ê Kanûna Pêşîn a sala 1650-yê Zayînêî hatiye Li gora vî hesabî û li gora van dîrokan , tenê yek hefteyek ji sala 1061-ê Hîcrî, ketiye sala 1650-yê Zayînêî yazde meh û sê hefteyên dî, ketine sala 1651-ê Zayînêî. Ehmedê Xanî nedaye zanîn ku ew di kîjan roja kîjan meha 1061-ê de hatiye dinê wî tenê sala hatina xwe ya dinê nivîsîye, ku ew jî sala 1061-ê Hîcrî ye. Li gora ku wî tenê sala hatina xwe ya dinê daye zanîn û 11 meh û 3 hefteyên wê salê jî ketine sala 1651-ê Zayînêî, em dikarin hema hema qutûbir bêjin ku ew di sala 1651-ê Zayînêî de hatye dinê.

 


Li gorî van agahdariyan, meriv dikare bibêje ku Ehmedê Xanî di 1650-51-ê de (îhtîmala herî xurt jî di 1951-ê de)hatiye dinyayê. Mesela çil û çar saliya Ehmedê Xanî jî meseleyeka munaqeşê ye. Li gora Alaeddîn Seccadî ev çil û çar sal li gora hesabê Koçî ne û gava ew 44-an dixe ser 1061-ê Koçî, ew dibêje ku Ehmedê Xanî di 1105-an de Mem û Zîna xwe xelas kiriye. De ev dîrok jî dike 1693-yê Zayînê. Gava li gora destnîşankirina Ehmedê Xanî ku gotiye gava ew ji Mem û Zînê xelas bûye 44 salî bûye, 44 salên Hîcrî dikin hema hema 42 sal û 9 mehên Zayînêî. Ku wiha be li gora hesabê îro gava Ehmedê Xanî Mem û Zîn Xelas kiriye 42 sal û 9 mehî (43 salî) bûye. Heke em vê têxin ser sala 1650- 51-ê, Dike 1693 an 1694. Ev jî li dîroka Alaeddîn Seccadî dike. Lê wekî em dizanin li gora hesabê ku M. Emîn Bozarslan nivîsîye wî 44 sal xistine ser 1651-ê û gotiye ku Ehmedî Xanî di sala 1695-an de Mem û Zîn xelas kiriye. Li ser pêşniyara wî jî Kurdan sala 1995-an kirin sêsedsaliya Ehmedê Xanî(ango sêsed saliya xelasbûna Mem û Zînê).” [5]

 

"Mela Mehmûdê Bayezîdî, di vir de destnîşan dike ku Ehmedê Xanî ''ji taîfeya Hekariyan ji 'eşîrata Xaniyan e''. Em ji wir fêr dibin ku ev eşîr di sala 1000-ê Hîcrî (1592-yê Zayînê de) hatiye li Bayezîdê niştecî bûye.

 

Alaeddîn Seccadî ji ''çavkaniyên cuda'', ji berhemên Ehmedê Xanî û ji devê Mela Salih, agahdariyên li ser jiyana Ehmedê Xanî bi vî awayî didomîne: ''Şêx Îlyasê bavê wî, gellek sal pêşî hatina Ehmed a dinyayê li bajarê Bayezîdê rûniştiye lê aşînatiya xwe ji eşîreta Xaniyan her bernedaye û li Bayezîdê jî her malmezin bûye. Di 1650 de Ehmed tê dunyayê, dibe nazdarê bavê xwe, yektayê dayika xwe. Wekî yekî ji malbateke dewlemend li jêr çavdêriya bavê xwe û xizmetkarên nav malê ji piçûkî ve berê wî ji seriyekî ve didin ser riya xwendegehê ji yê din ve ber bi dîwanxanê ve.

 

Piştre, Li mektebê dersa zanyariyê, li dîwanxanê dersa danayiyê werdigre, heta girtir dibe payeya xwendina wî jî berztir dibe, diçe nava feqiyan, ji bo dersa Erebî... Xwendina berztir di wê dewrê de ew bû ku kesek jê re lê bê, biçe feqîtiyê, dersa serf û nehwê, belaxe û usûlê bixwîne. Ji bo Ehmed ev yek lê tê, her li Bayezîdê diçe medresa Muradiyê. Muddetekî piştî ku li mizgeftên Bayezîdê û dor û bera wê dimîne, diçe Urfayê, Exlatê û Bedlîsê, vedigere ilim û zanînê fêr dibe. Li her aliyekî alimekî bi nav û deng heye ji bo wergirtina ilm û zanyariyê ku ew biçe nik wan. Dibêjin ku serî li Misrê jî daye(Sadiq Bahaeddîn Amedî navê Sûriyeyê jî li van cihan zêde dike M. C.). Di dawiyê de ku îcaza ilmî werdigre, vedigere bo Bayezîdê, dest bi dersdanê dike.

 

Ew, alimekî şareza yê her ilmekî bûye. Bi fermana Şahane çûye Babê Alî, Îstanbûlê. Şêx Ehmedê Xanî, her wekî car bi car neqil dikin, dibêjin merivekî girepiya bû, li gorî laşê wî serê wî mezintir bû, çavên wî piçûk û geş bûn, riya wî top bû û reşayî gellek tê de mabû, dengê wî nêr û berz bû, gellek kêm aciz dibû, dilter bû, vê dilteriya wî di dawiyê de ew rakêşa ber bi tesewwufê. Bi cil û bergên xwe pik bû, mêzereka xir sipî dida serê xwe, awayekî şalê Diyarbekirî li ber xwe dikir, dibêjin gellek hez ji nêçîr û şikaran dikir. Ku diçû nêçîrê, cilê nêçîrê li xwe dikir, siwarekî çak ê bi dest û lep bû.

 

Dibêjin palewan jî bû, her gav cîmnastîk dikir. Merivekî bi rêz û bi desthilat bû di nav xelkê de, du cihên wî hebûn; yekî ilmî û yekî malmezinî. Her wiha merivekî dîndar û Xwedêperestekî wiha bû ku soz û me'newiyata wî li her kesî tesîr dikir. Jiyana xwe bi vî awayî rabuhurand heta sala 1706-an di umrekî 56 salî de koça dawîn kir û her li Bayezîdê hat veşartin.

 

Gora wî niha jî zîyaretgeh e''. Her çendîn, Alaeddîn Seccadî bi xwe dinivîse ku Mela Salih jê re gotiye ku navê bavê Ehmedê Xanî Helyas(Îlyas) e jî ew gava wî binav dike dinivîse ''Şêx Îlyas''. Alaeddîn Seccadî dîroka mirina Ehmedê Xanî ji wê gotina Erebî derxistiye ya ku dibêje: ''Tara Xanî îla Rabbîhî''(Xanî ber bi Rebbê xwe ve firiya) Li gorî hesabê ebcedê ev îfade dike 1118'yê Hîcrî, ku Alaeddîn Seccadî 1706-ê Zayînêî daye ber wê.

 

Mela Mehmûdê Bayezîdî dinivîse ku wî Mem û Zîn, Nûbehar û bi Kurmancî, Tirkî, Farisî û Erebî şiîr û xazel nivîsîne, li Bayezîdê bi navê xwe mizgeftek ava kiriye û ew bi xwe jî li rex wê mizgeftê definkirî ye. Heta di wir de tê diyarkirin ku Simaîlê Bayezîdî jî ku şairekî Kurd e şagirdê Ehmedê Xanî bûye û di mizgefta wî de dersên Kurdî daye piçûkên Kurdan(Ev şair di 1065-ê Koçî de bûye û di 1121-ê Hîcrî de miriye- Yanî hemdemê Xanî ye). Piştî wî, Hemze Begê Muksî gava di 1919-ê de Mem û Zîn daye çapê, di pêşgotina xwe de, behsa dîroka jidayîkbûn û ya temambûna Mem û Zînê ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî li gor hesabê Hîcrî neqil dike, ji bo yekê dibêje 1061 û ji bo ya din dibêje 1105. Piştre, Celadet Alî Bedirxan di hejmara 33-yan a Hawarê ya 1941-ê de ji Aleksandre Jabayî, ji Hemze Begê Muksî û ji Mem û Zînê bi xwe hin agahdariyên li jorê cara pêşîn bi tîpên latînî û bi Kurmancî dinivîse, lê di hesabkirinê de hin şaşîtiyan jî dike.

 

Cara pêşîn bi rêk û pêktir, piçekî berbiçavtir û firehtir Alaeddîn Seccadî hin agahdarî li ser jiyana Ehmedê Xanî dane ku agahdarîne rast di wan de hene. Agahdariyên ku wî dane hin di eserên Ehmedê Xanî bi xwe de hene, lê hin jî ew bi xwe nabêje rasterast ji kê wergirtine. Lê dinivîse ku du tişt ji Mela Salih wergirtine ku dîroka mirina Ehmedê Xanî û navê bavê wî ye.

 

Dîroka bûna xwe, ya xelaskirina Mem û Zînê, ya xelaskirina Nûbehara Piçûkan û ya ku kengî dest bi nivîsandinê kiriye û gava ku Mem û Zîn xelaskiriye umrê wî yê nivîskariyê çend bûye, di Mem û Zînê de û di Nûbehara Piçûkan de hene. Pişt re bajarê Ehmedê Xanî medresên ku wî lê xwendine û bajar û welatên ku ew lê geriyaye jî wekî agahdarî di esera Alaeddîn Seccadî de hene, lê ew, belge an navekî diyarkirî nade ku wî ev ji kê yan ku derê wergirtine. Wekî min berê jî nivîsîbû qenaeta min Alaeddîn Seccadî hem ev agahdarî, hem jî yên di berhemên Ehmedê Xanî de ji wî Mela Salihê ku ew bi nav dike wergirtine, ne ku ji berhemên Ehmedê Xanî û ne jî ji cihinî tir.

 


çimkî eşkere ye ku ew bi kûr û dûrî li ser berhemên Ehmedê Xanî hûr nebûye loma jî hin agahdariyên şaş di heqê naveroka berheman de(mesela di heqê Mem û Zînê de) daye." [6] 

 

"Ehmedê Xanî, di sala 1651'an de ji dayîk bûye. Cihê ku ew lê ji dayîk bûye tam ne diyare. Li gor gelek lêkolîner û nivîskaran, ew ji êla Xaniyan bûye. Li ser cihê vê êlê dîtinên cuda hene. Li gor van dîtinan, cihê vê êlê ji Cizîra Botan heta derdora Wanê tê guhertin. Lê nêrîna hemû lêkolînvana ji Colemêrgê ye didine zanîn.” [7]

     

"Dema ku 14 salî bûye dest bi xwendin û nivisînê kiriye.

 

      Xettê te ye ser nivîşt û ser meşq

 

      Sih sal e xettê xetta dikî meşq

 


Yanî sih salî teman nivîsandina kurdî û helbestan kiriye.” [8]

 

"Dema ku nivîsîna Mem û Zînê temam kiriye 44 salî bûye. Xanî li Bakûrê Kurdistanê li Bajarê Bayezidê wefat kiriye. Gora wî li bajarê Beyazîdê ye. Tirba Xanî ziyaretgeha xelkê ye.” [9]

 

“Xanî bi Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî xweş dizanî, her wiha di deryaya babetên ola îslamê û Zimanê Kurdî şareza bû.” [10]

    

 


"Ehmedê Xanî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike, heta dawiya temenê xwe gelek pirtûk bi zimanê kurdî nivîsand, pirtûkên wî yek a helbestan e, yek li ser astronomî û erdnîgariyê ye, yek li ser eşqa Mem û Zînê ye, yek ji bo zarokên kurda ye ku navê Nûbehara piçûkan lê kiriye, yek li ser felsefeyê ye, yên din jî pirtûkên îslamîne. Lê tenê çend pirtûkên wî xwe gihandine destê me ên dinê wendakirî ne.

  • Nûbehara Piçûkan
  • Mem û Zîn
  • 'Eqîda Îmanê
  • Eqîda Islamê

Dîwana Helbestan

Erdê Xweda

Fî Beyanî Erkanî Îslam

Şêrên Fîlozofî [11]

 

 

 

 

 

Nûbehara Piçûkan

 

Nûbehara piçûkan weke ferhengek erebî û kurdî ye, peyv bi kurdî hat danîn wateya wê bi erebî hatiye şîrovekirin.

 

Ev pirtûka xwe di sala 1094'ê koçî de bi dawî dike, wê demê bi temenê (33) salî bû, nûbehara piçûkan ji çardeh movikan pêk tên, bi rengekî kêşan û rêzbend cuda û bi awayê şîretwarî ji bo awayê dayina waneyan hatiye nivîsandin.

 

Yekemîn ferheng bi zimanê kurdî ye.

 

Armanca xanî ji vê pirtûkê çi bû?

 
  • Balkişandina ser perwerde û hînbûnê, ji bo mejiyê miletê kurd bi pêş bikeve bi hêztir bibe û xwe bi rêve bibe ji bo azadiya xwe bi dest bixe nebe destik ji desthilatdaran re.
  • Baweriya xanî bi wî hebû ku ev pirtûk alîkariyê dide şagirtan ji bo waneyên xwe têbighêjin.
  • Baweriya xanî hebû bi neslên nû ku wê guhertinê çêbikin û wê ne wek serdestên xwe bin.
 

Nûbehara piçûkan ji /954/ peyvên kurdî li heberî wê wate bi erebî bûn.

 

Nimûne:

 

“El QIT’ETÛ FÎ BEHRÎ

 

EL SERÎ’L EL METWÎYYÎ

 

Her çi kesê ilmekî qenc xwendiye

 

Dewlet e, ger wî bi esil zaniye

 

Mûfte’ilun mûfte’ilun fa’ilun

 

Behra serî’e çi ye? Xweş metwiyye

 

Mekke Medîne çi ne? ew Qeryetan

 

Roj û heyv herdu çi ne? zebreqan

 

Şehd û ’esel herdu çi ne? hingiv in

 

Ery senûn û dureb ew jî wusan

 

Xedeb û ’eseb herdu çi ne? şêr û reh

 

Şir û qelem herdu çi ne? eqtean

 


Şariq û beyda çi ne? ew herdu roj”[12]

 

Mexrib û meşriq çi ne? ew xafîqan

 

Şems û qemer roj û heyv in ey bira!

 

Roj û heyv herdu çi ne? ezheran.

 

Eqîda Îmanê

 

Eqîda Îmanê pirtûkeke helbestî ye, ji /73/ malikan pêk tê, di van malikan de xanî rêgezên Îslamê daye diyar kirin û danasîna xelkê ji îbadetê re bi zimanê kurdî.

 

Pêwistiya nivîsandina bi zimanê kurdî, Xanî dît ku mele û mamosteyên wê demê bi erebî û farisî dinivîsandin û miletê Rojhilata Navîn ne tevî wan ereb û firs in. Pir ziman jî lê hene û xwedî ziman û çand in.

 


Xanî balê dikşîne ser Melayê Bateyî ku di navbera salên  (1414-1495) an de cara yekemîn mewlûda pêxember bi zimanê kurdî nivîsandiye, ji (20) movikan pêk tê û jiyana pêxember Mihemed dide naskirin.” [13]

 

Nimûne:

 

“Yeqîn dê bibêtin di yewma-qiyam

 

Hîsaba helalê ‘ezaba heram

 

Ji bo ehlê xêran necat û rîda

 

Ji bo ehlê şerran ‘îqab û ceza

 

Di qebrê dibêtin ji xelqê mirî

 

Sûala Nekîrî digel Munkerî

 

Di heşrê terazî û mîzan heye

 

Xerabî û qencî û kêşan heye

 

Sîrat ew pura purr bi xewf û xeter

 

Cemî’ê xelaiq dikin lê guzer

 

Cehennem dibinda û cennet li pêş

 

Li ser wê îlahî tu destêm bikêş

 

Weger ne, ezî mucrimê bed’emel

 

Dizanim ku dê bê te pêy min zelel  

 

Bi zenb û qusûrê di min tu nekî

 

Di gel min bi ihsan û lutfa xwekî

 

Min û cumleyê ummeta Mustefa

 


Bibê cennetê tabi’ê Mustefa.” [14]

  

 

“Eger, gelê Ingilîz, bi (Shakespeare - 1564-1616), gelê Rûs, bi (Dostoevsky 1821-1881), gelê Italî, bi (Dante Alighieri - 1265-1321), gelê E'rebî bi Ebul Ela El-Me' errî (973-

 

1057), gelê Faris jî, bi Fîrdewsî (932-1020)yê, şahnazî û îftîxar bikin, heqqê gelê Kurd jî heye ku bi "Xanî", îftîxar û şahnazî bike, ku bi rastî jî, Memo-Zîn û dîwana Xanî, ji "Romeo-Juliet"a şekispîr, "Komêdiya îlahî" ya Dante, ji (Xaniyê mirîyan û (gunehkarî û siza)" ya Dostovfskî, ji El-luzûmîyat û Seqtuzzend a Me' errî û Şahmame ya Firdewsî yê, ne kêmtir in, belkî di gelek sen'etê edebî û evîndarî î felsefî û exlaqî de, ji wan zêdetir û balatir in. Hem jî eger ku di cûmhûrîyyeta Eflaton (Platon) de (ku ji giringtirînê

 

topiyên klasîkî ye), di El-Medînetul Fadîle (Bajarê Çak) a Farabî yê de, Wêjeya siyasî (Utopian Literature)(16) hatiye tewzîh kirin, bê gumane ku di Memozîna Xanî de jî, ev cure wêjeyê, hatiye telxîs kirin. Wek ku Xanî çara azadî û deselatiyê,

 

di îttîhad û înqiyadê de, ya dewlet û hukumranîtîyê jî, di quwwet û qudreta çekdarî û aborîyê de (di şûr û îhsanê de ), dibîne û wiha teswîr û teqrîr dike:

 

“Ger dê hebûya me jî xwedanek

 

'Alî kerem û letîf e danek

 

Ilm û huner û kemal û îz' an

 

Şî'r û xezel û kitab û dîwan

 

Ew cinsê biba li ba wî me' mûl

 

Ew neqdê biba li nik wî me' qbûl

 

Dê min 'elema kelamê mewzûn

 


'Alî bikira li banê gerdûn” [15]

 

 

 


Her wekî Ehemdê Xanî di beriya 300 salî de doza dewletek Kurdî kiriye û xwestiye ku pere û diravên Kurdan jî bi sikên Kurdî hatibane muhirkirin, da ku Kurd bi vê yekê şehnaz û birûmet bûbana û serê xwe di nav xelkê de bilind kirbane, lê ji ber yekîtiya Kurdan çênebûye û timî mîr û beg û axa û mezinên wan şerên hevdû kirine, dijminê Kurdan ên derdorê li me gurîx bûne, ev yek ji gunehkariya miletê me ye, lê pirtir a mezin a fermandarên Kurdan e”[16], dema dibêje: 

 

Ger dê me hebûya serfîrazek

 

Sahib keremek suxon newazek

 

Neqdê me dibû bi sikê meskûk

 

Ne dima weha bê rewac û meşkûk

 

Her çend ku xalis û temîzin

 

Neqdên bi sikkeyê ezîzin

 

Ger dê me hebûya padîşahek

 

La'iq bidîya xwidê kulahek

 

Têyîn bibûya ji bo wî textek

 

Zahir vedibû ji bo me bextek

 

Hasil bibûbaya ji bo wî tacek

 

Elbette dibû me jî rewacek”

 

Ehmedê Xanî pir kizbûna xwe û ne razîbûna xwe ji rik û rikbariya Kurdan û dûrxistina wan ji hev û neyekîtiya wan tîne zimên ê dibêje; ev dûrîhevbûn û neyekîtiya wan xelkên biyanî wek Turk, Ereb, Eceman li me serdest kirine û desthildariya Kurd û Kurdistanê dikin.

 

Ger dê hebûya me itîfaqek

 

Vêkra bikira me înqiyadek

 

Rûm û ‘Ereb û ‘Ecem temamî

 

Hemyan ji me re dikir xulamî

 

Tekmîle dikir me dîn û dewtlet

 

Tehsîle dikir me ilm û hikmet

 

Her wiha Xanî gazinê dike ku Kurd pir ji nivîsandina bi zimanê Kurdî nakin, lewra heger xerîdar û xewxwerê wê bana, êdî wê ilm û irfana me gihaba ezmanê jorîn.

 

Şi'ir û xezel û kîtab û dîwan

 

İlm û hiner û kemal û iz'an

 

Ev cins li ba wî biba me'imûl

 

Ev neqid li ba wî biba mqebûl

 

Min dê elema kelamê mewzûn

 

'alî kiriba li banê gerdûn "

 


Ji bo naskirina mirovekî wekî Xanî di aliyê kesayet, hizir, felsefe û xebata wî ya binirx û bêhempa de, ku Ehmedê Xanî kî ye û çi ji wêjeya Kurdî re kiriye; ev helbest her tiştî tîne zimên.” [17]

 

“Sernameê name name Ellah

 

Bê namê wî natemam e wellah

  

Destpêka hemî nameyan û hemî tiştî (bêguman) navê Xweda ye. Tiştek bêyî navê Xweda nayê destpêkirin. Ji xwe her tiştekî ku bêyî navê wî were destpêkirin, ew destpêk kêm e, lawaz e û natemam e.

  

Ey metle`ê husn û `eşqbazî

 

Mehbûbê heqîqî û mecazî

  

Namê te ye lewhê nameya `eşq

 

Ismê te ye neqşê xameya `eşq

 

Ey jêderê evîn û ciwaniyê, Xweştiviyê rastîn û aşopiyê, navê te ye hevoka herî pîroz di nameya evînê de, navê te ye pênûsa di nexşkêşana evînê de. 

  

Bê neqşê te neqşê xame xam e

 

Bê name te name natemam e

  

Bêyî nexşê te, nexşeya ku pênûs dikêşe xav e, xam e û bê buha ye. Bêyî destpêka navê te ew name kêm e, natemam û zuwa ye.

  

Namê te ye şahîbeytê meqsûd

 

Fêhristê muqatebatê mehmûd

  

Mala şahiyê a yekcarî, ango cihê sermedî ku bûye cihê mebesta min, rêznameya hevokên dilveker e ku peyapey (ji peyamber re) hatine hinartin.

  

Mezmûnê muraselatê lareyb

 

Meşhûdê mûkaşefatê bilxeyb

  


Bêguman naveroka namîlkeyên ku hatine hinartin, dîdarê aşkerebûna tevaya raz û nihiniyên winda û nadiyar e. Aşkerebûna ew raz û nihêniyên ku hemî deman ji bo me bûne xewn, bûne aşop, bûne nîgaş..” [18]

  

"Ev helbesta xwarê çarîna zanay ê mezin ê Kurd, Ehmed ê Xanî ye ku bi çar zimanan hatiye nivîsîn: Kurdî, Farisî, Erebî û Tirkî......

 

Fate umrî fî hewake ya hebîbî kulle hal

 

Ah û nalem hemdemem şûd der fîraqet mah û sal

 

Ger benîm kanim dîlersen çoktan olmuştur helal

 

Dîn û ebter bûm ji eşqê min nema eql û Kemal

 

(Evîna min, hemî temenê min di viyana te de çû, ji ber cudabûna ji te hemî dem û gavên min bi ah û nalîn derbas bûn. Heger te ji min xwîn bivê, ji xwe ji zû de xwîna min di ber te de helel bûye, şêt û sergerdan bûm ji ber evînê, min ne heş û ne hay ji xwe heye).

  

Inte fikrî fî fuadî, inte ruhî fîl cesed

 

Leşkerê xemhayê to milkê dilem wêranî kerd

 

Dade geldîm eşq elînden îsterem senden meded

 

Wan teteran birne yaxma eql û dîn û milk û mal

 

(Tu di bîra min de yî, tu di laşê min de giyan î, êrîşên xemxwariya te dil û hinavên min wêran kirin, Ji dest evîna te perîşan bûm bi hêviya alîkariya te me, wan tetaran (xem û kulan) eql, dîn, milk û mal talankirin).

 

Tale xemmî, zade hemmî şa`e sirrî fîl-Mela

 

Tesneyê camê vîsal em çon şehîdê Kerbela

 

Yoksa sen dîwane oldun nice halim ey dîla

 

Ya ji nû ve îşweyek da min hebîba çavxezal

 

(Xemên min zêde û dirêj kirin, raza min li hemî heyînê eşkere bû, Gehiştina me şibhê cam bû wek şehîdê li Kerbela, Ma qey tu dîwane bûyî, dê çawa be rewşa min ey dîlber, ji nû ve hêviyek da min ey dîlbera çavxezal).

 

Bûtte hîcranen hebîbî leste minnî `alîmen

 

Her dem ez derdî firaqet xafilî ez halê men

 

Can û dilden arzî kildim halîmî canan ben

 

Erzûhala min tu xafil qet nepirsî `erzê hal

 

(Dilbera min,  der barî dûrbûn û cudayiyê de tu ji min nezanatir î, hemî gavan derdê cudayî xafil e ji rewşa min, min ji dil û can xwest rewşa xwe bo te veguhêzim, lê tew te guh neda daxwaza min û te li rewşa min nepirsî).

 

Hel lena min ni`metî wesl el-hebîbî min nessîb

 

Oftadem ber deret bîçare sergerdanê xerîb

 

Derdîmîz çok lek senden ona yok hîç bîr tebîb

 

Ey tebîbe min dewayê derdê Xanî her wîsal

 


(Gelo ji yarê dayînek bû hat û gehişte min, gehişte min sergerdan û derbederê bêçare û xerîb, lê derdên min ji ber te gelek in bi milyonan û ji ber vê çendê nûjdar jê re tune ye, ey nûjdara min, çareya derdê Xanî her gehiştina daxwazêye).”  [19]      

 

 “Bêguman Xanî çûye Cizîra Botan, pir jî lê maye. Belge û wesîqa wî jî,  Memo-Zîn bi xwe ye. Lewra Xanî di Mem-Zînaxwe de, erdnîgariya bajarê Cizîrê, navên cîh û derên wî, seyrangehên wî, bi terzekî pir deqîq û rast, teswîr û beyan dike. Ev jî dide nîşandayîn ku Xanî bixwe li wan deran geriya ye û dîtiye.

 

"Westanî" û "Nergizî" û "Seqlan"

 

"Derwaze" û "Omerî" û "Meydan"

 

Van seyregehan tu lê dikî geşt

 

Ez mame, ji bo me ra der û deşt

 

Xanî, ji bo ûmûmê xelkê,  ji bo hemî kesan, zehmet û cefa kişandîye; Memo- Zîn tenzîm kirîye, çêkirîye ku gelên bîyanî nebêjin: Kurd bêzanîn û bêçand in; bêhîm û bingeh in (bingehê wan ê zanîn û çandê tune),

 

Da xelqê nebêjtin, ku Ekrad

 

bê me'rîfetin, bê esl û binyad .

 

Xanî, di dawîya dawî de, berê xwe dide Xwedê û jê wiha daxwaz û niyaz dike, dibêje: "Ya rebbî ! Tu dizanî ku Xanî yê jar û belengaz, wekî qelema di destê katibê de ye, ne bi kêf û îrade û îxtîyariya xwe ye, tu tişt bi destê wî nîne, belkî mûqeyyed û girêdayê bi hukm û fermana Te ya ezelî va ye" :

 

Yareb, Tu dizanî Xanîyê jar

 

Teşbîhê bi xameya giriftar

 

Qelbê wî di dest Te da ye Elheqq !

 

Destê wî di dest xwe nîne mûtleq

 

 

 

Ji xwe,di edebîyata tesseuffı de Xanî rolekî pir bi rûmet û girîng lîstîye, ku di vî xusûsê de, di behsa "Xanî û tesewwuf û wehdetilwucûd" ê de, Me, gelek numûneyên giranbiha beyan kirine, îcaba tekrarkirina wan di vir de nake, lê wek numûneyekî balkêş û pîroz, em dix-wazin ku dîsan jî A'We bi van çend  helbestên dîwana wî, pîroz bikin :

 

Ey ayîneyê dil bi cemala Te mûcella

 

Sed sefhe bi yek zerre ji nûra Te mûtella

 

Însan Te ji bo alemê kubra kire nusxe

 

Lew mûdxeyekî jê Tu dikî 'Erşê mûella

 

Wehdet, bi heseb kesretê' e1janê meza/ûr

 

Her 50, bi Sifatan diketin keşfê tecella

 

Lew mûxtelefil qewl û 'emel bûne xelaîq

 

Kafir ji senem bûne bi navê Te tesella

 

Sirra xwe nîhanî Te ku da "Ehmedê Xanî"

 

Ez xe1jrê berî şud, be Tu awel'dî tewella 

 

Xanî di helbestên xwe de behsa mêrantî û mîrekên Kurdan dike:

 

Her mîrekî wan bi bezlê Hatem

 

Her mêrekî wan bi rezmê Rostem

 

Hindî ji cesaretê xeyûrin

 

Ew çendî ji minnetê nefûr in

 

Ev Xîret û ev ûlûwwê hîmmet

 

Bo manî' ê hemlê barê minnet

 

Lew pêkve hemîşe bê tifaqin.

 

Daîm bi temmerud û şiqaq in

 

Her mîr û xanekî Kurdan, di merdîtîya xwe de, wekî

 

Hatemê Taî ne (ku meşhûrê bi sexawet û comerdîtîyê bûye), her mêr û mêrxasekî wan jî, di jîrîtî û mêrxasîtîya xwe de, wek Rostemê kurê Zal in, bi qasî ku ji cesaret û mêrxasîtîya xwe de, bi xîretin, ew qas jî, (bi angorê wî jî), ji minnethildanê, nefretdikin (ji tu kesî ra tu minnet û paxavê nakin, serê xwe ji kesî ra, bi taybetî ji hevra danaynin).

  

Ev jî heqîqet û taybetîyeke pir bi qîmet û rûmet e, pir bilind û bala ye, ku ew pîrê wêjeya netewîya kurdî, ew aşiqê azadîya Kurdistanê, bi her qedehên meya azadiyê razî nabe, bi her cûrên dur û yaqûtên wê xezîneya pîroz jî qayîl nabe, belkî, xwe berdide deıya dîroka gelê xwe ya kûr û dûr û bê payan, ji nav dur û gewherên wî yên giranbiha û hêja, ya herî bi qîmet û bi rûmet hildibijêre û diniqîne, ku ew jî, azadîya dema Pêşdadîyan (Gûtîyan) e, ji wî demê jî, azadî ya dema padîşah û hukumdarê

 

wanê herî mezin (Cem-Cemşîd) ji Kurdistana xwe ra dixwaze û Dihebîne, qedeha bezma wê meyê hiltîne, ewî laîq û munasib dibîne û wî mesaja dîrokî dide gelê xwe, ewî dema zêrîn di bîra wan tîne (ku bi wî awayî jî, zindîtî û dînamîktiya xwe ya eqlî û fikrî jî dinerxîne) û wiha dibêje :

 

Saqî tu ji boy Xwedê kerem ke

 

Yek qurçekî meıj di camî "Cem" ke

 

Da camê bi mey cîhan numa bit

 

Herçî me îradeye xuya bit

 

Bextê me ji bo me ra bibit yar

 

Carek bibîtin ji xwabê hîşyar

 

Rabit ji me jî Cîhanpenahek

 

Peyda bibitin me padişahek

 

Ger dê hebûya me padişahek

 

Laîq bidîya xwedî kulahek

 

Te'yîn bibûya ji bo wî textek

 

Zahir vedibû ji bo me bextek

 

Xalib ne dibû li ser me ev Rûm

 

Ne-d bûne xirabe yê di dest bûm

 

Mehkûmê Elîyye û Sea'lîk

 

Mexlûb û mutî ê Tirk û Tacîk

 

Ma qey ji ezel Xwedê wisa kir

 

Ev Rûm û Ecem li ser me rakir?

 

Herçî bire şîrê destê hîmmet

 

Zebt kir ji xwe ra bi mêrî dewlet

 

Lewra ku cîhan wekî' erûs e

 


hukmê di destê şîrê rûse” [20]

  

 

Destaneya Mem û Zînê ji giringtirîn û buhatirîn karê ku Ehmedê Xanî pê rabûye. Mem û Zîn karekî wêjeyî û hunerî ye ne tenê di nav tuxûbên kurdistanê de nema li cîhanê bi tevayî belavbû.

 

Mem û Zîn hişt ku miletên cîhanî kurdan nas bikin û xanî wek helbestvan û zaniyarekî kurd bê nasîn.

 

Di Mem û Zîn de xanî xwest bide xuyanê kirin ku zimanê kurdî jî zimanekî wêjeyî û pê tê nivîsandin.

 

Destana Mem û Zîn çîroka hezkirinê di navbera xortê kurd (Mem) û xuşka Mîrê Botan (Zîn)ê de ye, herdu lehengên çîrokê ne û kesayetên din yên çîrokê, Mîrê Botan  (Zeynedîn) birayê zînê ye, (Sitê )xuşka zînê ye, (Tacedîn) hevalê herî nêzîkî Mem e (Arif û Çeko) birayên Tacedîn in û  (Bekir ) yê dergehvan e. Rûdana çîrokê li Bajarê Cizîrê wê demê paytexta mîrnîşiya Herêma Botan bû, di roja Newrozê de wek roja yekem ji serê salê ye û roja yekem ji demsala buharê li cem gelê kurd û hin miletên din. Di vê rojê de Mem û Tacidîn cilên jinan li xwe kiribûn û Zînê û Sitê cilên mêran li xwe kiribûn, di nav pîrozbahiya cejina Newrozê de demê Mem Zînê dibîne dil dikevêyê û Tacidîn jî ji Sitê hez dike di wê hevdîtinê de herdu xort lev dikin ku biçin herdu keçan ji birayê Zênedîn wan bixwazin, di despêkê de Tacedîn Sitê dixwaze, daweta xwe li dardixe.

 

 “Ez gelek pirbuha dizanim ku di nav vê kitebê de dîroka koçkirina her du aşiqên bi nav û deng; Mem û Zînê bi wêneya gora wan û wêneya beşek ji Medresa Mîr Avdel'î re çap bikim. Koçkirina van her du aşiqên Kurd ên nemir; Memê Alan û Sitiya Zîn, di sala 854'e koçî (1451'e Zayînê) de bûye Yanî 536 sal berî niha.

 

Ev tarîxa han, li ser kêlên gora wan hatiye nivîsîn û nuha jî gelek baş tê xwendin.Ji derveyî vê, nivîsînên din jî li ser kêla wan heye û bi li ser kêla wan kelîmeyên wek "tufya" û "rehîmehumellah" hene. Eva han jî eşkere dike ku ev her du aşiqên nemir, di yek rojê de mirine. Ev yek di nav xelkê Kurdistanê de belav e û di eynî wextê de ji alî zanaye mezin Ehmedê Xanî jî di destana serpêhatiya Mem û Zînê de, (di sala 1105'e koçî -1694'e zayînê) hatiye nîşankirin.Yanî di wê destana 251 sal piştî Mem û Zînê de. Lê di vê de Xanî ne gotiye ka koçkirina van di kîjan salê de bûye, vê tarîxa han ronî nekiriye.

  

Heta roja niha jî, bi fikra min, kesekî tarîxa koçkirina

 

wan di tu kitêbê de ne weşandiye û nehatiye zanîn ka di çi çerxê de bûne. Herwiha navê Mîr Zeydîn; birayê Zînê jî, Şerefnamê jî tê de di tu kitebên tarîxê de nehatiye. Ji ber diyarnekirina çerx û jiyana Mem û Zînê, gelek xwendewar wisa fikir dikin ku eva han efsanek e û rastiyek ji bo Mem û Zînê tune (wek Leylê û Mecnûn) û ji alî Ehmedê Xanî hatiye nivîsîn.

  

Bi vî awayî, belavkirina wêneya kêla li ser gora Mem û Zînê, ronîkirina çaxê wan û tarîxa koçkirina wan, rastiya Mem û Zînê baş derdixe ortê.

 

Eva han ciyê kovana ye ku hemû nivîsînên li ser kêlên wan ên ku gelek tişt bi wan tên ronîkirin( wekî navê bavê wan, roja koçkirina wan) heta niha negihaştiye destê min. Heviya min ew e wan jî di wan rojan de belav bikim.

  

Gorek li rexê gora Mem û Zînê heye ku di ve wêneye de diyar nîne. Di nav xelkê Cizîra Botan de wiha belav e ku ev gor a Beko ye;ewê ku di nav xelkê Kurdistana Newendî(a Tirkiyê) de bi nave Bekoyê Le'în –Beko Ewan û di nav nişteciyên ciyê Soran de jî bi navê Bekiroke-Bekir Mêrgewerî bi nav û deng e.

  

Beko ji xelkê ciyê Mêrgewerê bûye. Ev cî niha dikeve nav axa Kurdistana îranê. Ew, dergevanê Mîr bûye. Bûye sebeb ku Mîr xuşka xwe nede Memê Alan û nehiştiye daku her du aşiq bi evînî û şadiya xwe kefxweş bibin.

  

Li ser vê, Mîr, Memê diaveje Zindana Birca Belek, heta li wir dimire. Li ser nerizayiya xelkê, Mîr Zeyn Eldîn poşman dibe, biryar dide ku Memê ji zîndanê derîne û xuşka xwe Zînê bide û dest bi şahiya dawetê bike.

  

Li ser vê bûyerê Ehmede Xanî, di Mem û Zînê de wiha dibeje: Zînê diçe ba Memê ku wî ji zîndanê derîne, lê Mem piştî çend axaftinan dimire û xelke Cizîrê li ser wî kom dibin. Di vê navê re, Mîr Tacdîn; destbirayê Memê, mêrê Sitiya xuşka Zînê, rastî Beko tê û wî dikuje. Dibeje; çaxe Memê veşartin, Zînê li ser gora wî mir. Piştî girîna sê rojan li ser wan, li ser fermana Mîr, gora Memê vedikin û Zînê dixin nav gora wî. Her du di nav gorekê de ne, ne du gor in.

 

Her wekî Xanî dibeje:

 

“Ew her du gewher di durcekî da

 

Ew şems û qemer di burcekî da

 

Bê wasite wan kirin muqarîn

 

Bê fasile ew bi hev siparîn

 

Hasil, vekirin ji nû ve sendûq

 


Mîr gote Memê: “Ji bo te me’şûq” [21]

  

 

“Em dikarin bi dilniyayî bibêjin ku Xanî, di hest û helwestê xwe yê niştîmanî de, yek ji serperişt û hîmê bingehîn yê welatperweriyê ye.

 

Ji roja amadekirina pirtûka xwe ya bi navê "Mem û Zîn", ji aliyê gelek lêkolîner, nivîskar û helbestvanên kurd ve, wekû çavkaniya berdewam herikbar, bûye navenda hewar û seredana welatperweran.

 

Her wêjevan, yan jî, her nivîskarekî kurd, çi gava xwestiye hestê xwe yê niştîmanî, sîtem û narewatiya neyaran ya li ser gelê xwe derbibire, çi gava xwestiye ku li hember sîtem û hêrişên hovane yên dijminan raweste û gelê xwe hişyar bike, di bin sîwana hest û helwestê Xaniyê hera zindî de tevgeriyaye.

 

Li ser navê Xanî, di berhema xwe de, hewar û gaziya xwe gehandiye gelê xwe. Êş û azarên gelê xwe parvekiriye û aniye zimên.

 

Yek ji wan wêjevanan, nivîskar û helbestvanê hêja Evdirehman Mizûrî ye. Mizûrî bi xwe xelkê Dihokê, ji gundê Êtûtê ye. Li ser wêjeya gelêrî û helbestvanên wek Melayê Cezîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û her wiha, gotar û lêkolînên wî hene.  Her wisa xwediyê sê (3) pirtûkên helbestî ye jî. Pirtûka xwe a yekemîn bi navê "Ji Evîna Çirayên Kevn", duyemîn pirtûka xwe a bi navê "Li Xelkê Tehl e Li Min Şîrînê" weşandiye.

 

 Di helbesta xwe ya bi navê `Ji Evîna Çirayên Kevn` de ku bi şêwaza Helbesta kêşsaz darijtiye, li bin sîwana hestê Ehmedê Xanî, hewar û gaziya gelê xwe ji bo gencên welatî, wisa radigehêne:

 

XANÎ

 

Memo, Memo..

 

Asman bi moran û temo

 

Rabe, tu tirsa Mîr neke   

 

Bîranîna reşçavên Zînê ji bîr neke

 

Perda te çand û vedayî bo zavaniyê

 

Ev roke kal û pîr neke..

 

Rabe Memo,

 

Tîr û kevanê xwe rake

 

Tev daristan û kîzên me

 

Ji tarî û hovan vavêre miştî çira ke

 

Zîna êxsîr û bendeya bejna te ya şîrîn û şeng

 

Wekû takê rihanokê

 

Di ber textê sîngê xwe rake.

 

Şiroveya Helbestê:

 

Bi dengekî nerm û pir-azar ku ji kûrahiya mêjûyê tê, gazî "Memo", ango, şervanên welatê xwe dike û ji wan re "asman"ê welêt "bi moran û tem"e dibêje.

 

Di vir de Gurk (dijmin), ji seqaya bi moran û temê gelekî hez dike. Dixwaze ji gencên kurd re bibêje ku di seqayeke wisa de, welat ji aliyê dijmin ve hatiye dagîrkirin, hatiye dorpêçkirin û pêdivî bi serhildan, bi halan û berxwedana te heye, "Memo"!..

 

"Rabe, tu tirsa Mîr neke", serî hilde, nabe tu ji dijminan bitirsî, tirsa ji mirinê ne çareserî ye, "bîranîna reşçavên Zînê (evîna welat) ji bîr neke", jiyana bêrûmet mirin e û mirin ji jiyana serşorî bi gelekî çaktir e.

 

"Perda te çand û vedayî bo zavaniyê"; ew ked û xebata ku derencama fedakarî, gorîdan û westaneke salane ye, "ev roke kal û pîr neke", êdî demê nekuje, îro dema wê hatiye, "Rabe Memo"; gelî gencan serî hildin..

 

"Tîr û kevanê xwe rake", amadekariya xwe bike, bi çek û rextan xwe rapêçe, "Tev daristan û kîzên me, ji tarî û hovan vavêr e, miştî çira ke", tevaya darûberên çiya û deştên welatê me ji hovan (dijminan) pak û xawen bike û ji bo nehiştina taristaniyê, çira azadiyê, ango, ronahiya sermedî li seranserî welêt binecih bike..

 

"Zîna êxsîr û bendeya bejna te ya şîrîn û şeng", û ev niştîmana te ya ku ji behiştê jî xweşiktir û xweştir e, bend e, bindest e. Ji bo rizgariyê, ji bo azadiyê li benda kar û xebata te ye. Bixebite, tevbigere, raneweste û ji bo azadiya welat û welatiyan hemî rêçikên fedakariyê bi kar bihêne.. 

 

"Wekî takê rihanokê, di ber textê sîngê xwe rake!"

 

Piştî ew kar û xebata te ya ku derencama kedeke pîroz û serbilindiya te ye, êdî bêtirs, dûr ji xem û gumanan, li ser sînga welatekî azad, di himbêza niştîmaneke ciwan de, bê minet, bi dilniyayî û sermedî bijî..

 


Belê, her wekû di serî de jî me daxuyakirin, wekû gelek nivîskar, lêkolîner û helbestvanên welatperwer yên kurd, Evdirehman Mizûrî jî, bi rêya felsefe û li bin sîwana hest û helwestê Ehmedê Xanî, hest û helwestê xwe yê niştîmanî, hezkirina xwe ya ji welêt, bi vî şêweyê nazdar, dilêrane û balkêş, bi rêya vê helbestê aniye zimên…” [22]

 

CEGERXWÎN

 

 “Belê, wekû li jorê jî me daye xuyakirin, piraniya nivîskar û helbestvanên kurd, çi gava xwestine hawar  û gaziya xwe ya der barî êş û azara niştîman de bigehînin gelê xwe, bi dilniyayî berê xwe dane Ehmedê Xanî û bi rêya nivîsênê, mebesta xwe ya der barî kem û kurtiyên jiyana gelê xwe de dane xuyakirin.

 

Bo nimûne; Cegerxwîn.

 

Ev helbestvan û nivîskarê kurd ê navdar ku di tevaya berhemên xwe de, li hember welat û welatiyên kurd xemgîniya xwe, welatperweriya xwe, di helbesta xwe ya bi navê "Rêhberê me Seyadayê Xanî" de, bi dilekî vekirî aniye zimên û di warê rênimayiya niştîmanperwerî de, mezinatiya Xanî wisa destnîşan dike:

 

(…)

 

"Ne pêxemberên me, Zerdeşt û Mezdik û Manî

 

Yek rêhberê me heye ew jî Seydayê Xanî

 

Seyda ye, suxteyê wî her Cegerxwîn

 

Li nav kurda ye, lê wek Cihayê bê dîn"

 

Her wekû di vê hevoka helbesta wî ya bi navê -Rêhberê me Seydayê Xanî- de jî (Prîsk û Pêtî) diyar dibe ku Cegerxwîn, Xanî ji Peyamberan girîngtir û wî wekû rêhber û serperiştê doza niştîmanî ya gelê kurd dibîne. Her wisa Cegerxwîn, bi vê hevoka helbesta xwe, astê welatperweriya xwe jî destnîşan dike!..

 

Di helbestek xwe (Ehmedê Xanî Kurd nekir hişyar) ya her di vê dîwana navbirî de, Cegerxwîn, girîngiya Xanî ya di warê niştîmanperwerî de wisa li ber çavan radixîne:

 

(…)

 

"Ey Cegerxwîn, Ehmedê Xanî bi Naqosa mezin

 

Kurd nekirin hişyar, ji bo çi wer dinalî wek Ceres"

 

Daberheva "Naqos" û "Ceres"ê ya ji aliyê Cegerxwîn ve, em dikarin bibêjin ku nûjeniyeke balkêş ya wêjeyî ye.

 

Naqos, navgînega mezin a bangawaziya perestina Mesîhiyan e. Dengê wê gelekî bilind e û bi wî dengê bilind bangî civakeke bawermend dike. Li hemberî vê, Ceres jî piçûk û kêm deng e û bangî çend kesên di hundirê malekê de dike. Bi vê nimûneya balkêş a wêjeyî, Cegerxwîn, dubare mezinatiya Xanî dupat dike.

 

Hêjayî gotinêye ku em bizanin, Cegerxwîn, bi vê nimûneyê mezinatiya xwe û astê welatperweriya xwe jî, bi dilniyayî, bi ciwanmêrî û bi serbilindî li ber çavan radixîne.

 


Tişta ku Cegerxwîn û hevtayên wî dike nirxên niştîman, bêguman em dikarin bi asanî bibiêjin ku ev şêwe ye!...” [23]

             

Encam

 

 

 

Wekû ji mêjûyê em dizanin ku di sedsala 16-17`an de (1514-1639), di encama cenga li navbera Sefewî û Osmaniyan ku li ser sînga Kurdistan rû dabû, û  di encama lihevkirina her du aliyan de, bi peymana Qesrî Şîrîn, yekemîn parvekirina welatê kurdan rast digere.

 

     Ev pêvajo (dabeşbûna Kurdistan), li nav rewşenbîr, bîrewer û nivîskarên kurd dibe sedemê peydabûna hestê niştîmanî.

 

     Yek ji wan bîreweran Feylesofê Kurd yê navdar Ehmedê Xanî ye. Xanî, di berhema xwe ya bi Navê "Mem û Zîn" de, amaje bi çarenûsa çewt ya netewa kurd ku ne li bar e dike û her wisa, li rêkên çareseriyê jî digere.

 

     Yek ji wan rêyên çareseriyê, yekîtiya gelê kurd e. Bo nimûne:

 

"Ger dê hebûya me itîfaqek

 

Vêkra bikira me înqiyadek!.."

 

(…)

 

     Piştî Xanî, ew ramyar û bîrewerên kurd jî, ev pêşniyara Xanî ku yek ji rêçikên çareseriyê ye, di berhemên xwe de berdewam dubare kirine û îro jî, gelê kurd vê feryada Xanî, rojane ji bo deverên peywendîdar bi bîr dixe…

 


Mizgîn Remo


   


[1] Abdurrahman Durre -ŞERHA DÎWANA EHMEDÊ XANÎ FELSEFE Û JIYANA WÎ. R-17-19

   

[2] Îshaq Orbîlî:Lêkolînerekî Rûs e, hatiye Rojhilata Navîn û lêkolîn li ser Kurdan kiriye. Navê wî di pirtûkên Wêjeya Kurdî ya Qenatê Kurdo de derbas dibe.

   

[3]  Salihê Heydo-Semînera wêjeya kilasîk a li zanaîngeha Rojava hate dayîn.

   

[4] Salihê Heydo-Ji semînerên waneya Klasîk-Zanîngeha Rojava

   

[5] Mûrad Ciwan-Xebatên li ser Ehmedê Xanî û berhemên wî – R-60-73

    

[6] Mûrad Ciwan-Xebatên li ser Ehmedê Xanî û berhemên wî – R-60-73

   

[7] Hesen KINYANIŞÎ, Cegerxwîn GOYÎ-Wêjeya Kurdî – R-100

   

[8]  Salihê Heydo -Semînera wêjeya kilasîk a li zanaîngeha Rojava hate dayîn.

   

[9] Jêdereke berî hatiye gotin.

   

[10]  Ferhad Şakilî-Elweyî Elkurdî fî Mem we Zîn Ehmed Xanî-R-37

   

[11] Qanatê Kurdo-Tarîxa Edebiyata Kurdî – R-117

[12] Ehmedê Xanî-Nûbar-R:29

   

[13] Ferhad Şakilî-Elweyî Elkurdî fî Mem we Zîn Ehmed Xanî-R-41-42-43-44-45-46

   

[14]https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Eqîda_îmanê_(pirtûk)

[15] Abdurrahman Durre -ŞERHA DÎWANA EHMEDÊ XANÎ FELSEFE Û JIYANA WÎ-R-26

   

[16] Salihê Heydo -Semînera wêjeya kilasîk a li zanaîngeha Rojava hate dayîn.

   

[17]  Ehmedê Xanî-Mem û Zîn-Huseyn Şemrexî-R-37-40

   

[18] Ehmedê Xanî-Mem û Zîn-Huseyn Şemrexî-R-15

   

[19] Abdulreqîb Yûsuf -Şaîrên Klasîk ên Kurd – R-107-108

   

[20] Abdurrahman Durre -ŞERHA DÎWANA EHMEDÊ XANÎ FELSEFE Û JIYANA WÎ. R-11-12

   

[21] Abdulreqîb Yûsuf-Şaîrên Klasîk ên Kurd-R-103

   

[22]  Evdirrehman Mizûrî-Ji evîna çirayên kevn-Şîroveya-Dildarê Şeko

   

[23] Cegerxwîn-Pirîsk û Pêtî-R-65-66

   

Îroveyan
* E-name li ser malperê nayê weşandin.
I BUILT MY SITE FOR FREE USING