Taybetmendiya zimanê yûnanî ku xwedî ritm û mûzîkeke xweş û zelal e. Bi Zengînî û sivikbûna peyvên xwe tê naskirin.
Zêdetir bixwînin"Di dema jiyana Xanî de (dawiya çerxa şazde=16, destpêka çerxa hivde=17), Kurdistan di rewşeke pir tevlihev û şêlû de bû, bi peymana Qesra şirînê (1639 Z) di navbera barbarên Osmanîyan û Sefewûyên şîî'yên Îranê de, hatibû parçekirin û parve bûbû. Piştî wê peymana bêbext, hemî mîrnişîn û begnişîn ên kurdan, ji alîyekî de, bi Osmanî û Sefewîyên dagîrker û xwînxwer re, ji alîyekî din de jî, -bi fitne û fesadî û hîle û dek û dolabên wan cenaweran- bi hev ra, di ceng û cîdal û şer û şoriş û cerd û talanên bê însaf û hov û dijwar de bûn.
Zêdetir bixwîninLi gel her netewekê navgînên derbirînê yên cûrbicûr peyda dibin, nemaze dema ku jiyana vê netewê hemû şer, ceng û şoreş be, wê demê ji bo tifing, hêsir û berxwedanê, rêhevaltiya pênûsekê pêwîst e, ji ber ku çîna ku pêşengtiya civaka xwe dike, her wiha bi roleke girîng dilîze, çîna rewşenbîran e...
Zêdetir bixwîninWêje, di wateya giştî de zanisteke ku jiyana mirovahiyê ji bo me dide têgihandin.
Zêdetir bixwîninRastnivîs her wekî ji navê wê jî diyar e, awayê nivîsîna rast nîşan dide, her wekî mîr Celadet Bedirxan jî di pirtûka xwe ya "Bingeha Gramera Kurdî" de dibêje: (Rastnivîs tevaya isûl û qeydên nivîsandin û bihevvebûna bêjeyan e, bêjeyên ku bi heve dibin û yên ku biheve nabin ji hev vedigerîne û awayê bihevebûna wan şanî me dide).
Zêdetir bixwînin"Berî ku Zeredeşt derkeve, Îraniyan du Xwedawendê pîroz nas dikirin; Xwedawendê Rojê û Agir, Xwedawendê tarîbûnê û Şer û hemû kiryarên xerab ên dijî mirovahiyê. Di demekê de Îraniyan sê Xwedawend nas dikirin, Xwedawend Mîtra ya buhar û zozanan, ku Zeredeşt bixwe ew pejirand û ew pasvanê deşt û zozana didît û ji vê xwiya dibe, ku kurd wek koçeran jiyan dikirin û xwedîkirina pez û pirên caran şerê wan di nav hev de bû, li ser deşt û zozanan. Xwedawendê duwem, Yîma ew xwedanê piştî mirinê ye ( cîhana jêrîn), xwedawendê sêyem Paşa xwedanê erdê, ji alîkî din ve Xwedawendên nedihatin dîtin jî hebûn , ew xwedanên ku giyanê her tiştî bi vîna wî ve girêdaye bû û bêyî wî tu kes nikare kar bike ew bêdestpêk e û bêdawî ye, ew bi mayinde ye ne dimre û ne kes kare wî bimrîne. Di serdema Mîdiyan de du Xwedawend hebûn Somayan û Fahoma, ev herdû Xwedawendê şer bûn û di dema xweyî dawî de, Xwedawendekî sêyan nas kirin, navê wî Ehrîmandiyo bû, bi giştî ev rewş beriya Zeredeşt hebûn.
Zêdetir bixwîninZarok di civakekê de kesê/a gelek girîng e. Lewra ew toximê gelan, civakan, nijadan û dahatuya welatan in. Bi saya zarokan miletek hebûn û berdewamiya xwe diparêzin. Zarok şahiya malbatan û fêkiyên malan in ! Mala ku zarok tê de hebin şên û dewlemend e.
Zêdetir bixwîninWerger çi ye: Veguhesina deq an jî mijarekê ji zimanekî ber bi zimanekî din ve. An jî; Ji nû ve nivîsandina mijarekê bi zimanekî din ji bilî yê ku pê hatî afirandin.
Zêdetir bixwîninTê gotin ku;azadiya her netewekê ji azadiya ragihandina wê netewê tê naskirin. Ragihandinê bi destpêka dîroka mirovahiyê re dest pê kiriye. Têkiliyên heyî di nava civakê de,ew ragihandin bi xwe ye,her ku têkiliyên siyasî,abûrî û civakî bi pêş dikevin ragihandin jî pê re bi pêş dikeve. Lewra,pêdivî ye ku ragihandin azad be,da ku karibe bêyî merc û astengî bi pêwirên xwe rabe. Li Rojavayê Kurdistanê(bakurê sûryê),ragihandina Kurdî pir kêm û qedexe bû.
Zêdetir bixwîninrojnamevaniya kurdî bi Rojnameya Kurdistan ku di sala 1898 an de derdiketîye destpêdike.Ev rojname 22 Nîsanê de dest bi weşanê kirîye.
Zêdetir bixwîninEm dikarin kurteçîroka nûjen bi vî rengî pênase bikin; ku ew hin bûyerên aşopî ne, yên ji aşopa nivîskar tên afirandin û vegotin.
Zêdetir bixwîninPolitîkager , rewşenbîr û nivîskarekî kurd e . Damezrîner û serokê yekem partî li Sûryayê .
Zêdetir bixwînin