[2]"Zeredeşt navê wî yê rast Dexza ye, navê bavê wî Purşeb û navê dayika wî Reyyê ye, ji êla Spîtama ye, li bajarokekî nêzîkî Urmiyê, bi xwe jî lê ji dayik bûye. Ji Kurdên li Azerbeycanê jiyayî ye. Ev der cihê gelê Kurd bû û heya niha jî Kurd li wir jiyan dikin. Di roja me ya îro de, dikeve bin deshilatdariya Îranê.
Zeredeşt êdî bûbû xortekî 15 salî, di serê wî de gelek pirs hebûn digot: Gelo, ez kî me? Çima heme? Jiyan çi ye? Çima mirov dimire? Piştî mirinê jiyaneke din heye? Kê ev ezman çêkiriye û ev stêrk tê de bi cîh kirine? ax, hewa, av û agir ev ji bo çi çêkirine? xerabî û başî çi ne û çima hene? ev pirs tu tebat nedidane Zeredeşt. Keşîş û matranan jî êdî hew dikarîbûn bersiva pirsên wî bidin. Jixwe bersivên wan ji pirsên wî re nedibûne çare. Piştî wî dît kesî ku bikaribe bersiva pirsên wî bide nîne, biryara xwe da û bi xwe ket nav lêkolînan. Rojên wî di nav daristanan de, li ser dar û beran, bi çûk û ajalên din re derbas dibûn. Bi şev jî li ser stêrkan lêkolîn dikir. Her wiha li ser suriştê, element, av, agir, hewa û axê jî lêkolîn dikirin. Keşîş û matranan[4], li gor olên xwe, ji her tiştî re Xwedayek pejirandibû. Wek Xwedayê rojê Mîthra, Xwedayê avê Anahîta, Xwedayê meyê û evînê Haoma, Xwedayê xêr şer dihebandin. Ji xwedayan re mirov û ajel qurban dikirin. Ava Haoma vedixwarin, pê serxweş dibûn û xerabî dikirin. Zeredeşt bi awayekî eşkere li hember wan derdiket û digot: Mirov pîroz in, divê neyêne qurbankirin. Ajelên ku şîr didin, ajelên ku cot dikin, ajelên bar û siwariyê, hwd. Divê neyên qurbankirin, ji bilî seremoniyan divê ava Haoma neyê vexwarin, Ava Haoma di koka xwe de pîroz e, derman e, divê ji bo serxweşbûnê neyê vexwarin.
Di nav mirov de başî û xerabî heye, başî û xerabî her dem bi hev re di nav şer de ne. Zeredeşt mirovan dike sê beş : laş, hiş, giyan ( ruh), laş: Laş ji elementan pêk tê, goşt û hestî ji axê ne, piştî mirinê, laş li rastiya xwe vedigere û careke din dibe ax. Xwîn û ava di laş de jî her wiha li rastiya xwe vedigerin û careke din dibin av.
Nefes ji hewayê ye, piştî mirinê ew jî li xwe vedigere û dibe hewa. Tîn ango enerjiya di laşê mirovan de ku dibe sedema tevgera laş, xwîn û nefesê jî, her wiha li rastiya xwe vedigere. Hiş dibe sedema înkarnasiyonê û hesabê roja pasîn (qiyametê). Di jiyana piştî mirinê de, mirov çi kiribe, bi rêya hiş ew tişt derdikevin pêşiya mirov, eger mêr başî kiribe, başiya wî dibe beden û dikeve şiklê keçikeke ciwan û rind û derdikeve hemberî wî, eger xerabî kiribe, ew xerabî jî dibe beden û dikeve şiklê keçikeke gelek nexweşik û derdikeve hemberî wî, bi laş re hiş jî dimire, giyan ew ji bedenê cudatir e û ne element e, giyan ji Ahura Mazda ye û nemir e, roja dawî, ew jî li rastiya xwe vedigere û dibe Ahura Mazda.
Li ser suriştê jî dibêje: Her tiştek ( madde û antî madde) ku di siruştê de hene, wek ben pev girêdayî ne, lawazî an têkçûna tiştekî bandorê li ser tiştên ji derveyî xwe ve jî dike. Li ser stêrkan jî wiha dibêje: Sîstemeke xwedawendî li asîman heye, her tişt bi hev ve girêdayî ne û di navger û guherînê de ne, mirina stêrkekê, destpêka stêrk an jî stêrkên din e ). Ji bo dinyayê jî wiha dibêje: Dinya wek hêkê ye, zerika hêkê ax e, sipîçka li dor zerikê jî hewa û tiştên din in, qalikê hêkê jî wek zirx ji bo parastina dinyayê ye.
Mîthraniyan digot: Roj xweda ye û navê wî jî mîthra ye, her tişt wî afirandiye, Zeredeşt ev bawerî jî ser û bin dikir û digot: Mîthra, Hor bingeha jiyana li dinyayê ye, ji ber germî û rohniya xwe pîroz e lê ne Xweda ye, yê ku Mîthra, Horê jî afirandiye heye.
Di gerdûnê (kosmos) de sîstemek heye. Madde û antî madde di nav tevlihevî ango kaosekî[5] de ne, di nav vê tevliheviyê de jî sistemek heye, ev tişt di mirov bi xwe de jî heye. Zeredeşt ji gerdûnê re dibêje Mazda (mezin û zaniest). Zeredeşt Mazda wek beden dibîne galaks, stêrk, siruşt, mirov, ajel, nebat û antî madde jî her wiha.
Felsefeya Zeredeştî, li ser ramana hebûna xêr û şer e û nakokiya berdewam û bêdawî di navbera wan de, avakirî ye. Ahwaramezda xwedayê xêrê ye û sembola şer jî Ahrîman, an ku Pelîd e. Di dawiya vê nakokiyê de, xêr bi ser dikeve û şer têk diçe.
Perensîpên ola Zeredeştî:
Hindek aspektên ola Zeredeştî:
Zeredeşt, kuştin, vexwarina meyê, derwerkirin, zîna û dizî li xelkê qedexe dike.
Cejnên Zeredeştî:
Cejna Newrozê
Cejna Mîhrecanê
Cejna Sidiq
Cejna Ram
Cejna Tîrekan û Firordican
Cejna Agir
Yezdan an jî xwedayên ku di ola Zeredeştî de hene:
Wateya hin bêjeyên di pirtûkê de hatine:
Ola Bîhî=ev ola başiyê. Navê naskirî ye ola Zeredeştî ye.
Înza=baweriyeke taybet di ol û mezhebê de.
Endîşe: Bawerî-raman.
Anyran: Navê ferişteyên nihandinê li nik Zeredeştiyan.
Ahrîmen: Rêberê Bedweriyê. Pelîd, sembola alozî û şerê ye.
Badir: Dareke biber e, jina avis.
Bundahish: Afirandin, destpêka afiriandina jiyanê. Yek ji beşên serdema Sasanî bi zimanê Pehlewî ye şîrove dike çawaniya afirandina jiyanê, li gor baweriyên Zeredeştiyan.
Yekta: Yekperestî, bêhempabûn.
Yasht: Perestî, bilêkirin, limêjkirin.
Mak: Sihirbazî, cadûgerî.
Mox,Mok: Mirovê giyanperest, olperestê Zeredeştî."
Pêşengê wêjeya nivîskî ya dema Avestayê, Zeredeşt: Zeredeşt pêxemberê Kurdan e. Beriya zayînê di sedsala 6'an de jiyaye. Ola wî bûye ola fermî ya Med û Farisan. Nêzîkî 1200 salan ji beriya Îslamê jiyaye.
Piştvanên Zeredeşt gelek exlaqbilind û giranbuha ne. Di Quranê de navê kesê girêdayî wî wek Mecûsî derbas dibe. Gotina Mecûsî ji peyva kosya hatiye girtin. Peyva kosya di çanda Med û Ferisan de, weke nasnav ji bo mirovê oldar dihat bikaranîn. Ev jî beriya Zeredeşt bi vî awayî bû, lê piştî hatina Zeredeşt û pêkhatina Mecûsiyetê, bûyera her çar endamên pîroz ên xwezayî( agir, av, ax, ba) derketibûn.
Di ser bawerî û ramana Zeredeşt re, pir demên dîrokî bûrîne. Ew ramana civakê, yak û Xwedan çandeke pêşketî û jiyaneke nûjen û bilind bû, her çi qas wek maneyî olî tê binavkirin jî, ji bûna diyarkirina rêgezên wî li ser endamêm xwezayî bûn. Ew çar endamên xwezayî wek : Av, ax, agir û ba yên bingehîn ji jiyanê re palda bûn. Tarî û ronahî, nexweşî, xweşî, xirabî, qencî, zanabûn û nezanabûn, wekî têgehên nakokî dihatin dîtin.
Di baweriya Zeredeşt de têgehek heye, ew jî pîrozkirina agir e. Bandora ola Zeredeşt û Avestayê heya roja me ya îro jî li ser ol û civakan tê dîtin. Ger nezanebûn jê be, Kurdên bûyîn Musliman jî gelek erkê wî olî pêk tînin."
Yunana kevn, Roma û Cuhû gelek di bin bandora hizirên Zeredeşt mane. Her wiha îslamê jî gelek tiştên xwe ji Avesta Zeredeşt girtiye.
Pîroziya agir û rojê:
Li gor felsefa Zeredeştî, ruh bêmirin e. Ji ber ku rih çirûskek ji Xwedê ye û dema mirov dimire dîsa diçe wir. Piştî mirinê rûh derdikeve jor cem agirê pîroz. Ji agir hatiye û careke din jî diçe cem agir. Agir kurê Xwedê ye û navê wî Atar e.
Du agir hene, agirê pîroz ku li jor e û kurê xwedê ye û agirê din ê edetiyê ku li cîhanê heye em bi kar tînin. Herdu ne yek in. Lê yê ku em bi kar tînin jî dîsa pîroz in. Roj û heyv jî çavknaniyên ronahiyê ne, loma ew jî pîroz in. Bi tayebtî roj, ew jî ronahiya xwe ji agirê pîroz digire. Roj, sirûşt û jiyanê pak dike.
Di vê Yastayê de pîroziya rojê weha diyar dike:
“Dema roj hiltê cîhan ku ji aliyê Ahura Mazda ve hatiye afrandin pak û temîz dibe, avên ku diherikin pak dibin, avên bîran pak dibin, avên deryayan (behran) pak dibin, avên seqan pak dibin, hemû afîranêr û ruhê pîroz pak dibin.”
Li gorî felsefeya Zeredeşt afrandin pêvajoyeke domdar û xwe her nû dike. Yanî diyalektîk e.
Ahura Mazda dibêje min 16 welat ava kir. Yani Ew xwedayê 16 welatan e. Navê wan welatan ev in:
1- Ariyana Vaeje (Welatê Ariyan)
2- Sogdî
3- Mouru
4- Baktî
5- Moûrû
6- Haro
7- Vaekereta
8- Ûrva
9- Xanenta
10-Harahvaîtî
11-Haetûmant
12-Ragha
13-Çakra
14-Varena (Dahak li vî welatî hatiye kuştin)
15-Heftçem
16-li cem serkaniyên Rangha (nav tune).
Di çend gathayên din de jî dinivîse ku Ahura Mazda cîhanê ji heft parzemînan (karşwaran) ava kiriye û di nav her yekê de jî derya û çiya hene. Karşwara herî bêyom û helak ya bakur e. Hemû xerabî li wir kombûne. Kesên ku werin cezakirin jî bila herin wir. Mirov dikare bêje karşwaran, dojeha (cehenema) Zeredeşt e. Van parzemîna jî weke rojhilat, rojava, başûr, bakur û navbera wan bi nav kiriye.
Ga:
Di Zeredeştiyê de ga an conga pîroz e. “Congayê guhzer, kuloçzêr û li ser kuloçên wî hêz û serkeftin hene. Ev ji aliyê Mazda ve hatiye afırandin.” Ga, hem sembola heybet û hem jî ya hêz e. Di hîvê de tovê conga heye. “Hêza me ji ga ye, hewcedariya me bi ga heye, gotinên me ji ga ne, destkeftiyên me ji ga ne, xwarinên me ji ga ye, lixwekirnên me ji ga ye, yê ku xwarinê tîne ga ye, em bi ga zeviyên xwe dajon.”
Hîn ji dema Sumeran ve ga yan jî conga ji ber van sedeman bûye sembol û li ser zinar û dîwaran fîgurên[9] ga hatine kolan û peykerên wan çêkirine. Li ser sura Amedê û dîwarê Mizgefta Mezin a Amedê şêr li ser pişta ga ye. Li ser bircên Amedê jî gelek figurên ga hene.
Zimanê Avesta bi giştî ne bi farisî ye û ne jî bikurdî û zimanekî din e. Lê di Avestayê de gelek gotinên kurdî û farisiyên ku hevpar û hevbeş in hene. Weke nimûne: Mah (meh), xor (roj), dirûj (direw), Haoma (homa), atar (adir, agir), asman (asîman), vayû (ba), arştet (adalet), Xarvanetî (qehreman), sadaqat (sedeqat), zer, deşt, buidhi/buiti (pût), dûrûka (dûr), frabazû (pazû), gaya (giyan), dad (dad), pêşdad (pêşqanûn), rûach (rûh), rast (meqamê îlahî), raşnû (rast, durust)……
Arî û welatê ariyan:
Zeredeşt di gelek gatha û Yasmayên xwe de behsa Airyana vaeja (Ariyan û welatê Ariyan) dike û ol û felsefa wî ji bo gelê Arî ye. Dixwaze hemû bela û tofanên ku bi serê gelê Aiyan ve were berteref bike, pêş lê wan bigire. Destnîşan dike ku ji bo şad û bextewariya miletê Ariyan hatiye û newazişdan dike.
Mîthra ku ji aliyê Ahura Mazada ve hatiye şandin weke ferîştehê ku li kişt û kal (ziret) dinêre, hatiye tayinkirin û divê gelê Ariyan jê re hurmet bikin û goriyan serjê bikin. Weke ku Mîthra wezîrê tarimê be û hemû zeviyên welatê Ariyan di bin dest û fermanê wî de ne. Û Avesta Mîthra weha pênase dike:
“Mîthra gelek zane ye, serokatiya civînan dike, hezar guhên wî û deh hezar çavên wî hene. Gelek bejn bilind e. Tim hişyar e û xwediyê zevî û bergehan e.”
Ji derî Mithra Yazata jî heye. Yazata jî carnan wekî ferişte ye û carnan jî wekê Xweda ye. Niha kurd ji Yazata re dibêjin Yezdan. Li gorî kurdên niha navê xwedê bikurdî Yezdan e.
Her wiha çend firîşteh an jî wezîrên Ahura Maza yên din jî hene ku karî her yekî cihê ye. Ji wan yek jî Fravaşî ye. Ê gerdûnê (bûnewer) diparêze.
Belê, Mîthra di hinek cihan de bûye Xwedê. Hem jî Xwedaynekî mezin bi nav dike. Heta navê Mîthra li pêş navê Ahura Maza ye.
Mirov dema li dîrokê hûr û kûr dibe, dibîne ku di dema Sumeran de jî wiha bûye. Wezîrê avê, wezîrê heywanan, wezîrê ba û baranê, wezîrê zeviyan û hwd hebûne. Wekî Ahura Mazada yên Sumran jî Xwedayê herî mezin Enlîl e. Di serdema Sumeran de ew nêv qiral û nîv Xweda yan Xwedewend bûn. Lê belê dîsa jî pîroziya wan hebû.
Xwedê û peyamberî:
Di Avesta de 53 navên Ahura Mazda hene. Lê di Quranê de 99 navê Xweda hene.
Li ҫiyayê Hîra ji aliyê şikeftekî ve ji Hz Mihemed re jî wehî hatiye. Herweha Manî jî li şikeftekê bi mehan hiziriye, xwendiye û pişrtre peyamberiya xwe diyar kiriye. Li gorî pirtûka pîroz, Xwedê bi Mûsa re axiviye. Xwedê li pişt deviyekê ji Mûsa re got “tu peyamberê min kurê Xwedê yî, here Misrê gelê xwe azad bike.
Her wiha di mijarên buhişt, dojeh, pireya Selatê û gelekên din de jî Tewrat, Încîl û Quran îlhama xwe ji Zend Aviestayê girtine. Di Avestayê de dema mirov dimire rihê mirov diҫe ber mêzînê û xêr û guneh tên weznandin. Di ser pireya Selatê re derbas dibin. Di Avestayê de navê pireya Selatê wanwend e. Ferqeke heye ku li gorî baweriya Zeredeşt rûh carek din bi paş ve vediger cîhanê, di yên din ên semawî de venagerin cîhanê li buhişt an li dojehê dimînin.
Haoma:
Di gelek gatha û ayetan de navê Haoma derbas dibe. Piranî navê gihayekî pîroz e. Lê di çend cihan de jî weke navê firîşteh derbas dibe.
Weke nimûne: “Haoma, yanî yê ku şadî dide, şîfa dide, Haomayê bi esil û çavzêrîn jê re li serî çiyayê Bareza qurban da..”
Di yasmayeke din de weha dinivîse: “Haoma yên ku wê vedixwin re weha dipeyive: Tu bê zarok bimînî, bê nesil bimînî, heydûdekî xerab ku li du îftireyan baz dide tu min li serî wî nekî û min biparêzî. Min tu car cezayê seriyan nedaye, Ez Haomayê pîroz im ku mirinê bi dûr dixim.
Disa di yasmayeke de jî weha dinivîse: “Ji ber vê yekê Haomayê pîroz weha bersiv dide.”
Weke tê zanîn îro jî kurdên dimilî (zaza) ji Xwedê re dibêjin Homa.
Di Avestayê de Dehaq:
Di Avesta de gelek caran navê Dehaq derbas dibe. Cara yekem dema navê 16 welatan dide ku afirandiye di rêza 14, di Fargada 17 benda 3`an de navê Dehaq derbas dibe. Kurdiya vê Fargadê weha ye: “Ez Ahura Maza ku welat û warên baş û xweş min ava kirin yê rêza çardem de, Thraetaona ku li wî welatê hatibû dinê û wî Azdî Dahaq kuşt Varena bû.”
Ji derî vê navê Dehaq di van Gatha û Yasma de jî derbas dibin: r. 201 yasma 6 û 8, r.303 û Yasma 97-100, rûpel 375, Yasnma 34
Li gorî Avesta sê serî û sê dev , şeş çav û gelek guhên Azdî Dehaq hene. Di nav jinên Dahaq de du jinên wî yên gelek xweşik hene. Navên wan Savanghavaç û Erenavaç in û divê ew herdu ji destê Dehaq werin rizgar kirin.”
Jîngeh û ajel:
Zeredeştî gelek girîngiyê dide ekolojiyê. Di her warî de suriştî diparêze û kesekî ku zerarê bide siruştê ceza dike. Di Avesta de hinek heywan û cinawir hene ku ne normal in. Di r. 80 Fargadên 17 û 18an de behsa kûçikekî zer ê çarçav dike.Di Ola Zeredeşt de kûçikên pîroz hene. Ga pîroz e, hesp pîroz e.
Gotina pak û karê pak:
Ola Zeredeşt li ser pakiya fizîkî û rûhî hatiye avakirin. Pakî bingehê felsefa ola Zeredeşt e. Ka em di vî warî de guh bidin Zeredeşt ҫi dibêje:
“Mirov bi pîroziyê xweş û baş dibe, mirov bi qanûnê baş û xweş dibe, Mirov bi karê xweş û baş dibe, mirov bi giha baş û xweş dibe, mirov bi gotina pîroz baş û xweş dibe: Di nav van hemû şîfan de, gotina pîroz herî bi şîfa ye; di nav van şîfadayen de bi viyaneke herî baş nexweşî û xerabiyê ji laşê mirov bi dûr dixe: Ji ber ku di nav van şîfadayan de ew şîfedayîna herî baş e.”
“Ji ber vê gotina baş nexweşî revî, mirin revî; xerabî revî, astengiya xerabiyê revî, Aşemaogha revî, îftîra revî û yên ku li ser mirovan zilm û zixtan dikin revîn.”
“Nîjadê mar revî, nîjadê gur revî, kurê duling revî, quretî revî, biçûkdîtin revî, agirê bilind revî, îftîra revî, dubendî revî. Gotinên herî sextekar revîn, sîhîrbazî revî, rûhê xerab revî, bayê bakur revî û wenda bû.”"
[10]"Avêsta, ya ku îro roj heye, ji van pirtûkên jêrîn hevedudanî ye:
Videvdad ango (Yasayên li dijî giyanên bedkar) ji 22 beşan hevedudanî ye. Ew pirtûka tek û tenê ye ku ji Avêstayê bi tûmî maye. Di beşa wê ya yekê de em pêrgî çîroka afirandinê tên; çawa Xweda cih û erdên xweş û pîroz yek li pey yekê ava kirine û çawa Angra Mainyu li hember wan afirindinên pîroz dijberên wan çê kirine. Cihê herî baş ê ku min, Ahora Mazda, afirandiye Vaejaha arî ya Daitya 6 ya baş.
Lê Angra Mainyu yê jehrdar jê re, weke bela, marê sor çêkir û zivistana ku jê Daêva (dêw) hatiye afirandin. Di beşa sisiyê de jî, em nivîsarên (rêşanên) li ser paqijî û erdtîmarkirinê. Li ser çawabûna paqijiya erd û jîngehê, li ser destdayîna laşan û dûrketina ji gemarkirinê dibînin.
Di vî warî de Vidvdad diyar û qedexe dike ku mirovek bi tenê laşakî rake û dibêje ku divê gor (tirbe) 70 gavî ji êgir û avê dûr be. Di çar beşên dawî de, Videvdad hewildana Angra Mainyu ya ji bo jêrêkirina Zeredeşt salix dide.
Her wiha tembî û rawêjên tendurustiyê jî tê de hene. Her wiha di Videvdad de sizeya tewanan hatiye şîrovekirin; weke nimûne: sizeya êrişbirina ser mirovekî deh lêdanên bi qurbac ku ji dûvê hespan çêkiriye û deh lêdanên bi qurbacê ku ji çermê pêz hatiye çêkirin e.
Dubarekirina tawanê sizeyê bêhtir dike û digihîne dused lêdanî. Her wiha ji êrişker tê xwestin ku berdêla ziyanê bide, ango rewşê vegerîna weke berî êrişê. Di warê yasaya şaristanî de, Videvdad awayê birêkûpêkkirina têkiliyên diravî di nav xelkê de şirove dike. Her wiha mercên têkbirina peyman û lihevkirinê û sizeya wê destnîşan dike.
Ji bîst û yek beşan (yaşt-an) hevedudanî ye. Hemû li ser lavij û pesnên Xwadayan e. Her yaştek ji Xwedayekî re ye; her wekî:
Em rêza Aşa Vahişta û Amêşa spênta yên rindik digrin û rûmeta Airyamanişya digrin, her wiha ya afirandeyên Mazda yên hêzdar û Aşa yêrûmetdar ê ku Mazda afirandî… Yaşt 2,7 Haft Amahraspand yaşt.
Ji bilî hersê pirtûkên sereke, yên ku me li jor çêra wan kir, pirtûkine din jî hene; ew jî ev in:
Teoriya olî ya Zeredeşt li ser bingeha dualizmê ava bûye. Ango, li ser bingeha didutiya cemserî di navbera qencî û neqenciyê de, çi di warê derûnî û çi di ware daring de. Ev cemser ji roja roj de li dijî û hemberî hev in.Yasna li ser vê yekê weha dibêje: ( Ew herdu giyan, ku hîn ji destpêkê de weke cêwiyekî ji sawîrekê hatine der, qencî û bedîtî di raman, gotin û karî de. Yên ku baş kirine ew in ku qencî hilbiijartine, ne bedîtî ) Yasna 30,3.
Angra Mainyu û Spênta Mainyu ji destpêka afirandinê de li dij hev şer dikin. Her wiha Angra Mainyu li dijî afirandinên baş (qenc) ên Ahora Mazda tiştên: her wekî çawa li dijî xweşiyê nexweşiyê diafirîne.
Di Videvdad (19.31) de hatiye xuyakirin ku Angra Mainyu dijîtiya xwe ya li hember Ahora Mazda bi alîkariya Daeva Indra, Daeva Saurva, Daeve Nghaytya, Daeva Taurvay, Airik, Aeşma, Daeve Akataş, Marşavan û gelekên din.
Di bin serokatiya Angra Mainyu de Drug jî heye, ku ew jî sere Aşa dike; ango, li dijî sîstema cîhanê ya dademend dixebite (Yasna 48,1)
Di teminên Avêstayê yên nû de (Yasna 9,8) ji bilî van hêzên şerxwaz yên navbirî, hêzine din tên binavkirin; wek Nasu (pîra laşan ), Dahak (Ejdeha)7 ku Angra Mainyu ew ji bo xerabkrina cîhanê afirandine."
Ev ji aliyê xwe wek zayînekê diyalîktîk ku bi zûbûn dest pê kir û di dest xwe de dîrok li ser vê bingehê diyalîktîkî şîrove kir û bandorekî xwe yî mezin li ser hersî pirtûkên pîroz kir.
Tevlî ku nasnameya Zeredeşt ji aliyê neteweyî ne gelkî giring e lê em dikarin bêjin ku gelek nîşan hene ku ew bi eslê xwe Mîdî ye ji ber ku gotina (max) di zimanê Kurdî de tê wateya pîzotên agir û em baş dizanin ku olên Mîdiyan jiyana xwe di zivistanên sar de di çiyayên Zaxrosê li dora agir diqedandin û pir giftûgoyên hêja di nava xwe de dihewandin û şîret û pendên giran bûha ji devên wan (maxan) dihat gotin û ji aliyekî din ve em dizanin pîrozbûna agir li cem Zeredeştiyan çi qasî pîroz bû, wan dizanîbû jiyan bêagir nabe, baweriyek heya dibêje: Zeredeşt di bakurê rojavayê Îrana niha, jiyan kiriye yango devera Mîdiya bû.
Ji aliyê bawermendiyê civaka Zeredeştiyan pir jiyanek pak di hat meşandin û bitaybet têkiliyên di navbera jin û mêr de wekheviyek hebû, gotinên derew pir karekî xerab bêexlaqî lê dihat nerîn, têkiliyên civakî di navbera mirovan de ne têkiliyên koletî bû, ev tişt gelekî binirx bû, ji aliyê çandiniyê û xwedîkirina lawiran de ew karên herî li pêş bû, têkiliyên ekolojî rast bi lawiran û xwezayê dihat kirin û xwe dûrî xwarina goşt dixistin, karên çandinî di navbera mirovan de hev beş bû.
Em dikarin bibêjin ku Zeredeştiyê bandor li çanda Exrîqiyan kiriye, ji ber ku pirtûka Hîrodot pir qala Mediyan kiriye. Gotina Nîtşê dibêje: ez şagirtê Zeredeşt im.
Ev gotin girîngiyeke wê ya pir mezin heye, ji ber ku ji devê feylesûfekî pir binerx hatiye gotin. Li ser vê bingehê, dema mirov dibêje ev çanda han nikarîbû xwe nû bikra, bû hunda mezin ji bo mirovan tevan. Em Karin bi rehetî bibêjin, ku desthilatdarên fewdalê Îranî, ev çand ji naveroka wê vala kirin, ev tekez dike ku ev çanda Mediyan bû û Xiristiyanî û ola Îslamî jê ne bêpar in.
Kirarên herî xerab ji hêla misilmanan ve û derbên herî giran, li ser Zeredeştiyan di demê (Fitûhatan) de hatin kirin. Pir serhildan û berxwedanên mezin hatin kirin, li hember desthilatdariyan (Sasanî û Ebasî), ew berxwedan belgeyên wan negihane destê me, ev berxwedaniyên (Mezdek û Babn e).
Ev serhildanên destpêkê bûn li himber şaristaniya ku ne li ser bingehekî exlaqî hatibûn avakirin, ev berxwedanî divê bibin bingeh wek kevneşopiyên Zeredeştiyan di avakirina şaristaniya demokrat di rojhilata navîn de.
Berdoziya esayî, ku girêdana Zeredeştiyê bi olê Ibraîmî ve ku gelek dîrokzan dibêjin, ku Yahûdî pir bi ramanên Zeredeştî bandor bûne. Ev yek bandora xwe kişandiye li ser ola xiristiyanî û islamî jî, heger em li dîrokê baş vegerin em ê bibînin ku Yahûdî li bin desthilatdariya Sasaniyan de mane ji ber wê nedûr e, ku ew bi Zeredeştiyê hatibin bandorkirin, ji alîkî din ve hejmarên Yahûdiyan di nav Kurdan ne kêm bûn, ji xwe diyar e heta roja me ya îro Kurd wek kêmnetewe, li Israîl jiyan dikin.
Pirs ew e heta roja me ya îro ti şûnên Zeredeştiya nema ne, a rast ew e ku mirov bibêje, Zeredeştî ji aliyê olê Ibrahîmî ve, hatiye helandin û xwe di nav olan de jiyan dike, bi awayekî veşartî nexuyayî."
Nûser berdewam dike û diêje: Zeredeşt pirtûka xwe di serdema dewleta Mîdî (770-550 b.z), de nivîsiye. Avesta bi ava zêr, li ser 12 hezar çermên çêlekan, hatiye kolan û neqişkirin. Di serdema Sasaniyan de, bi zimanê Fehlewî şîroveyeke ji Avestayê re bi navê Zend, an ku şîrovekirina şeriyê, heta nivîsîn.
Lêkolîner di derbarê Avêstayê de, didin zanîn ku ji van beşan ew tê hev:
1-Yasna, an ku perestkirina Yezdan û xwequrbanîkirina ji bo wî. Yasna kilîta nivîsên dawî yên Avestayê ye. Ji 72 beşan tê hev û gelek sirûdên ayînî dihewîne weke Homeyast, Gat, Yama haptahati.
2-Vispart: pesindana Yezdan, siloganên girêdayî Yasna ne, lê beşeke serbixwe ye.
3-Vendidad: zagona li dijî pelîdan, ji gelek vegotin û gotarên girêdayî Yasnayê tê hev. Beyannameya perestî û zagonên pakkirin ê sizadana gunehan e.
Encam
Zeredeşt destpêka xortaniya xwe li ser lêgerînan qedand, nêzî 10 salan li bersiva pirsên xwe digeriya. Zeredeşt kesayetek jîr, jêhatî û exlaqên wî pir li pêş bûn, piştî lêgerînên wî, jiyan xweş nas kir ku pêwîst e Xwedawend li cem mirovan hebin û hesaban ji wan bikin, ji bo jiyaneke xweş û hevbeş bijîn. Dema ola xwe belav kir, li ser kesekî nesepand, piştî ku desthilatdarî jî ket destê wî, tiştekî dûrî exlaqê mirovan bizorî nekir.
Ola Zeredeşt bingeha olên di dema me ya îro de ye. Ez vê olê û çanda Zeredeşt di hemû olan de dibînim, lê bi awayekî veşartî ji aliyên desthilatdaran ve bi zanebûna nebaşiya wan ev yek bi kar anîne, ku vê çand û olê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û li ser tinebûna erdnîgarî, ol, çand û mirovên Zeredeştî heta dema me ya îro xebitîne ku wan tune bikin.
Bender Haşimî
[1] Cegerxwîn-Tarîx Kurdistan-(Dîroka Kurdistanê)-W-Xalis Misewer-Ç-1-R-36
[2] Semînera Zanîngeha Rojava ya M.Merwa di sala 2017
[4] Metran: Kahin, di serdema Xiristiyaniyan de.
[5] Alozî
[6] Pirtûkxana Kawa ( Zeredeşt û Zeredeştî – nivîska Remezan Şerîf Dawûdî).
[7] Semînera Zanîngeha Rojava ya M.Merwa di sala 2017
[8] Amed Tîgrîs- Avesta û Zeredeştî+http://e-weje.com/avesta-u-zerdesti/
[9] Wêne yan jî resim, gotineke Îngilîzî ye.
[11] Abdullah Ocelan-Eelşerq Elewset-(Rojhilata Navîn)-ç-4
[12] Pirtûkxana Kawa ( Zeredeşt û Zeredeştî – nivîska Remezan Şerîf Dawûdî).