Filetî ( Mesîhiyet )
Baweriyeke yekxwedayî ango Brahîmî ye . Ji nijada xwe ve Cuhûwarî ye . Pirtûka wê ya pîroz Incîl ango Mizgînî ye , weke du sozan hatiye naskirin û nivîsandin ; Soza yekemîn û Soza duyemîn . Bi mizgîndayînê belavî cîhanê bûye . Pêxemberê wê Îsayê Mesîh kurê Meyrema Edra ye . Mijara baweriyê ; peywerên sincî , buhêrek , pakî û pîroz dîtina tiştan e û têkiliya di navbera xwedê û kurê wî Îsa ku bû fedekarê cîhan û gelê xwe û bi xaçkirina wî , wan ji gunehan rizgar kir , ne miriye û di dawiya dinyayê de wê dîsa derbikeve . Cihê ku bawerî lê xwe da der ; Filestîna anha ye û bi taybet Quds , Orşelîm û Bêt lehim e . Ev bawerî di serdema Şahînşahiya Romanî de derketiye . 2.4 Milyar kes baweriya xwe pê tînin û nav xwe de dibe çar beş : Kasolîkî , Arsoziksiya rohilat , Rojhilatî , Birotistantî .Wateya navê Mesîh tê ku ew tiştê bi rûnê pîroz hatiye firkandin .
Baweriya Mesîhî
Pirtûka pîroz di baweriya filetiyê de bingeh tê girtin , wê weke gotina xwedê ya statîk ta dawiyê dibînin , di riya wê de xwedê û pilana wî ya rizgarkirina mirovan ji gunehî û sezeya wê ya sermedî nas dikin her wiha pirtûkeke ku behsa têkilyeke kesayetî , zindî , rojan e û yekser bi xwedayê afrîner , hezkir , pîroz û dadmend dike.
Filetî ne ol e weke ku belavbûye , lê belê bawera bi Îsayê Mesîh e û çi ji mirovahiyê re kiriye , navlêkirina rast dive ku " Baweriya Mesîhî " be , her wiha gotina ( Nisranî ) gotineke biyanî ye ji pirtûka pîroz û dîroka wê re û ne di cih de ye .
Her Mesîhiyekî rast , bi hebûna yek xwedayî bawer dike . Afrandin daberînke xurt e ji vî xwedayî û şiyana wî ya sosret re , xwedê bi şandina wî ji pêxemberan re ku her yek ji wan xwedî nameyek taybet ji kes û gelan e re , xwestiye xwe bîne ziman , mebesta xweda ew bû ku mirov tim tobe bike û lê vegere , lê di dawiyê de xweda giyanekî mirovî girtiye ku ew bi xwe Îsayê Mesîh e û hatiye dinyaya me û weke mirovekî tekûz bêguneh jiyaye daku xwe di ber gunehê û sezaya mirov a sermedî de feda bike û ji her kesê ku baweriyê bi Îsayê Mesîh dike jiyaneke sermedî be . Di baweriya Mesîhî de xwedê herdem despêker e ji ber xwedanê hezkirinê ye û dixwaze bi bi mirov re li hev were û ta dawiyê pêre be . Pilana xwedê ji her mirovekî re ; rizgariya ji gunehê ye , aşîtiya hemû rojên cîhanê ye , şahiyeke xwedayî ya herdemî ye û parvekirina hezkiria xwe bi mirovên din re .
Pirtûka pîroz ( Incîl ango Mizgînî ) her Mesîhiyekî fêr dike ku weke çawa Îsayê Mesîh jiyabû ew jî weha bijî , riya xwe li gorî peywer û wesîyên wî yên tijî hezkirin , buhrandin , jiyana pîroz û pak bi xwedê re û bi mirovên din re bijî û bişopîne û vê peyama xwedayî bigihîne hemû dinyayê .
Baweriya wan ew e ku Incîl ji cem xwedê ye , ew gotina xwedayê bê kêmayî ye û desthildariya herî bilind ji jiyana yê Mesîhî re ye , her wiha xwedê yek e û kesayeta wî di riya Salûsê pîroz dixuyîne ; Bav , Kur ( Îsayê Mesîh ) û rewanê pîroz e ( Elrûh elqudis ) . Îsayê Mesîh bi xwedayîbûna xwe di teşe û awayê mirovekî li ser erdê jiyaye , li ser Xaçê miriye , hatiye veşartin , lê ji nav miriyan rabûye û anha weke dilovankarekî li rastî bav ango xwedê dijî . Mesîhiyet dibêje ku mirina Îsayê Mesîh li ser xaçê , bes bû ji bo dayîna temenê guneh û qereyê li ser mirovan bi awayekî tekûz û bi mirina wî li hev hatina di navbera xwedê û mirovan her wiha vegerandina têkiliyê pêre çêkir .
Mesîhiyet û limêj :
Di Filetiyê de limêj cihekî girîng di baweriyê de digire , limêj li cem Mesîhyan pir pîroz tê dîtin û weke pirekê ji bo hevdîtina bi xwedê re û pêre axivîn e . Incîl her gav û bê qutbûn daxwaza limêjê dike û weke parçeyeke girîng ji baweriya Mesîhî dibîne , di limêjê de spasî , bawerî û sozadayîna ji xwedê nû dibe û tê kirin , her wiha daxwaza pêwistiyên rewanî û demkî jê têne lavakirin . A girîng ew e ku divê gotinên limêjê ji dilekî pak ku bi xwîna Îsayê Meshî hatiye pakirin derbên .
Mesîhiyet û xwendina Incîlê :
Di baweriyê de weke çawa mirovê Mesîhî dixwaze bi xwedê re biaxive , xwedê jî di riya pirtûka xwe ya pîroz de dixwaze bi mirovan re biaxive . Ew jî di riya gotina ku jii Mesîhiyan re şandiye û ji wan xwestiye ku vê gotinê bixwînin , ji ber di gotina xwedê de sûdgirtin di her aliyê jiyan de heye her wiha nêzîkbûyîne ji xwedê re .
Rêgezên baweriya Mesîhî :
Jêder :
Raman Hesê