26 Oct
26Oct

Werger çi ye?

Werger çi ye: Veguhesina deq an jî mijarekê ji zimanekî ber bi zimanekî din ve.

An jî; Ji nû ve nivîsandina mijarekê bi zimanekî din ji bilî yê ku pê hatî afirandin.

  • Di dîrokê de werger bi roleke pir giring di veguhestina zanîn û çandan de di nav gelan de û pêşxistina van zanîn û çandan de lîstiye, ji ber tiştek ji nebûnê çênabe, lê belê di encama hilberîn û keda hemû gelan ku her yek ji wan rola xwe di zengînkirina çand û zanista mirovahiyê de lîstiye çêdibe.

Giringiya Wergerê: Werger giringiya xwe ji van xalên rêzkirî digire:

  • Werger bingeheke ji zanîn û agahiyên gelên din pêşkêşî lêkolÎner, zanyar û afirîneran dike ku karibin xwe bispêrin û li ser ava bikin, her wiha nimûne û şêwazên jiyanê yên ku civakan di dumana dîroka xwe de bi dest xistine radixe pêşiya mirov û bi riya wergerê çand û zanistên gelên din tên naskirin û bi çand û zanistên vî gelî re tên strandin û ji vê lihevxistinê berhemên nû derdikevin.
  • Werger pira girêdana gelan e û gelan bi hev dide naskirin.
  • Werger navgîneke ji bo zengînkirin û pêşxistina zimanan.
  • Werger parastina çandan ji windabûnê dike û reseniya wê û peyvên wê diparêze.
  • Werger wêjeyê pêş dixe û zimanekî nû jê re diafirîne.

Cûreyên Wergerê:

  • Wergera Nivîskî: Dema mirov deqeke nivîskî ji zimanekî wergerîne zimanekî din. Bi alîkariya ferhengan an jî wergêrekî çêdibe. Piranî ji bo wergera çîrok, zagon, gotar û pirtûkan tê bikaranîn.
  • Wergera Şopandî: Li vir wergêr li kesekî ku diaxive guhdar dike , dema radiweste, wergêr dest bi wergerandina axeftina wî dike, bêguman dema bi zimanekî biyanî be û ji zimanê ku tê fêmkirin re tê wergerandin. Piranî di dema ku serokên dewletan an jî berpirsên siyasî pev re diaxivin ev cûre tê bikaranîn her wiha di semîner û konferansan jî.
  • Wergera Yekser: Ew wergera ku axaftinên mirov yekser di riya berguhkan de tên wergerandin. Ê wergêr li yê ku diaxive guhdar dike û yekser axaftinên axêver werdigerîne û di berguhkan re der dikevin û kesên derdor tê digihêjin. Ev cûre zehmetir în cûreyê wergerê ye, divê ku şaşî tê re derbas nebin û yê wergêr tim guhê Û hizirê wî li yê axêver be. Ev cûre asteke bilind a pisporiyê dixwaze û divê kesê wergerîne bi du zimanan an bêtir zanibe. Ev cûre bêtir di televizyonan de di zindîbûnê de her wiha dema berpirsyarekî payebilind biaxive tê bikaranîn.
  • Wergera Filman: Ev cûre giraniyê dide zarave yan jî zimanekî devokî yê lîstikvanên wî filmî, dijwariya wê xuya ku gelo mirov dê çawa hemwateya çandî ji bo her peyvekê peyda bike. Ya giring ku divê yê wergêr filim xweşik temaşe kiribe da ku karibe ziraviyan ji nav hev derbixe.
  • Wergerandina Zanistên bingehîn: Ev cûre mercê wê yê bingehîn gihandina rast û dirust ji agahiyan re ye.
  • Wergera Wêjeyî: Ango wergera wêjeyê bi hemû şêwe û cûreyên xwe ve. Ev cûre bi aloz û pirsgirêke, pabendî şêm, hinêr û behremendiya wergervan e, têgihiştin û xwendineke nû ji deqê re ye, lewma deqeke wêjeyî dikare dehê caran di heman zimanî de were wergerandin.

Taybetmendiyên wergêr bi xwe çi ne? Gelo herkes dikare wergerîne? Divê mirov ji bîr neke ku her kesê ku dizane bi kurdî binivîsîne, nikare xwe li wergerê bicerribîne, lewre werger bi rastî jî hunerek e û dive wergêr bi wergerê û herdu zimanan jî baş bizane, nivîskêr bi berhem û zimanê wî yê nivîsê (şêwaz) baş nas bike û hingê rabe û wergerîne. Ji bo wergereke bi vî rengî jî, divê mirov herweha zimanê orjînal jî baş nas bike. Heke hûn bi turkî baş nizanibin, hûn nikarin berhemên turkî wergerînin û xwendina zanîngehan jî ji bo Kurdekî ne bes e ku bibêje qey bi turkî têra wergerê dizane.

divê ji wergerê li ser du xalan were sazkirin ku li kêleka wan dikare gellek xalên din jî hebin, lê yên girîng ew in:

1- Divê ew werger bi kêrî zimanê kurdî û derfetên wî were.

2- Divê bandora wî nivîskarî li ser berhemên wêjeya kurdî were hesibandin.

Taybetmendiyên wergereke baş çi ne?

Berî her tiştî, divê mirov bizane bê mirov çi werdigerîne. Gelo em behsa wergera wêjeyî dikin an behsa wergera zanistî dikin? Ev herdu werger bê guman ne yek in. Di wergera zanistî de mesaj giring e, lê belê di wergera wêjeyî de ji bilî mesaj û wateyê, hevok, şêwaz û kontekst giring e.

  • Werger divê berî hertiştî wî nivîskarî bi zimanê orjînal baş bixwîne, lêkolînên li ser wî peyda bike û li ser nivîskariya wî û zimanê wîbixebite. Beyî vê lêkolîna li ser nivîskar û berhemê, ew werger zêr be jî dê ne biserketî be û tu feydeyê negihîne zimanekî.
  • Divê mirov zimanê orjînal baş nas kiribe. Biwêjên wî, argoya wî, helbestiya wî û melodiya wî xitm kiribe. Hevoksaziya wî, gramera wî, lîstikên peyvan û cudahiya şêwazan bizane. Yanî divê mirov bi wî zimanî baş bizane, da ku ji hevokan xelet fahm neke.
  • Ji aliyê tevn, şêwaz, estetîka tekst û zimanê berhemê û nivîskariyê ve sadiqî berhema orjînal be. Têgihîştina ku nivîskar di warê zimanê xwe û şêwaza xwe û herweha çîroka xwe de di berhema orjînal de dide û bi cîh dike, divê di wergera wê de jî baş diyar bibe û were paraztin. Ev xal jî lêkolîna ku di xala yekem de tê gotin giringtir dike.
  • Divê di wergera wê de xeletiyên rastnivîsandinê nebin û baş hatibe sererastkirin. Ji xwe werger e, tew îcar xeletiyên wê jî hebin, mirov dê qet nexwaze bixwîne.
  • Divê werger bi zimanê ku lê tê wergerandin jî pirr baş zanibe. Yekî ku bi xwîna kurmanciyê nizanibe, pê nemiribe û ava wê venexwaribe, nikare wergeran ji bo wê bike. Ne bi tenê bi xwendina kurmanciyê, lê divê ew bi kurmanciya folklorîk jî baş bizane, ya malê jî û ya sûkê jî û ya hikumetê jî. Lê ya herî giring, divê ew bikare zimanan ji hev nas bike û guh bide hevoksazî û melodiya kurmanciyê.
  • Divê mirov fahm neke ku werger e. Heke ne weha be, mirov dê nexwaze bixwîne û berê xwe bide turkiya wê. Ji ber wê jî, carinan dive werger bizane “kirasê kurdî li berhemê bike” û ev jî bi hemû xalên jorê ve têkildar e.

Raman Hesê


Jêder:

1- Şêrko Ebdulrrehman-Werger-Cûreyên Wergerê-Zanîngeha Rojava

2- Menhel Xelef-Wêjeya Cîhanî-Werger-Zanîngeha Rojava

3- Îbrahîm Seydo-Hin Pirsgirêkên wergerê Di Kurmanciyê de

Îroveyan
* E-name li ser malperê nayê weşandin.
I BUILT MY SITE FOR FREE USING