15 Nov
15Nov

Hacî Qadirê Koyî û Netewîtî

    Li gel her netewekê navgînên derbirînê yên cûrbicûr peyda dibin, nemaze dema ku jiyana vê netewê hemû şer, ceng û şoreş be, wê demê ji bo tifing, hêsir û berxwedanê, rêhevaltiya pênûsekê pêwîst e, ji ber ku çîna ku pêşengtiya civaka xwe dike, her wiha bi roleke girîng dilîze, çîna rewşenbîran e...  

   Di dawiya sedsala 19an de, tîrêjên çîna kesên rewşenbîr di civaka Kurdî û dervî welêt vedan, tûrikên wan jî tijî hizir û ramanên netewî û niştîmanî bûn. Piraniya wan ji çîna erîstokrasî bûn, ku hin zarokên mîran bûn hatibûne sirgonkirin, an jî derçûyê akadîmiya leşkerî ya Osmanî bûn, ku di sala 1870ê de deriyê xwe li ber ciwanên Kurd vekirbû.[1](Zarokên serokeşîr û sersiwarên Alayên Hemîdî bûn).

 

  Li Stambolê jî, gelek rewşenbîrên Kurd li ser ramanên Burcuwazî sekinîn û dest bi derxistina rojnameyan û avakirina komeleyan bi rengekî veşartî, her wiha li ber çav jî kirin. Heta beriya avakirina komeleya Elfetat  [2] jî pêşengên tevgerên Kurdî belawela bûnو, lê bûyera herî binirx ku bû bingeha tevgera rojnamegeriya Kurdî û netewî, derxistina rojnameya Kurdistan[3]  bû, çunku ev rojname bû berdevka hişmendî û îdolojiya tevgera Kurdî di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an, lê ya ku her û her ji bo pêşengtiya netewî dimîne, pênûsa wêjevanan e, nemaze yê helbestvan, ku bêhtir, ew nêzîkî cîwar û hestê netewa xwe ye.

 

Jînenîgara Qadirê Koyî:

 


   Ew helbestvanekî niştîmanî ye, navê wî Qadir kurê Ehmed e, navê dayîka wî Fatmayê ye. li gundê Gorîqereç [4]ji dayîk bûye, dema bavê wî diçe ber dilovaniya Xwedê, Qadir temenpiçûk bû, lewme dayîka wî, wî dibe Koyê û li mizgefta Miftî li cem Melle Ehmedê Gunbetî xwendina xwe ya feqîtiyê dike. Ew ji zaroktiya xwe ve jîr û zana bû. Di dema xwendina xwe de, serdana Xoşnav, Hewlêr,  Serdeşt, Sablax, Şin  û Silêmaniyê dike. Ji ber ku ji kevneşopiyên Kurdan e, ku nasnavê hacî li zarokên xwe dikirin ger di çaxê hecê de hatibane dunyayê, lewme jî nasnavê Hacî ji piçûkanî ve, li Qadir hate kirin, ne ku ji ber çûbû mala xwedê hec kiribû, ji ber ku ti nîşan nîne ku çûyîna Qadir bo hecê ji me re piştrast bike, nemaze ku Qadir di jiyaneke xizan de mezin bûye.[5]

 

   Li cem merivên zana, ilmdar û oldar hîn bûye,  navê mella standiye, bûye mella  û bi navê melle li Kurdistanê geriyaye,  çûye Stembolê,  li wê derê,  bûye gernasê Kurd û Kurdistanê. Li Stembolê Qadirê Koyî bûye nasê şervanên azadkirina Kurdistanê û çend salan bûye mamostayê zarokên Bedirxan paşa, her wiha li mala wî, nivîsên Ehmedê Xanî nas dike,  dixwîne û pêşgotina "Mem û Zîn" gelekî bi wî xweş tê. Bîr û baweriyên welatperwerî û gelperweriya Ehmedê Xanî di dil û mejiyê wî de rûniştin. Ew dibe xemxwerê gelê xwe,  êdî helbestên  xwe  di der heqê rewşa gelê xwe û paşketina wî de dinivîse.[6]

  

  Li ser mirin û jidayîkbûna Koyî, gelek nêrînên cuda hene, lê dîroka ku bêhtir cihê xwe girtiye ji bo jidayîkbûna wî, li salên (1815-1816)an e,  ji ber ku weke di destnivîseke li cem merevên Koyî de hatiye destnîşankirin,  ku Koyî di salên (1815-1816)an de ji dayîk bûye. Ev destnivîs ji hêla lêkolîner Mesûd Mihemed ve, di bergê  duyan de ji pirtûka (Hacî Qadirê Koyî ) de hatiye belavkirin.[7]

 

Her wiha ji bo navê dayîk û bavê Koyî jî, ew bi xwe di helbesteke xwe de tîne zimên û dibêje[8]:

  

Bawkim Ehmed bû nawî bîrîm dê

 

Xelqî ladê bû, daykî min Fatê

  



Piştî ku dayîka wî jî dimire, êdî li cem xizmê xwe (Melle Omer Gunbedî) tê xwedîkirin û wekî hemû zarokên hezkerên xwendin û zanînê, tevlî fêrgehan dibe û li cem zanayên mîna (Mihemed kurê Ademê Balekî ) [9]   fêr dibe, gewrtirîn zana di serdema xwe de bû.

  

Koyî jî, mîna gelek zarokên sêwî û bêxwedî,  hejar û feqîr bû, jixwe ev yek jî di helbesteke wî de xuya dibe, dema dibêje[10]:

 

Be fîkrt dê zemanê çûyîne Balek

 

Bi pêxwasî nekewşim bo ne kalek?

  



Ev helbest Koyî ji hevalê xwe re, Melle Ebdullah re dişîne, dema ku li Stembolê ye û di helbestê de çawaniya çûyîna Balekê [11] tîne bîra hevalê xwe, bê çawa pêxwas û bê pêlav bû.

 

Koyî pênc salan li Balekê dimîne, paşê diçe Rojhilatê Kurdistanê, da ku xwendina xwe berdewam bike, ji xwe sedema venegerandina wî bo bajarê wî Koyîsenceqê, vedigere tenêtiya wî, ev yek jî di helbesteke wî de diyar dibe dema dibêje:

  

Her minim êsta warisê Îsa

 



Bê jin û mal û bê kur û mawda[12]

  

Di tenêtiya xwe de, xwe mîna pêxember Îsa dibîne, ku ew jî nezewiciye û ti zarokên wî nebûn.

  


Koyî çar salan li rojhilatê welêt dimîne, serdana gelek deveran dike, weke Serdeşt û Mihabad, piştre vedigere bajarê xwe Koyîsenceqê. Di wê demê de Koyî bûbû helbestvanekî mezin, her wiha bajarê wî jî gelek helbestvanên mezin afirandibûn, yek ji wan Nalî [13] bû,  ku helbestên wî bêhtirî xwe mijarên helbestên klasîk wek (wesf, evînî, felsefe, pesindan, şîn û devavêtin) di nava xwe de dihewandin, lewre jî Koyî xwe mîna şagirtekî di dibistana Nalî de didît.[14]

 

.

 


Celadet wiha dibêje: "Ez dikarim bibêjim min Hecî dîtiye,  lê nikarim bibêjim ez Hacî nas dikim. Ji ber ku dema Hacî çû ber dilovaniya Yezdan,  ez hêj nû bi ser lingên xwe ketibûm".[15]

 

Helbestvanekî tirk ê bi navê  Uskudarli Talat di kurtejiyana xwe de behsa Koyî dike,  çimkî wî û şîrbirayê xwe Safî li ber destên Koyî waneyên wêjeya erebî û farsî distandin:

  

Bu sırada Kürdistan fudalâ ve şuarasından Köy Sancaklı

 

Hacı Abdulkadir [Efendi] ye malik oldum. Mücerreddi, 

 

fakirhanede yatar kalkardı. Sinni seksene karib iken

 

fakirhanede vefat etti. Süt biraderim Üsküdarlı Safi ile

 

bana Arabî ve Farsî edebiyat okuturdu. Kürdce divanı

 



vardı.[16]

  

Şiroveya vê helbestê jî wiha ye:

  

(Di vê maweyê de min jî zana û helbestvanên Kurdistanê Hacî ‘Ebdulqadirê Koysencaqî nas kir. Nezewicî bû û bi tenê bû,  li feqîrxaneyê dima. Temenê wî nêzî heştê salî bû rehmet kir. Ji min û şîrbirayê min Uskudarli Safî re waneyên wêjeya erebî û farsî dida. Dîwana wî ya bi kurdî hebû).

    

Çûyîna Koyî Ya Stembolê (1864-1865):

 

 

 

   Di derbarê çûyîna Koyî bo Stembolê, gelek nêrînên cuda hene, her wiha çi kesê di derbarê jiyana Koyî de lêkolîn kiriye, bi baldarî li ser çûyîna koyî ya Stembolê sekiniye, ji ber ku ev qonax ji jiyana wî, gelekî bi bandor bû li tevgera kurdî bi giştî û ya wêjeyî bi taybet, nemaze li naveroka helbesta nûjen.

  



    Hacî Qadirê Koyî jî mîna gelek helbestvanan, dema ku li Koyîsenceqê bû, civaka xwe rexne dike, bi taybet çîna serdest a ku civakê li gorî xwe bi rê ve dibe, ji bo wê jî rexnegir Rişdî Fendî, derketina Koyî ji Koyîsencq û çûyîna wî ber bi Stembolê ve vedigerîne naveroka helbestên Koyî, çimkî Koyî oldarekî rast bû,  armanca wî her û her, pêkanîna berjewendiyên civak û gelê wî bû, ev yek jî hişt ku Koyî di hin helbestên xwe de [17] dijîtiya şêx û çîna ruhbanan bike, ji ber ku xwesteka wî ew bû ku riya zanistê nîşanî xelkê bide û durûtiya şêxan nîşan bide, weke ku di vê helbestê de dibêje[18]:

  

Fayidî ger bidaye zikr û dû'a

 

Dibûye Qarûn gedaye ser rîga

 

Şiklî tekeye û xanegahî şêxakan

 

Waqî'en rengîne ye emma bo riyan

 

Lem hemû şêx û murîdane riya

 

Ferdekî naçête mizgewtî Xuda

  

 Li gorî Koyî,  şêx û murîdên wan gel dixapînin û bi lava û duayên wan ve qet tiştek çareser nabe. Eger çareser bibûya mirov wê wekî Qarûn dewlemend bibûya.

 



Ji ber vî şêwazê wî, êdî têkiliyên wî bi şêx Nebî Mawîlî [19] re nexweş dibin, ev yek jî dihêle ku şêx Mawîlî lê bigere, da ku zerarê bigihîne wî, ji bo wê jî Koyî riya Stembolê dide pêşiya xwe.

  

Elladînê Secadî jî dibêje ku Koyî dema li Koyîsenceqê dimîne, êdî gelekî têkildarî şêx û axayan dibe, lê ji ber ku nêrînên wî û wan dijberî hev bûn, ev yek dihêle ku navbera wan nexweş bibe û piştre Koyî berê xwe dide Stembolê[20],  lê lêkolîner Mesûd Mihemed di derbarê vê mijarê de, ji bilî sedema ku navbera Koyî û şêx û axayên Koyîsenceq nexweş dibe, sedemine din tîne zimên û dibêje "Di derbarê lêkolîna min a li ser Hacî Qadirê Koyî, ez dibêjim ku du sedemên bingehîn hene, ku hiştin Koyî berê xwe bide Stembolê, ew jî ev in:  

  

-Xwesteka kesayetî.

 


-Rewşa aborî û civakî ya Kurdistan, Koyîsenceq û her wiha ya Hacî Qadir bi xwe.[21]

  

Lê tevî wê jî, ez bawer im ku kesayeteke mîna kesayeta Koyî dê rewşa aborî û ya civakî li pêşberî girêdana wî bi xaka wî ve nebine kelem,  ji bo wê jî ez dibêjim ku sedema herî bingehîn di çûyîna Koyî bo Stembolê vedigere astengiyên ku ji hêla şêx û peyrewên wan ve, di jiyana Koyî de dihatin kirin, êdî Koyî gelek êş dikişand û ji neçarî berê xwe da Stembolê,  ji bo vê jî Hacî Qadir bi xwe di helbesteke xwe de, ku ji bo hevalên xwe ji Stembolê şandibû Koyîsencqê, de dibêje:

  

Li Qûşxane tademî Îçqela

 

Li Bayîzaxa ta mehelî Qellt

 

Hemû xizmî xo min dezanim delîn

 



Lebî hurmetîman bo Hacî hellt[22]

  

Ji xwe di vê helbesta xwe de navê çar deverên Koyîsenceqê dibêje (Qoşxane, Îçqela, Bayîzaxa, Kelleh), lê eger em bala xwe bidine malika duyan, Koyî dibêje ku derketina min, ango revîna min ji Koyîsenceq  ji ber kêmnirxkirin û acizkirina min bû.

 


Di destnivîseke ku ji hêla Melle Ebdullrehman ve, piştî mirina Hacî Qadirê Koyî bi 12 salan hatibû nivîsandin de, gelek agahiyên binirx li ser Koyî hebûn, ev destnivîs jî dikeve destê Mesûd Mihemed û di bergê duyem ji pirtûka xwe ya li ser Hacî Qadirê koyî de, bêyî ku ti guhertinê tê de bike,  diweşîne. Tê de li ser nakokiyên Qadirê Koyî û Nebî Mawîlî diaxive û dibêje: Hacî Qadirê Koyî gelekî dijî Şêx Nebî Mawîlî bû, her wiha malikeke Qadir heye ku li ser şêx Nebî hûnandibû ku dibêje:[23]

  

Sitete'eşer jinî te bi mezhebî hîmarî

 

Îbno Adem nemawe serî pankat wek marî

  



Koyî vê helbestê radestî şagirtên xwe dike, da ku li Koyê belav bikin, êdî ji ber vê helbestê gefên kuştinê li Qadir hatin xwarin, her wiha carekê hewldana kuştina wî ji hêla peyrewên Şêx Nebî ve pêk tê, lewre Melle Ebdullah  [24] ji Qadir dixwaze, ku êdî dev ji vê şêwaza helbestên xwe berde û dûrî şêx û peyrewan bikeve, lê Hacî Qadir dibêjiyê, ku heta ev canê min di laşê min de be, ez ê dev ji rexnekirinê bernedim, pişt re jî dibêje ku dê li vê derê nemîne.[25]

 

Gelek helbestên wî di der barê Şêx Nebî de hene, ji van helbestan ev jî:

  

Le ehdî ker Nebî ta dewrî ga koîr

 



Le gwî yê ga nostûn zor heyîfe bo şîr[26]

  

Koyî di vê helbestê de, Şêx Nebî bi gayê kor û ker mînandiye.

  

Di encam de, me dît ku sedema bingehîn ji bo çûyîna Hacî Qadirê Koyî bo Stembolê encamê çi bû, her wiha ew tenêtiya wî, ku bê xizm û bê heval mabû li hemberî şêx û peyrewên wan, êdî ji bilî riya koçberiyê, ti rê li pêşberî xwe nedît,  ew riya ku hestê netewî li cem wî geş kir û deriyekî nû di helbesta Koyî de vekir, piştî ku helbestên wî tenê di çarçoveya helbesta klasîk (Hezkirin, rexnekirina civakê) de digeriyan.

                      

Peydabûna Netewîtiya Kurdî

 

 

 

 

 

   Dema ku em peyva Netew dibihîzin, pê re pê re gelekî serbixwe tê bîra me, gelekî ku zimanek, dîrokek û çandeke wî ya hevbeş heye.

 



   Netewîtî wek îdeolojiyeke siyasî di dawiya sedsala 18an de pêşî li Îngilterayê peyda dibe û bi Şoreşa Fransizî û geşteyên Napolyon re, li hemû cîhanê belav bû. [27] Ji ber ku bi  Şoreşa Firansizî re (14ê temûza 1789an),  mafên mirovan hatine ragihandin û bangên azadiyê bilind bûn, her wiha tovê şoreşan li gelek welatan belav bûn, nemaze di welatên di bin serweriya dewleta Osmanî de, êdî sedsala 19an bû sedsala helandina dewleta Osmanî. Dîroknas Arnold Tiwînbî  [28] vî tiştî destnîşan dike dema dibêje ((Dema ku bayê netewî ji Rojavayê ber bi Rojhilatê ve bariya, êdî normal bû ku hestekî netewî cudayî yê ku dihate naskirin di nav Kurdan de geş bibe, wekî ku di nav hemû gelên di bin serweriya dewleta Osmanî de geş kir, mîna Yonanî, Ermenî û Ereb)) li aliyekî din Linşofiskî  [29] jî vê yekê piştrast dike dema dibêje: "her dû binçînên netewî û mafên gelan, ên ku Şoreşa Fransizî bi xwe re anîn, hemû netewên şahinşahiya Osmanî pê bandor bûn, lewme encamine bi metirsî bi xwe re anîn"[30]. çinku di wê demê de li Ewropayê û di nav netewên Ewropî yên di dewleta Osmanî de, ramanên netewîtiyê berfireh dibûn, Balkanî serbixwe dibûn û Osmaniyan nikarîbûn li pêşiya vê hêzê xwe bigirtana, her wiha li Efrîkayê jî dewletên Ereban ji bin destên Osmaniyan derdiketin. Tirkîtî jî di nava Osmaniyan de pêş diçû û Ermeniyan dest bi avakirina dewleta xwe dikirin, êdî dengê parvekirina dewleta Osmanî her roj dihate guhê ronakbîrên Kurdan[31], ji bo wê jî em dikarin hişiyariya giyanê netewî yê Kurdî vegerînin sedsala 19an, di derbarê bandorbûna Kurdan bi bayê Şoreşa Firansizî, ji ber ku Elmîcur Son [32] dibêje: "Giyanê kurdî yê netewî di sedsala 19an de xwe da naskirin û xuyakirin,  dema ku dijbertî li hemberî Tirkan hate kirin, wek tevgerên mîrê Babanê Ebdulrehman Paşa sala 1806an, tevgera Soran Mihemed Paşa sala 1832an, her wiha ya mîrê Botanê Bedirxan Paşa sala 1842an"[33]. 

 

Tevî ewqas dorpêçiya ku li ser gelê Kurd hatibû pêkanîn, her wiha dagirkerî û desthilatdariya zordar, ku li ser wan dihate meşandin,  gelê Kurd ji cîhanê nehatibû veqetandin, wekî ku me li jor jî got bandorên bayê Şoreşa Firansizî xwedî rengvedan bûn di nava Kurdan de û siloganên vê şoreşê dengvedanek li cem mîrên Kurdan çêkir, lê bi rengekî kûr di nav gelê Kurd de nehate belavkirin, ji xwe nêrînên ku vê xalê piştrast dikin, nêrînên Basîl Nîktîn û Tomas Bwa[34],  dema sedemên serîhildan û tevgerên Kurdî di nîvê yekem ji sedsala 19an,  li hemberî desthilatdariya Osmaniyan û Persan vedigerînin wan tevgerên ku bi rengekî nû û bi şêweyekî Kurdperwer xwe birêxistin kirin, êdî bûne cihê baweriyê li cem gel, her wiha bûne parçeyekî girîng ji tevgera xebat û azadiya Kurdan,  nemaze di nîvê duyem ji sedsala 19an.[35]   Ji ber ku di nîvê yekem ji sedsala 19an,  hemû mîrnişînên Kurdan bi destê dewleta Osmanî tên hilweşandin. Jidestdana nîvxweseriya siyasî ya desthilatdarên Kurdî dibe sedema serhildan û karvedanên cuda cuda jî, ev karvedan,  venaguherin serhildanên netewî, lewme jî yekemîn nîşaneyên netewîtiya Kurdî di sala 1880î de, bi serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî[36] re derdikevin. Şêx di danûstandinên xwe de di gel dîplomatên Îngilîz,  her wekî ku Hamit Bozarslan ji R. Olson radigihîne, diyar dike ku Kurd neteweke cuda ye û hewl dide Kurdên Osmanî û Îranê bike yek. Her wiha Şêx Ubeydullah di nameyekê de,  ku ji cîgirê balyozê Birîtanî Clayton (kilayton) re, li Başkalê şandiye,  diyar dike ku "Gelê Kurd bi 500.000 malbatî zêdetir neteweke cuda û taybet e,  mezhebê wan ji mezhebê ewên din cihê ye,  zagon, dab û nerîtên wan ên taybet hene". Bi vî awayî Kurdan wek netewekê li hember her du gelên Tirk û Fars ên misliman û netewên dewrûber bi ciyawaziya wan a netewî pênase dike.[37]  Li aliyekî din, eger em bibêjin ku ramana netewî, ango hestê netewî mêweyek ji mêweyên sedsala 19an e, ev ê neyê wateya ku beriya vê dîrokê xwîn di demarên netewî yên nivîskar û wêjevanên Kurd re neherikiye, ji ber ku ew hest û raman dihatin xwedîkirin û mezinkrin heta sedsala 19an. Berevajî gelek netewên ku riya danasîna netewa wan ji hêla zana û ronakbîran ve hate şêwekirin,  ramanên netewa Kurdî, ango ramanên serxwebûnê di destpêka xwe de, li cem hin wêjevan û helbestvanan xuya bû, nemaza di sedsala 9an de, dema ku wêjevan li hest û zimanê xwe vegeriyan, piştî ku ji ber sedemên olî di serdemên Îslamî yên destpêkê de ji ziman û netewîtiya xwe dûr ketibûn,  ji van helbestvanan Baba Rûhê Hemedanî, ku di sala 841ê de jiyana xwe ji dest daye,  di helbesteke xwe de bang li gelê xwe dike, da ku di şer de mîna şêran bin li hemberî dijmin, da ku li welêt rojên xweş bibînin û her û her cejin û bihar be. Gelek lêkolîner, vê helbestê wek yekem helbest bi zimanê Kurdî nîşan dikin. Jixwe ev hest ne dûrî hestê helbestvan Baba Tahirê Ûryanî (1010-935) ye, dema ku welêt dike mîna gulekê ku ew guh didiyê, îcar çawa Xwedan dihêle ku kesekî ji bilî wî were gulava wê biguvêşe[38].

 

Lê wekî ku tê zanîn, tiştê ku neyê nivîsandin,  dê neyê parastin  jî, jixwe êşa herî biazar ku em, wekî Kurd dikişînin, nenivîsandina mîratê me yê wêjeyî û folklorî ye, ango windabûn û hilweşandina wê ji hêla dagirkeran ve ye, ev yek hişt ku guman li ser dîroka gelek huner û wêjeyan çêbibe, taybet di milê wêjeyê de, ev jî nîşaneke li ser siyaseta binpêkirin, çewsandin û qirkirina ku gelê Kurd rastî wê dihat. Li aliyekî din, ji dervî wan siyasetên qirêj, pûtepêdaneke guncaw û mezin  ji hêla bav û kalên me ve jî bi vî mîratê peyda nedibû. Dibe ku sedemine berbiçav hebin, lê dibe ku nebin jî.[39] Heger em berê xwe bidine pirtûkên dîrokî, yên girêdayî Kurd û Kurdistanê, tevî kêmhejmara wan, em ê gelek nîşanên tekûz ên ku tekez dikin li ser hebûn û peydabûna gelek wêjevan, zana û helbestvanên Kurd bibînin, tevî ku darê zor û zordariyê ji ser serê gelê Kurd kêm nebûye, ku di encam de şer û pevçûn bûne rewşeke rojevî û rewşa nivîsînك,ku di encam de şer û pefçûn bû rewşeke rojevî û rewşa nivîsîn û zanzordariyê ji ser serê gelê kurd kêm nebûye  ku tekûz ên ku  û zanînê ber bi paş ve vegeriya, lê ji ber ku li cem her gelekî,  ji bo derbirîna jîwar û rewşa heyî wêje, nemaze helbest, xwe dide pêş û dibe neynika êş, serkeftin û azarên wî gelî, negengaz e ku gelê Kurd jî ne xwedî wêje û helbesta netewî be,  ji bo wê jî em bawer in ku pênûseke Kurdî, netewî û têkoşer bi wan qehreman û berxwedêran re bûbû rêheval, lê mixabin,  em ji wan xebatan bêpar man û hejmareke gelekî hindik li ber destan ma,  ji bo wê jî, dema ku em behsa helbesta Kurdî ya netewî dikin, yekser helbestvan Ehmedê Xanî[40], ku wekî pêşengê hizir û hestê netewî tê pejirandin,  tê ber çavên me, nemaze dema dibêje [41]:

 

Ger hebûwa me îttîfaqek

 

Vêkra bikira me înqiyadek

 

Rom û Ereb û Ecem temamî

 

Hemiyan ji mera dikir xulamî

 



Sedem jî ew e, ku ti belege di destê me de nînin ku helbesta netewî ya Kurdî, bi rengekî tekûz û zelal,  beriya Xanî,  kesî nivîsandibe, tevî ku dîroknasê Kurd Şerefxanê Bedlîsî[42] di berhema xwe de, Şerefname,  hin nîşan dane ku di wan serdemên kevin de, wêjeyeke netewî hebû, lê Bedlîsî (li gorî nêrîna wî) pêwîstî bi nivîsandina wan navan nedîtiye[43],   lê bi rengekî giştî, em dikarin bibêjin ku Ehmedê Xanî dibistana netewî ya yekem bû di helbesta Kurdî de, her wiha pêşengê ramana netewî ye di çand û civaka kurdî de, ku hizir û ramanên netewî li cem wî diyar bûn, heta beriya Şoreşa Firansizî jî,  ya ku piştî wî bi sedên salan hatiye.

 

Jixwe dema ku em dibêjin Ehmedê Xanî pêşengê helbesta netewî ye li cem Kurdan, nexwe bêguman dê şopînerên wî jî hebin, ên ku Xanî kirine findeke netewî di wêjeya xwe de û gelekî pê bandor bûne, bi taybet di wêjeya nûjen de, ya ku êş, azar, xweşî û nexweşiya civekê jixwe re dike mijar, nemaze netewîtî, ku rengvedaneke balkêş di wêjeya Kurdî ya nûjen de veda, ew jî bi serkêşiya helbestvan Hacî Qadirê Koyî, ku bi navê Xaniyê duyem tê binavkirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Hacî Qadirê Koyî; Xaniyê Duyem:

 

 

 



   Di derbarê derketina hizir û ramanên netewî li cem Hacî Qadirê Koyî gelek nêrîn hene,  lê bi gelemperî, ango nêrînên herî piştrast, derketina vî hizirî vedigerînin qonaxa jiyana Koyî li Stembolê, çimkî mijar û ramanên helbestên wî li Koyîsenceqê, hemû evînî û civakî bûn, bêhtirî xwe rexnekirina civaka ku di riya şêx û mellayan de bi rê ve diçû,  ev yek jî hişt ku Koyî pişta xwe bide bajarê xwe û li xerîbiyê li Stembolê devavêtinê li wan şêx û mellayan berdewam bike. Li aliyekî din eger em bibêjin ku ev ramanên netewî li Koyîsenceqê bipêş ketin, nexwe helbet divê ku ev raman li Başûrê Kurdistanê beriya Koyî peyda bibin, da ku em bibêjin ku Koyî bi wan ramanan bandor bûye, nemaze li nav wêjevan û rewşenbîran, lê eger di helbestên helbestvanekî mezin mîna Koyî de ev raman derbas nebûbin,  nexwe dê li cem tu kesî din derbas nebûbin, lewre jî ev yek mijara derkrtina ramanên netewî li Stembolê, li ser destên Hacî Qadirê Koyî ji me re piştrast dike.[44] 

   

Lê gelo sedemên ku hiştin ev hizir û raman li cem Koyî peyda bibin çi ne?

  


Li gorî lêkolîn û şopînerên jiyana Hacî Qadirê Koyî, sê sedemên bingehîn hene, ku hiştin Koyî mijarên helbestên xwe biguherîne, yan ku bibe baldarê netewîtiya xwe, piştî çûyîna wî ber bi Stembolê ve, sedem ev in[45]:

  

-Malbata Bedirxaniyan.

 

-Ehmedê Xanî.

 

-Bajarê Stembolê.

  



Di hemû jêderên ku behsa koçberiya Koyî dikin de, bi rengekî berfireh li ser çûyîna wî disekinin, her wiha behsa zehmetî û astengiyên ku Koyî di riya xwe de dîtin, dikin; çimkî heta ku xwe gihande malbata Bedirxaniyan gelek gund, çiya û bajar derbas kirin,  êdî têkiliyên wî bi wan re xurt dibin û dibe mamostayê zarokên Bedirxaniyan.[46] 

 

 

  


Ji ber dilzîziya Koyî û girêdana wî bi gel û welatê wî ve, êdî sînga wî fireh bû ji bo pejirandina ramanên netewî li cem Bedirxaniyan, nemaze piştî ku li ser bobelat û êşên gelê xwe xwend,  gelekî bandor lê hate kirin.[47]

 

Elladînê Secadî jî, li ser vê xalê radiweste û dibêje: " Di nerîna min de, sedema herî bingehîn ji guhertina mijarên helbesta Koyî ji  klasîk ber bi netewî ve, ew têkliyên wî yên xurt bi malbata Bedirxaniyan re, her wiha bandorbûna wî bi hizir, nerîn û ramanên vê malbatê" [48].Gêweyê Mukriyanî jî di pêşgotina dîwana (Hacî Qadirê Koyî) de dibêje: "Dema ku Koyî diçe Stembolê û dibe mamostayê zarokên malbata Bedirxaniyan,  Mem û Zîna Ehmedê Xanî dixwîne, êdî ev berhem  û hestê netewî yê li cem Bedirxaniyan bandorê li Koyî dikin "[49].

 

Hin ji helbestên Koyî di der barê malbata Bedirxaniyan de:

  

Bedirxanî leser laçê le mew  paş

 



Le her lawe detanharin weku aş [50] 

  

Di vê helbestê de, Koyî ji bo gelê Kurd dibêje, eger Bedrixanî ji qada şer dûr bikevin, dê dijmin mîna aş we hûr bike.

  

Li ser têkçûyîna mîrnişînên Kurdan jî gelek helbestên Koyî hene, ji van helbestan, dema ku dibêje mîrên Kurdan ji Botanê heta Babanê dilsozê ol û netewa xwe bûn:

  

HAKIM Û MÎRÊN KURDISTANÊ 

  

Hakim û mîrên Kurdistanê

 

 

 

Her ji Botan heta Baban

 

  

 

Yek bi yek hafizê şeriyetê bûn

 

 

 

Seyda û şêxê qewm û gel bûn

 

 

 

Seyeda û şêx ji tirsa wan

 

 

 

Ew ku mirin,  rê ketî ber wan

 

 

 

Seyr ke çawan bûne pûş û agir û neft

 

 

 

Yek li vî alî rû dike ber bi Ecem

 

 

 

Yê din li wî alî dibine dijminê hev

 

 

 

Ka axa Cizîr û Botan?

 

 

 

Ka welatê Kurdistan?

  

Ka ew dema Kurd azad û serxwebûn?

  



Siltanê milk û gel û xudanê çî û erfan bûn[51]

  

Di hin helbestên wî de, bandora Bedirxaniyan bi zelalî lê xuya dibe, nemaze dema ku bi rengekî balkêş pesnê Cizîra Botanê dide û dibêje:

 

Êstake Cizîre bê mohaba

 

mamûreyî ewele le dunya

  

ewladî sehîhiyan be burhan

 

Kurdin le mekane cedî xûyan

  

sukanî bîladî rebî meskun

 



ser pakî lemane munşeyayîb bûn[52]

  

Di vê helbestê de, girîngiya cihê Cizîra Botanê vedibêje, bê çawa ew yekem cih e ku jiyan ji wir dest pê kir, her wiha çawa jî gelê Kurd gelekî kevnar e, ku heta niha li ser xaka welatê xwe jiyan dike.

  


   Di riya malbata Bedirxaniyan re, Koyî ne tenê bi malbatê bandor dibe, lê belê bandora helbestvanê binirx Ehmedê Xanî jî lê dibe, ew jî di riya xwendina wî  ji destana Mem û Zîn re, çimkî piştî xwendina wî ji vê destaneyê re, dest bi nivîsandina helbesta netewî kir û helbestên xwe di nav gel de belav kirin, êdî tenê helbest mîna çekekî di destê wî de mabû, dikarîbû di riya pênûsa xwe re maf û doza gelê xwe bîne zimên, nemaze ku ew li navenda biryarê bû,  li Stembolê, paytexta dewleta Osmanî. Celadet Bedirxan jî ji bo xwendina Koyî bo destana Mem û Zîn wiha dibêje: "Hacî Qadirê Koyî helbestek li ser qapê pirtûka bavê min a Mem û Zîn nivîsandibû, ez jî niha vê helbestê di riya rûpelên kovara Hawarê [53]re belav dikim". [54] Ew helbesta ku li ser qapê Mem û Zîn hatibû nivîsandin ev e:

  

Zemane resmî caranî nemawe

 

Çiraxî nazim û munşî kujawe

 

Li dewrî ême roman û cerîde

 

Eger çî meqsede zanînî bawe

 

Eman qedrî bizanin em kitêbe

 

le dinya êstekî hemtay nemawe

 

le eyamî heyatî şêxî Xanî

 

le ser nusxey xetî ew nusrawe

 

le lay erbabî xoy bo qedr û qîmet

 

xezîney gewhere û kîsey dirawe

 

le mecmûhî duwel Soran û Botan

 

le sayey em kitêbe nasrawe

 

le Kurdan xeyrî Hacî û şêxî Xanî

 



esasî nezimî Kurdî danenawe [55]

  

Di vê helbestê de Koyî balê dikişîne ser rewşa wê demê, bê çawa rojname û kovar cihê pirtûkan girtine, her wiha behsa pirtûka binirx a Xanî, Mem û Zîn jî dike û girîngiya wê di parastina hebûna Kurdan wek netew dide xuyakirin, li aliyekî din diyar dike ku beriya wî û Xanî tu kesî ranehiştiye pênûsa netewî û ev hest derbirîn nekiriye. Di vê helbestê de  Koyî bi rengekî pir xweş ew hestê xwe yê netewî aniye zimên û mîna vê helbestê pir in, ev jî yeke din e:

 

 

 

Mem û Zîn û dîwanî şêxî Cizîrî

 

gelê çakin be sehlî bênine gîr

 

em duwane emêste tercemeyan

 



zore hetta le nêw Frengista [56]

  

Di van malikan de jî dibêje ku pirtûka Mem û Zîn û dîwana Mellayê Cizîrî pir binirx û hêja ne, lewre divê em wan bi dest bixin, çimkî wergera wan gihaştiye walatê Frensayê. Ji van malikan diyar e ku Koyî ne tenê ji Ehmedê Xanî re xwendiye,  lê belê ji Mellayê Cizîrî re jî xwendiye, lê bandora herî mezin bandora Mem û Zîn bû, ji ber ku li gorî Koyî,  ev destan ya gelekî ye, ne tenê çîroka du evîndaran e, lê belê dîrok, çand û civakekê di nava xwe de dihewîne:

  

Tenha ême wehanîn

 

Dîbaceyî Mem û Zîn

 

Halêt deka çilo ne

 



Ehwaliyan suxendan[57]

  

Helbestên Xanî, bûbûn kaniya netewîtiyê, ku Koyî jê têr nedibû, lewre Xanî bûbû pêşengê Koyî û finda ku riya helbesta netewî li pêşiya Koyî ronî kiribû, bi taybetî pirtûka Mem û Zîn ku Mîr Celadet Bedirxan li ser Koyî dibêje: "Hacî digot[58]: Pirtûka Mem û Zîn, pirtûka me ya netewî ye ".

 

   Li nik bandora malbata Bedirxaniyan û destana Ehmedê Xanî, bandora cih jî gelekî li ser peydabûna hestê netewî li cem Koyî hebû,  yan ku ew sih salên ku Koyî li Stembolê qedandin, xwedî bandoreke pir mezin bû li ser Koyî, çimkî di wê demê de Stembol paytexta împeratoriya herî mezin di cîhanê de bû û ji ber girîngiya cihê wê yê stratîjîk, ku ew jî parçeyek ji parzemîna Ewropî ye, êdî bandora şoreşa pîşesaziyê lê hebû û bûbû navenda çalakiyên siyasî, civakî û çandî, ku encamên dewleta Osmanî bûn, her wiha gelek netewên din wek (Ereb û Tirk) jî dest bi derbirîna hestên xwe yên netewî ji Stembolê kirin, nemaze di salên dawî yên temenê dewleta Osmanî ku ber bi hilweşandinê ve diçû.[59] Bi çûyîna Hacî ji Stembolê re,  asoya wî jî fireh bû û karîbû bi saya peywendiyên xwe ji nêzîk ve, bala xwe bide bûyerên navnetewî û pêşketinên çandî, pîşesazî û siyasî yên ku li Ewropayê rû didan.

  

 Dîsa Hacî li Stembolê karîbû peywendiyên xwe bi nûnerên bizavên rizgarîxwaz ên dijî dewleta Osmanî, durist bike û hevrûkirinê di navber wan û Kurdan de bike. Bi vî awayî jî karîbû bi başî rewşa Kurd û Kurdistanê tê bigihîje.

  


    Koyî li Stembolê bûbû çavkanî ji bo hemû tevger û şoreşên ku li hemberî dewleta Osmanî rû dabûn, taybet şoreşa Şêx Ubeydullahê Elnehrî (1880) û xebatên Bedirxaniyan. Koyî baldarê tevgerên çand û wêjeyê jî bû, ku hayedarê hemû rojname û kovarên ku li Stembolê dihatin weşandin bû,  ji bo wê jî bajarê Stembolê xwedî bandoreke balkêş bû di peydabûna hestê netewî li cem Koyî, ev yek jî di helbestên Koyî de diyar e, dema ku şayîsa şaristaniya Ewropî û pêşketina pîşesazî dike û dibêje[60]:

  

Eyî xerîkî rimûz û raz û niyaz

 

Ewropa fenî geyîwete îhcaz

 

Fuleyî Îvil le eflake

 

Eksî ew gerdîş le jîr xake

 

Kureyî em zemîneyan pîwe

 

Xatrî to bî çûne cew û sema

  



Di vê helbestê de, Koyî pêşketina Ewropî mîna sosretekê dibîne, her wiha wesfdana pêşketina zanistê dide,  jixwe diyar e ku ev helbesta wî di sala 1889an de hatiye nivîsandin, ji ber ku di heman salê de burcê Îvilê ji hêla endezyarê frensizî (Îvil) ve, hate avakirin. Mebesta wî ji (jîr xake) jî, ew riyên ku li Ewropayê dihatin çêkirin, ku di bin erdê de bûn. Hacî Qadir Koyî dema li paytexta dewleta Osmanî bû, bi hesret û evîna Kurdistanê ve dijiya. Her tim li gel Kurdistanê radibû û rûdinişt. Xema Kurdistanê ya wî bû. Ka em binêrin Hacî di helbesta xwe ya bi navê '' Le Roma kewte berçavim'' de çawa vê yekê tîne zimên[61]:

 

Le Roma kewte ber çawim kesekî hayim û heyran

 

Le renga têgeyîm Kurd e,  be şêwey Kurdî,  Kurdistan

 

Ke çûme xizmetî pirsîm: Brader xelkî kam cêgay

 

Le kam la hatûy? Giriya û gotî: Baban.. gotim Baban!!

 

Dilim dawe gotim: Bawke hemûman bêkesin lêre

 

Çi qewmawe gelê heyfe,  megîrî her weku baran.

 



Hacî Qadir Koyî wekî helbestvanekî welatparêz û şoreşger dijî şerê navxweyî,  ango şerê xwekujiyê jî rawestiya bû. Gelek helbest jî dijî vê yekê nivîsiye. Hacî her tim li gel yekîtiya rêzên Kurdan û dijî pêywendiyên Kurdan li gel dewletên dagirker ên wê serdemê, ango Fars û Osmaniyan bû [62]:

 

Yeke lemlawe rûdekate Ecem

 

Du ewlawe debine dujminî hem

 

Du hezar jin fesatkira lemla

 

Bûne qetlî ewanîtir lewla

   



HETA KU Ll HEV NEYÊN QEBÎLÊ KURDAN[63]

  

Heta li hev neyên qebîlê Kurdan

  

Her wê ewha bibin xirabe mal

 

 

 

Hemû dinya mezin û biçûk

 

 

 

Xemîliye bi milk ke wek bûk

 

 

 

Yek berg in,  yek ziman û yek reng 

  

Bê xeybet û bê eyb û ar û bê deng

 

 

 

Dinya bi tiran dixun û didin

 

 

 

Her çi meremê wan e,  dikin

 

 

 

Her Kurd in,  tenê bi pakî merd in

 

 

 

Pamalî zeman e,  mexsusî Kurd in

 

 

 

Her mane bê deng û mezlûm

  

Mîna erdê xerabe zarê mesûm

 

 

 

Ger bahsê vê dipirsî kîjan e

 

 

 

Şertek e ku bû,  hemû temane

 

 

 

Ew şert e bi kullî îtfaq e

 

 

 

Ger Mereş û Wanê,  ger Iraq e

 

 

 

Qesrek e awaxî ew îtfaq e

 

 

 

Ger wa ne be,  her bi taqe

 

 

 

Sed şêx û mela û mîr û xanî

 

 

 

Bo lezeta îş û zindeganî

 

 

 

Li vî alî wan,  bi hîlebazî

 

 

 

Li wî alî wan,  bi teqlebazî 

  

Qir kirin hemû li welat da

 

 

 

Heta milk û re`ya fewta

  

Çi te kir,  wan ne kird 

  

Xema wan nî bû ku mirin hemû Kurd.

  

Di vê helbesta ku xwerû netewî hatiye nivîsandin de jî  doza lihevhatina êlên Kurdan dike,  heger li hev neyên,  dê mala wan xerab bibe. Dibêje ku dinya û hemû netew hevgirtî û yek in,  tiştê dixwazin dikin û bi ser dikevin.

 

Kurdan bi pakiya xwe; mala xwe wêran kirine,  tim bindest û geda mane û xelk ji xwe re kirine serperiştkar. Çareya vê pirsgirêkê jî heye ku Kurd di nav hev de peymanan bi hev re girê bidin û şêx, mele, beg, cotkar û cotyar hemû destên hev bigirin. Kes hîle û derewan li yê din meke û ji bo berjewendiyên taybet hev nexapînin. Ji ber dijminê Kurdan zor e û ne xema wan e ku Kurd bijîn an bimirin,  ew çi bikin ne xema dijminan e,  tenê kesê ku malxerab dimîne, Kurd in.

 

Helbest bi giştî hişyariya Kurdan dike ku di nav xwe de pev neçin,  êl û hemû çînên civakê alîkar û dostên hev bin,  ji ber ev çareya serkeftin û hebûnê ye, her wiha pêwistiyê bi hevrakirinê ji bo bûyîna weke hemû gel û netewên cîhanê dibîne.

 

Bi vî rengî Koyî xwedî roleke pir mezin bû di milê hişyarî û bangewazî ji bo xwedîderketina li netewa Kurdî,  êdî pêşengtiya vê mijarê di helbesta Kurdî ya nûjen de dike û di riya helbestên xwe yên netewî re, dibe berdevkê civaka Kurdî û pêşketineke balkêş di herkandina çemê helbesta Kurdî de çêdike, her wiha mîna Ehmedê Xanî, dibe nimûne û pêşengê helbesta netewî ya Kurdî û rê li ber gelek helbestvanan vedike.

 

Li aliyekî din jî, Koyî bangê li gelê xwe dike, ku  xwe fêrî hunerên cîhanê bikin, ger ên Xiristiyanan an Hindiyan an jî yên Cihûyan bin [64]:

  

To were fenî fêrbe çîte lewe

 

Gawir, Hîndo û ya Cihûwe

  

Ji ber ku serdema wî, serdema serxwebûnê bû, ku gelek gel serxwebûna xwe bi dest xistin û dewleta xwe ava kirin, lê tenê Kurd ji wî mafî bêpar man, tevî ku hin dewlet hebûn ku hejmara gelên wan nedigihaşt hejmara mîrnişîna Babanê:

  

Bulxar û Sirb û Yûnan, hem Ermen û Qeretax

 

Her pîncan be tehdad,  nabin beqedî Baban

 

Her yeke musteqîlin, kulîkî dewletîknçin

 

Sahibî ceyîş û rayet, erkanî herb û meydan[65]

  

Ji van helbestan hemûyan, ji me re diyar dibe bê çawa ew sih salên ku li Stembolê jiyaye, bandor li hêla nivîsa helbesta wî kir, çawa hestê netewî li cem wî afirî, her wiha çawa ev hest di damarên Koyî de herikî û êdî tenê êşa Koyî mabû azadiya Kurd û Kurdistan.

  

Hacî Qadrê Koyî jiyana xwe ji bo welatê xwe terxan kiribû. Hemû xebata wî ji bo hişyarkirina gelê Kurd bû. Di helbestên xwe de Hacî her tim wekî rêberekî bizav kiriye û ji bo pêşxistina civata Kurdî,  li ser hemû mijaran helbest nivîsiye. Koyî di serdema xwe de nikaribû bîr û baweriya xwe bi riya pirtûk,  rojname û belavokan belav bike. Ji ber ku wê demê dagirkerên Kurdistanê, dijminê pêwîstiyên hişyariyê bûn. Weşanên hêzên rikberiyê her tim qedexe bûn. Lewme jî eger em bixwazin bîr û baweriyên Hacî bizanin,  pêwîst e di nav helbestên Hacî de  li vê yekê bigerin. Ji ber ku Hacî bi hemû gir û arîşeyên civata Kurdî ya wê çaxê ve mijûl bû. Hacî ji bo serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê, bi hemû hêza xwe xebat dikir. Hêviya wî ya pîroz sazkirina dewleteke yekbûyî ya Kurdan bû. Ji bo vê yekê jî Mesud Mihemed dibêje: ” Yekîtiya Kurd û Kurdistanê û pêkhatina dewleteke kurdî di nav çarçoveya Kurdistaneke mezin de, her hêviya pîroz a Hacî ye, her wiha mezintirîn, pîroztirîn, ronaktirîn, paktirîn û çêtirîn armanc,  hêvî,  xewn û xeyala Hacî bû'', ev jî rastiya Hacî tîne li ber çavan.

 

 Helbestên Hacî dev bi dev û dever bi dever, di nav xelkê Kurdistanê de belav dibûn. Wekî aveke bêdeng dibû robar ber bi sazkirina golekê ve diherikî,  ku der û dora wê bîr û baweriyên netewî bi saya av û tava Hacî şîn dibûn. Hacî wê dema bi Kurdî dest pê kir, ku li ser Kurd û Kurdistanê binivîse, ramana xwe jî li ser vê yekê bi awayekî zelal dida xuyakirin:

 

Mehlûme boye Hacî medhet deka bi Kurdî

 

Ta kesî nelê bi Kurdî nekirawe medhî barî[66]

 

Hacî Qadir girîngiyeke gelek mezin dida zimanê kurdî û bikaranîna wî û wekî şagirtekî dilsoz û xemxwerê Ehmedê Xanî hewil dida, ku hemû Kurd bi zimanê kurdî bixwînin û binivîsin. Ji bo wî jî, li gorî Koyî, kêmasiya zimanê kurdî tune bû,  ji bo vê yekê jî gelek rexneyên tund li wan zanayên Kurd ên bi zimanên biyanî dinivîsandin dikir,  ji bo wan zanayên Kurd dibêje:

 

biganene ji tercuma zimanê xwe

 

esrara kitêbê xelke dizanin

 

yekser ulemane gir û hîr

 

van ne xwendine du herfê Kurdî.

 

 

 

 Wê dema em ji nêzîk ve bala xwe didin helbesta Hacî wisa tê xuyakirin, ku tu dê bibêjî ji bo dumahîka sedsala 19'an nenivîsiye, lê ji bo îro, ji bo dumahîka sedsala bîstan nivîsiye. Ji ber ku îro gelek Kurd ê ku 'zana' û 'ûlema' ne, dehan zimanên biyanî dizanin, lê wek Hacî ji dibêje 'Du herfên Kurdî nizanin'. Dîsa Hacî ji bo wan dibêje: " Ustadê xetin ji wan her sê zimanan, ango pisporê zimanê erebî, farsî û tirkî ne". Wê dema em bala xwe didin dîroka wêjeya tirkî, erebî û farisî, em dibînin di van welatan de, gelek Kurd hene yan 'Mîrê helbestê', yan jî 'Yekemîn romannivîs' in, lê du tîpên Kurdî nizanin.

 

Dîsan Hacî ew kevneperestên ku nedihiştin, an jî nedixwestin ji bilî zimanê erebî, zimanekî din bihata bikaranîn, bi navê misilmantiyê,  wê demê riya nivîsandina bi zimanê kurdî digirtin. Ew mirov û dewletên wisa hêj hene û helwestên xwe her berdewam dikin. Piştî van hemû rexneyan û gazinên xwe Hacî, dibêje ji bilî Kurdan milletên 'Bê pirtûk û nivîsîn li ser erdê nemane'. Wisa jî serinca Kurdan dikişîne li ser rewşa aloz a wan.  Ka em binêrin Hacî çi dibêje[67]:

 

Her Kurde hemû le beynî kullî mîllet

 

Bê behirye le xwêndin û kitabet

 

Bêgane le tercemeyî zimanî

 

Esrarî kitêbî xelkî zanî

 

Yekser ulema diruşt û ûrdî

 

Hîç ne xwendewe dû herfî Kurdî

 

Ustadî xetin le em sîyane

 

Wek dê le zimanî xo nezane

 

Sahîb kitêb û peyame herkes

 

Ême nebê bûne qewnî çerkes

 

Xo muminîn ne rusin

 

Bo çi kufre zimanman bi nûsîn

 

Milletî bê kitêb û nûsîn

 

Xeyrî Kurdan niye le rûyî zemîn

 

Hacî li ser peywendiyên ziman û dîrokê radiweste û nîşan dide, eger dîroka Kurdan bi Kurdî bihata nivîsandin, mîr û padîşahên Kurdan heta hetayê dijiyan. Ji ber ku îro jî wê dema em bala xwe didin lêkolînên li ser dîroka Kurdan, gelek tişt nexuyayî ne û pêwîstiya lêkolînên kûr dixwazin. Yek ji sedemên van aloziyan nenvîsandina dîroka kevin a Kurdistanê û negihaştina belgeyên nivîskî heta roja me ya îro. Li ser vê mijarê Hacî wisa dibêje:

 

Kitêb û defter û tarîx û kaxez

 

 Bi Kurdî ger benûsraye zimanî

 

Mella û zana û pîr û padşaman

 

Heta mehşer dema naw û nîşanî[68]

 

Hacî Qadirê irê Koyî di helbesteke xwe de jî zimanê kurdî û yê farisî hevber dike û dibêje ma zimanê kurdî ti cîwaziya wî ji zimanê farisî heye?!

 

Ji bo çi farisî rast e  û kurdî kêmahiya wî heye?!

 

Hacî ji xwe dipirse şerma kurdî çi ye ?!.

 

 Her peyvên wî heq in û şerma wî jî nîne. Hacî Qadir bala mirovan dikişîne li ser metirsiya têkçûyîn û windabûyîna zimanê Kurdî,  paşê jî ew helbesta xwe bi vê yekê dumahîk tîne,  ku zimanê kurdî ji yê farisî kevntir e û dîsan dibêje: ''Di pêtîbûnê de bila kêm jî be,  çi qiyamete mîna ermenî jî nabe''. Bi vî awayî nîşan dide ku pêwîst e Kurd bi zimanê xwe, binivîsin û bixwînin. Eger kêmasî jî hebin pêwîst e jê netirsin û di hemû zimanên din de jî, kêmasî hene. Em dora gotinê ji bo Hacî bihêlin ka ew bi xwe çawa vê yekê tîne zimên:

 

Kurdî axir çi ye eyîbî

 

Her kelamî heqe niye eyîbî

 

Lefzî Kurdî,  belaw nebû,  girbû

 

Wa le mabeynî ême da têçû

 

Le fesahet bila muherabê

 

Çi qiyamet be ermenîş nabe

 

Ya le gel farsî çi ferqiy heye

 

Bo çi ew raste em kêmiye

 

Ba wicûdî eger bikey dîqqet

 

Tê degey kam le kamiye sîrqet

 

Çunke ême qedîmtirîn le wan

 

Be tawarîxî cumleyî edînan[69] 

 

Dîsan di vê helbesta jor de, Hacî wisa dide xuyakirin,  ku Farisan peyvên kurdî dizîne û zimanê kurdî ji yê wan kevntir e.

 

Gelek helbestên Hacî di der heqa zimanê kurdî de hene. Em vî berî jî bi helbesteke Hacî, dumahîk bînin:

 

Eger Kurdek qisey babî nezanî

 

Muheqqeq daykî hîze babî zanî[70]

 

Di vê helbesta jorê de, Hacî dide xuyakirin ku eger kurdek zimanê bavê xwe nizanibe ,bêguman dayîka wî qeype ye û bavê wî jî xwedînenas (zenwa) ye.

 

Hacî Qadirê Koyî di helbestên xwe de li ser netewa Kurdî dûr û dirêj radiweste û pesnê Kurdan dide, ji bo bilindkirina hestê wan ê netewî, her wiha bilindkirina baweriya wan bi xwe. Wê dema em vê helbesta Hacî li gel hinek siyasetmedarên Kurd, ku her tim çêran li Kurdan dikin,  hevberî hev dikin,  dûrbînî û rastiya helwesta Hacî jî xuya dibe:

 

Xo dezanin sulaley Ekrad

 

Lêrewe bigire ta degate qubat

 

Hemû zana û hunerwer û mîr in

 

Zîrek û jîr û ehlî tedbîr in

 

Dan û bexşînyan lela bawe

 

Xwênî meydanyan lela awe

 

Le şeca'et hemû weku Rustem

 

Le sexawet hemû weku Hatem[71]

 

Di vê helbestê de, bandora Xanî bi zelalî li Koyî xuya dike, ku  Xanî di destana xwe de ya Mem û Zîn de dibêje:

 

Her mêrekî wan bi bezlî Hatem

 

Her mîrekî wan bi rezmî Rûstem[72]

  

Hacî di vê helbestê de pesnê Kurdan dide, li vê derê heta Qubad hemû dûndeyê Kurdan hesab dike. Hemûyan zana,  hunermend,  mîr,  zîrek û jîr nîşan dide,  xwebexşandin li cem Kurdan dab e,  xwîna xwe di meydanan de wekî avê dirjînin ji dilêriyê wekî Rustem,  ji comerdiyê wekî Hatem,  Kurdan nîşan dide.

 

Hacî Qadirê Koyî di helbesteke xwe de jî yek ji şivan û gavanên Kurdan besî sed hezaran leşkerên dijmin dibîne. Canfedaya wan wekî Hatemê Tey,  qurbaniya wan wekî Elî Berdek, nîşan dide:

 

Le gawan û şuwanî Kurdekan yek

 

Bese bo leşkerê sed kere dulek

 

Bi fîday şuwantan Hatemî Tey

 

Bi qurbanî sepantan Elî Berdek

 

Mirîşkî ewê seyadî şehene

 

Le kin enqa firûce hacî lek lek

 

Şuwanî mêgelî êwe le şer da

 

Weku qessabe dujminî mêgelî şeg [73]

 

Hacî Qadirê Koyî wisa nîşan dide ku gelê Kurd kevntirîn gelê Kurdistanê ye. Gelek xelk jî ji Kurdan peyda bûne û di vê cîhanê de belav bûne. Bingeha vê dîtaneya Hacî, li ser keştiya Nuh hatiye danîn. Hacî dibêje: Wê roja ku bi emrê Xudayê xweştevî ew xelk tev bûn nonan,  kesek nema ji du cinsên candaran ji bilî yên ku hatin nav gemiya Nuhî. Hacî her berdewam dike û dibêje. Ew roja ku gihaştiye wexte nîşan kirî,  sekinî li ser çiyayê Cûdî her sê kurên wî, ew cih û warên mîna gulşena ji xwe re kirin wargeh. Niha ev Cizîra me ya xweştevî yekem avadaniya dinyayê ye,  kurên wan ên rasteqîn jî Kurd in, li warê bav û kalên xwe ne. Xelkê tevaya rûniştivanên welatan jî ji wan belav bûne. Ol, olzan û peyaman ew kirine grûp û êl.

 

Bi vî awayî Hacî dixwaze nîşan bide, ku Kurd kevntirîn xelkê deverê ne û xwedanê dîrokeke kevnar in.

 

Ka em binêrin Hacî çawa vê yekê di helbesta xwe de tîne zimên:

 

Ew roje be ehrî heybî mennan

 

Ew aleme pakî bûwe nonan

 

Taqêkî nema le cînseynî di roh

 

Xeyrî ewey hate keştiy Nuh

 

Ew roje gehişte wextî Me'hûd

 

Westawe le ser çiyeyekey Cûd

 

Her sê kurrî kirdyane mesken

 

Ew cêy û mekane mîslî gulşen

 

Êsta ke Cizîre bê muhaba

 

Mehmûreyî ewwele le dunya

 

Ewladî sehîbyan be burhan

 

Kurdin le şwênî ceddî xoyan

 

Sukkanî bîladî rubhê meskûn

 

Ser pakî lemane munşehîb bûn

 

Bê tefreqe bûn munih û hem deng

 

Hem meşreb û haw libas û hem reng

 

Ayîn û mezahîb û resaîlî

 

Wa kirdaye firqe û qebayîlî[74] 

 

Ev bîr û helwesta Hacî di nameyên pîroz, ên Êzîdiyan de jî têne xuyakirin, ku yekem car li ser dinyayê, Kurdistan peyda bûye, li pêş 12 hezar sal ji cara yekemîn ''WEHÎ'' ji aliyê xwedê ve ji bo Melekê Tawûs, bi zimanê kurdî hatiye xwarê.

 

Hacî hewl dide ji bo yekîtiya welatê Kurdan û daxwaz dikir bibin xwedanê perwerde,  nivîsîn,  kinc û berg,  ziman û ol. Şêwrên wî ji bo yekgirtina axa Kurdistanê wisa ne:

 

Le Botan ta Baban û Serhedî rey

 

Le ew latir weha noş bête ser dey

 

bibîne yek le tehlîm le nûsîn

 

cil û berg û zuban û resîm û ayîn[75]

  

Bi vî rengî, hestê netewî xwe li Qadirê Koyî pêça û êdî ji bo Kurd û Kurdistanê (ku ev her dû peyv nêzî 70 carî di dîwana wî de derbas dibin ), dibe mîna çakûçê destê Kawayê Hesinkar li hemberî zordariya ser gelê wî.

 

Piştî geşbûna hestê netewî li cem Koyî, êdî helbestên evînî û pesindana jinan red dike û banga xwedîderketina li welat û gel dike, lewre jî helbestên wî mîna şoreşekê li hemberî zordarî û dagirkerên Kurdan bûn,  her û her jî pişta xwe bi hêz û zindîbûna gelê xwe xurt dikir, ji bo wê jî dibêje:

  

Sed mîr û şahinşah mirin

 

biner Kurdên me hîn Kurd in

 

gel zindî ne qet namirin

 

ji Cafan bigre ta Goran

 

hesreta min li vê jiyan

 

ku Hacî dê bimire bê ku

 

bibîne miradê gelan[76]

  

lê Koyî dizanîbû ku gelê ku li ber xwe nede, dê

 

azadiya xwe bi dest nexe, lewma jî di helbesteke xwe de bangê li gel dike, ku mîna mêşa hungiv tevbigerin û bilivin, çimkî maf  bê berxwedanî nayê bidestxistin:

  

Coşêk biden weku heng

 

Tedbîr biken be bê deng

 

 Esbabî  şerr peyda ken

 

 Top û tifeng û hawen[77]

  

Helbesta Xakî Cizîr û Botan[78]

  

Xakî Cizîr û Botan

  

Xakî Cizîr û Botan,  ye'nî willatî Kurdan

  

Sed heyf û sed mixabin deyken be Ermenîstan

 

 

 

Kamî kiç û hetîwî şîrîn bê raydekêşin

 

 

 

Hawar debene ber kê peşme dexîl û aman

  

Mescîd debête dêre naqûsyan mu'ezzîn

  

 Metran debête qazî,  muftî debête rehban

  

Hîç xîretêk nemawe sed car qesem be Qur'an

  

 Peyda bê Ermenîstan namênê yek le Kurdan

  

 Sertan le qurr hellênin,  ehwallman bibînin

 

 

 

Çonîn le destî zullmî bê dînî dûr le îman

  

 Wellahî summe bîllah,  tellahî em bela ye

  

 Her hêndey pê dezanîn îqlîmî kirde tofan

  

Tofanî aw niye hîç derçê le kêwî Cûdî

  

 Behrî tifeng û tope,  însane behrî 'Umman

  

 Em qisseyey ke kirdim nagate çend salîtir

  

 Em halete debînin yek yek be çawî xotan

  

 Hall êstêke wehaye meğer Xuda be sûkî

  

 Têkyan bida we îlla dûre le 'aqillî însan

  

 Herçî weku beyanim bo kirdûn be tehqîq

  

 Peyda debin segane,  kam qurr bikeyn be serman

  

 Lem beyne îttîfaqê peyda biken be merdî

  

Ferqî nebê şiwan û cotyar û mîr û gawan

  

Ger hîç nebê be oyin nabî' be dewlletê bin

  

 Bêgane çake duşmin nek duşminî le xotan

  

 Romî weku benî mûn kes piştiyan pê nebestê

 

 

 

Kewtûne dawî xoyan,  sergeşte mawin û heyran

  

 Kiwa waliyê Senenduc,  begzadey Rewandur

  

 Kiwa hakimanî Baban,  mîrî Cizîr û Botan

  

Ew ayetey fe sîrû fî-l erzî Xuwa ke fermûy

  

 Îcray deken segane bî-n nefsî şahî xoyan

  

 Kiwa ew demey ke Kurdan azad û serbexo bûn

  

 Sulltanî mûlk û millet,  sahibî ceyş û 'îrfan

 

 

 

Coşek biden weku heng,  tegbîr biken be bêdeng

  

 Esbabî şer peyda ken top û tifeng û hawan

  

 Parranewe û tewekkul lem 'esre pare naka

  

 Tîre û du‟ay û çewşen peykane hirzî meydan

  

 Bo çî beşîry ême ye'nî resûly ekrem

  

 Hîç ed'iyey nezanî rojê ke deçûwe meydan?

  

 Wek Xêwe û Buxara,  bellam narrwa be hîmmet

  

 Refî' biken meşayix,  def'î biken melatan

  

 Her şêxê kewte şiwênî yek kesî reş û rût

  

 Xellkî be mûr dezanê,  xoy hezretî Suleyman

  

 Yektan neçûne gerdiş wa tê değen le dinya

  

Her padşahî rome û şahî 'ecem le Taran

  

 Qutbî zemane Xalîd wek min bûye eware

  

 Bê qedir û qîmet û şan,  bê xaniman û bê nan

  

 Şîr û qelem şerîk in lem 'esre da,  dirêxa

  

 Şîrim qellemtiraşe û kalaniye qellemdan!

  

 Em mes'ele meşhure ger qurr dekey be serta

  

 Îksîre xak û xollî dermallî gewremallan

 

 

 

Tenha ême weha nîn,  dîbaçey Mem û Zîn

  

 Hallît deka çilo ne ehwallyan suxendan

  

 Xotan dellên: eger çî meşhûrî xas û 'am e

  

 Her rêwiyek gerabê azatire le şeran

  

 Sed qa'îme û qesîde kes naykirrê be pûlê

  

 Rozname û cerîde û kewtote qîmet û şan

  

Binwarre se'î û xîret êsta le dewlletî rom

  

 Xoyan xezînedarin,  xoyan tebîb û sulltan

  

 Her duwênê ehle Sûdan hestane pê weku şêr

  

 Êstêke musteqîll in mehsûdî kullî edyan

  

 Bulxar û Sirb û Yonan,  hem Ermen û Qeretax

  

 Her pênçyan be teh'dad nabin be qeddî Baban

  

 Her êke musteqîll in,  kullêkî dewlletêkin

  

 Sahibî ceyş û rayet,  erkanî herb û meydan

  

 Hem heqqyane Ermen xîretkeşî yektirin

  

 Wek ême nîn le gell yek de‟wa biken be şîran

  

 Bo fennî herb û sen'et,  bo zebt û rebtî millet

  

Deynêrine Urûpa gewre û biçûkî xoyan

  

 Hacî kesêke bêkes bo êwe qurr depêwê

  

 Gwêy lê degirin zerîfe,  nagirin bela le xotan

  

Di vê helbestê de jî xuya dibe, ku Hacî ditirsiya ku dewleteke Ermeniyan li ser axa Kurdistanê saz bibe   û Kurd nikaribin li Kurdistanê bimînin. Ji bo vê yekê jî Hacî hewl daye bi riya helbestên xwe ve, serinca xelkê Kurdistanê bikişîne ser rewşa aloz a wê demê.

 

Taybetmendiyeke vê helbestê di wêjeya Kurdî de heye, ew jî ku li gorî gelek lêkolîneran, ev yekem helbesta Kurdî ya nûjen e,  ji ber ku di vê helbestê de, Koyî gelek mijarên ji hev cuda di naveroka helbestekê de kom kirine. Ya herî balkêş jî di vê helbestê de bi awayekî pir vekirî rexne tê kirin û hêmanên polîtîkbûnê tê de bi zêdehî hene. Di vê helbestê de Koyî civakê rexne dike,  rexneya qelsiya malmezin û çîna serdest a civaka Kurd dike,  nezanîn û dilreşiya wan tîne ziman û banga yekîtiyê dike. Dibêje: "Ger em nebin yek,  wê tofan bi serê me de bêt; ev ne tofanek mîna ya li serê Cûdiyê Muradan sekiniye". Bi ter û hişk ve,  hemû alî û taybetmendiyên Kurdan ên Koyî pê nerazî ye,  rexne dike. Jixwe rexne zarokeke despêkê ya modêrnbûnê ye û nûbûnê çêdike. Di vê helbestê de Koyî netenê rexneyê li mijarên civakî û polîtîk dike,  di heman demê de rexneyeke wêjeyî jî dike û dibêje: "Bi derketina rojname û kovaran re, êdî tu kes diravekî jî bi qesîdeyekê nade!". Ev pêşbîniya têkçûyîna wêjeya kevin e û rêvebûna ji bo pexşanê ye. Koyî dibîne ku êdî bi rêbaz û teknîkên klasîk, ev kar nameşe. Lê wekî ku hûn jî dizanin ji aliyê hişmendiya polîtîk ve pêwîst e nûjeniyeke din a Koyî hebe. Şoreşa Ferensizî ne tenê têgînên wek azadî,  wekhevî û biratiyê derxistiye pêş,  her wiha ramana netewîtiyê,  mafê welatî û mirovan,  avakirina netew-dewletekê jî teşwîq kiriye,  pêwîst e ev reng di Koyî de jî hebe. Em lê dinerin ew jî heye. Ji ber ku di cihekî vê helbestê de, Koyî bi dengekî hêrsbûyî dibêje ku Bulxar, Serb û Yewnan hem Ermen û Qeredax,  ev her pênc gelê ku ne bi qasî Baban in,  îro tev serbixwe ne û xwedî artêş,  ale û her tişt in. Em çima niha ne wisa ne?! Ka ew demên ku Kurd azad û serbixwe bûn? De rabin pê û ji vê tembeliyê xwe xelas bikin! Hişmendiya wî ya polîtîk jî modêrin e..[79]

  

Di navbera rewşenbîrên Kurdistanê de, li ser vê helbesta Hacî ( Xakî Cizîr û Botan), gelek gotûbêjên tund û tûj hatin kirin,  bi taybetî jî di navbera Mihemedê mella Kerîm û Pîrot (Celal Talabanî) de. Mihemedê Mella Kerîm,  Hacî rexne dike ku bangî xelkê Kurd kiriye dijî xebata bizava azadîxwaza Ermeniyan rawestin. Pîrot jî,  rexne ji Mihemedê Mella Kerîm digire û dibêje: ''Emperyalîstan bi taybetî Rûsiya û Îngîltereyê dixwastin, ku dewleteke kevinperest ji bo Ermeniyan damezrînin û beşek ji axa Kurdistan bixin li ser''. Gelek gengeşeyên din jî hene li ser vê mijarê[80].

     

Dîwana Hacî Qadirê Koyî:

 

 

 

   Di piraniya lêkolînên ku li ser dîwana Koyî hatine kirin de, dibêjin ku dîwana wî bi rengekî netemam û tevlihev gihaye ber dest, her wiha ji ber jiyana Koyî ya koçberiyê, nemaze piştî derketina wî ji Koyîsenceqê, ku piraniya helbestên wî di nav heval û hogirên wî de man,  bêyî ku kesek xwe bibexşîne û wan helbestan bide hev. Piştî çûyîna Koyî ji Stembolê re jî, wî bi xwe helbest ji bo hevalên xwe yên li Koyîsenceqê dişandin, ji bo wê jî helbestên Koyî li cihekî tenê, yan ku li bajarekî tenê nehatine komkirin.[81]

  

   Beriya ku dîwana Hacî Qadir were weşandin gelek helbestên wî di çapemeniya Kurdî de hatine belavkirin û wan bandoreke mezin li ser ciwan û rewşenbîrên Kurd kirin. Di salên 1898-1925an, di rojname û kovarên Kurdî yên wekî Kurdistan,  Rojî Kurd,  Jîn, Diyarî Kurdistan û Jiyanewe de 19 helbestên wî hatine weşandin. Di derbarê destnivîsa dîwana Koyî de, Mûsa Anter jî dibêje ku Xelîl Xeyalî berî mirina xwe belgeyên xwe radestî Anter dike,  di nava wan de dîwana Koyî ya destnivîsî jî heye, lê ev dîwan û hemû pirtûk û belge di sala 1972an ji hêla dewleta leşkerî ve têne desteserkirin û paşê jî têne şewitandin. Mehmed Emîn Zekî Beg û Ebdurrehman Seîd jî behsa destnivîsa dîwana Koyî dikin ew dibêjin ku Koyî,  dîwana xwe li Stembolê ji bo çapkirinê daye ‘Ebdurezaq Bedirxan,  lê ji ber ku Îttîhatçiyan (hikûmeta Ittihadû Tereqqî), ew girtine û kuştine, ev dîwan jî winda bûye; heta li gorî Ebdurrehman Seîd dîwan hatiye şewitandin, lê Herekol Azîzan[82] bi xwe dibêje, min destnivîsa Hacî Qadir dîtiye û wiha dibêje: "Dîwaneke Hacî ya mezin hebû, min dîwana wî dîtiye, bi destnivîseke hûr qederê 800 rûpelî hebû. Hacî ji dîwana xwe du kopî nivîsandibûn,  lê dibe ku kopiyek bi destên Tirkan hatibe şewtandin û dibe ku kopiya din rojekê bikeve destê me de " [83],  di heman mijarê de Mesûd  Mihemed jî dibêje: " Dîwana Koyî bi rengekî liserhevkomkirî ji hêla Koyê bi xwe ve, negihaştiye destê me, lê bi saya ked û xebata kesên ku dîwana wî çap kirin,  dîwan bi rengê xwe yê dawî derket"[84].

 

   Dîwana Hacî Qadir ji aliyê rewşenbîr û netewên dost ve zor kar li ser hatiye kirin,  mamosta Mesûd Mihemed şiroveyeke dûvûdirêj bi navê Hacî Qadirê Koyî,  ku bergê wê yê yekem sala 1973an,  bergê duyem sala 1974an û bergê sêyem sala 1976an, li Bexdayê hatine çapkirin. Her wiha,  kak Serdar Mîran û kak Kerîm Şareza jî lêkolînek,  bi alîkariya Mihemedê Mela Kerîm  li ser dîwana Hacî Qadirê Koyî kirine û di sala 1986an de, çap kirine. Paşê ev çap bi hinek guhertin,  zêdekirin û berçavderbaskirin bi vê qelemê sala 2011an, li weşanxaneya Kurdistan, li Sineyê çap kiriye [85].

 

Elladînê Secadî jî vê yekê tîne ziman dema dibêje: " Helbestên Hacî li gelek deveran belawela bûne,  lewre ew bi temamî nehatiye komkirin. Bi taybetî helbestên Stembolê, ku astbilindtirîn helbstên Kurdî bûn û zor kêm ketine warê Kurdewariyê de".

  

Di nav de dîwaneke pir baş ku li cem Ebdullrezaq Beg Bedirxan bû li Stambolê bo ew çap dike,  lê dema Ebdullrezaq ji aliyê Îtîhadiyan ve hat girtin û xeniqandin,  dîwan jî di nav tiştên wî de hat şewitandin”.[86]

  

Gelek helbest ji aliyê EbdullRehman Seîd ve hatine komkirin û di sala 1925an de, li Çapxaneya Dar el-Selam, li Bexdayê cara yekem hatiye çapkirin û cara duyem di sala 1953an,  li Hewlêrê, li çapxaneya Kurdistan ji hêla Gêweyê Mukriyanî ve tê çapkirin, her wiha cara sêyem jî Gêwe li Hewlêrê di sala 1969an de çap dike, lê bi rengekî berfirehtir û di sala 1960an de, lêkolîneke berfireh ji hêla Mihemedê Melle Kerîm ve, li ser dîwana wî tê kirin û li Bexdayê tê çapkirin, bi sernavê Hacî Qadirê Koyî Helbestvanê Qonaxeke Nû Ye Di Jiyana Netewa Kurd De.[87] 

         




Dumahî

 

    Bi vî rengî, me dît çawa helbesta Kurdî ya xwedî bêhneke netewî û giyanekî niştîmanî, mîna gulavê, bêhna wê di wêje û civaka Kurdî de fûriya, her wiha çawa pênûsa Koyî xwe kire navgîneke ragihandina deng, hişmendiya netewî û baweriyên pêşdeçûnê yên Koyî. Ku tu carî bêhêvîtiyê nikarîbû rojekê ji rojan pala xwe bide pala Koyî, lewre jî her û her Koyî helbestên xwe ji Kurdistanê re dişandin û banga xwerêzgarkirin, serîhildan, yekîtî û şoreşê li ciwan û gel dikir, ku Koyî bi çûyîna xwe ji Stembolê re, berê robarên naveroka helbesta Kurdî ber bi deriyaya netewîtiyê ve herikandin, nemaze piştî ku ji kaniya Ehmedê Xanî têr vexwar.

  

    Heger  pêwîstiya me bi naskirina rol û erka wêjevan û rewşenbîran, li hemberî netewa wan hebe, tekez lêvegera li jiyan û nivîsên kesên mîna Koyî gerekdar e, nemaze ku van kesan serdemên şoreş, ceng, serkeftin, êş û berxwedaniya gelên xwe jiyane, çunku jiyan û berhemên kesên mîna Koyî dibine neynika rewşa serdema xwe.

  

    Koyî bi vejandina vî hestî, dikarîbû xwe bike findek di tariya ku di civaka Kurdî de, konê xwe vedabû, êdî wekî ku wî rahişte çiraya Xanî, gelek wêjevanên paşhatî jî agirê vê çirayê gurtir kirin, lewre jî ji bo her netewekê, taybet di netewa Kurdî de, nimûneyên mîna Koyî pir pêwîst in, ji ber ku ew in ên ku dikarin di riya deng û pênûsa xwe re çavên gelên xwe bel bikin û dawiya tarîtiyan bînin. Her wiha vedengiya êş û derdên gelê xwe di nivîsên xwe de, derbirîn bikin.

 

  Rastî jî, eger em di nav rûpelên dîrokê de lêgerînekê bikin, tekez em ê nimûneyên weke Koyî gelekî kêm bibînin, ji ber ku kesekî mîna wî, nikarîbû bi zimanekî hêsan û şêweyekî rastgo derbirîna serdema xwe bike û pabendî raman û rêgezên xwe bimîne.




Mistefa Mistefa



   

[1] Ev akadîmî bi navê Alayên Hamîdê tê naskirin,  ew bi xwe di serdema Ebdullhemîdê Duyem de hatin avakirin, ku pirraniya leşkerên wê Kurd bûn,  mebesta Ebdullhemîd ji avakirina van alayan çar armanc bûn, ew jî ev in:

 

   1- Navendîbûn 2- Yekîtiya Îslamî 3-siyasatên şaksaziyê 4-hevsengiya leşkerî.

 

Tarîx Elkîfah Elqewmî ElKurdî 1880-1925 – R30

 
  

[2] Ev komele ji hêla rikberên siyasetên Ebdulhemedê Duyem ve di sala 1889an li Stembolê hate avakirin,  doza wan jî çaksaziya rêveberiya dewleta Osmanî bû,  gelek endamên wê Kurd bûn-Elkurd we dewrehum fî cim'iyet Elîtîhad we eltereqî 1889 (Rola Kurdan di komeleya Elîtîhad we Eltereqî de)-lêkolîneke dîrokî ye –R67.

   

[3] Yekemîn rojnameya  Kurdî ye,  di 22ê Nîsana 1898an de li Qahîrayê, li paytexta Misrê ji aliyê kurê Mîr Bedirxan,  Miqdad Midhet Bedirxan ve hat derxistin.

   

[4] Ev gund dikeve başûrê rojavayê bajarê Koyî de,  gundekî wêrankirî ye.

   

[5] Mîjûya Edebî Kurdî -R335 – R339

   

[6] Tarîxa Edbiyata Kurdî – R206.

   

[7] Elfikir Elqewmî ElKurdî beyna Xanî û Hacî Qadirê Koyî –R62.

   

[8] Dîwana Hacî Qadirê Koyî – R9.

   

[9] Elfikir Elqewmî ElKurdî beyna Xanî û Hacî Qadirê Koyî –R64.

   

[10] Dîwana Hacî Qadirê Koyî – R246.

   

[11] Navçeya Balekê ji gelek gundan pêk tê, nêzîkî sînorên dewleta Îraq û Îranê li bakurî rojhilatî Hewlêrê ye.

   

[12] Dîwana Hacî Qadirê Koyî – R210.

    

[13] Ew melle Xidirê kurê Şawês e, li gundê Qeredaxê, li navçeya Şehrezorê ji dayîk   bûye, xwendina xwe li Silêmaniyê kiriye bandora wî gelekî li ser Koyî hebû, nemaze                                   di helbesta evînî de –Weten Elşemis – R393

   

[14] Elfikir Elqewmî ElKurdî beyna Xanî û Hacî Qadirê Koyî –R69.

   

[15] Wêjeya Kurdî – R115.

   

[16] Arslan,  Mesut-; “Hacî Qadirê Koyî: Serencama Dîwana wî li Stembolê û Hevaltiya Wî bi Keyfî re”, 

 

The Journal of Mesopotamian Studies,  C: 1/1,  Havîn 2016,  r. 91-101.-R 5.

  
  

[17] Elfikir Elqewmî ElKurdî beyna Xanî û Hacî Qadirê Koyî –R73.

   

[18] Wêjeya Kurdî –R115.

   

[19] Şêx Nebî Mewîlî oldarek di serdema Qadirê Koyî de ye, li Koyîsenceq jiyan dikir,  merîd, şopedar û peyrewên wî hebûn,  di sala 1810an de li gundê Mawîl ji dayîk bûye, nêzî bajarê Rewandozê, her wiha di sala 1884an de wefat bûye- Elfikir Elqewmî ElKurdî beyna Xanî û Hacî Qadirê Koyî – Perawêz-R73.

   

[20] Mêjûya Edebî Kuedî-R336.

   

[21] Mesûd Mihemed-Hacî Qadirê Koyê –Bergê sêyem-R195.

   

[22] Heman Jêderê borî-R94.

    

[23] Elfikir Elqewmî ElKurdî beyna Xanî û Hacî Qadirê Koyî –R78.

   

[24] Ew Ebdullah Celî Zade ye, hevalê Koyî yê xwendinê bû, her wiha bi Koyî re bû dema ku bi hev re diçin navçeya Balkê,  Ebdullah kalikê nivîskarê Kurd Mesûd Mihemed e.

   

[25] Elfikir Elqewmî ElKurdî beyna Xanî û Hacî Qadirê Koyî –R80.

    

[26] Dîwana Hacî Qadirê Koyî –R258.

   

[27] Nûbihar Akademî-lêkolîna Netewîtiya Kurdî û Rengvedana Wê di Helbesta Kurdî ya Nû de-R 13.

   

[28] Dîroknasekî Birîtanî ye, di sala 1889an de, li Londinê ji dayîk bûye, di sala 1975an de jiyana xwe ji dest daye,  ew dîroknasê herî binavûdeng bû di sedsala 20an de.

   

[29] Dîroknasê xwediyê pirtûka binirx Elşerq Elewset Fî Elşiûn Elalemiya.

   

[30] Bîdayat Elş”ûr Elqewmî ElKurdî fî Eltarîx Elhedîs –R16.

   

[31] Di berbanga rûdanên dawîn yên dinyayê de Paradîgmaya Pêla 3”yem û Pirsgirêka Kurdistanê- R219.

   

[32] Dîroknasekî Birîtanî ye, raporeke wî bi navê (Têbînî li ser êlên başûrê Kurdistanê) heye.

   

[33] Bîdayat Elş”ûr Elqewmî ElKurdî fî Eltarîx Elhedîs –R17.

   

[34] Basîl Nîktîn, dîroknasekî Rûs e,  pirtûkeke wî bi navê (Kurd) heye- Tomas Bwa rojhilatnasekî Firansizî ye, lêkolînên wî bêhtirî xwe di der barê Kurdan de ne wek (Wêjeya Kurdî 1955-Dîrok, Civak û Wêjeya Kurdî- Ola Kurdan 1961-Jiyana Civakî Ya Kurdan 1962-Komara Mihabatê 1963-Çiyayê Şengalê Destpêka Sedsala 19an 1945....HWD.

   

[35] Bîdayat Elş”ûr Elqewmî ElKurdî fî Eltarîx Elhedîs –R17.

   

[36] Bi saya vê şoreşê, êdî tevgera Kurdî li dijî Osmanî û Sefewiyan,  kete qonaxa xwe ya rêxistinkirî de,  di sala 1880ê de bû , bi rêbertiya Şêx Ubêdullah, ku li bajarê Şemdînanê, li navçeya Hekariyayê jiyan dikir, ev şoreş li gelek cihên Kurdistanê belav bû, bi redkirina dayîna baceyên Osmaniyan dest pê kir û êla Şikakan, yekemîn êl bû ku piştgiriya hêzên vê şoreşê kir, armanca vê şoreşê serbixwebûna Kurdistan bû –Tarîx ElKurd Fî El”ihûd Elîslamiya –D. Ehmed Mehmûd Elxelîl-R 237.

   

[37] Nûbihar Akademî-lêkolîna Netewîtiya Kurdî û Rengvedana Wê di Helbesta Kurdî ya Nû de-R 14.

   

[38] Bîdayat Elş”ûr Elqewmî ElKurdî fî Eltarîx Elhedîs –R9.

   

[39] Elfikir Elqewmî ElKurdî beyna Xanî û Hacî Qadirê Koyî -R10.

   

[40] Mîrê helbestvanên Kurd e, sala jidayîkbûn û mirina wî nediyar e, lê li gorî ku li ser li hev hatine dibêjin di nav van salan de ne (1650-1707)-helbestvanekî kilasîk e, berhema wî ya herî binirx destana Mem û Zîn e.-Weten Elşems (Welatê Rojê )-R 384.

   

[41] Heman jêder –R388.

   

[42] Şerefxanê Bedlîsî (Mîr Şeref Xanê Bedlîsî) ku nivîskarê Şerefnameyê ye,  di sala 1543'an de li nêzîkê bajarê Qumê ji dayik bû ye. Bavikê wî serokatiya eşîra Rojkî (Ruzegî) dikirin û mîrîtiya bajarê Bedlîsê dikirin. Li gor hin jêderan ew di sala 1603'an an jî 1604'an de çûye li ser dilovaniya xwe.

[43] Elfikir Elqewmî ElKurdî beyna Xanî û Hacî Qadirê Koyî -R14.

   

[44] Elfikir Elqewmî ElKurdî beyna Xanî û Hacî Qadirê Koyî –R96.

   

[45] Heman jêdera borî – R110.

   

[46] Ev yek jî di gotara bi navê Mîr Emîn Alî Bedirxan (1851-1926) kî bû? de tê zimên [Mîr Emîn Alî Bedirxan mirovekî gelekî jêhatî û şehreza bû. Wî karîbû êdî bi zanayî bikeve meydana xebatê,  nemaze piştî ku ew li ser destê helbestvan û welatperwerê mezin Hacî Qadirê Koyî hatibû xwedîkirin. Vî helbestvanê mezin gelek ji rewşenbîrî,  zanîn û hijkirina Kurdistanê xistibû dilê Mîr Emîn Alî Bedirxan de] -.Kovara Nûdem-Hejmara 25an.

   

[47] Elfikir Elqewmî ElKurdî beyna Xanî û Hacî Qadirê Koyî –R115.

   

[48] Mêjûya Edebî Kurdî –R355.

   

[49] Gêweyê Mukriyanî-Dîwana Hacî Qadirê Koyî-R 7.

   

[50] Wêjeya Kurdî –R 117.

   

[51] ANTOLOJIYA HELBESTÊN CÎHANÊ-R 261.

   

[52] Elfikir Elqewmî ElKurdî beyna Xanî û Hacî Qadirê Koyî –R121.

    

[53] Mîr Celadet dixwest,  ku Kurd kul û derdên xwe,  çîrok û helbestên xwe û wêjeya netewa xwe êdî bi zimanê xwe binivîsin û ne bi zimanê derveyî weke erebî,  farisî û tirkî. Di roja 26.10.1931ê de wî destûr ji hikûmeta Sûriyayê stand,  da kovara xwe "Hawar" derxe. Di 15.05.1932an de wî hijmara pêşî ji Hawarê da çapkirin û wî heya bi roja 15.08.1943an 57 hijmar jê dane derxistin.-Kovara Nûdem –hejmar 25.

   

[54] Kovara Hawarê - Ferat Cewherî-Hejmara 45- R687.

   

[55] Elfikir Elqewmî ElKurdî beyna Xanî û Hacî Qadirê Koyî –R125.

   

[56] Elfikir Elqewmî ElKurdî beyna Xanî û Hacî Qadirê Koyî –R127.

   

[57] heman jêderê borî –R129.

   

[58] heman jêderê borî –R131.

   

[59] heman jêderê borî –R132

   

[60] heman jêderê borî –R137

   

[61] Aso Zagrosî – Gotar-li ser der înternêtê.

   

[62] Heman jêdera borî.

   

[63] ANTOLOJIYA HELBESTÊN CÎHANÊ –R285.

   

[64] Heman jêdera borî.

   

[65] Elfikir Elqewmî ElKurdî beyna Xanî û Hacî Qadirê Koyî –R139.

   

[66] Aso Zagrosî – Gotar-li ser înternêtê.

   

[67] Heman jêdera borî.

   

[68] Heman jêdera borî.

   

[69] Husên Reşwanî- Kovara Karwan – hejmar 7-1983-R29

   

[70] Heman jêdera borî.

    

[71] Husên Reşwanî- Kovara Karwan – hejmar 7-1983-R29.

   

[72] Malika 219an, ji destana Mem û Zîn.

   

[73] Heman jêdera borî

   

[74] Aso Zagrosî – Gotar-li ser der înternêtê.

   

[75] Aso Zagrosî – Gotar-li ser der înternêtê.

   

[76] Min ev helbest ji zimanê Erebî wergerande Kurdî-Elwaq”iya Fî Eledeb ElKurdî-R71.

   

[77] Dîwana Hacî Qadirê Koyî –Weşanxaneya Nefel-2004-R83.

   

[78] Heman jêdera borî-R85.

   

[79] Wêjeya Kurdî –R15.

   

[80] Aso Zagrosî – Gotar-li ser înternêtê.

   

[81] Elfikir Elqewmî ElKurdî beyna Xanî û Hacî Qadirê Koyî –R145.

    

[82] Herekol Ezîzan (Celadet Bedirxan e, ku gelek caran bi nasnavên cuda belavok di Hawarê de diweşandin)-Kovara Hawarê-Hejmara 33yan-R13

   

[83] Arslan,  Mesut; “Hacî Qadirê Koyî: Serencama Dîwana wî li Stembolê û Hevaltiya Wî bi Keyfî re”The Journal of Mesopotamian Studies,  C: 1/1,  Havîn 2016,  r. 91-101.

   

[84] Mesûd Mihemed-Dîwana Hacî Qadirê Koyî-R67.

   

[85] Mêjûya Edebî Kurdî- R359- R360.

   

[86] Heman jêdera borî – R351.

   

[87] Heman jêdera borî – R352.

   



Îroveyan
* E-name li ser malperê nayê weşandin.
I BUILT MY SITE FOR FREE USING