•  15/11/2018 11:11 AM

Yek ji navdartirîn helbestvanê kurd e, ku helbstên wî bibûn mîna tîrêjekê ji roka zer di şevê tarî de û gotinên wî mîna baranên buhara hêvî didan miletê xwe û riya azadî û têkoşînê li ber wan vedikir. Ciwanmêr û helbestvanê kurd Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekîgundî, cotkar û belengaz di sala 1903 de li gundê Hesarê li bakurê kurdistanê hatiye cîhanê. Ji 11 xuşik û bira tenê sisê mane Şêxmûs, Xelîl û Asya. Di sala 1918 de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê çûye ser dilovaniya xweda. Di sala 1919 de li gundê Bêdir-Memo diya wî Eyşan ya heftê salî çûye ser dilovaniya xweda, Cegerxwîn demekê li cem xuşk û birayê xwe maye.

Zêdetir bixwînin
  •  15/11/2018 10:39 AM

"Di dema jiyana Xanî de (dawiya çerxa şazde=16, destpêka çerxa hivde=17), Kurdistan di rewşeke pir tevlihev û şêlû de bû, bi peymana Qesra şirînê (1639 Z) di navbera barbarên Osmanîyan û Sefewûyên şîî'yên Îranê de, hatibû parçekirin û parve bûbû. Piştî wê peymana bêbext, hemî mîrnişîn û begnişîn ên kurdan, ji alîyekî de, bi Osmanî û Sefewîyên dagîrker û xwînxwer re, ji alîyekî din de jî, -bi fitne û fesadî û hîle û dek û dolabên wan cenaweran- bi hev ra, di ceng û cîdal û şer û şoriş û cerd û talanên bê însaf û hov û dijwar de bûn.

Zêdetir bixwînin
I BUILT MY SITE FOR FREE USING