15 Nov
15Nov

Pêşek

Zimanê kurdî her çiqas li dibistanan, kolanan û her aliyê jiyanê hatibe qedexekirin û gelê kurd ji bo ziman, zilm û zordarî dîtibe jî dev ji axaftina zimanê xwe ne berdane.

Malbatê ziman bi riya dan û standinê di nav hev de bi riya çîrok, çîvanok, mamik…..hwd, parastiye.([1])

 

Bi van xalên li jor bûye wêjeya zimanê xwe an wêjeya kurdî, û bûye malê kurdan.

 

Ev demek dirêj e li ser peyva Sukrat derbas bûye (469-399B.z) gava dibêje: "xwe nas bike".

 

Roso jî dibêje : "Zaroktiyê binasin" (1712-1778), tevî zêdeyî 300 sal di ser re derbas bûye. Ta niha mirov nezane ku hîn xwe û zaroktiya xwe nas nekiriye.

 

Dr.Hadî Nû'iman El-Hîtî dibêje: "Tu kesî guh li zaroktiyê nekiriye, lê hemû wêjevan û nivîskaran guh dane zanista derûnasî (Saykulocyî)."

 



Hadî El-Hîtî dibêje: "Hem û wêjevan lêkolînên wan li ser çêbûna gerdûnê û pêşketina ziman û jiyan çawa derbas dibû, çandinî û çêkirina amûr û alavên wê. Ji ber vê yekê guh li zarokan nekiriye.([2])

 


  

)[1] (Edebiyata zarokan di kovara Nûbiharê de – Zanîngeha Bîngolê – Çap 2017 – Rûpela 105

  

)[2] (Seqafet Eltifil – Hadî El-Hîtî – kovara Alem Elmarife - hijmar 123 - 1988

   



Zarok û Zaroktî :

Zarok :Zarok di civakekê de kesê/a gelek girîng e.

Lewra ew toximê gelan, civakan, nijadan û dahatuya welatan in. Bi saya zarokan miletek hebûn û berdewamiya xwe diparêzin. Zarok şahiya malbatan û fêkiyên malan in ! Mala ku zarok tê de hebin şên û dewlemend e.

Tu pênase ji zarok re tune, hinek zaniyar wê didin nasîn û wiha dibêjin: " Ew kesê ku ji temenê dergûşê heta 13 salî, ew jê re dibêjin zarok ".([1])

 Zarok ew mezinê hîn mezin nebûye.
 Gelek nav li zarokan tê kirin wek: zarok, zaro, zarî, gede, gedek, sêlek, sêwlek, doman, qeçik, sebî, mendal, eyal, tifal, biçûk û weled û hwd… têne bikaranîn.
 Zaroktî :
 Piştî têgeha zarok pêwîst e behsa têgeha zaroktiyê jî bê kirin. Zarok di jiyana mirovan de heyamek û pêvajoyek e. Ev heyam, di navbera pitikî û sîpe derbas dibe, di vê pêvajoyê de zarok bi derdora xwe his dike.
 Kesayeta mirovan di vê pêvajoyê de hêdî hêdî geş dibe û hin tiştan wek ziman, Exlaq û rabûn û rûniştinên wan di vê pêvajoyê de didin der.
 Sigmund Freud dibêje: " Tiştê ku di pêvajoya zaroktiyê diqewimin paşê di jiyana mirovan de bandorek girîng li wan hest û kesayetan dikin, gerek em li zarokan miqate bin beriya têkevin cîhana mezinan, yanî gerek fêrî perwerda mezinan bibin, ji ber ku mezin bibe matmayî nemîne, zor û zehmetiyê nekşîne. "
 Pêvajoya zaroktiyê :
Pêvajoya zaroktiyê, pêvajoyeke bingehîn di avakirina kesayetê de ye, zaroktî cîhanek cadûnî xweşik ya xwedî xewn û xeyal e. Ew simbola dilpakiyê ye, ji ber ew dilgermiyekê di nava dilê xwe de dihewîne, vê germahiyê dighîne dilê mezinan jî, ew sirûda jiyanê ne, dilnazik in, wek firîşteya li ser rûyê erdê dimeşin û cihê kêfxweşiyê ne, rûyê wan nîşana paqijiyê xuya dike, di nav destê wan de sinbila genim şîn dibe, Bom Birwan dibêje: " Ev destê ku biçûk û nazik dilê min digire û bernade."
 Babilo Bîkaso dibêje: " Ev pêncî salên min, ez şêwekariyê dikim, ji bo wek zarokekî fêr bibim, gelo zaroktiya min li min vegeriya ye, an ez li zaroktiya xwe vegeriyame ."
 Can Biyacêh jî dibêje: "Zarok mirovekî bi aqilê xwe mezin e."
 Voltêr dibêje: "Bi rastî, zarok sirûda jiyanê ne."
 Pêvajoya zaroktiyê pêvajoyek di ji jiyana mirov de derbas dibe, zaroktî ji temenê yek rojî ta 13 salî ye, di vê navberê de kesayeta mirov tê xuya kirin, ku ewê bi kîjan alȋ de gava xwe bavêje.
  Pêvajoya yekemîn: Ji yek rojî ta 2 salî, di himbêza dayikê de, landik û hêlanê, pêwîstiya wan bi xwarina şîr û paqijiyê heye, li vir dayik bala wê li zaroka wê ye, rola dayikê mezin û bingehîn e.
 Pêvajoya dûyemîn: Zaroktiya zû bi zû, ji temenê 3-5 salî ye, zaniyarên sosiyolocî dibînin ku ev pêvajo kesayeta zarok piçekî tê xuyakirin, li vir mêjiyê wan fêrî derdora wan dibe, yek ji tiştên balkêş ku zarok dest bi xerakirinê dikin, ev dema ku zarok beriya herin dibistanê.
 
Pêvajoya zaroktiya navîn : Ji 6-9 salî, zarok vê demê de diçin dibistanê, bi civata derdora xwe re dide û distîne, jiyana wî bi hevalê wî re wek klan tê jiyan kirin, di vî temenî de ji xwe bawerin bêtir, dixwazin her tiştî fêm bikin, fikir û raman li cem wan pêş dikeve([2]), di vȋ temenȋ de xeyal pêşdikeve di riya lîstokên wan, dema em dibînin zarok bi lîstokên wek bijîşkî an tiştokên mitbexê pê dileyizin zarok, ku li nexweşxana. (Sikot And Wayit) di sala 1989an de, zarokên nexweş bi lîstokên bijîşkî dilîstin, wêrekî bi wan re çêbûn û ji bijîşkê xwe neditirsiya û zûtir ji nexweşiya xwe xilas bû, ji ber ku ew zarok bêhtir xeyal bikaranî û çalak bû.

 

Çîrokek xeyalî û nêzîkî rastiyê ku ji zarok re hat gotin, zarok di cih de rabûn û wek bûyerên çîrokê lîstin.([3])

 Pêvajoya çaremîn" Dawiya zaroktiyê ": Ev pêvajo ji 10-13 salî, ev pêvajoya zehmet e û cihê metirsiyê ye ji dayik û bav re, ji ber guhertinên laş û derûnî li cem wan çê dibin, exlaqê civatê ên erênî jêre pêwîst in, di vî temenî de zarok xwe leheng dibîne yan wek mezinan radibe û rûdinê.
 Ev temen keç û law tevgera wan ji hev cudaye.
 Keç xwe wek dayika xwe tevger dike.
 Law jî wek bavê xwe tevger dike.
  Çand û avakirina zarokan:
Çand bandorê li zarokan dike bi riya zanîna tevaya hişmendiyê û liv û tevgera wan di civakê de, lê jîngeha ku zarok lê dijîn bandorê li laşê wî nake, ji bilî hinek xalên cuda di laş de, mînak; ku zarokên li ser derya dijîn, ew zarok çavê wan şîn e an kesk in, kesên li çiya dijîn zirav, dirêj û çermên wan rengên qemer in.
 Ev herdu mînak em wek nimûneyek piçûk dibêjin, lê nerîna min jîngeh bandorê li hişmendiya wan dike.
 Mînak; hin zarok hene jîngeha wan zîrekbûn tê de derdikeve, hin din jî xeyal û nîgaşî derdikeve, hin din jî hizir û raman li pêş e, bi riya zimanê şêrîn.
 Di malbatê de, dibistan û hevalên kolanê bandorê li hişmendiya wî dike ku ew zarok wê zîrek be an na. Ku mirovek bixwaze bizanibe wê zarokê wî zîreke an na, li lîstik û yariyê wan binêre, ewê hemû tişt bîne zimên ku lîstek û yariyê wî/ê yên bijîşkan be wê bijîşk derbikeve, lê ku zarok nelîze, wê demê nasbike ku pirsgirêkek derûnî bi wî re heye.
 
Li vir tê naskirin ku pêvajoya zaroktiyê wek erdnîgariyek pak û xweşik hemû tiştan digire, ku tovek baş deyne tê bighê encameke baş.([4])

  Çand û kesayeta zarok :
Mirov çanda xwe ji xwe re afirandiye, ji zaroktiya xwe de ta mezinahiya xwe de, ji ber ku rola sirûştê di hişmendiya mirov de heye, mirov bi derdora xwe bandor dibe, ji bilî ku bi sirûştê bandor dibe, hişmendiyê ava dike ji bo karibe di xwezayê de jiyan bike.
 Li vir ez dikarim bibêjim ku rola çandê yan ronakbîriyê di avakirina kesayeta mirovan de li ser sê hêmanan pêk tê:
 Dîtinên xwe yên diyarkirî binerin.
 Pêşve çûna derûnî.
 Derûnî, hestiyarî û civakî.
 Dema zarok tê duniyayê miroveke, lê bi demê re û derdora xwe re dibe kesek (kesayeta) xwe ava dike.
 Kesayet afrînerê/a yekem e ji çandê re.
 Zarokên li ser jîngehekê dijîn hema yek fiziolocî û yek xweza ye, lê ne yek hêman û xwedî taybetmendiyek ji ber ku rola faktorên genetîk bêtir di zarokan de heye.
 Gelek zaniyar dibînin ku ew temenê ji 1 rojî ta 5 salî pêvajoyek xurt bingehîn e di avakirin û jiyana zarokan de.
   Reftarên wan û çand :
Bandora çandê li reftarên wan dike, ji ber ku tu nikare zarokekî ava bike û kesayetek taybet çêke bê ku rola çandê li cem çênebê, mînak;
 Zarokekî xwedî bike bê ku bav û dayik rola çandê jê re nede pêş, ew zarok ew ê kêmzanîn li cem wî çê bibe.
 Reftarên wan vedigere aqil, aqil û hişmendî jî xwe vedgerînin çanda wan çi tiştê ku dûrî çandê be bê wate ye.
 Zaniyar dibêjin: Çand tewriya reftarî ye bêhtirî ku bibe tewiriya zanistî.
 Aqil bi çandê ve girêdayȋ ye, rola bandorbûn û bandorkirinê bêhtir heye.
  Çanda guherok :
Çanda li cem zarokan guherok e, çanda wan li gor civaka wan e, çanda wan guherok e ji ber her pêvajoyek wan bi rengekî ye, û her zarok jî ne wek hevin, ji ber vê guherok tê gotin.
 Ku tu bixwazȋ civakekê nasbikȋ li zarokên wan binêre, tu dê liv û tevgera vê civakê hemî nasbike. Ji ber ku çanda her miletekî ji hev cuda ye.
 Çanda zarokan beşek ji beşê çandê ye, bi kesên cuda jî girêdayȋ ye, ji ber taybetmendiyên wan hene.
 Her temenek hişmendiyek xwedî taybetmendiyek e, ev çand çînîtî jî dide xuya kirin, mirov nas bike ku ev zarok ji kîjan çînê ye, xizanî û dewlemendî lê xuya dike.
 Ev beş ji civakê ye, lê çanda wan ne piçûkirinek ji çanda mezina ye.
 Ew li gor zimanê xwe û hişmendiya xwe, xwe fêrî derdora xwe dikin.
     Rola malbatê di gîhandina çand û kulturê de ji zarokê xwe re:
 Elî Cezîrî, Hadî Npman El-Hîtî dibêjin : Zarok du caran ji dayika xwe re çêdibin.
 Cara yekem ; dema ji zikê dayika xwe qut dibe.
 Cara duyem : dema fêrî çand û kultura dibe.
  
Di cara yekem de dibe mirov, girêdana wî bi foktorên genetîk ve girêdayȋ ye, dema dayik û bavê wî dan û standin pê re dikin, û wî fêrî derdora wî dikin, û pişt re bi demê re fêrî çand û kultura xwe dibe, ji ber vê yekê em dibêjin: ku civak ji hev cuda ne, hin civak li pêş in û hin jî li paş in.([5])

 Rola dayik û bav fêrkirin e, em gelek caran dibînin ku law wek bavê xwe radibe û fêrî karê bavê xwe dibe.
 Tevî ku bav gelek caran gazinok bû digot: Lawê min ne wek min e, em ji wan çêtir bûn, ew zaroknî xerab in, me bi gura bavê xwe dikir, ew bi gura bavê xwe nakin.
 Ev nerînek neyînî di derbarê zarokan de ye.
 Bav di malê de dilê malê ye, ne tenê xwedî hêzek laş e, lê li ser asta wijdanî jî (tu rol girîng tune wek rola bav û dayikê di jiyana zarok de) Sîgmond Firoyid wiha got:
 "Rola bav ne tenê anîna pere û pêdiviyên malbatê ye, û dayik jî rola wê ne tenê çêkirina xwarinê, paqijiya zarok, şûştina firaxa, rahiştina melkesê û şûştina cilên zarokan e."
 Gerek zarok nasbikin ku bav û dayik li wan guhdarî dikin.
 
Gerek dayik û bav gelekî bi zarokên xwe re rûnin û wan bibin bexçeyên giştî bi wan re bileyizin, ji wan re çîrokan bêjin, zarok his bike bavê wî û dayika wî ji wî hez dikin.([6])

 Carinan hêviyê bav heye ew bike, derfet bi dest neket, ev hêviya xwe gîhand zarokên xwe da ku ev hêvî pêk were.
 Ew bavê ku hêvviya xwe pêk ne anî û da destê lawê xwe, ew bav ne azad bû, dîlekî girêdayî bi dema xwe. Hêvî da lawê xwe ji bo pêk bîne û wî mezin bike bi çandek pêşketî, ji ber vê yekê em dibînin ku gelek mamoste dibêjin: Pêwîstiya me bi rêxistinek nû, perwerdeyek nûjenî heye, him di hêla malbatê de, him di hêla dibistanê û kolanê de, her devera ku zarok lê be.
 Çanda zarokan gerek li gor pêvajoya ew tê de dijîn bi rê ve biçe.
 

  • Wêjeya Zarokan

Zarok wêjeya xwe ji dayika xwe digre, dema ku tê dinê, dayika wî, wî dilorîne di landika wî de û stranên lorandinê jê re dibêje, wî şîr dide, direqisîne û wî fêrî ziman dike bi bikaranȋna peyvên sivik.

  • Bi riya van peyvan zarok kêfxweş dibe, ji ber ku fêrî derdora xwe dibe.
  • Wêjeya zarokan kevin e. Wêjeya wan bi wan re hatiye cihê ku dayik û zarok lê hebe, wêje li wir e, ҫi çîrok be, çîvanok, stran û lorînên dayikan dema dayik kul û derdên xwe di lorandinê derdixe, bi demê re bûye tiştekî xwezayî ye.([1]) 

  Wêjeya zarokan gelekî kevin e, wêje piştî derketina ziman, wêje ji çîrokê despêkiriye (Hunera pîroz) dema ku bav ji nêçîrê dihat û bav behsa lehengiya xwe dikir, Ez xurt im...Ez leheng im…Min xwarin ji lawê xwe re anî .
 Çîrok ji cem bav dest pê kir û li cem dayikê pêşket, dayik xeyal û nîgaş xiste çîrokê.
  Mezin wêjeyê dinivîsin û zarok wê zindî dikin û dibe malê civaka wî.
 Zarok mezinekî hîn mezin ne bûye, lê tim bi çavekî mezin li xwe dimeyizîne.
 Wêje ji zarokan re giring e, wek pirek perwede û afirandinî di navbera zarok û civakê de, bersiva zarokan dide di riya beşên wê: çîrok, çîvanok, destan û Efsane, stran û sirûdên wan….h.w.d
 Wêje wek zanistek ji wan re bawerî di kesayeta wan de çêdike, lehengî û giyanek serguzeştî bi zanebûn.
 

Wêjeya zarokan xwedî hêman û şêwazekî cuda ye û armancek heunerî ye.([2]) 

 Dîroka wêjeya zaroka li cîhanê û li Kurdistanê bi taybet
 

 Serdema yekemîn : di sala 1697an dema çîroka ferensî ya bi navê (Dayika minî werdekê) ya nivîskar Tişarliz Pîro (1628-1703an) , ev berhem bû bingehek wêjeyî di Ewropayê de, bingeha vê çîrokê ji folklorê civaka ferensî, lê gelek wêjevan di wê demê de derketin wek Antiwan Calan, Can Cak Roso (Êmîlî), herdu bira (El-Exewên Girîm) Girîm yên Almanî ( zarok û malik ) 1786-1859an ê çîroka (Beyad Eltelic) Befrîna spî û h.w.d…
  Serdema duyemîn : Ev serdem ji sala 1914-1918an dema şerê cîhanê yekemîn, wek lêkolînên zanistî hatin dîtin li ser seykelojiya zarokan û şêwazê rabûn û rûniştina wan, ev reng gelek wêjevan sud jê girtin û bû cihê pêşketinê di wêje ya wan de.
 


Serdema siyemîn : Piştî şerê cîhanê duyemîn di sala 1939-1945an z, Zaniyarê wê demê digotin ku ev serdem zêrîn e ji wêjeya zarokan li Ewropa, ji ber ku gelek pirtûk hatin çapkirin û gelek kovar hate derxistin, şano hatin pêşkêşkirin, çapxaneyên taybet di vî milî de çêbûn.([3]) 

Zarok ji mezinên malê sûd wergirtine. lê ji hêla nivîskî ve yan pirtûk, kovar, rojname û berheman ve hin hewildan hebûn lê nepir bûn, hinek wêjevan û helbestvan zarok bê par nehiştin ji destpêka serdema Ehmedê Xanî û heta dema me ya niha berdewamî û hewildanin, ji ber ku zimanê kurdî her tim qedexe bûye, zor û zextî tu caran li kurdan kêm nebûye, ji ber van sedemên siyasî, aborî û civakî, kurdan li gor gelên din nikarîbûn wêjeyek nivîskî ya zarokan bo rêk û pêk, ava bikin, lê dîsa jî nivîskarên kurd hewldan didin û hin nivîskar berhemên taybet ji bo zarokan dinivîsînin, wek Şêx Ehmedê Xanî pirtûka (Nûbihara biçûkan), e pirtûkek fêrkirin û hînkirin, zarokên kurdan fêrî zimanê erebî bibin da ku fêrî xwendinê û nivîsandinê bibin lê bi rengekî cuda û xweşik her peyvek Erebî li ber oeyvek wê ya kurdî heye, bi vî rengî Ehmedê Xanî zarokên dema xwe fêrî zimanê erebî û Qur'ana pîroz kir.([4])  

 Bi gelemperî wêjeya zarokan a cîhanê di sedsala 17emîn de destpê kir û ji wir ve her diçû geştir dibû, dema Ronesansê pêşket.
  Cudahiya nav wêjeya zarokan û ya mezinan :
 Zarok beriya herin dibistanê bibin, nizanin bixwînin, lê fêrî wêjeya xwe dibin bi riya wêjeya devokî (stran, sirûd û çîrok).
 Lê wêjeya mezinan wêjeyek nivîskiye bêtirî xwe xwendine ne pêwîst e ku kesek jêre an kesek jêre bixwîne, guhdarî kirin kême di wêjeya mezinan de.
 Wêjeya zaroka nenivîskiye di temamê beriya çûna dibistanê bêtirî xwe devokîye û her rengê devokî bikar tîne ji bilî pendên pêşiyan.
 

Wêjeya zarokan mezin dinivîsînin û zarok mayinde dikin ji ber ku hişmendiya wan zû tiştan ezber dike.([5]) 

  Hêmanên Wêjeya Zaroka :
 Wêjeya zaroka di xwezaya xwe de cuda ye ji wêjeya mezinan, hêmanên wê jî cudaye ji ya mezinan, li gor mijar û şêwazê ziman.
 Li gor :
 Hizir û naverok :
 Gerek hizirek sivik, paqij û diyar be.
 Gerek bi wate û naverok li gor hişmendiya zarokan be.
 Mijara wêjeye gerek ji civakê be û li gor çanda zarokan be.
 Mijar û naverok li gor pirsên di hişmendiya wan de be.
 Gerek exlaqên erênî pêşkêş bike û hestên mirovahiyê yên baş û paqij avabike ji bo hêvî û kêfxweşî bixe dilê wan .
 Şêwaz û ziman :
 Gerek şêwaz û ziman cihê balkêşandinê û karibe xwe bighîne zarokan.
 Karibe xeyal û nîgaş li cem wan fireh bike.
 Gerek zimanekî resen, rast, paqij û wêjeyî be.
 Gerek hevokên deqên wêjeyî kurt û dagirtî be û xwe bighîne hestên wan.
 Kesayet û hûnandin :
 Gerek hûnandinek sivik be û nexwedî alozî be.
 Gerek bûyerê wê bihev girêdayî be
 Kesayet xwezayî be û li gor çanda wan be.
 Gerek kesayet li gor exlaqên civakê be.
 Gerek mûbalexe pir tune be bi deqek wêjeyî be.
 Gerek çakî û rastî serkeftî be I hemberê çepelê û bedkaryê.
   Giringiya wêjeya zarokan :
 Wêjeya ku ji zarok çêbibe wê xwedî giringî be bi hinek xal :
 Dibe wek çandek giştî ji wan re.
 Cihê dil xweşiyê û dagirtina dema wan.
 Danasîna jîngeh û civaka tê de jiyan dike.
 Danasîna hizir û nerînên mezinan ji bo wan.
 Alîkariya zarokan dike ji bo kesayetên dîrokî, wêjeyî û siyasî wek çîrokên lehengan ên kevn û nûjen nasbikin.
 Têgihiştina çand û kulturên din.
  

 Li Rojavayê Kurdistanê, berhemên hatin dîtin û belav kirin hindik bûn û şêwazê pê hatiye nivîsandin xwerû ye û hêmanên wêjeya zaroka nehatiye pêk anîn.
 Di warê çîrokê de berhemên ketin destê min hemû çîrokên devokî hatiye nivîsandin, çîrokê Gur, Rovî, Dîk û Ker….hwd. naveroka van çîrokan hemû xapandin, zikreşî, kîn û hemû rengê neyînî tîne ziman.
  Di warê Şano, çi naverokên şano hebûn, rengên perwerdak sivike. Heke em nebêjin şanoya zarokan li Rojava tune ye, tenê carcaran di roja Newrozê de tê pêşkêşkirin.
 Mixabin ji xwe Romana kurdî ji zarokan tune, kesek guh li Romanê nekiriye, hemû nivîskar guhlêdan li çîrikê kiriye.
 Cihê mixabîniyê ye ku em çîrokên zanistî û nîgaş sazî nebînin ji ber ku tu guhlêdan û miqatebûn li wêjeya zarokan nekirine.
 Hemû nivîskaran berhemên nivîsandine, tenê hewldane, lê ji bo bêjin me zarokên kurdan bê par nehiştiye ji keda xwe. Lê ew berhem zêde kirina berhema û hew.
  Di warê helbestê de, ya rastî, helbest bi rehetî hatin dîtin lê ne di astek bilind de ye.
 Hemû helbestên min peyda kir li ser hijmar, tîp, malbat, bav, dayik, pisk, ker, Dîko, mişko û hwd.
 Hinek rengê perwerdeyî , û hin hez kirin zarokan ji tiştek û miştekê wan bû.
 Lawaziya vê wêjeyê vedigere sedemên bingehîn :
 Rewşa siyasî ya kurdî û qedexekirina ziman, zarokan bi zimanê dayikê nedixwendin û qedexe bû .
 Rewşa malbatê ya aborî, ku gelek caran ji aboriya malbatê mal neçar dibin , zarokên xwe nedişandin dibistanan, û diçûn fêrî karekî destan dibûn.
 An carcaran pirtûk tune bûn ji bo wan an buha bû, kes nikarî bikire, wek dema pêşengeha Herekol ya duyemîn, min nikarîbû pirtûkek peyda bikre ji bo zarokekî û ya hebû jî werger bû ji zimanê Almanî.
  Bigiştî em dikarin bêjin ku wêje di nîviyê sedsala 20an de derketiye û ji ber derketina wê ya derengî wêjeya zarokan pêş neketiye.
   ..................................
  

 Wêje çi peyvek xweş û baş hebe ku bandorê li derûniya mirovan dike, çi helbest be, çi pexşan be.
 Wêjeya zaroka rengek ji rengê derberîna wêjeyê ye û regezên û hêmanên wê taybet heye, girêdaye bi ferhenga zimanê zaroka û girêdayî bi şêwaz û temenê wan.
 Em dikarin bêjin ku wêje pirek perwerdê ye dihêle zarok hemû pirsên di serî wî de bê bersivdayîn, ji ber ku ew dixwazin nasbikin çi li derdora wî çêbûye û çawa, çima çibû. Wêje derfetekê ji wan re çê dike ku baweriya wan bi wan tîne, dilê wan xurtir dike, xeyal û nîgaşiyê li cem wan çê dike, bi rengekî serguzeştî û xeyalek zanistî dixe mêjiyê wî.
  Wêje du beşên sereke jê re hene :
 

 

  
 

 Serpêhatî
 Çîrok
 Çîvanok
 Efsane




Destan
 Pend û şûr
 Mamik
 Zugotinok
 Wêjeya devokî : ew dîroka gel ya hatiye nivîsandin, hemî kevinetorên miletê xwe dide nasîn.
  

 Çîrok
 Helbest
 Şano
 Çîrokên Helbestî.



  

Dîroka wêjeya devokî ya  Zarokan

 

Dîroka wêjeya zarokan ji despêka xwe de, piştî derketina ziman derketiye , mirovên wê demê di şikeftan û di nav daran de jiyan dikirin, wê demê dayika zarokan şînkayî afirandiye, lê bav jî diçû nêçîrê, mirovên wê demê di klanan de bi hev re jiyan dikirin, ji ber ku pêwîstiya wan bi klanan hebû û armanca wan jî parastina mirovên ku bi hev re dijîn jî hebû.

 

Lê gava ku em vegerin dîrokê, em wiha bibêjin ku dîroka wêjeya zarokan ji serdema neolotîkê destpê dike. Çaxa bav ji nêçirê vedigeriya mala xwe û behsa lehengiya xwe dikir ku çawa lawir girtine û bi rengekî xwe dide xuyakirin ku ew leheng e, bihêz e, û wek wî tune ne, ev dibe destpêka çîrokê ji zarokan re, ji ber vê yekê nivîskarê Inglîzî ( Isak Dinesen ) dibêje:" çîrok hunera pîroz e". yanî em dikarin bibêjin destpêka wêjeya zarokan ji çîrokan destpê kiriye,  bi derketina mirovahiyê û pêşketina wê re û bi pêşketina ziman çê bûye.

 

Diyar e ku çîroka destpêkê ji devê bav hatiye, çaxa bav behsa lehengiya xwe ji zarokên xwe re dike, ew dayika xwe lê guhdar dikin, bav wiha dibêjê:

 

" Ez leheng im

 

Ez jîr im

 

Ez jêhatî me

 

Min lawir kuşt

 

anî ji zarokên xwe re".

 

Li vir dayik û zarok guhdarî dikin ku çi bûyer û serborî bi vî lehengî re çêbûye, da ku xwarinê ji malê re bîne û hemû bi kêf û rehetî bixwin, lê dibe roja din heman karî careke din bike. Carinan bav bi rojan nayê malê da ku xwarina zarokên xwe peyda bike, zarok pirsa wî ji dayika xwe dikin da ku çîroka xwe ji wan re bibêje.

 

Zarok li bendî bav dimînin, lê bav hîn jî nehatiye, li vir ew birçî dibin û digirîn, lê dayik neçar dimîne ku ji wan re çîrokekê wek çîroka bav wan bibêje, bi demê re zarok ji vê çîrokê bêhn teng dibin, dayik neçar dibe  ku xeyalan lê zêde bike da ku birçîbûna xwe jibîr bikin, dayikê her dem xeyalên xwe li çîrokê zêde dike.

 

Çaxa dayikê xeyal li çîrokê zêde kiriye, zarok pê ve bêhtir hat girêdan, xeyal ji zarokan re bû cihê dilxweşiyê, zarok her dem li rengê nûbûnê digeriyan.

 

Di serdema kevin a Neolotîkê de çîrok li ser milê mezinan bûbû barekî giran, ji ber ku nema zanibû wê ji zarokên xwe re çi xeyalan biafirîne, ji ber ku bûyerên wan ên rojane, tenê anîna xwarinê bû an jî nêçîr û çandinî bû, lê çîrokên kurdan ên destpêkê ji efsaneyan dihatin gotin, mîna efsaneya " Helal zade û heram zade".

 

Li cem Fir'ewniyên Misra kevin digotin ku goga zemînê li ser qiloçên gayekî ye, dema serê xwe dihejîne, erd jî diheje, her wiha di efsaneya êlek Wesenî de (êla Bîsîss) li nîvgrava Mayo, efsane wiha dibêje: Heyv û roj du jin bûn, roj jinek e bi werîsekî girêdayî bû û hevjînê wê ew dikişand û dimeşand, heyv hevjînê wê dijminê hevjînê rojê bû, ti caran qenciya hevjînê heyvê nedixwest û werîs davêt xakê ji bo negihe wî, di girêka werîs de bê girtin û bikeve erdê, xerabî bi mirovan dikir, lê hinek hevalên wî hebûn ew jî mişk bûn, ew mişk diçûn werîs dikurusandin û girêk dihatin vekirin.

 

Dibêje zarokên rokê gelek bûn û rok li ser mirov û zarokên xwe tirsiyaya ku ji germa bişewitin.

 

Lê ne ji hişê mirov ê jîr ba, me nedikarîbû çîrokên kevin heta niha guhdarî bike û ji zarokan re bibêje.

 

Di çîrokên zarokan ên kevin de bi rengê ku zarok ditirsandin, mîna çîroka "Gurê Manco – Zilo bapîro û 40 dêw". Ev çîrok ji hêla dê û bavê min dihatin gotin da ku em zû razên, lê mixabin bi vî rengî xew bi çavên me nedibû.

 

Gelek  beşên çîrokên folklorî yên zarokan hene, mîna:

 

Çîrokên efsaneyî, çîrokên olî. Hemû beşên çîrokê gereke ji zarokan re werin vegotin, di çîrokê de efsane hat destpêkirin û bi pêşketina mirov re û dîroka mirovan re gihaşt ta roja me ya îro.

   

Stran û Sirûdên Zarokan

 

Stran û sirûd beşek ji beşên folklorê zarokan e, diyare ku ev beşê folklor ji roja roj ve ji zarokan re kaniyek makdar e, pir zengîn e, bi stranên dapîran û dîlokên leyîstikan û niwênerên çîrok û sirûdan de. Di şevan de jin zarokê xwe di xew radikin, kulê xwe bi der tînin û bi serbestî dibêjin:

 

" de lorî ... lorî

 

Kurê min lorî

 

bavê te kuştin

 

dayik bi gorî

 

gernas û mêr î

 

divê tu megrî

 

de lorî ... lorî

 

Lê her wiha li cem Elmaniya jî nimûneyek vê heye.

 

dibêjin:

 

" lorî ... kurê min .. lorî

 

bavê te pêz xwedî dike

 

Û dayika te mitalan dike

 

Lê ez bi hêvî me....

 

Ku xewnê xweş di xewha te de bên.

 

Lorî ... kurê min ... lorî... “

 

lê yek ji stranên zarokan "Bûka Baranê" gava baran nayê zarok stranan dibêje:

 

"Bûka me baran divê

 

Me ji xwedê zika divê "

 

Yan dibêjin:

 

"Baranê bibar bibar

 

Tûtûka genimê me xwar

 

Zaroka li te kir hewar .... "

 





Û gelek stranên wekî din.([6]) 

 

Lê mamoste Salihê Heydo pir stran û sirûdên lîstokên  zarokan û hin din jî stranên ku armanca wan perwerda zarokan be, çi li kolanan be û çi li dibistanan be nivîsandine.

 

Folklornas Salihê Heydo ji bo dema zarokên niha dîwanak nûjen, bi rengekî xweşik û balkêş çap kiriye, ji bo  zarok ji rahiştina wê hez bikin, lê helbestek bi navê "dibistan" wiha Dibêje:

 

Ez ê herim dibistan

 

Dibistan xweyî rind

 

Bi xwendin û zanînê

 

Ava bikim şar û gund

 

Gelek stranên zarokan gotiye, lê mezina ji devê zarokan girtiye. Li vir ez dikarim wiha bibêjim ku zarokan straye û mezin bûne wêjevanê zarokan. Û ji devê zarokan girtine.

 

Merov dikare stran û sirûdan ji zarokan re dema  ku çêdibin ji wan re bistrê heta temenê du-sê salî û jor ve .

 

Di vî temenî de mirov nikare çîroka ji zarokekî yek salî hata sê salî bêje ji ber ku zarok nizane tiştekî li ser çîrokan û dayika xwe tenê nas dike.

 





Mirov dikare stranan ji zarokê xwe re bêje, armanca stranan dilxweşiya dilê zarokan be, carcaran stran dibe rengekî perwerdeyî wek mînakên stran û helbestên zarokan yên ser rêzgirtin û hezkirina ji dayikê "Dayika min " ([7])

 

Hezkirina ji alî malê wek seh, kevok, mirîş, ker,çêlek, û keroşk û hwd.

 

Heydo ev hemû ajala anine ziman û ji zarokan re kirine helbest.

 

Di dawiya vê mijarê de ez dikarim bêjim ku stranên zarokan û folklorê wan di warê sirûd û stranan de dewlemendiyeke, Folklornas Salih  Heydo kêmanî nedaye folklorê zarokan…Gerek em ji bo zarokan li Folklorê wan xwedî derkevin.

  




Zûgotinok([8])([9])

 

Zûgotinok: Beşek ji beşên folklora kurdî ne, zûgotinok herî zêde di folklorê zarokan de cih digire û bêtir ji bo xweşdem borî, xweşaxaftin û hilbijartina pîrkên leyîstikan û herwiha di şevbihêrkên zivistanî de ji zarokan tên gotin.

 

Di wêjeya kurdî de nemaze ya gelêrî de xebatên wekî şirove, lêkolîn û lêgerinê hê jî nehatine asteke bilind, ji ber vê yekê di vê xebatê de hewl hatiye dayîn ku li ser zûgotinokên kurdî xebatek lêkolînê bê dayîn û bi vî awayî kêmasiyek bê dagirtin û bi vê hizirînê li ser pênase bûye.

 

Di zûgotinokan de min hewl da ku ez pirtûkek taybet bibînim min nikaîbû peyda bikim, lê tenê paşiya pirtûka bi navê " Bexçeyê tê derxistinokan ji mamikên zarokan " ya mamoste Salih Heydo .

 

Di zûgotinokan de hin tîp nêzîkî hevin wek tîpên:

 

( s , ş )

 

( s , j  ) 

 

( ç , c )

 

Di tîpa ( R ) zarok zehmetiyê di bilêvkirina wê de dibînin, giran dibînin.

 

hinek mînak ji zûgotinokan de ev i:

 

1_ şimka şêrînê şemitî .

 

2_ Beyro bû mêvanê meyro .

 

3_ Reyso rîsê Reso rêsa .

 

4_ mamê mjn î mîşo . Sê sêşemba, sê mişar şîr.

  

Mamik

 

Ev jî beşek ji beşê wêjeya devokî ye, ev beşa xweşbûn  û geşbûn dixe dilê guhdaran de, şevbuhêrkên berê pê xweş dibûn, em dikarin wek penaseykê jê re deynin.

 

Mamik: Bi bêjeyên kin û wêneyên balkêş pirs dike, ev pirs dixwaze bigihîne guhdaran.

 

Mamik an tiştek,  an tiştok, hin herêmên din dibêjin, mamikên min î mamanî. Lê li herêm kantona Cizîrê dibêjin tiştek min heye, her dem bersiva wê gotinek an du gotin tenê ne.

 

Mamik ji zarokan re wek lîstokekê di civateke malbatî de, di dema borî de ji ber ku tu kehreba, TV, û Înternet tune bûn wek niha, ji ber vê yekê malbat bi kêf û xweşî şeva xwe, di riya mamikan re derbas dikirin.

 

Lê mixabin yek ji pirsêngirêkên dema me ya niha ku bi hatina Înternêtê, Facebook, Whats up û Youtubê ew zarokan ji himbêza xwe diavêjin û tu hevgirêdan û hezkirin di navbera malbatê de nemaye.

 

Malbat, dê û bav li xwe vegerin, bi zarokên xwe re rûnên û çîrok, mamik û zûgotinokan ji wan re bêjin.

 

 

 

Hin Mamikên Folklorî: 

 
  • ji jor de qelaç
 

     Ji jêr de qelaç

 

Di ortê de yekî gelac

 

      Dikim nakim lê nabe îlac.

 

Ew çi ye ( ziman )

 

 

 





([10])

Li misra kevin hinek neqş li ser dîwarên kevneşopiyên Ferûnî hate dîtin , wek çîroka hatibûn.([11])

 Mihemed Mûnzir Lutfî dibêje : despêka şano di sedsala 18an de li Fransa 1784, li ser Erdnîgariyekê , ev erda xwediyê wê Doq Şarter, şanoyek ji zarokan hat pêşkêş kirin.
  

Şanonivîsê kurd Ehmed Îsmaîl dibêje : despêka şano di sala 1918an de li Rûsiya hat derketin.([12])

  
 

 Şanoya zarokan : beşek ji beşên wêje û hunerê ye, a raste kirî ji zarokan re, bi armanca dilxweş kirina dilê wan, şano, xwe dighîne hest û ramanê wan.
 Yek ji çalakiyên zarokan lîsker , ji ber vê yekê dikarin bêjin : ku zarok dema dileyze bi malikan wek şanoyek tê ber çavê me, ev lîstika malikan cihê kêfxweşiyê li cem wan.
 Nerînek perwerdê dibêje : ku lîstin cureyek ji hunerê ye, û li hev xistinek di navbera nîgaş û rastiyê de ye, lîsk bihn vedaneke ji zarokan ku ji jiyanê hezbike û dilxweş be bi kiyana têde.
 Dema em dibêjin lîstik tê bîra mirov lîstika malikan, keç hawê dayika xwe dike, û kur hawê bavê xwe dike.
 Ev li şanoya di her malek ku zarok têde dijî. Yan jî zarok xwe wek Siwarê hespê dibîne dema li darikekî siwar dibe yan li darek qirşa siwar dibe.
 Şano zaroka re pirek perwerdê ya bi rengekî sivik û zimanek hêsan û li gor pêvajoya temenê wan be.
 


Nivîskarê  ji zarokan dinivîsîne gerek hemanên şanoya ji wan re deyne ta ku deqekê bighîne wan.([13]) 

Şanoya zarokan ya yekemîn di sala 1933an di kovara Hawar de bi navê "Hevend" bi zimanê kurdî di hijmara 20an bi destê Mîr Celadet Bedirxan.([14]) Naverok welatparêzî û netewiyetê dide xuyakirin, lê ji bilî vê yekê min agahî nedît li ser vê şano yê.

Ev şano piştî komara Mehabadê li ser dika Mehabadê hat pêşkêş kirin. Naveroka wê dayik Kurdistan e û çar zarokê wê heye, başûr , bakur, Rojhilat û Rojava , kurê wê Rojhilat ket himbêza dayika xwe lê hîn zarokên wê yên din mane.([15])

 Li Rojavayê Kurdistan em dikarin bêjin nivîskarê şano (şanonivîs wek Mihemed Hemo, Ehmed Ismayîl û Imran Yusif) hebin, şanoya zarokan winda nabin.
 Şanonivîsê kurd Ehmed Ismayîl , şano li ser zimanê lawira nivîsandiye.
 Şanoyek bi navê Roba Rovî, Dibistana Rovî, Barzanî (2003), Qazî Mihemed , Bexçeyê mezin 2001, şanoya me ya bi hêvî , sê çete 2004 û kêmanî.
 Şanoya ku cihê xwe di dilê min de girt , Dibistana Rovî bû. Bi zimanê  lawiran ji wan re hatiye nivîsandin, xapandina rovî ji ker û qaz , kevroşk û çûkan re, rovî dixwest hemûyan bixwe, lê di riya ker de û hêdî hêdî û yeko yeko wan bixwe.
 Ev şano rengekî siyasî ji civaka me ya kurdî dide xuyakirin, nivîskarê vê şanoyê dixaze mezin û zarokan tev de şiyar bike û agahdar bike, ev li gor nerîna min.
  Dilêrê kurd jî gelek şano nivîsandiye, şanoya yekem bi navê Sêwî di sala 1975an de.
  

 1.Hîro   2.Gul   3.Rîhan   4.Lal   5.Binefş   6.Nergiz   7.Beybûn   8.Xecxecok   9.Bilbil û 10.Pêmpilûk.
 

 E min kulîlkên rengîn
 Îro tev li hev civîn
 Em dibêjin karê xwe
 Distînin xelata xwe
 Em kulîlkên rengîn
 Hemî bi hilm û bînin
 



Cîhan tev dixemilînin([16])

 Naveroka şano welatparêzî ye, tu cudabûn di her çar parçên Kurdistanê tune ye.
  Imran Yusif jî şano nivîsandine, bi navê (Piling di roja dehan de) û şanoya (Gurê belengaz û roviyê xêrnexaz). Ev şano ji çîroka bavê Hepûnê bûye şano.
  

Lê hîn jî pêwîstiya me bi şano û nivîskarê şano heye, li ser asta şanoya zarokan li cem kurdan qelisbûnek heye , em bihêvîne ku şanogehek kurdî hebe ta ku şanoyên kurdî ji zarokan re hebe.([17]) 

  

 Hadî Numan El-Hîtî dibîne ku şert û mercên pêwîste di deqek şanoyê de hebe.
 Teşe û naverok guncaw be ji hiş û derûniya wan û li gor temenê tê de derbas dibin.
 Pêwîst e bûyer û rûdanên bingehîn diyarbin di şano de.
 Deqa şano gerek nedûrî fikir û ramanên wan be.
 Gerek deqa şano dûrî şêwazê xebatekê be ji ber ku zarok ji vî şêwazî dur dikeve.
 Di şano de ne gerek ew bed, xerabî û reş bîniya zêde hebe, wek yê bed cil û bergê wî reş be an çavê wî beloq, baskê wî hebe, ev hemû tişt.
 Di şanoyê de gerek nivîskar û derhîner alîkarbin di hezkirina zarok ji xweza, jiyan û derdora wî re hezkirina wî ji zanist, xwendin û mirovahiyê bi gelemperî.
 Si şanoyê de dîkor, ronahî , reng , mobîliya , hemû pêwîstin ji bo balkêşiyê ji wan re çêdike.
 


Muzîk , stran û dîlan jî pêwîste.([18])

 Şano gerek hinekî komî û tinazî têde hebe ji bo dilxweşkirina dilê wan.
  Em gelek caran dibînin ku di şanoyekê de gelek cure di hindirê deqek şano derdikeve, şanoya civkî ya pirsgirêk û çareserî şîrove dike, şanoya perwerdeyê.
 Ev reng hinek ji liv û tevgera zarok ya şaş pêşkêşî wan dike û şîreta didin wan ku ev şaş e û ev rast e.
 

Şanoya exlaqî , netewperestî ya çand û kultura miletekî derdixe hole û pêş dixîne.([19])

  
 

 Di gelek şanoyan de lîstikvan mezin û zarok in bi hev re şano çêdikin.
 Armanc ne tenê ji bo zaroka ye, perwerde, çanda wan pêş dixe, xwe dighîne wijdanê zarokan.
 


Armanca herî girîng civaka wî dihile wî pêşxîne,([20])

  
  Helbest
 " Hinekî li ser taybetmendya helbestê zarokan binvîse û alyê çêkirina xeyalê ji bo zarokan ku ev xaleke pir girînge "
  Helbest : cureyek ji cureyên wêjeyê ye, helbestvanên mezin ve cureyê  dininvîsînin ji bo zarokan û zarok wê dikin malê xwe.
 Ne pêwîst e ku helbestekê çawa pêşkêş bike, qasî ku giringe ev helbest çawa bandorê li zaroka bike, Mînak ; wek dîtina me ji gulek xweşik ne wek bihinkirina gulê, an dîmenê gulê tişteke û bihna gulê xwe dighîne hestê mirov.
 Tu cudahî pir di navbera helbestê zarokan û mezinan pir tune, tenê di naveroka wê de cudahî heye, cudahî di teşe de tune, ji ber vê yekê gerek dema helbest were nivîsandin li gor hişmendiya wan be û bibe cihê dilxweşiya zarokan.
 

Gerek mamosteyê dibistanê zanibe çi helbestê pêşkêş wan bike ji ber ku ev erkê mamoste ye û ji wî tê xwestin.([21])

  
 

 Helbesta çîrokî : Mîjara wê çîrokek bi helbestî tê nivîsandin.
 


Helbestvanên kurd li Rojava wek Seydayê Cegerxwîn û Konê Reş ev reng bikar anîne.([22])

 

Seydayê Cegerxwîn di Dîwana Pirîsk û pêtî (Dîwana Yekem) de helbestek binavê Ji Biçûkan re([23]) û serxwebûna mirîşkan.

 Şêr û piling tevde çûn
 Rastî serîk penêr bûn
 Vî jê xwar û wî jê xwar
 Herdhwa li hev dane dar
 Yekî ji ê dî re got
 Herdû rabûn bûne cot
 Go : Em herin cem rovî
 Seydayê wehş û kovî
 Ewê me li hevdu bênî
 Çavê mêrik derênî…..hwd
  Helbestvan Bavê Serbest jî ev reng bikar aniye.
 

( Rovî û Tirî) , ( Ker û Zarok ) , ( Mişko ) û ( Mar û Rovî ) di Dîwana Nergiz de.([24])

 

Helbestvan Konê Reş di pirtûka xwe ya Sîpan û Jîn , Gur û Rovî.([25])

 Apo Osman Sebrî jî helbestek di kovara Hawarê de (Roviyê Jîr) , hijmara 23an de sala 1941, 10 meha pûşber.
 

(Dîk û Rovî) di 1 Tebaxa 1941, hijmara 31ê.([26])

  Helbestên Perwerdehiyê : Ev reng fireh bêtirî ya çîrokî ji ber ku mijara vê gelek tiştan di hindirê xwe vedihewîr ne, mijarê wê malbat, zanîn, xweza, xwendin, hezkirina ji derdora xwe, dibistan, pênûs, pirtûk, paqijî, xwendina hijmar , Elfabe û …..hwd.
 Helbestvanê yekem yê ev cure bikar anîye Mele Ehmedê Xanî di Nûbihar de ji bo zarokên kurda fêrî zimanê Erebî bibin û ne nezan bin.
 Kebdî ceng e, kulye gurçik, kidne bez
 Rovin e em'a, meraret hem zirav
 Deyq tengî, qeser kurtî, tûl dirêj
 Xilzet û diqet sitûri-ya zirav
 sebe' têrî, etiş têhnî, çû birs
 

seyh e gazî, sewte deng, û ism e nav.([27])

  Helbestvan Ferhadê Ecmo du berhemê wî jî helbest hene bi navê Landik 1 û 2. Mijara wan perwerdeye.
 Ev helbestek ji landik 2 bi nave INTERNÊT :
 Tît tît tît û têt
 Va em gîhan internêt
 Cîhan hat hindirê me
 

Ne tirs maye ne fêhit.([28])

  Nivîskar Konê Reş di pirtûka Sîpan û Jîn de helbestek jimarî bi navê Şagirtên Dibistanê
 Yek , dido , sisê
 Rab ji xew sîpê
 Bişo ser û çav
 Bike tevger û gav
 Rê bigre í Sîpan î
 Şagirtê dibistan
 Çar û pênc û şeş
 Li rê xweş bimeş
 Heft û heşt û neh 

Sal diwanzdeh meh.([29]  


  
        Encam
  Kurd ji nav hemî miletan dagirkirî , êş û azar dîtiye. Ji ber vê yekê wêjeya kurdî derneketiye bi rengê fermî, lê wêjevan û berhemên wan hebûn û dihatin belav kirin ne bi rengê fermî.
 Tevî qedexe kirina zimanê kurdî li herçar perçeyên Kurdistanê, wêje di astek pir baş bû, nivîskaran hewl didan ku wêje herdem berdewam be û pêşkeve.
 Wêjeya kurdî ya zaroka beşek ji wêjeyê ye lê nayê wata piçûkirina wêjeya mezina.
 Zarok wêjeya xwe ji dayik û bavê xwe, dûvre ji kolan , dibistan û mamosteyan fêr dibe.
 Ew di pêvajoya yek rojî ta 13 salî fêrî wêje dibin.
 Ji bo ku em zarokên xwe bighînin encameke baş gerek ew ji xwe bipirsin, emê bi çi rengî wêjeya wan bighînin wan ?
 Wêje, yên wê pêşdixîne, nivîskar, şewekar, mamoste ne, lê yên destpêkê dayik û bav in.
 Yek ji erkê nivîskar, gerek ew zanîbe zarok ji çi hez dike. Carcaran gerek ew xwe têxe şûna zarokan û wek wan bihizire, dil û hişmendiya wî wek wan be ta ku bighê ancameke baş. Lê piştî şoreşa Rojava û bicihkirina zimanê kurdî di dibistanan de pêwîstiya me bi pêşxistinek wêjeyî heye, ev pêşxistin êdî erkê me hemûyan e.
 Di despêkê de dayik û bav gerek hayên wan ji zarokan hebin, wek peyvên xweş ji wan re were bikar anîn. Mînak ; Dema tiştek ji wî/wê bixwaze peyva " ji kerema xwe " bi kar bîne, an ku zarok şaş bibe bila lêborîna xwe bixwaze, an jî carcaran wî spas bike, ev peyvana hemû wêjeyî ne, zarok fêrî civaka xwe dibe.
 Di dibistanan de gerek salê carekê pêşbirkên metiryalan çê bibe di nav xwendekaran de xwe-bi-xwe.
 

 

 

 




Ayda Hecî 



  )[1] (Ji Edebiyata zarokan di kovara Nûbiharê de – Çap 2017 


  )[2] (Çanda zarokan – Hadî El-Hîtî


  )[3] (www.tifcamerican.com/arabic


  )[4] (Çanda zarokan – Hadî El-Hîtî


  )[5] (Elî Cezîrî – wêjeya devokî – çanda zarok – hijmara 123


  )[6] (www.google.com/supermama.me  
 

)[7] (Elî Hudeydî

)[2] (Inşîrah El Mûşrifî

  

)[3] (Elî Hudeydî - fi Edeb Eltfal

  

)[4] (Ehmedê Xanî

 

)[5] (Edeb El-Etifal – Medxel lil terbiye Elibdayiye – Dr.Inşîrah El-Mûşrefî

  

([6]) Kovara Pirs – E.Huseyînî

 

([7]) Awazê TemBûrê li Ber Rengê Hingûrê 

 

([8]) www.pirtûkênKurdî.com

 

([9]) Bexçeyê têderxistinokan ji mamikên Zarokan çapa 2015

 

([10]) Ji pirtûka mamoste salihê Heydo Bexçeyên têder xistino okan ji mamikên zarokan çapa 2015

 

)[11] (şanoya zarokan li cem Husam Eldîn EbdEzîz

  

)[12] (Edeb El-Etfal Fi El-`

  

)[13] (aqelnawelay007.com

  

)[14] (Hijmara 20an ji kovara Hawar.

  

)[15] (Ji devê mamoste Konê Reş.

  

)[16] (Civata kulîlkan – M.Hemo

  

)[17]  (Ebdilmecîd Qasim - Edeb Eletfal fî Elseqafa Elkurdiye 

  

)[18] (Emcad  - Husên

  

)[19] (Şanoya Zarokan li cem Husam Eldîn

  

)[20] أدب الأطفال في الثقافة الكردية – عبد المجيد قاسم (

  

)[21] (Elî Hudeydî.

  

)[22] (Mulexes Emcad

  

)[23] (Cegerxwîn – D 1 ( Pirîsk û Pitî ).

  

)[24] (Nergiz 1 – Bavê Serbest.

  

)[25] (Sîpan û Jîn..

  

)[26] (Abdlmecîd Qasim

  

)[27] (Nûbihara biçûka – Ehmedê Xanî.

  

)[28] (Ferhadê Ecmo - Landik

  

)[29] (Sîpan û Jîn – Konê Reş.






Îroveyan
* E-name li ser malperê nayê weşandin.
I BUILT MY SITE FOR FREE USING