Li gorî lêkolînên arkeologan cara pêşî sumerî li Mezopotamyayê berî zayînî (bz) li derdora salên 3500î li ser kevir û lewheyên axikî bi awayekî sîstematîk wêne kolane. Piştre wêneyên xwe basît çêkirine ku mirov têbigehîje. Ji wêneyên weha hêsan û sîstematîk re pîktogram dibêjin. Ji ber ku sumerî wêneyên xwe li ser heriya şil û bi kam nivîsîne,detaliyên wan ji aliyê arkeologan ve baş nehatine xwendin û fêm kirin. Piştî sala 3000 î sumerî pîktogramên xwe bi pêşxistine û wek nivîsar li ser lewheyên axikî yên biçûk nivîsîne.
Zêdetir bixwîninRastnivîs her wekî ji navê wê jî diyar e, awayê nivîsîna rast nîşan dide, her wekî mîr Celadet Bedirxan jî di pirtûka xwe ya "Bingeha Gramera Kurdî" de dibêje: (Rastnivîs tevaya isûl û qeydên nivîsandin û bihevvebûna bêjeyan e, bêjeyên ku bi heve dibin û yên ku biheve nabin ji hev vedigerîne û awayê bihevebûna wan şanî me dide).
Zêdetir bixwînin