Rastnivîs her wekî ji navê wê jî diyar e, awayê nivîsîna rast nîşan dide, her wekî mîr Celadet Bedirxan jî di pirtûka xwe ya "Bingeha Gramera Kurdî" de dibêje: (Rastnivîs tevaya isûl û qeydên nivîsandin û bihevvebûna bêjeyan e, bêjeyên ku bi heve dibin û yên ku biheve nabin ji hev vedigerîne û awayê bihevebûna wan şanî me dide).
Zêdetir bixwîninCîhana ku em tê de dijîn , roj bi roj xwe digihîne astên herî jor û pêşdikeve . Di gelek alî û qadên civakê de jî mirovan karîbûn xwe bigihîn ziraviyên herî biçûk li ser rûyê erdê , wan nasbikin û kifş bikin . Yek ji tiştên herî girîng ewe ku ; karîbûn şoreşekê di nav ziman û mirovan de çêbikin , ew jî şoreş û serhildana lêkolîna zimanvaniyê bû , ku bû sedema gelek tiştên windayî yên ku bi mirovan û dîroka wan ve girêdayî derkeve û li ber çavan bixuye .
Zêdetir bixwînin